DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-12-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 2345678910, 11)

Ali Husein Kerim

Husein Muhammed

 

Ali Husein Kerim: Kürtçenin Etimolojik sözlüğü, 2019

Kitêba Ali Husein Kerim Kürtçenin Etimolojik sözlüğü (Ferhenga etîmolojî ya kurdî) sala 2019 derketiye û nêzîk 700 rûpelî ye. Ew çapa nûkirî û berfirehkirî ji ferhenga wî ya sala 2013 e ku nêzîkî 400 rûpelî bû.

Wek ku ji navê berhemê diyar e, zimanê serekî yê şirovekirinê tirkî ye tevî ku ew ji aliyê nivîskarekî kurd ve û derbarê peyvên kurdî hatiye nivîsîn. Tevî navê nivîskar yê bi şiklê xwe dişibe navên kurdên Başûr an Rojava, nivîskar di rastiyê de ji Bakur, ji herêma Xoçvana Erdexanê ye.[1] Wisa diyar e ku ”Ali Husein Kerim” navekî nepenî/guherandî ye ku ew ji xwe re bi kar tîne.

Berhem bi piranî ji wan nivîsan pêk tê ku nivîskar yek bi yek li ser malpera Dirokakurdistan.com û di hinek malperên din de belav kirine/dike.

Peyvên ferhengê ne li gor alfabeyê lê li gor mijaran hatine rêzkirin, wek ”dinya”, ”hewa”, ”riwek”, ”dewar” û heta mijareke wek ”xesandin” jî!

Read More »

Kurmanciya Ermenistanê

Tengiz

Têngîz Siyabendî

NASANDINA DEVOKÊ Û DEVERÊ BI KURTÎ

 Êzdiyên ku niha li Ermenistanê de dijîn hema mirov dikare bêje ji sedî sed ziryeta êzdiyên Serhedê ne. Ji sedema bûyerên sedsala 19-an û 20-an bi taybetî ji sedema şerê Osmanî-Rûsan (1877-1878), Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) û herwiha ji sedema komkujiya ermeniyan (1915) jî ku di gel wan gelek êzdî jî canê xwe ji dest dan  hejmareke mezin a êzidiyan berbi Ermenistanê hatin. Ji ber vê yekê jî kurmanciya Qefqasê û kurmanciya Serhedê dişibînin hevûdu. Kurmancîaxivên Sovyeta berê ya Ermenistanê devoka xwe ya devkî ne tenê ji tunebûnê parastin lê herwiha  kurmanciyeke pêşketî û standard jî bidest xistin.

Rewşa devokê

Civaka me ya Kafkasyayê bi taybetî li Ermenistanê hema mirov dikare bêje ji sedî sed kurmancîaxêv in.

Sedsala 20-an ji bo gelê me bidestxistineke nû di gel xwe anî. Bi alîkarî û piştgiriya dûgela Ermenistanê ewana bûn xwedî alfabeyê. Kîjan jî bû sedema pêşxistina zimanê zikmakî û herwiha parastina dîrok, çîrok, zargotin, stiran, destan, wêje û hwd. Piştî afirandina alfabeyê gelek dibistan hatin vekirin, pirtûk hatin çapkirin û rojname bi zimanê dayikê hate weşandin. Di komcivîneke giştî de ku di sala 1934-an de li Ermenistanê pêk hat zaravayê kurmancî wek zimanekî standard ji bo kurdên Kafkasyayê tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî dibêjin Kurmanciya Kafkasyayê.

Read More »

DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-10-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 234567, 8 û 9)

Cheung

Husein Muhammed

Johnny Cheung: Etymological dictionary of the Iranian verb, 2007

Ferhenga Etymological dictionary of the Iranian verb (Ferhenga etîmolojî ya lêkerên îranî) ya Johnny Cheung hewl dide hemû lêkerên (fiilên) ji rehên îranî, hindûîranî û hindûewropî pêşkêş bike.

Ferheng li gor rêzbendiya lêkerên veavakirî (reconstructed) yên îraniya kevn li ser bingehê berhevdana zimanên îranî yên kevn, navîn û niha ye.

Bo vedîtina peyva ku bikarînerê ferhengê dixwaze bibîne, ji bilî rêzbendiya li gor îraniya kevn, di ferhengê de herwiha fihrist û endeksên zimanên îranî yên kevn, navîn û niha hene. Di nav de bo nimûne lîsteya lêkerên kurdî, lêkerên farisî, lêkerên pehlewî, lêkerên avestayî û hwd. hene. Ji wan lîsteyan danerê ferhengê berê mirovî dide wê peyva veavakirî ya îraniya kevn ku peyva bo nimûne bi kurdî jî tê de tê behskirin.

Ji bilî lîsteyên lêkerên zimanên îranî, herwiha lîsteyeke lêkerên inglîzî jî heye anku mirov dikare bi peyvên inglîzî jî li lêkerên zimanên îranî bigere.

Di ferhengê de pêşî lêkera veavakirî ya îraniya kevn tê dayîn. Dûv re dûndehên (paşhatiyên) wê di zimanên îranî yên kevn anku avestayî û hexamenişî de. Piştî wan, dûndehên heman peyvê di zimanên îranî yên navîn de (bo nimûne partî, pehlewî, sogdî). Li dawiyê jî Cheung hevrehên wê lêkerê di zimanên îranî yên niha de rêz dike.

Eger rehê heman lêkerê ji îraniya kevn jî bigihe hindûîranî yan heta hindûewropî jî, Cheung bi kurtî hevrehên wê di şaxên din jî yên hindûîranî yan hindûewropî de jî dide.

Ferheng li gor rê û rêbazên zanistî û zimannasî hatiye amadekirin. Şaşiyên berçav û bêguman yên etîmolojî kêm in. Lê wek din gelek kêmasiyên ferhengê hene û ew bi zor bi kêrî bikarînerên normal yên ferhengên etîmolojî bêt.

Kêmasiya serekî ew e ku ferhengê ji birên (komên) peyvan tenê lêker girtine ber lêkolînê. Anku bo nimûne etîmolojiya navdêran, cînavan, hokeran, daçekan û hwd. di vê ferhengê de nayê dîtin. Ji lêkeran jî tenê ew lêker yên ku wek mîras ji makezimanê îraniya kevn ji zimanên îranî re mane. Cheung vê bisinorkirina ferhenga xwe wisa şirove dike ku bi gotina wî ziman ji birên din yên peyvan kêmtir lêkeran ji hev digirin û lêker adeten peyvên xwemalî ne.

Pêşî divê mirov bibêje ku ev gotina Cheung ne ewqas rast û bêguman e. Ziman lêkerên pir sade jî ji hev werdigirin. Bo nimûne, lêkerên wisa rojane jî yên wek farisî “fehmîden”, hevwateya wê ya kurmancî “fehm kirin” û lêkera têkilî wê ya soranî “qise kirdin” hemû bi eslê xwe peyvên pir bingehîn yên zimanê rojane ne lê dîsa jî bingehê wan hemûyan ji erebî hatiye wergirtin.

Rastiyeke din jî ya lêkeran ew e ku di zimanên îranî de, bi taybetî di zimanên îranî yên rojavayî yên niha de (bo nimûne kurdî, farisî û belûçî) bi miqayese li ber gelek zimanên din (bo nimûne erebî, inglîzî yan tirkî) hejmara lêkerên xwerû pir bisinor e. Sebeb ew e ku li cihê ku gelek zimanên din (bo nimûne dîsa erebî, inglîzî yan tirkî) lêkerên xwerû bi kar tînin, zimanên îranî lêkerên frazî (gotinên ji çend peyvan) bi kar tînin. Bo nimûne:

  • kurmancî: dest pê kirin, bi kar anîn,
  • inglîzî: begin, use
  • tirkî: başlamak, kullanmak

Ferheng 600-rûpelî ye. Lê gava ku mirov li lîsteyên her zimanekî cuda dinêre, tenê çend rûpel in. Bo nimûne, lîsteyên kurmancî, soranî, goranî/hewramî, zazakî û kurdî lê lehce-nediyar hemû bi hev re 4-5 rûpel in.

Pirsgirêkeke din ya ferhengê ew e ku Cheung peyvên her zimanî bi alfabeya wî zimanî nedane. Hemû bi alfabeya latînî hatine pêşkêşkirin. Lê ji ber ku yên her zimanekî ji jêder û çavkaniyeke cuda wergirtine û bêyî sîstematîzekirina transkrîpsiyona wan pêşkêş kirine, carinan ne mimkin e mirov bizane ka filan peyv bi rastî çawa tê gotin.

Bo nimûne, zimannasên alman di transkrîpsiyona zimanên îranî de bi piranî herfa J bo dengê kurdî /y/ bi kar aniye, zimannasên inglîz heman herfa J bo transkrîpsiyona dengê kurdî /c/ xebitandiye û zimannasên fransî jî ew heman J bo transkrîpsiyona dengê kurdî /j/ emilandiye. Cheung jî ew bi heman awayî yekser neqil kirine ferhenga xwe. Lê bêyî peydakirin û xwandina her jêdera orijînal, bo xwandevanan mehal û bêîmkan e bizanin ka di her peyva Cheung rêz kirî de J divê kengî wek /j/, kengî mîna /c/ û kengî jî nola /y/ were xwandin.

Tevî van hemû kêmasiyan jî, Etymological dictionary of the Iranian verb berhemeke giring ya etîmolojiyê ye. Ew etîmolojiya hejmareke lêkerên bingehîn yên kurdî jî zelal dike. Li ber hinek lêkerên veavakirî yên îraniya kevn dûndehên wan yên kurdî nehatine dayîn ji ber ku Cheung hay ji hebûna wan di kurdî de nebûye. Loma eger zimannasên kurd li ser bixebitin, dikarin bi hêsanî hê jî lîsteya kurdî ya wê ferhengê berfirehtir bikin.

 

Dê bidome.

 

 

Rehê “hatin”ê di klasîkan de

Diwana Ciziri

Husein Muhammed

Di Rêbera Rastnivîsînê ya Weqfa Mezopotamyayê de tê idiakirin ku rehê demên neborî (rehê dema niha, dema bêt û raweya subjunktîv) ”-hê-” ye û divê mirov wek ”ez di-hê-m, ew di-hê-n…” û ”ez bi-hê-n, ew bi-hê-n…” binivîse.

Wek ku me pêştir jî diyar kiriye, ev gotin ne rast e. Rehê orijînal ne -hê- ye.

Rehê orijînal -ê- ye, wek ”ez t-ê-m, ew t-ê-n”.

Pêştir me bi berhevdana li gel zar û zimanên din isbat kiriye ku rehê orijînal -ê- ye, ne -hê-.

Êdî ne wek rexne li Rêbera Rastnivîsînê lê wek hin belgeyên dîrokî li jêr jî em ê bi nimûneyên ji klasîkên kurdî (kurmancî û soranî) dîsa bipeyitînin û biselmînin ku rehê lêkera “hatin” -ê- ye û h tê de nîne.

Di lêgerîna me ya di nav klasîkan de tenê nimûneyeke wisa jî peyda nekir ku rehê lêkera hatin wek -hê- hatibe bikaranîn.

Herwiha em ê isbat ku di kurmancî de (lê ne di soranî de) pêşgira berdewamiyê (duratîv) li gel lêkera “hatin” di dema niha de t- ye (ez t-êm, tu t-ê, ew t-ê(t), em/hûn/ew t-ên). Anku ne pêşgira di- ya li gel piraniya lêkerên din e.

Ev lêkolîn bi alîkariya Lêgerîna berfireh ya malpera Asoya Helbesta Kurdî hatiye kirin.

Kerem bikin!

 

Elî Herîrî

  • Dîsan ji nû eşqa berê[1]

Eql û huşim bûne esîr dinya ku geh geh tête bîr
Dem şubheta bedra munîr zulfa ji werdê bênxweş e

 

Melayê Cizîrî

  • Ahê ji derdê dil[2]

Ma j`hesreta şîrînleban
Xew tête çehvan qet şeban
Firyad-i der ber kewkeban
Pirsê bike j’ bîdarê çerx

Min pir şevan hetta seher
Danîne rê sem` û beşer
Ew mahirû ma bête der
Ta bême newbetdarê çerx

D`ev kuhnexanê mislê deyr
çendîn kewakib têne seyr
Peykan bi davê şubhê teyr
Her jê dibarin narê çerx

 

  • Dîsa ji nû bêhal e dil[3]

Mihra te pir ebter kirîn
Xalan ji ber biskan derîn
Zulfa muselsel `enberîn
çîn çîn ji çînê tête bac

 

  • Ellah sehergaha ezel[4]

Mey ku di camê bite noş
Bêdeng û sewt her tête goş
Jê tête di herdem siroş
Lew ev şerab alûde da

 

  • Bi yarê firqetê sohtim[5]

Li kelbê asitanê xwe
Nepirsî qet hebîb carek
Gelo nayêne bîrê em
Di vê nêçîr û ravê da

 

  • Aşiq er carek[6]

Lami`a husn û cemalê dê ji `ilmî bête `eyn
`Işq-i da jê hilbitin kê dî heqîqet bêmecaz

 

  • Min dî ji xilfet cam di kef

Min dî di newbê yarê tew sundus e ew bêm bêderew
Min bû di qewsê boyî ew şevan mi lew nayême xew

 

 

Ehmedê Xanî

  • Ey Dila (Saqiyê Mehweş)[7]

Işqi bazî du terîq e, çi heqîqet çi mecaz
şem’ê can dê bi qejîtin,çi bi nar û çi bi nûr
şebê zulumatê bi îmkanê dibit subhî numa
Afîtabê Ehediyyet ji feleq tête zuhûr

 

Feqiyê Teyran

  • Ey av û av[8]

Geh geh sipî şubhetê şîr
Qet mislê te na çin tu tîr
Renge ku te yar tête bîr
Meyla `Hebîb j` çûna te

 

  • Ay dilê min, ay dilo[9]

Sîne ey hubê herişte
Bi agirê işqê birişte
Qet li min nayên nivişte
Ay dilê min ay dilo

 

Mela Huseynê Bateyî

  • Mewlîda Kirmancî[10]

 

Tête heşrê ew digel xelqê berî
Ye`nî ba Pêxamberanî enwerî

Bête xwendin ger li yek sikke-diraf

Dê mubarek bin dera hin bêne zaf

 

Bête xwendin ger li avê û vexwit

Rehmî nazil cumleê ‘îlet dibit

 

  • Ji çiriya paşî pê da[11]

Xwinavê girtî nesrînê
Cemed çêbû li sewlînê
Girya me tê ji bo asmînê
Zerî nayêne seyranê

 

Şêx Evdirehmanê Axtepî

  • Aşiq û maşûq[12]

Bo te qafî kim kelamê, guh bide beyta fesîh
Zanim ez, nayête destê min aşiqê çendîn melîh

 

 

Hacî Qadirî Koyî (soranî)

  • Dellên yar dêtewe[13]

Dellên yar dêtewe babî mehebbet, ya Xuda wa bê
Eger duşmin dellê: Nabê! Muxennî to billê: Nabê

 

Nalî Şarezûrî (soranî)

Bînayîm kwêr e, hellnayê be rûy kes
Mujem yek yek dellêy bizmar e bê to
Le kin min ba wicûdî nas û ecnas
Kesî tê da niye em şare bê to

 

Pîremêrd (soranî)

Ew sîne safe şewq bidate aw
Aw bête lerze, şerim hellsê le naw

Înca be tikay nîga û be niyaz
Razî dill bête ser gurîşme û naz

 

_______________________________________

ÇAVKANÎ

[1] http://helbestakurdi.com/helbest/eli-heriri-disan-ji-nu-esqa-bere.html

[2] http://helbestakurdi.com/helbest/melaye-ciziri-ahe-ji-derde-dil-%28cerx%29.html

[3] http://helbestakurdi.com/helbest/melaye-ciziri-disa-ji-nu-behal-e-dil.html

[4] http://helbestakurdi.com/helbest/melaye-ciziri-ellah-sehergaha-ezel.html

[5] http://helbestakurdi.com/helbest/melaye-ciziri-bi-nare-firqete-sohtim.html

[6] http://helbestakurdi.com/helbest/melaye-ciziri-asiq-er-carek.html

[7] http://helbestakurdi.com/helbest/ehmede-xani-ey-dila-%28saqiye-mehwes%29.html

[8] http://helbestakurdi.com/helbest/feqiye-teyran-ey-av-u-av.html

[9] http://helbestakurdi.com/helbest/feqiye-teyran-ay-dile-min-ay-dilo.html

[10] http://helbestakurdi.com/helbest/melaye-bateyi-mewlida-kurmanci.html

[11] http://helbestakurdi.com/helbest/melaye-bateyi-ji-cirya-pasi-pe-da.html

[12] http://helbestakurdi.com/helbest/sex-evdirehmane-axtepi-asiq-u-masuq.html

[13] http://helbestakurdi.com/helbest/haci-qadire-koyi-dellen-yar-detewe.html

[14] http://helbestakurdi.com/helbest/nali-sarezuri-be-to.html

[15] http://helbestakurdi.com/helbest/piremerd-awatexwazi.html

Guherîna peyvên îranî di erebî de

husein muhammed

Husein Muhammed

Tesîra erebî li ser zimanên din, bi taybetî zimanên misilmanan, bi berhefirehî tê zanîn û gelek tê behskirin jî. Lê pir kêmtir behsa tesîra zimanên din li ser erebî tê kirin.

Lê çawa ku erebî tesîr li gelek zimanên din kiriye, wisa gelek zimanan jî bandoreke mezin li ser erebî kiriye. Zimanên îranî yên wek farisî, kurdî, pehlewî û avestayî jî yek ji wan binemalên zimanan e ku herî zêdetir tesîr li erebî kiriye, bi taybetî bi wê yekê ku erebî gelek peyv ji zimanên îranî wergirtine.

Wek zimanên din jî, erebî gava ku peyvên biyanî wergirtine, ew kêm-zêde li gor şert û mercên xwe yên dengnasî guherandine.

Mijara vê nivîsara me dê çawaniya guherîna peyvên esil-îranî di erebî de be.

 

GIŞTÎ

Giring e were gotin ku hemû peyvên îranî ne yekser ji zimanên îranî ketine erebî. Bi taybetî peyvên ku ji mêj ve ketine erebî, pêşî ji zimanên îranî ketine aramî û paşî ji aramî derbazî erebî bûne. Sebeb ew e ku aramî berî du-sê hezar salan li Rojhilata Navîn zimanê danûstandinên bazirganî û îdarî bû.

Zimanê aramî bi xwe jî hinek guherandin li wan peyvan kirine berî ku ew derbazî erebî bibin.

Gelek ji navên riwek anku nebatan, kevirên bihagiran û berhemên din yên bazirganî ji zimanên îranî yan jî bi rêya zimanên îranî ji zimanên Hindistanê yan Çînê ketine erebî.

Bo nimûne:

  • bellûr (krîstal, cam) ji belûr
  • feyrûz (tebesî, turkuwazî) ji pîrûze
  • hal, heyl (kajîle, kakule) ji “hêl”
  • ‘ibrîq (misîn) ji “ab” (av) “rîxten” (rêtin, riştin, rijandin)
  • kenz (gencîne, xezîne) ji genc
  • lazewerd (lapis lazuli) ji laciverd
  • lîmûn (fêkiyekî tirş) ji lîmo
  • misk (madeyekî bêhnxweş) ji muşk
  • nisrîn (gulek) ji nesrîn
  • sebanix (riwekek xwerbar) ji spenax
  • sunbul (gulek) ji sunbul
  • xiyar (sebzeyek) ji xiyar
  • yaqût (gewherek) ji yaqût
  • yesmîn (gulek) ji yasemîn
  • zencebîl (riwekeke biharatî) ji pehlewî sengevêr

Piraniya van peyvan û peyvên din jî yên ji zimanên îranî wergirtî bi şikl û qalibê xwe cuda ne ji peyvên erebî yên xwemalî ku bi piranî ji rehên sê konsonantî (dengdarî) hatine çêkirin.

Hinek ji van peyvan wek hinek rehên peyvên xwemalî yên erebî diyar dibin. Bo nimûne, peyva “misk” wisa dixuye heçku rehê wê m-s-k be lê rehê m-s-k bi xwe di erebî de heye û peyvên têkilî “girtin, hilgirtin, dest kirinê” jê tên çêkirin. Herwiha peyva “xiyar” wisa dixuye heçku ji rehê “x-y-r” be ku wateyên têkilî “bijartin”ê jê tên çêkirin.

 

GUHERANDINA PEYVÊN WERGIRTÎ

Gelek cudahiyên dengî û dirûvî (şiklî) di navbera erebî û zimanên îranî de hene. Bi taybetî dengên zimanên îranî yên wek Ç, G û P di erebiya standard û di gelek devokên erebî de jî peyda nabin.

Ji ber cudahiyên dengî û dirûvî, gava ku peyvên îranî ketine erebî, gelek ji wan guherîne: hinek piçekê, hinek jî bi dijwarî. Guherîn ne tenê dengî lê herwiha kîteyî (heceyî) û avanî (struktûrî) jî bûne. Guherînên wisa dijwar an sivik herwiha hingê jî peyda bûne gava ku peyvên erebî ketine zimanên îranî lê ew ne mijara vê nivîsara me ya vê carê ye.

Li jêr em ê behsa sê guherînên bingehîn bikin ku du yên pêşîn guherînên dengî ne û ya sêyem jî guherîneke dirûvî ye.

 

GUHERANDINA G-YA DAWIYA PEYVAN

Di zimanên îranî yên berî îslamê û yekser piştî hatina îslamê de gelek peyv bi dengê G bi dawî dihatin. Bo nimûne ”bernameg” (bername, program) û ”pisteg” (fisteq).

Lê di erebî de dengê G tine bû loma G-ya di peyvên ji zimanên îranî ketî erebî de G bûye C yan Q. Bo nimûne:

  • bernameg > bernamic
  • pisteg > fustuq

Wek hemû zimanan, zimanên îranî jî bi demê re guherîne. Yek ji wan guherînan bo nimûne ew e ku ev dengê G ji dawiya gelek peyvan hatiye avêtin, bi taybetî di farisî de. Loma niha em dibêjin “bername” û di farisî de pisteg bûye ”piste, pistê”.

Lê ew guherîna di zimanên îranî de çêbûyî, ti tesîr li ser peyvên ku berê ketibûn erebî nekiriye. Loma C hê jî di peyva “bernamic” de li şûna G-ya ”bernameg” maye û Q-ya di ”fustuq”ê de jî li cihê G-ya ”pisteg”a kevn berdewam e.

Hinek nimûneyên din

  • benefsec ji benefşeg (niha binefş, binefşe)
  • beydeq ji peyadeg (niha piyade, peya)
  • nemûdec ji nemûdeg (niha nimûne)
  • tazec ji tazeg (niha taze, teze)

Ev nimûneya dawiyê herwiha wek “taze” jî ji zimanên niha yên îranî ketiye erebiya devkî û li şûna G-ya kevn ya îranî C tê de nîne.

 

GUHERANDINA Ç BI Ṣ (ص) YAN S

Dengê Ç di zimanên îranî de heye ku di erebiya standard û di piraniya devokên wê de peyda nabe. Niha gava ku peyveke bi dengê Ç ji zimanên din tê wergirtin, di erebî de ew bi piranî dibe Ş. Bo nimûne “şîk, şêk” ji inglîzî “check”.

Lê berê, gava ku erebî peyv ji zimanên îranî werdigirtin, dengê Ç di wan de dibû Ṣ (sad, S-ya qelew, ص) û kêm caran jî S.

Ev wek tiştekî nepayî dixuye û gelek kesan heyirî dihêle ku çima Ç nebûye C yan Ş ku gelek ji Ṣ zêdetir nêzîkî Ç ne.

Sebeb ew e ku di zimanên îranî yên berê de, bo nimûne di pehlewî û sogdî de, herfa aramî Ṣ bo nivîsîna dengê Ç yê îranî dihat bikaranîn ji ber alfabeya pehlewî û sogdî ji aramî bû û tê de ti herfeke taybet bo dengê Ç tine bû. Xwandevanên aramî jî ew deng ihtimalen di nivîsên bi zimanên îranî de bi Ṣ dixwandin û wisa ew peyv bi wî awayî gihiştine erebîaxivan jî.

Gelek nimûneyên wisa hene ku tê de Ç-ya îranî bûye Ṣ. Em li vê derê tenê çend nimûneyan bidin:

  • ṣirac (lampe) ji çirag (niha çira)
  • ṣarûc (hawin, sarox) ji çarûg
  • reṣaṣ ji pehlewî erçîç
  • ceṣṣ ji gêç/geç
  • Ṣîn ji Çîn

 

PAŞVESAZIYA PEYVAN

Di erebî û zimanên din yên samî de peyv ji hinek rehên konsonantî li gor hin qalib û dirûvên diyar tên çêkirin. Bo nimûne, ji rehê k-t-b herdu peyvên “kitab” û “mekteb” hatine çêkirin. Pirhejmariya gelek peyvan jî ji wan heman konsonantan bi rêya veguhastina vokalan tê çêkirin. Loma bi pirhejmarkî “kitab” dibe “kutub” û “mekteb” jî dibe “mekatib”. Wek ku tê dîtin, konsonant wek xwe dimînin, bo çêkirina pirhejmariyê tenê vokal tên guherandin .

Hinek peyvên ji zimanên îranî wergirtî dişibûn formên pirhejmar yên erebî loma erebîaxivan wisa texmîn kir ku ew formên pirhejmarî ne. Lê ji ber ku ew wek formên pirhejmarî hatin hesibandin, êdî pêwîstî bi çêkirina formên yekhejmarî bo wan peyvan peyda bû. Çare ew bû ku formên yekhejmarî ji formên pirhejmarî bên çêkirin.

Bo nimûne, erebî peyva “peyadeg” (piyade, piyon, di şetrencê de) ji zimanên îranî wek “beyadiq” wergirt (P bû B û G bû Q ji berk u P û G di erebiya standard de nînin.)

Lê gava ku mirov peyva “beyadiq” bide ber peyda “mekatib”, mirov dê bibîne ku vokalên wan wek hev in tevî ku konsonantên wan ji hev cuda ne jî.

Li ser bingehên wiha, erebîaxiv wisa tê gihiştin ku peyvên wek “beyadiq” ne yekhejmar lê pirhejmar in. Û madem ku “beyadiq” ya “pirhejmar” bi pirhejmariya xwe dişibe “mekatib” ya pirhejmar, divê yekhejmariya “beyadiq” jî hebe ku bi şikl û dirûvê xwe bişibe yekhejmariya peyva “mekteb”. Wisa peyva “beydeq” hat çêkirin ku vokalên wê jî wek yên peyva “mekteb” in.

Çend nimûneyên din jî yên ji zimanên îranî wergirtî wiha bi paşvesaziyê forma wan ya yekhejmar hatiye çêkirin û forma ji zimanên îranî wergirtî niha wek forma pirhejmarî tê hesibandin:

  • “camûs” ji “cewamûs” ji pehlewî “gawmêş” (gamêş)
  • “firdews” ji “feradîs” ji avestayî “perîdeyze” (biheşt – heman peyva îranî bi rêya yûnaniya kevn wek “paradise” ketiye inglîzî û gelek zimanên din jî yên ewropî)
  • “nibr” ji “enbar” ji pehlewî ”enbar” (embar, mexzen)

 

WERGIRTINÊN DERENGTIR

Piraniya peyvên li jor behskirî berî îslamê yan li destpêka îslamê ji zimanên îranî ketine erebî. Sebeb ew e ku hingê erebî hê nebûbû zimanekî bihêz û bihagiran û ew hewceyî gelek peyvên nû bû. Lê piştî ku erebî cihê xwe xurt kir, êdî kêmtir peyv ji zimanên îranî wergirtine.

Vê dawiyê erebî bi piranî peyvan ji zimanên ewropî, wek inglîzî û fransî werdigire. Lê niha jî erebî bi temamî dest ji wergirtina peyvan ji zimanên îranî bernedaye. Bi taybetî deverên erebîaxiv yên nêzîkî Îran û Kurdistanê gelek peyvan ji zimanên îranî werdigirin tevî ku kêm caran ew peyv êdî derbazî zimanê standard yê erebî dibin.

Ev devokên erebî ne tenê peyvan ji zimanên îranî werdigirin lê herwiha êdî wan dengan jî wek di zimanên îranî de dihêlin ku berê erebî ew deng diguherandin. Bo nimûne, êdî dengên Ç, G û P di peyvên ji zimanên îranî werdigirtî de di erebiya devkî de bi piranî wek xwe dimînin:

  • çadir
  • guldan
  • perde

Ev û gelek peyvên di erebiya Iraqê û ya deverên din yên nêzîkî farisî û kurdî de tên bikaranîn tevî ku erebiya standard dengên Ç, G û P niha jî qebûl nake.

 

Çavkanî:

Arthur Jeffery: Foreign Vocabulary of the Qur’an [Peyvên biyanî di Qur’anê de]. 1938.
Encyclopædia Iranica: Iranian Loanwords in Arabic. [Peyvên îranî di erebî de].
Husein Muhammed: Etîmolojiya peyvên erebî
Ștefan Ionite: Persian Loanwords in Baghdadi Arabic [Peyvên farisî di erebiya Bexdayê de]. 2019.

Dengê Ê – peydabûn û guherîna wî

EE

Husein Muhammed

 

Herfa Ê / ê di kurdî de nîşana vokala ber-bilind ya pêşî ya ne-gilor e, bi gotineke din vokala ber-girtî ya pêşî ya ne-girovir e. Mebest ji ”ber-bilind” yan ”ber-girtî-girtî” ew e ku di dema çêbûna vî dengî de ziman li ber bilindahiya devî ye (lê ne bi temamî bi banê devî ve ye). Mexseda ”pêşî” ew e ku ziman di dema peydabûna vî dengî de li pêşiya devî ye (ne li paşiya devî ye). Merem bi ”ne-gilovir, ne-gilor” jî ew e ku lêv nayên gilor- anku girovirkirin û nayên pêşve lê pehn û li cihê xwe yê asayî dimînin. Herwiha ev vokal di kurdî de dirêj e.

Di piraniya zimanên ewropî de ev deng bi herfa E / e tê diyarkirin. Bi alfabeya kurdî-erebî de ew bi herfa ێ tê nivîsîn. Di erebiya standard de ev deng peyda nabe lê dengê -ey- yê erebiya standard di gelek devokên erebî de bi dengê Ê tê gotin. Di nivîsînê de ew bi dengê tê diyarkirin. Di farisiya de jî ev deng tam wek kurdî li nava peyvê peyda nabe û di nivîsînê de ew wek tê nivîsîn.[1]

Di tirkî de jî ev deng peyda nabe. Eger di hin devokên tirkî ya di hin peyvên tirkî de peyda bibe jî, ji ya kurdî kurttir e û bi dîsa jî bi herfa E tê nivîsîn û awayê standard yê gotina wê her wek dengê E yê kurdî ye.

Bi alfabeya kurdî-krîlî ev deng wek Е (gir) yan е (hûr) dihat nivîsîn.

Ev deng bi alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) bi nîşana [e] tê diyarkirin. Bo ku mirov diyar bike ku ev deng dirêj e û ne kurt e, mirov dikare di IPA-kirina kurdî de wê wek [e:] binivîse. Lê ji ber ku ev deng di kurdî de herdem dirêj e, ev cudakirin ne zerûrî ye.

Mirov dikare li vê derê guhdariya vî dengî bike.

http://en.wikipedia.org/wiki/File:Close-mid_front_unrounded_vowel.ogg

 

Vokalên serekî di kurmanciya giştî de

tabloya vokalan

  pêşîn navendî paşîn
girtî î i, u û
nîvî ê   o
vekirî e   a

 

Peydabûna dengê Ê di peyvan de

Dengê Ê di kurdî de dikare li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe:

  • li destpêkê: êvar, êşandin, êzidî…
  • li navê: bêrîvan, dêr, hêk…
  • li dawiyê: rê, kê, şevê, dengê…

Li gor lêkolînên me yên berî niha, rêjeya herfa Ê di nivîsên kurmancî de 5,2 % ye.[2] Ev rêje wê dike pêncem mişetirîn herf di nivîsên kurmancî de. Hin ji sebebê vê mişetiyê ev in:

  • paşpirtika navdêrên mê yên çemaandî: wê kitêbê
  • îzafeya navdêrên nêr: hevalê min
  • îzafeya navdêrên pirhejmar: kitêbên min
  • daçekên serbixwe jê, lê pê, tê
  • nîşana dema bê: tu ê bikî (yan tu dê/wê/yê bikî)
  • daçeka paşlêker ya bi maneya “wê, wî, wan” yan “wê derê, wir”: min gotê, em çûnê
  • di soraniya standard û di hin devokên kurmancî de paşpirtika kesî ya cînavê sêyem yê yekhejmar: ew dikê / nabêjê, naçê[3]
  • cînavên û ku Ê tê de heye û ji ber peywirên xwe yên hevoksazî pir tên dubarekirin.

Li nava peyvê Ê pirr berbelav e. Li destpêka peyvê ew tenê di çend peyvên xwemalî de peyda dibe. Ji ber ku ev deng di tirkî û erebiya standard de jî nîne, peyvên ji van zimanan girtî jî rêjeya Ê li destpêka peyvan zêde nakin. Di peyvên ji zimanên ewropî wergirtî de herfa E di kurmanciya standard de bi piranî her wek E dimîne û bi Ê nayê guherandin tevî ku herfa E di gelek zimanên jêderên wan peyda de zêdetir nêzîkî Ê-ya kurdî ye.

Li dawiya peyvên xwerû jî Ê kêm peyda dibe. Lê piraniya reha û mutleq ya peydabûna Ê ji sebebê çemandina peyvên mê (di hemû devokên kurmancî de) û girêdana peyvên nêr yan peyvên pirhejmar (di hemû devokên kurmancî de) û çemandina peyvên nêr e (di kurmancya navendî û rojavayî de lê ne di kurmanciya rojhilatî de).

  • di kitêbê de (çemandina peyva kitêb ya mê – diyardeyeke tevkurmancî)
  • dostê kurdan e (girêdana peyva dost ya nêr – diyardeyeke tevkurmancî)
  • malên wan (girêdana peyva mal di rewşa pirhejmariyê de – diyardeyeke tevkurmancî[4])
  • li welêt, bi êgir (çemandina navdêrên nêr – kurmanciya navendî û rojavayî lê ne rojhilatî[5])

 

Peydabûna dengê Ê

Dengê Ê di hemû lehce û devokên kurdî de heye. Berevajî vê, ew ne di tirkî û ne jî di erebiya standard de peyda nabe. Di farisî de ew niha heye lê hem bi piranî ne wek ya kurdî dirêj e û hem jî tarîxiyen ne encama heman dengan e.

Dengê Ê yê zimanên îraniya navîn (pehlewî, pertî) di kurdî de bi piranî wek Ê hatiye parastin lê di farisî de bûye Î:

  • kurdî: wêran
  • pehlewî: evêran
  • farisî: vîran (à tirkî viran)

Lê Ê ya kurmancî û soranî gelek caran ji encama dengekî din e. Mirov dikare van guherînan li ser sê beşan parve bike:

  • guherîna dîrokî
  • guherîn li gor devokan
  • guherîn ji ber çemandinê

 

Peydabûna dîrokî ya dengê Ê

Gelek caran Ê-ya kurmancî û soranî ji A ya ziman û zaravayên din yên îranî ye. Bo nimûne:

  • kurmancî: kêr
  • soranî: kêrd
  • zazakî, hewramî, farisî: kard
  • pehlewî: kart
  • belûçî: karç
  • avestayî: kerite

Di peyvên ji erebî wergirtî de jî gelek caran Ê ji A peyda bûe. Bo nimûne:

  • fêris, kitêb, fêkî/ fêqî ji erebî faris, kitab, fakihe

Herwiha gelek caran jï Ê encama tekdengkirina (monoftongizasyon) cotdengên anku dîftongên –ey– yan –ye– ye:

  • kêf ji keyf ji erebî keyif
  • dêr ji erebî deyr
  • êm (alif) ji tirkî yem ji yemek (xwarin)

Herwiha Ê dikare ji ai ya erebî be:

  • fêde (bi rêya feyde / fayde) ji erebî faide

Carinan heta sê vokal (yan vokalek, nîv-vokalek û dîsa vokalek) bi hev re bûne Ê:

  • kurmancî: hêk
  • farisî: xaye / xayê[6]
  • pehlewî: xayek
  • avestayî: eyem[7]

Peyvika serbixwe ê wek di gotinên ê ku, ê min, ê li wir[8] ji îraniya kevn ye peyda bûye. Paşpirtika navdêrên mê yên çemandî (wek di kitêbê de) û herwiha paşpirtika girêdana navdêrên nêr jî (wek hevalê min) encamên paşpirtikên –ehye, -ehya, -eiy yên îraniya kevn in. Paşpirtika –ên ya girêdana navdêrên pirhejmar (wek hevalên min) encama kurtkirina paşpirtika *-ênê ye ku bi xwe ji hevgirtina paşpirtika pirhejmar –an û paşpirtika girêder –ê ye (bide ber zazakî –anê û soranî –anî). Ew bi metafoniyê[9] pêşî ji *-anê bûye *-ênê û paşî tenê –ên jê maye.

 

Peydabûna devokî ya dengê Ê

Di kurmanciya rojhilatî de di hejmareke berçav de Ê li cihê E ya kurmanciya navendî heye:

kurmanciya rojhilatî kurmanciya navendî soranî farisî
zêvî zevî zewî zemîn
pênîr[10] penîr penêr penîr

 

Wek ku diyar e, di kurmanciya rojhilatî de E bûye Ê ji ber ku di kurmanciya navendî, di soranî û di farisî de E li cihê wê heye. Eger em li zimanên îranî yên navîn û kevn jî binêrin, dîsa di wan de E heye, ne Ê.

Lê carinan jî li cihê Ê ya kurmanciya navendî, di kurmanciya rojhilatî de E heye:

kurmanciya rojhilatî kurmanciya navendî soranî farisî
mejî mêjî mêşk meẍz
çerîn çêrîn çerîn çerîden

 

Anku di van peyvan de ne kurmanciya rojhilatî, lê vê carê kurmanciya navendî E ya eslî kiriye Ê. Di soranî de jî ”mêşk” bi Ê ye lê dîsa jî ya eslîtir bi E ye ji ber ku ne tenê kurmanciya rojhilatî lê herwiha farisî û lehceyên kurdî yên din jî E heye:

  • kurdiya başûrî: mejg (herwiha megj, mijg)
  • hewramî: mejg
  • lekî: mezg
  • zazakî: mezg

 

Guherîna ji ber çemandinê

Li jor behsa peydabûna Ê wek encama çemandin û girêdana navdêran hatiye kirin. Ew di kurmancî de giringtirîn awayê peydabûna dengê Ê ye. Di soranî de Ê wisa bi berfirehî peyda nabe ji ber ku li cihê van paşpirtikên kurmancî di soranî de yan dengê Î heye (di girêdanê de) yan jî navdêr bê paşpirtik in yan jî hin paşdaçekên din hene (di rewşa çemandinê de):

kurmancî soranî
li malê le mał_
sêvên min sêw-ekanim, sêwekanî min
hevalê wê hawrê-y-eke-y, hawrê-y ew

 

Lê hem di kurmancî û hem jî di soranî de di Ê wek encama çemandina lêkeran jî peyda dibe. Di kurmanciya standard de xaseten di rehê dema niha yê lêkerên bi A+konsonantek+TIN yan I+konsonantek+TIN bi dawî dibin de peyda dibe:

forma rader rehê dema niha
bijartin di-bijêr-im
biraştin bi-birêj-e
ristin di-rês-in
riştin ne-rêj-in

 

Ev heman diyarde di soranî de jî heye. Lê di soranî de peydabûna Ê di çemandina lêkeran de hê jî berbelavtir e: di kurmanciya de paşpirtika –andin[11] ya lêkeran dibe –în- lê di soraniya standard de (û herwiha di hin devokên kurmancî de jî) dibe –ên-:

forma rader kurmancî soranî
çandin di-çîn-im (d)e-çên-im
nirxandin di-nirxîn-î (d)e-nirxên-î
gihandin / gehandin (kurm.)
geyandin (sor.)
bi-gihîn-in / bi-gehîn-in bi-geyên-in

 

Di çemandin û girêdanê de Ê-ya paşpirtik dikare vokal û nîvvokalên berî xwe rake. Di zimanê nivîskî de vokal radibe eger vokala dawiya peyva xwerû jî heman Ê be:

  • rê > li ser rê+yê > li ser rê (kêm caran li ser rêyê)

Eger vokalek E li dawiya peyva xwerû hebe, hingê di zimanê nivîskî de ew tê parastin û Ê (+ Y ya kelijandinê) lê tên zêdekirin. Lê di zimanê devkî de Ê vokala berî xwe radike û bi temamî cihê wê digire:

peyva xwerû zimanê nivîskî zimanê devkî
perde perde-y-ên zer perdên zer
mase / mêze li ser mase-y-ê / mêze-y-ê li ser masê / mêzê
name name-y-a wê nama wê

 

Eger vokaleke din li dawiya peyva xwerû hebe, di halê çemandinê de di zimanê nivîskî de Ê dikeve pey wê (+ Y ya kelijandinê). Di zimanê devkî de Ê lê nayê zêdekirin:


peyva xwerû
zimanê nivîskî zimanê devkî
Qamişlo li Qamişloyê li Qamişlo
Holenda li Holendayê li Holenda

 

Di girêdanê de di piraniya devokan de hem vokala peyva xwerû û hem jî Ê (+ Y) tên bikaranîn:

peyva xwerû zimanê nivîskî hin devok
Reşo Reşoyê kurê Hesen(î) Reşoyê kurê Hesen(î)
bira birayê min birayê min
xanî xaniyê bilind xaniyê bilind

 

Lê di hin devokan de eger vokal A be, Ê cihê wê digire:

zimanê nivîskî hin devok hin devok
bira birayê min birê min

 

Lê di van devokan de jî vokalên din tên parastin:

  • Reşoyê jîr
  • xaniyê axî

 

 

Guherîna Ê bi dengên din

Gelek caran li cihê Ê ya soranî yan pehlewî, di kurmancî de dengekî din heye:

kurmancî bide ber
pîr pehlewî pêr
kîr soranî kêr
cîhan pehlewî gêhan
sîr pehlewî sêr

 

Li pêş dengê H, dengên Î / Ê / I dikarin li cihê hev bin. Hingê H xaseten ji pey Î tê avêtin, dikare ji pey Ê jî bê avêtin lê li pey I zerûrî ye:

bê(h)n bihn bî(h)n
tê(h)n tihn tî(h)n
mê(h)van mihvan mî(h)van, (bi soranî) mîwan

 

Gava ku Y ya kelijandinê di rewşa c_emandinê de dikeve pey Ê, hingê Ê dikare bi I biguhere:

  • rê > riya me (herwiha “rêya me”)
  • dê > diya min (kêm caran “dêya min”)

Lê Y herfa Ê nake I, eger pey ji hev veqetiyayî / serbixwe bin:

  • Ew dê ye (ne *Ew di ye) – (bi maneya ”ew dayik e”)
  • Li ser rê ye (ne *Li ser ri ye.)

 

Dengê Ê di peyvên esil-ewropî de

Herfa E di piraniya zimanên ewropî de adeten wek dengê Ê yê kurdî (lê gelek caran kurttir) tê gotin. Gava ku ev peyv yekser ji zimanên ewropî neqlî nivîsên kurdî tên kirin, ew deng li gel wê herfê ji dengê Ê dibe E. Sebebekî din yê gotina van peyvan bi dengê E li cihê dengê Ê ew e ku peyvên ji zimanên ewropî bi piranî vê dawiyê bi rêya zimanê tirkî derbazî kurmancî û zazakî bûne ji ber ku di zimanê tirkî de dengê Ê nîne. Li aliyekî din, Ê di erebiya standard de peyda nabe, loma ew dengê nêzîkî Ê (herfa E) ya peyvên ji zimanên ewropî axlebe dike Î:

Loma ji peyva “democrat” ya inglîzî (bi gotinê teqrîben “dêmukret”) ev encam derdikevin:

  • tirkî: demokrat
  • erebî: dîmuqraṭî

Di inglîzî û hin zimanên din jî yên ewropî de dengê herfa E li gor zimanan û di heman zimanî de jî li gor peyvan dikare biguhere. Çend nimûne ji inglîzî:

Bi nivîsîn Bi gotin Wate
archeology arkîolocî / arkiyolocî arkeolojî
Internet intirnêt Internet
ice ays cemed, qeşa, qerise
free frî azad, serbest, betal

 

Kurmanciya nivîskî di peyvên ji zimanên ewropî hatî de parastina herfa E tercîh dike, ne Ê. Loma:

standard ne-standard
telefon têlifon
kompûter kompûtêr
Internet Intêrnêt
metod mêtod
demokrat dêmokrat, dimokrat, dîmuqrat…

 

Xeletiyên nivîsîna dengê Ê

Ji ber ku herfa Ê di alfabeya tirkî de nîne, gelek caran ew bi xeletî bi E tê nivîsîn. Hin caran jî ev xeletî ji ber tinebûna vê herfê di klavye û kîborda nivîseran de ye. Carinan mirov wê bi forma É / é di nivîsan de dibîne. Hin caran jî bi hîperkorektî[12] mirov dibîne ku Ê li cihê E tê nivîsîn.

Di zimanê erebî û farisî de jî herfa ێ (Ê) ya kurdî peyda nabe loma gelek caran di kurdî de jî bi xeletî yan jî ji ber nebûna vê herfê di fontên kes bi kar tîne de, li cihê wê (Î/Y) tê nivîsîn.

____________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Di farisiya tehranî ya niha de -e- ya dîrokî ya dawiya peyvan bûye -ê- lê bi ە tê nivîsîn ku di kurdiya-erebî de dengê herfa E ya kurdî-latînî ye. Loma bi kurdî jî û bi farisî jî mirov dinivîse خانه lê bi kurdî wek ”xane” û bi farisî jî wek ”xanê” dibêje. Herwiha -i- ya tarîxî jî di farisî de bûye ”ê” (lê ji ê-ya kurdî kurttir). Loma mirov bi kurdî (kurmancî) jî û bi farisî jî dinivîse دل lê bi kurdî dixwîne ”dil” û bi farisî ”dêl” (lê ”ê” ya vir ji ê-ya kurdî kurttir e).

[2] https://zimannas.wordpress.com/2015/07/06/hiperkorekti-anku-zede-rasti/

[3] Bi kurmanciya standard ew dike / nabêje, naçe…

[4] Bi kurmanciya rojhilatî malêt wan yan malêd wan lê dîsa di wan de jî Ê heye.

[5] Bi kurmanciya rojhilatî li welatî, bi agirî. Di kurmanciya nivîskî de herwiha formên li welat, bi agir li kar in.

[6] Bo X di farisî de hevberî H di kurmancî de bide ber: xoşk (hişk), xûrd (hûr), xûrdê (hûrde)…

[7] H-ya kurdî (hêk) û X-ya farisî û pehlewî(xaye / xayê û xayek) paşî li destpêka peyvê peyda bûne. Bide ber hê zimanan ku H/X di peyva wan de bîne: inglîzî egg, almanî Ei (bixwîne ay) latînî ovum, yûnaniya kevn oion ku hemû hevrehên hêk ya kurdî û eyem ya avestayî ne.

[8] Li gel alternatîva yê ku, yê min, yê li wir.

[9] Bo diyardeyên metafonîk, binêrin: Metafonî – çima ”welat” dibe ”welêt” û ”standin” dibe ”bistîne”?: http://www.kulturname.com/?p=9332

[10] Di kurmanciya rojhilatî de ”pênîr” forma xwerû ye û ”pênîrî” şiklê çemandî ye. Di kurmanciya navendî de forma xwerû ”penîr” û herçi şiklê ”pênîr” e, ew forma çemandî ye.

[11] Herwiha paşpirtika –endin ya nadir (xw-endin, st-endin) ku bi eslê xwe –andin bû (xw-andin, st-andin) û herwiha paşpirtika soranî –êndin (tenê di peyva xw-êndin anku xwandin/ xwendin de).

[12] Bo hîperkorektiyê anku ”zêde-rastiyê” binêrin: http://nefel.com/kolumnists/kolumnist_index.asp?MemberNr=33

Dengê G – peydabûn, guherîn û ketina wî

G letter

Husein Muhammed

Di dengnasiya kurdî û piraniya zimanên latînînivîs de G / g dengê ”seknî-paşdevî-bilerz” e. Mebest ji ”seknî” ew e ku di dema derketina wî dengî de hewa pêşî bi temamî tê sekinandin anku rawestandin berî ku tê berdan. Merem ji ”paşdevî” ew e ku di dema derketina vî dengî de ziman bi paşiya devî dikeve. Mexsed ji ”bilerz” ew e ku di dema gotina G de perdeyên dengî di gewriyê de dilerizin.

Di alfabeya kurdî-erebî de û herwiha farisî û hin zimanên din jî yên erebînivîs de ev deng bi herfa گ tê diyarkirin. Di erebiya standard de ev deng nîne lê di hin devokan de C, K yan Q yên erebiya stanrdard wek G tên gotin. Di alfabeya kurdî-krîlî û piraniya zimanên krîlînivîs de ev deng bi herfa Г (gir) û г (hûr) tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) de jî ev deng bi herfa [g] tê nivîsîn.

Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:

https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiced_velar_stop.ogg

 

Peydabûna G di peyvan de

Li gor lêkolînên me yên berî niha[1], rêjeya herfa G di nivîsên kurmancî de 1,3 % e. Di nav herfan de neh ji wê kêmtir û 21 jî jê zêdetir peyda dibin.

Di kurdî de G dikare li destpêk, nav û dawiya peyvan peyda bibe:

  • destpêk: gav, gel, gir, gêre, gîsk, gore, gund, gûz…
  • nav: agir, ceger, egîd…
  • dawî: beg, reng, bêjing…

Lê di peyvên xwemalî yên xwerû de, li nav û dawiya peyvê, peydabûna G di kurmancî de bisinor e. Gava ku li dawiyê peyda dibe jî, xaseten li pey N e:

  • ceng, deng, dereng…

Li pey R dikare hebe lê ji gelek devokan de ketiye:

  • gurg – gur

Carinan jî dikare li peyvê zêde bûbe:

  • qaling / qalind ji qalin ji tirkî kalın

 

Peydabûna dîrokî ya G

Dengê G ji zemanê makezimanê proto-hindûewropî ve di kurdî de hebûye. Loma hin peyvên ku bi kurdî bi G ne, di zimanên din jî yên hindûewropî de dîsa bi G ne:

kurmancî gav[2] giran girtin
soranî (hen)gaw giran girtin
farisî gam giran giriften
pehlewî gam geran gir-
avestayî gamen gowro greb-, gerib-
sanskrîtî gaççati gurû grebh-
yûnanî baru
latînî venio[3] gravis
lîtwanî gimti[4]
inglîzî come[5] grab

 

Lê dîsa jî di gelek ji peyvên niha G heyî de di zimanên kevn yên îranî û/yan di zimanên din yên hindûewropî de ne G lê dengekî din, xaseten V yan W hebû:

kurmancî farisî pehlewî avestayî
gul gol gil veridhe
gu-neh,
bi-nas
go-nah vi-nas

 

Herwiha bo nimûne:

  • kurmancî gul, gur(g), zazakî vil, verg
  • kurmancî gotin, soranî wutin / gutin, hewramî watey, zazakî vatene
  • kurmancî germ, inglîzî warm

Di kurmancî bi xwe de jî gotinbêj- wek di-bêj-im, stran-bêj.

Ji kurmancî jî zêdetir, di farisî de B gelek caran bûye G:

  • kurmanî beraz, birsî/birçî
  • farisî goraz, gorosnê

Di çend nimûneyên nadir de, di soranî de G li dawiya peyvê li cihê H ya kurmancî ye:

  • kurmancî: reh / rih[6]
  • soranî: reg

Di kurmancî de G di komdengên NG de di hin devokan de carinan cihê K digire:

  • birak (bira+k) > birang
  • çok > çong

Di kurdiya başûrî[7] de K gelek caran dibe G:

  • kurmancî ”nêzîk”, soranî ”nizîk” lê başûrî ”nizîg”
  • kurmancî ”-ek” (wek ”sêvek”), soranî ”-êk” (sêwêk) lê başûrî ”-êg” (sîwêg)
  • soranî ”-ekan” (wek ”sêwekan”) lê başûrî ”-egan” (”sîwegan”) anku ”[filan] …-an” (sêvan, wan sêvan)

Di tirkî de jî G-ya niha li destpêka peyvên xwemalî bi eslê xwe ji K-ya tirkiya kevn e. Bo nimûne: ”gelmek” (hatin) ji tirkiya kevn ”kelmek”, ”gitmek” (çûn) ji ”kitmek”, ”gün” (roj) ji ”kün”, ”göz” (çav) ji ”köz”. Lê di peyvên ji tirkî wergirtî de, berevajî tirkiya niha, kurmancî K-ya tirkiya kevn parastiye yan jî ew kiriye Q:

  • koç, koçer ji tirkiya kevn köç, köçer, bi tirkiya niha göç, göçer
  • qenc ji tirkiya kevn kenç, bi tirkiya niha genç ku di dema tirkiya niha de wek genc dîsa ketiye kurdî[8]

Li hêla din, tirkî G ya di peyvên esil-îranî de gelek caran dike Y:

  • beg > bey
  • eger > eğer (bixwîne: eyer)
  • dîger > diğer (bixwîne: diyer = din, dî, dîtir)

 

Ketina G ji peyvê

Carinan G bi dengê berî xwe ve dihele û taliyê bi temamî dikeve. Bo nimûne, heywanekî kovî heye ku di kurmanciya navendî de bi ”gur” tê navandin. Lê di zaravayên din yên kurdî de û herwiha di zimanên din yên îranî de G li dawiya wê peyvê heye:

  • kurmanciya rojhilatî: gurg
  • soranî: gurg
  • farisî: gorg
  • pehlewî: gurg
  • hewramî: werg
  • zazakî: verg
  • avestayî: vehrke-

Anku bi zelalî G di kurmanciya navendî de ji vê peyvê ketiye, ne ku di kurmanciya rojhilatî de li peyvê zêde bûye.

Dengê G xaseten hingê dikeve gava ku ew tê berî K:

peyva xwerû peyva pêkhatî bi nivîskî peyva pêkhatî bi devkî
bang bang kirin ban kirin
deng deng kirin den kirin, dey (ne)kirin

 

_________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Husein Muhammed: Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de, http://nefel.com/kolumnists/kolumnist_index.asp?MemberNr=33

[2] Eslê peyvê di proto-hindûewropî de “gwem-“ bû û maneya “hatin, gav avêtin” dida.

[3] Ji proto-hindûewropî ”gwem-” di hin zimanan de bûye G û di hinan de jî V.

[4] Maneya “welidîn” anku “hatin dinyayê” dide.

[5] “Come” ya inglîzî wek “kam” tê gotin. Di inglîzî de G di vê peyvê de bûye K.

[6] Rehên gulûgiyayan, bi inglîzî root.

[7] Devokên feylî, kelhurî, kirmaşanî.

[8] Bo têkiliya navbera qenc û genc, bidin ber ciwan û law ku di hin devokan de maneya xort û di hinan de jî wateya xweşik, delal, spehî, rind baş didin.

”Okyanûsa Giştgir” anku derbarê navlêkirinên ”ferheng”ê

Ferheng

Husein Muhammed

 

Gotineke navdar ya navneteweyî heye ku dibêje ”zarokên ezîz gelek nav hene” yan ”zarokên ezîz xwedî gelek navan in”.

Zarok û zuriyetên ezîz yên gelek zimannasan jî ferheng in. Loma ”ferheng” jî di kurdî û di gelek zimanên din de jî bi gelek navan tê nasîn.

Bo nimûne:

  • kurdî: ferheng, peyvname, bêjename, xebername, qamûs, lûxetname (bi soranî herwiha: wişename, wişedan)
  • farisî: ferheng, lûxetname, vajename, qamûs…
  • inglîzî: dictionary, lexicon, thesaurus, vocabulary, wordbook, wordlist

Tiştê balkêş di binavkirina ”ferheng”ê de ne tenê hebûna gelek navan e (gelek tiştên din jî çendîn nav hene) lê hê jî balkêştir ew e ka navên ferhengê ji kû tên yan ji kû hatine çêkirin.

Ev nivîsar dê hewl bide çend nimûneyên balkêş yên awayên binavkirina “ferheng”ê bide. Li dawiyê jî ew dê diyar etîmolojiya peyva “ferheng” bi xwe bide.

 

“FERHENG” DI ZIMANÊN EWROPÎ DE

Navend û Bakurê Ewropayê

Eger em ji Navend û Bakurê Ewropayê dest pê bikin, em ê bibînin ku peyvên wiha bi wateya “ferheng” peyda dibin:

  • almanî: Wörterbuch
  • holandî: woordenboek
  • danmarkî: ordbog
  • norwecî: ordbok
  • swêdî: ordbok
  • fînlandî: sanakirja

Wek ku tê dîtin, ji bilî peyva fînlandî, yên din gelek dişibin hev. Ew hemû li gor heman modelê hatine çêkirin û ihtimalen hemû wergerên yekser yên ji peyva almanî ne. Di van hemû zimanan de “ferheng” ji peyva bi wateya ”peyv, kelîme” û peyva bi wateya “kitêb, pirtûk” hatine çêkirin.

Tevî ku peyva fînlandî “sanakirja” gelek ji peyvên zimanên din cuda dixuye jî, ew jî li ber heman modelê ji peyvên “sana” (peyv) û “kirja” (kitêb) hatiye çêkirin.

Anku di van hemû zimanan de ”ferheng” bi awayê ”peyv-kitêb” yan jî bi awayekî baştir kurdîkirî “peyvname” hatiye binavkirin.

Di inglîzî de jî navekî ferhengê “wordbook” e ku dîsa li gor vê heman modelê ji peyvên “word” (peyv) û “book” (kitêb) hatiye çêkirin. Lê di inglîzî de peyva serdest ne “wordbook” lê “dictionary” ye.

 

Başûr û Rojavaya Ewropayê

Eger em niha li Başûr û Rojavaya Ewropayê binêrin, em ê bibînin ku awayê serdest yê binavkirina “ferheng”ê wiha ye:

  • fransî: dictionnaire
  • îtalî: dizionario
  • portugalî: dicionário
  • spanî: diccionario

Wek ku tê zanîn, ev hemû ziman “keçên” latînî ne anku ji latînî peyda bûne. Ev peyvên wan ji latînî dictionarium tên ku ji peyvên dictio (peyivîn, axiftin) û arium (cih, -geh) tên. Anku di van zimanan de “ferheng” tê wateya “axiftingeh, cihê axiftinê”.

Peyva inglîzî dictionary jî ji wê derê hatiye wergirtin tevî ku inglîzî ne ji latînî peyda bûye jî.

 

Rojhilata Ewropayê

Niha jî eger em berê xwe bidin Rojhilata Ewropayê, em ê bibînin ku di zimanên slavî de “ferheng” wiha ye:

  • bulgarî: ре́чник (réčnik)
  • sirbokroatî: ре̑чнӣк / rȇčnīk
  • çekî: slovnik
  • polonî: słownik
  • rûsî: слова́рь (ru) m (slovárʹ)

Wek ku tê dîtin, du peyvên ji hev cuda yên bi destpêkirina “slov-“ û “rêç-“ hene. Ew ji peyvên bi wateya “peyv, kelîme” hatine çêkirin ku di hinek ji van zimanan de “rêç” û di hinekên din de jî “slov” e.

Peyva rûsî bi paşgira “-ar’” hatiye çêkirin ku adeten navdêrên biker çêdike, wek paşgirên kurdî “-van, -kar”. Paşgira “-nîk” di zimanên slavî de pirwateyî ye lê yek ji wateyên wê jî dîsa “-van, -kar” e. Anku mirov dikare bibêje ku “ferheng” di zimanên slavî de wateya “peyvvan, peyvkar” e.

 

“FERHENG” LI ROJHILATA NAVÎN

Ermenî û tirkî

Bi ermenî û tirkî “ferheng” niha wiha tê binavkirin:

  • ermenî: բառարան (baṙaran)
  • tirkî: sözlük

Wek ku piraniya xwandevanan jê haydar in, “söz” di tirkî de wateya “peyv, kelîme, gotin” dide.

”-lVk”[1] paşgireke pirwateyî ye lê yek ji wateyên wê ”-dank, cihê têkirinê” dide, wek “çaydanlık” (çaydank). Bi vî awayî tê fehmkirin ku “sözlük” jî ji peyvên “söz” (peyv) û “-lük” (-dank) tê anku “sözük” dibe “peyvdank”.

Tirkî berê peyvên “kamus” (qamûs) û “lugat” (luxet) jî bi kar dianîn lê niha êdî dest ji wan hatiye berdan. Bo etîmolojiya wan li jêrtir binêrin.

Bi heman awayî peyva ermenî բառարան (baṙaran) ji peyva բառ (baṙ: peyv) û paşgira -արան (-aran: -dank) tê. Eslê paşgira “-aran” bi awayê “-a-ran” e û ew “-ran” bi xwe ji “-dan(k)” ya îranî ye. Bi gotineke din, բառարան (baṙaran) ya ermenî jî tê wateya “peyvdank”.

Bi ermeniya kevn ferheng բառգիրք (baṙgirkʿ) bû ku ji բառ (baṙ) û բառգիրք (girkʿ: name, kitêb) hatiye anku bi awayê “peyvname” bû.

 

“Ferheng” di erebî de

Di erebî de du peyvên bi wateya ”ferheng” li kar in:

  • قاموس (qamûs)
  • معجم (mu’cem)

Ji van herduyan ”qamûs” ji erebî bi ber firehî ketiye piraniya zimanên din jî yên misilmanan hem li Rojhilata Navîn, hem li Asyayê û hem jî Afrîkayê jî.

Vê dawiyê nivîserên hinek zimanan (bo nimûne kurdan, farisan û tirkan) dest ji bikaranîna peyva ”qamûs” berdaye ji ber ku bi texmîna wan eslê peyva ”qamûs” erebî ye.

Lê di rastiyê de eslê peyva ”qamûs” ne erebî lê yûnanî ye.

”Qamûs” ya erebî bi rêya siryanî ܐܘܩܝܢܘܣ (oqiyanos) ji peyva yûnaniya kevn ὠκεᾰνός (ōkêanós) anku ”okyanos, behra mezin” e. Sebebê ku peyva ”qamûs” ji ”behra mezin” bûye ferheng ew e ku navê yek ji giringtirîn ferhengên zimanê erebî bo demeke dirêj ferhenga القاموس المحيط (el-Qamûs el-Muḥīṭ[2] ya Feyrûzabadî[3] (1329–1414) bû.

Navê ferhengê wateya ”Okyanûsa Giştgir” dide lê paşî bi awayekî giştî wek ”el-Qamûs” hat nasîn û taliyê jî peyva ”qamûs” wateya hemû ferhengan girt.

Peyva ”ōkêanós” û ”qamûs” ji hev dûr dixuyin û dibe ku hinek xwandevan ecêbgirtî bibin ku çawa ”ōkêanós” bûye ”qamûs”. Lê eger mirov li hinek peyvên din yên yûnanî ku ketine erebî binêre, mirov dê bibîne ku ev guherîn ne ecêb in:

Diyardeyeke giştî ye ku erebî destpêka (û hin caran dawiya) gelek peyvên ji yûnanî wergirtî diavêje. Bo nimûne:

  • ”incîl” ji yûnanî εὐαγγέλιον (euangélion)
  • ”iblîs” (şeytan) ji yûnanî διάβολος (diábolos)
  • ”usquf” (isqof, metran, qeşe) ji yûnanî ἐπίσκοπος (epískopos)

Bo guherîna N/M bidin ber kurdî ”duşem(bî)” û farisî ”dûşenbê” yan kurdî ”Stembol” û tirkî ”İstanbul”.

Dengên -êa- yên peyva ”ōkêanós” di aramî û erebî de bûne -iy- û paşî ji peyva ”qamûs” ketine. Bo ketina ”-iy-” ji koma dengan ya ”-iya-” bidin ber kurdî ”giyan” û ”can” yan ”niyan” û ”nan” (wek ”tê nan, lê nan, pê lê nan…”).

Peyva din ya erebî ya bi wateya ”ferheng” معجم (mu’cem) e ku ne ji peyva ”qamûs” kêmtir ecêb e. Eslê peyva ”mu’cem” erebî ye û ew ji pêşgira ”mu-” û peyva عجم (’ecem) anku ”biyanî, xerîb” û herwiha ”ecemî, nezan, naşî, neşareza” ye.

Sebeb ew e ku berê di ferhenga de bi piranî peyvên biyanî yan peyvên kêmnaskirî dihatin rêzkirin û wateya wan dihat diyarkirin. Bi piranî ew peyvên biyanî bûn. Piraniya ferhengan ji xwe duzimanî ne û pê peyvên zimanekî ”biyanî” bi zimanekî din tên nasandin.

Ecêbiyeke din em ê li jêr bibînin: Hejmareke mezin ya zimanên misilmanan peyva لغة (lûxe, lûxet) anku ”ziman; peyv” ya erebî bi wateya ”ferheng” bi kar tînin lê erebî bi xwe ti caran wê bi wateya ”ferheng” naxebitîne.

 

Farisî

Di farisî de çendîn peyvên bi wateya ”ferheng” he(bû)ne:

  • ferheng, ferheng lûxet, ferhengname
  • lûxet, lûxetname
  • vajename
  • qamûs

”Qamûs” niha êdî hema-hema qet nayê bikaranîn.

”Vajename” vê dawiyê ji peyvên ”vaje” (peyv, bêje, kelîme) û ”-name” hatiye çêkirin. Bi qasî ku haya me jê heye û em li pey çûne, heta niha ew peyv di navê kêm ferhengên farisî de hatiye bikaranîn.

”Lûxet” demekê li kar bû û bi rêya farisî ev peyva bi eslê xwe li gelek zimanên din belav bûye:

  • tirkî: lugat
  • ozbekî: lug’at
  • ûrdûyî: luxat

Lê niha ev peyv jî êdî kêm di farisî de tê bikaranîn. Ew wek ”lûxetname” zêdetir li kar e. Bo nimûne, navê berfirehtirîn ferhenga farisî[4] لغت‌نامهٔ دهخدا‎ (lûxetnamei Dihxoda) ye anku peyva “lûxetname” li cihê peyva “ferheng” bi kar tîne.

Li aliyekî din, di navê gelek ferhengên farisî de peyva “ferheng” heye.[5]

Lê wateya bingehîn ya ”ferheng”ê di farisî de dîsa jî ne ”ferheng, peyvname” ye lê ”kultûr, çande” ye.[6] Di pehlewî de jî peyv bi awayê ”freheng” hebû ku wateya ”perwerde, ilm, zanist” dida.

Di farisî de lêkereke têkilî wê ya bi awayê ”ferhencîden” jî heye ku wateya ”terbiyet kirin, şîret kirin” dide.

Peyv ji pêşgira ”fer-” (ber-, per-) tê ku herwiha bo nimûne di peyva ”fer-man” de heye û pê wateya ”pêş, pêşve, ber bi pêşve”.

Dawiya peyvê anku ”-heng” jî ji peyva ”theng” ya îraniya kevn ya tê ku wateya ”kişandin, kêşan, rakêşan, hilkêşan, hilkişandin” dide. Ew ”heng” niha jî di lêkera farisî ”hencîden” (kişandin, kêşan), soranî ”hel-hêncan” (hilkişandin / hilkêşan) û kurdiya başûrî ”el-wincanin” (hilkişandin / hilkêşan) de li kar e.

Anku ”ferheng” bi eslê xwe yê wateya ”pêşvekişandin, pêşvebirin, pêşxistin” ku bi piranî bi rêya perwerde û terbiyetê dibe.

Sebebê ku ”ferheng”ê tevî vê wateya xwe jî manaya ”peyvname, bêjename, qamûs, kitêban peyvan” girtiye ew e ku ferhengvanan xwastiye navê berhemên xwe bikin ”ferheng” anku ”perwerde, terbiyet, ilm” û taliyê wateya peyva ”ferheng” bi rastî jî guheriye û bûye navê ”kitêba peyvan”.

 

Kurdî

Niha piraniya ferhengên kurdî (yên kurdî-kurdî yan jî yên kurdî-zimanekî din) peyva ”ferheng” di navê xwe de bi kar tînin.

Destpêka ferhengsaziya kurdî vedigere Ehmedê Xanî û sedsalan 17an. Lê bi qasî ku em haydar in, yekem ferhenga/ferhengoka ku navekî bi wateya ”ferheng” bi kurdî li xwe kiriye, ferhengoka ”Xebernama têrmînologîyê ji ermenîyê-kurmancî” ya Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Cerdoyê Gênco ye ku sala 1936 hatiye weşandin.

Yekem ferheng berfireh ku peyva ”ferheng” lê hatiye kirin, ferhenga Çerkes Xudoyêvîç Bakayêv ya bi kurmancî-rûsî ye. Navê ferhengê Xebernama kurmancî-rusî ye û sala 1957 hatiye weşandin. Tenê salekê piştî wê herwiha ”Xebernama k’urdîye r̄astnvîsandinê” ya Emînê Evdal hatiye çapkirin.

Anku ferhengsazên pêşîn yên kurdî ne peyva ”ferheng” lê peyva ”xebername” li ferhengên xwe kiriye. ”Xeber” li vê derê bi wateya ”peyv, gotin, qise, kelîme” hatiye bikaranîn, wek di gotina ”xeber dan = axiftin, qise kirin” de, ne bi wateya ”nûçe, dengûbas” û bi taybetî jî ne bi manaya ”dijûn, sixêf”.

Yekem cara ku peyva ”ferheng” di navê ferhengeke kurdî de hatiye bikaranîn, li gor agahiyên me ”Ferhenga kurdî-rûsî” ya Qanatê Kurdo ye ku li Sovyetê hatiye weşandin. Heman salê beşa yekem ji ”Ferhengî Xal” ya Şêx Mihemed Xal e ku bi soranî li Başûrê Kurdistanê derketiye. Piştî çend salan, sala 1967 yekem li Bakurê Kurdistanê jî yekem ferhenga ku peyva ”ferheng” di navê xwe de bi kar aniye, ”Ferhenga Khurdî[7]-Tirkî” ya Mûsa Anter, derket.

Ji wê pê ve teqrîben di navê hemû ferhengên kurdî de peyva ”ferheng” hatiye bikaranîn. Lê di soranî de di navê kêm ferhengan de peyva ”wişename” hatiye bikaranîn ku ji peyvên ”wişe” (peyv, bêje, kelîme) û paşgira ”-name” hatiye. Ew bi zelalî ”kurdîkirina” peyva farisî ”vajename” yan jî peyva almanî ”Wörterbuch” e.[8]

Lê di soranî de jî, bi taybetî di nav kurdên Rojhilata Kurdistanê de, peyva ”ferheng” heta niha jî her bi wateya ”kultûr” tê bikaranîn. Di soraniya nivîskî de jî gelek caran wisa tê kirin. Bo nimûne, eger di Wîkîpediya soranî de mirov li peyva ”ferheng” bigere, ew dê mirovî bibe ser rûpelekê ku behsa kultûrê, ne behsa ferhengan, dike.[9]

Di kurmancî de jî peyvên wek bêjename û peyvname di hinek nivîsan de tên dîtin ku li ber vajename ya farisî, wişename ya soranî yan jî li ber peyvên hinek zimanên ewropî (bo nimûne almanî Wörterbuch yan swêdî ordbok) hatine çêkirin. Lê haya me jê nîne ku ew nav heta niha li ti ferhengên kurmancî yên çapkirî hatibin kirin.

 

Gelo peyva ”ferheng” bi kêrî navê ferhengan nayê?

Ji ber ku peyva ”ferheng” di farisî û li Rojhilata Kurdistanê bi wateya ”kultûr” jî tê bikaranîn, hin kes dixwazin peyva ”ferheng” bi kar neînin. Ew heta idia dikin ku peyva ”ferheng” wateya ”kitêba peyvên rêzkirî” nade û divê bi wê wateyê neyê bikaranîn.

Lê eger em li pey wateya eslê peyvê biçin, ”ferheng” wateya ”kultûr”ê jî nade û ew wateya ”pêşvekişandin, pêşkişandin”, wek ku li jor hatiye isbatkirin.

Tiştê giring ne ew e ka “ferheng” bi sedsalan yan bi hezarsalan berî niha bi çi wateyê bi kar dihat lê ew e ka ”ferheng” niha di nav piraniya xelkê de çi wate wergirtiye û çawa tê bikaranîn.

Piraniya ferhengên farisî û teqrîben hemû ferhengên kurdî bi peyva ”ferheng” hatine binavkirin. Di nav kurdan de, ji bilî kurdên Rojhilata Kurdistanê, peyva ”ferheng” tenê bi wateya ”kitêba peyvên rêzkirî” dinasin û bi kar tînin. Bo peyva ”kultûr” ji xwe ”kultûr” û gelek peyvên din hene.

Wek ku li jor hatiye diyarkirin, peyva bi wateya ”ferheng” di gelek zimanên din de jî yekser ne ji peyvên ”peyv” û ”kitêb” hatiye çêkirin.

Di inglîzî û gelek zimanên din jî yên ewropî de bo ”ferhengên hevwateyan” peyva ”thesaurus” tê bikaranîn. Ew ne wateya ”peyv”ê û ne jî manaya ”hevwate”yê nade lê bi eslê xwe ji yûnanî ye û θησαυρός (thēsaurós) wateya ”embar, mexzen, xezîne” dide. Ew yekem car sala 1852 di ferhenga Peter Roget ya bi navê Thesaurus of English Words and Phrases (Xezîneya peyv û biwêjên inglîzî) de hatiye bikaranîn û dûv re li ber wê modelê peyva ”thesaurus” wateya ”ferhenga hevwateyan” wergirtiye – bidin ber peyva ”qamûs” li jortir. Êdî her kes di inglîzî û gelek zimanên din jî yên ewropî de ”thesaurus” bi wateya ”ferhenga hevwateyan” bi kar tîne.

Peyva ”ferheng” jî di kurdî baş bi wateya ”kitêba peyvên rêzkirî” cihê xwe girtiye û bila wisa bimîne.

________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Li vir mebest ji V di “lVk” de vokalek e ku li gor peyva pê ve diguhere û dikare bibe “-lık, -lik, -luk, -lük”.

[2] https://www.waqfeya.com/book.php?bid=3636

[3] Li ser jiyana wî binêrin bi inglîzî https://en.wikipedia.org/wiki/Fairuzabadi yan bi erebî https://ar.wikipedia.org/wiki/%D9%85%D8%AC%D8%AF_%D8%A7%D9%84%D8%AF%D9%8A%D9%86_%D8%A7%D9%84%D9%81%D9%8A%D8%B1%D9%88%D8%B2%D8%A2%D8%A8%D8%A7%D8%AF%D9%8A.

[4] https://dictionary.abadis.ir/dehkhoda/

[5] Bo lîsteyeke ferhengên farisî binêrin: https://fa.wikipedia.org/wiki/%D8%B1%D8%AF%D9%87:%D9%81%D8%B1%D9%87%D9%86%DA%AF%E2%80%8C%D9%87%D8%A7%DB%8Ç%D9%88%D8%A7%DA%98%DA%AF%D8%A7%D9%86_%D9%81%D8%A7%D8%B1%D8%B3%DB%8C

[6] Bo nimûne, Wîkîpediya farisî di bin banê sernavê ”ferheng” de behsa kultûrê dike, ne behsa ”ferhengan”: https://fa.wikipedia.org/wiki/%D9%81%D8%B1%D9%87%D9%86%DA%AF

[7] Herfa H di peyvê de heye û Mûsa Anter wisa xwastiye diyar bike ku K bipif/bihilm/req (bi inglîzî ”aspirated”) e. Anter li ber hemû K-yên bipif wisa kiriye lê li aliyekî din, li ber Ç, P û T yên bipif wisa nekiriye.

[8] Yek ji kêm kesên (û belkî yekem kesê) ku peyva ”wise_name” di navê ferhenga xwe de bi kar aniye Cemal Nebez e ku bi dehan salan li Almanyayê jiyaye û ne dûr e ku ”wişename” wî wergereke yekser ji ”Wörterbuch” ya almanî be.

[9] https://ckb.wikipedia.org/wiki/فه‌رهه‌نگ

Razên rengan – vekolîneke zimannasî

Reng

Husein Muhammed

Navên rengan di her zimanî de hene. Navên rengan herwiha hinek ji peyvên herî bingehîn yên her zimanî ne. Sebeb ew e ku piraniya rengên bingehîn – eger ne hemû – li her dera dinyayê hene. Reng ne tenê bi sinayî / pîşesazî tên çêkirin lê ew herwiha di tebîet û xwezayê de jî peyda dibin û herdem hebûne jî.

Lê gelo navên rengan di zimanê kurdî de çi ne û – bi taybetî jî – ew nav ji aliyê zimannasiya dîrokî ve çawan in? Gelo ew navên xwemalî ne yan ji zimanên din hatine? Yan jî hinek xwemalî û hinekî bi eslê xwe biyanî ne? Gelo yên xwemalî çi ne, çawa peyda bûne û hevrehên wan di zimanên xizm de çi ne? Gelo yên bi eslê xwe biyanî jî hene, eger hebin ji kîjan zimanî ne û çima wan cihê navên rengên xwemalî girtiye?

Li jêr em ê yek bi yek li ser navên rengên serekî vekolin û agahiyên hûrgiliyane bidin.

 

Spî

Spî (an ”sipî” – bi inglîzî ”white”, bi tirkî ”beyaz”) rengê berfa / befra paqij e. Bi awayekî berfirehtir ew herwiha maneya her tiştê rengê wî ne tarî jî dide, bo nimûne ”mirovên spî” (bo nimûne mirovên ewropî, ne yên afrîkayî). Bi mecazî spî sembola qenciyê, aştiyê û hêviyê ye jî.

”Spî” peyveke xwemalî ye. Ew di hemû lehceyên kurdî de ”spî” yan ”sipî” ye. Ji nav zimanên xizm bi farisî ”sipîd / sifîd” e, bi pehlewî ”spêt”, bi belûçî ”ispêt”, bi avestayî ”speête” û bi sanskrîtî jî ”svête” ye. Heman rehê peyvê di rûsî de jî bi awayê ”svêt” heye lê maneya ”ronahî” dide ku ew jî di bingeh de spî ye. Di zimanê lîtwanî de heman peyv bi awayî ”šviẽsti” heye ku wateya wê ”biriqîn, çirisîn, teyisîn” e. Hemû ev peyv ji peyva ”*kweytos” (spî) ya makezimanê proto-hindûewropî hatine. Heman peyva proto-hindûewropî herwiha serekaniya peyvên bi maneya ”spî” yên zimanên germenî ye jî, bo nimûne swêdî ”vit”, inglîzî ”white” (bixwînin ”wayt”) û almanî ”weiss” (bixwînin ”vays”). Dengê *kw- ya proto-hindûewropî di kurdî û zimanên din yên arî dibe çv, dûv re sv û taliyê jî sp.[1]

Lê di her zimanî de navê vî rengê bingehîn ji peyveke xwemalî peyda nebûye. Di tirkî de li şûna ”spî” ya kurdî du peyv hene: ”beyaz” û ”ak”. Peyva ”ak” di tirkî de xwemalî ye lê ew bi piranî tenê di hin gotinên hevgirtî de tê bikaranîn. Rengê spî bi awayekî giştî di tirkiya niha de bi peyva ”beyaz” tê binavkirin ku ji ”beyadh” (spîtî) ya erebî hatiye wergirtin.

Mirov dikare guherîna navê vî rengî ji makezimanê proto-hindûewropî heta kurdiya niha wiha diyar bike:

  • *kweytos > *kweyte- > *sweyte- > sveyte- > speyte- > spête- > spêt > spêd > spîd > spîy > spî

 

Reş

Reş (bi inglîzî ”black”, bi tirkî ”siyah”) rengê şevên tarî ye, rengê komir û rejiyê ye. Bi awayekî berfirehtir ew herwiha maneya her rengê tarî yan qehweyî dide, bo nimûne ”mirovên reş” (wek afrîkayiyan). Bi mecazî reş tê maneya bêsiûdiyê û xirabiyê.

Berevajî peyva ”spî”, peyva ”reş” di lehceyên kurdî û zimanên lêzim de ne berbelav e. Peyva ”reş” wek navê rengekî tenê bi kurmancî û soranî ve sinordar e. Gava ku mirov derbazî lehceyên din yên kurdî (bo nimûne zazakî û hewramî) yan jî zimanên din yên îranî (wek mînak farisî û pehlewî) dibe, mirov li cihê peyva ”reş” peyva ”siya(h)” dibîne.

Di nav zimanên hindûîranî de ”siya(h)” bi rastî jî peyva xwemalî ya bi maneya ”reş” bû (bi sanskrîtî ”syave-”) lê ew di kurmancî û soranî de nemaye û wê bi temamî cih daye peyva ”reş”. Sebebê nemana peyva ”siya(h)” di kurmancî û soranî de bi texmîna me tabû ye. Ji ber ku rengê reş bi mecazî mane û wateyên gelek xirab û nexweş dide, heta behskirina wê jî di kurmancî û soranî de bûye tabû û peyva wê ya wê demê ”siya(h)” jî bûye tabû û taliyê bi peyva ”reş” hatiye guherandin.

Etîmolojiya peyva ”reş” bi esehî nayê zanîn lê bi ihtimaleke gelek mezin peyveke bi eslê xwe biyanî ye. Texmînen ew têkilî peyva “rejî” ye lê etîmolojiya wê jî nayê zanîn. Ihtimalen ji aramî ”reşa’a” (”xirab, bed”) e – ji ber ku sembola xirabiyê rengê reş e – ku hevreh û hevwateya wê wek ”reşa’” di îbrî de jî peyda dibe. Dikare herwiha ji peyva bi maneya “ser” ya zimanekî samî jî hatibe ji ber ku ser anku ”pirç/porr” li Kurdistanê bi piranî reş in. Bo nimûne ji aramî ”rêşa” (ser), hevreha îbrî ”roş”, erebî ”reis”… ji proto-samî *re’ş-”. Bo çêkirina navê rengan ji tiştan bide ber “qehweyî, pirteqalî, pembeyî, pîvazî, narincî, torincî…” Ji aliyê dengnasî ve girêdana bi hevwateya xwe ya sanskrîtî “kṛṣṇá” (reş) ve zehmet e.

Wek din jî di şaxên cuda yên zimanên hindûewropî de ti peyveke hevreh ya bi maneya ”reş” nîne yan nemaye. Loma peyva bi vê wateyê di şaxên cuda yên zimanên hindûewropî de bi temamî ji hev cuda ye. Bo nimûne inglîzî ”black”, fransî ”noir”, rûsî ”çorniy” ku qet ne peyvên hevreh in anku ne ji eynî peyva proto-hindûewropî pêk hatine.

Di tirkî de bi maneya ”reş” du peyv tê bikaranîn: ”kara” û ”siyah”. Peyva xwemalî ya tirkî ”kara” ye lê ew jî wek peyva ”ak” (spî – li jortir binêrin) zêdetir tenê li gel hin peyvên hevgirtî tê bikaranîn. Peyva berfirehtir tê bikaranîn ”siyah” e ku ji zimanên îranî, bi taybetî ji farisî hatiye wergirtin lê vê peyva ”siyah” ya bi eslê xwe îranî di tirkî de cih li ”kara” ya xwemalî teng kiriye. Li aliyekî din, ”kara” ya tirkî jî di hin peyvan de wek ”qere” ketiye kurdî jî, bo nimûne ”Qere Tajdîn” yan ”Qeredax” (navê deverekê li Başûrê Kurdistanê).

 

Sor

Sor (bi inglîzî ”red”, bi tirkî ”kırmızı”) rengê xwînê ye. Bi mecazî ew maneya xeter / tahlûke, di siyasetê de wateya çepgiriyê û di têkiliyên cinsî de jî maneya evînê yan seksê dide.

”Sor” peyveke xwemalî ye û hevrehên wê di lehceyên din yên kurdî û zimanên din yên îranî û hindî de berbelav in: kurmanciya kevn ”suhr”, soranî û zazakî ”sûr”, kurdiya başûrî ”sür”, hewramî ”sur”, belûçî ”suhr”, farisî ”sorx”, pehlewî ”suxr”, avestayî ”suxre”, sanskrîtî ”sukre”. Ji bilî zimanên hindûîranî, ew herwiha di zimanên baltîkî de peyda dibe: latviyayî ”sarks, sarkans” û lîtwanî ”sárkanas”. Ji wê pêvetir, di zimanên hindûewropî de hevrehên vê peyvê peyda nabin.

Dîsa di tirkî de wek navê ”sor” du peyv hene: ”kırmızı” û ”kızıl”. Peyva ”kızıl” di tirkî de xwemalî ye lê ”kırmızı” bi rêya farisî ji sanskrîtî hatiye wergirtin. Lê dîsa jî peyva ”kırmızı” ya biyanî di tirkî de cih li peyva xwemalî ”kızıl” teng kiriye. Peyva ”kızıl” ya xwemalî êdî tenê di hin peyvên hevgirtî de tê bikaranîn û peyva giştî bi maneya ”sor” êdî ”kırmızı” ye.

 

Zer

Zer (bi inglîzî ”yellow”, bi tirkî ”sarı”) rengê zêrî û roja li esmanan e.

Zer peyveke xwemalî ye û hevrehên wê di lehceyên din yên kurdî, di zimanên din yên îranî û herwiha di gelek zimanên din yên hindûewropî de jî peyda dibe. Soranî, zazakî, hewramî û farisî ”zerd”, belûçî ”zer-gon”, pehlewî ”zert”, avestayî ”zeyrî”, sanskrîtî ”herî”, rûsî ”zoltîy”, almanî ”gelb”, inglîziya kevn ”geolu” (> inglîziya nû ”yellow”), lîtwanî ”geltonas”, latînî ”galbus”, yûnaniya kevn ”xloros”… hemû ji proto-hindûewropî *gel-wos (zer; kesk) ji *”gelh-” (biriqîn, geş bûn). Adeten G-ya proto-hindûewropî di kurdî û zimanên din yên îranî de dibe Z û L-ya proto-hindûewropî jî dibe R loma.

Mirov dikare guherîna navê vî rengî ji makezimanê proto-hindûewropî heta kurdiya niha wiha diyar bike:

  • *gel- > *zel- > *zer-

D-ya li dawiya navê vî rengî di hin lehceyên de kurdî de û di farisî de (zer-d) yan T-ya di peyva pehlewî de (zer-t) dûv re li peyvê zêde bûye loma bo nimûne di avestayî de (zeyrî) yan di sanskrîtî (herî) de T yan D di navê vî rengî de peyda nabe. Mimkin e ku D yan T carekê li peyva kurmancî jî zêde bûbe lê eger wisa be jî, dûv re li gel ketina D ji dawiya peyvên kurmancî ketibe (bidin ber ”kirin, birin, xwarin, mirin” yên kurmancî beramberî ”kirdin, birdin, xwardin, mirdin” yên soranî yan ”kerdene, berdene, werdene, merdene” yên zazakî).

Hêjayî gotinê ye ku nêzîkiya dengî ya peyva ”zer” li gel peyva ”sarı” (zer) ya tirkî tenê tesedufî ye, peyva tirkî ji zimanê proto-tirkî ye (ne peyveke ji zimanên hindûewropî wergirtî ye).

 

Şîn

Şîn (bi inglîzî ”blue”, bi tirkî ”mavi”) rengê heşê, rengê esmanê sahî û rengê avên kûr e. Di devokên kurmancî de peyva ”şîn” herwiha bi awayên ”şên, hêşîn, hêşin” jî peyda dibe.

Peyva ”şîn” û varyantên wê ”şên, hêşîn, hêşin…” xwemalî ne. Hevrehên wê di lehce û zimanên xizm de wiha ne: soranî ”şîn”, peştûyî ”şîn”, osetî ”exşên”, sogdî ”exsêne”, avestayî ”exşeêne”. Li derveyî zimanên îranî, ew herwiha di zimanên slavî de jî berbelav e, bo nimûne: bulgarî ”sîn”, rûsî ”sîniy”, polonî ”siny”…

Li aliyekî din, hevrehên wê di şaxên din yên zimanên hindûewropî de peyda nabin. Heta di ziman û zaravayên îranî de jî li gelek deveran peyda nabe. Bo nimûne, di nav lehceyên kurdî de ew di zazakî de peyda nabe, di kurdiya başûrî de jî peyda nabe yan nadir e. Di van lehceyan de peyva ”kewe” maneya ”şîn” dide lê hevreha wê di kurmancî û soranî de ”kew” e ku navê teyrekî ye. Di farisî de jî navê vî rengî ne ”şîn” lê ”abî” ye ”avî, wek avê, rengê avê”.

Zimanên ku tê de hevrehên peyva ”şîn” hene jî, maneya wan herdem ne wek rengê ”şîn” yê kurdî ye. Bo nimûne, ”sîniy” ya rûsî tenê maneya şînê tarî dide lê ne şînê esmanî ku bi rûsî ”goluboy” e. Di sirbokrowatî de ”sînyî” ne maneya ”şîn” lê wateya ”gewr, xwelîkî” dide.

Heta di zimanên îranî de jî ew herdem maneya rengê şîn nade. Bo nimûne, di osetî de ”exşên” wateya ”gewr” dide, di peştûyî de ”şîn” hem maneya ”şîn” û hem jî wateya ”kesk” dide. Di rastiyê de di kurmancî de jî ”şîn, şên, hêşîn, hêşin” hem maneya ”şîn” ya bingehîn (bi inglîzî ”blue”, bi tirkî ”mavi”) û hem jî wateya ”kesk, sewz” (bi inglîzî ”green”, bi tirkî ”yeşil”) dide, wek di gotina ”giya şîn bûye” de ji ber ku rengê giyayî di rastiyê de ne şîn lê kesk e.

Bi heman awayî peyva ”kew” (ku niha di zazakî de maneya ”şîn” dide) di rastiyê de wek hevrehên peyva ”şîn” bi hin zimanan, dîsa wateya ”gewr” jî dida loma ew ji navê rengekî bûye navê teyrekî (kew) ku gewr e. Herwiha peyva ”kevok” jî ji navê heman rengî hatiye çêkirin.

Li aliyekî din, peyva ”şîn” ya bi wateya ”tazî, behî, matemînî, xem” ne ji navê rengê şîn e ku lê peyvek e serbixwe ye.

Herçi navê vî rengî yê bi tirkî anku ”mavi” ye, ew ji erebî ”mawî” ye ku maneya ”avî, wek avê, rengê avê” dide (bidin ber ”abî” ya farisî ku ew jî maneya ”avî, wek avê, rengê avê” dide.) Peyva xwemalî ya tirkî ya bi maneya ”şîn” peyva ”gök” e lê wê êdî maneya ”esman, banê dinyayê” girtiye ji ber ku rengê esmanî şînê vebûyî ye. Lê di gelek zimanên xizmên tirkî de ”kök / gök” hê jî bi wateya rengê şîn maye (bo nimûne bi kazakî, kirgîzî, oyxurî, ozbekî…)

 

Kesk

Kesk (bi inglîzî ”green”, bi tirkî ”yeşil”) di kurmancî de rengê çilû û pelgên daran yên ter û taze ye. Kesk dikare bi têkilkirina rengên şîn û zer were peydakirin.

Peyva ”kesk” bi berfirehî tenê di kurmancî de tê bikaranîn. Ew eger li hin deverên soranî û zazakî were gotin jî, bergeh û berpiyên wê di wan lehceyan de teng in. Di soranî de bi piranî peyva ”sewz”, di zazakî de li gor deveran ”hewz, zergûn, kew/ko” tên xebitandin (”kew/ko” li hin deveran jî di zazakî de maneya ”şîn” didin.)

Di nav zimanên xizm de ji bilî kurdî (ew jî bi piranî tenê kurmancî) de tenê di pehlewî de hevreha peyva ”kesk” peyda dibe. Di pehlewî de ew ”kaskênên” bû ku ji peyva ”kaskên” (laciwerd, lapis lazuli) hatiye çêkirin ku ew bi xwe jî ji peyva *kes- (geş, biriqok, çirisij, teyisok) ya îraniya kevn e.

Lê wek ku baş tê zanîn, lacîwerd ne kesk e lê awayekî rengê şîn e. Ev jî baş diyar dike ka çawa cudahiyeke mutleq di navbera rengên kesk û şîn de herdem nebûye û heta navên wan jî bi hev guherîne.

Soranî wek piraniya ziman û zarên din yên îranî peyva ”sewz” bi kar tîne ku di farisî û gelek ziman û zaravayên din yên îranî de bi awayê ”sebz” e.

Peyva ”hewz” ya zazakî ya bi wateya ”kesk” bi dengê xwe yê destpêkî wek ”sewz” ya soranî be jî, ne ihtimal e ku ew hevreh bin. Bi ihtimaleke mezintir ”hewz” dîsa hevreha ”kew” e anku bi eslê xwe heman peyv in ku paşî ”hewz” bûye navê rengekî (kesk) û ”kew” jî navê rengekî din (şîn). Di devokên zazakî de hê jî lihevnekirinek di navbera maneya ”kew” de heye: piranî wê bi maneya ”şîn”, kêmanî jî wê bi wateya ”kesk” dixebitîne.

Berevajî navê gelek rengên din, tirkî ti peyveke bi maneya ”kesk” ji zimanên biyanî wernegirtiye lê peyva xwe ya xwemalî ”yeşil” parastiye. Li aliyekî din, tirkî ji farisî peyva ”sebze” (sebze, şînkatî, keskatî, riwekên xwerbar) wergirtiye ku ji navê rengê ”sebz” (kesk) hatiye çêkirin.

 

Pirteqalî

Pirteqalî (bi inglîzî ”orange”, bi tirkî ”turuncu”), wek ku ji navê wî jî diyar e, rengê pirteqalên gihiştî ye. Pirteqalî rengekî navbera sor û zerî ye û dikare bi têkilkirina wan jî were çêkirin. Peyva ”pirteqalî” dikare herwiha bi şêweyên ”porteqalî, purteqalî, pirtiqalî” jî di kurdî de were bihîstin û di nivîsan de jî tê dîtin.

Li hin deveran herwiha peyvên wek ”qîpik, tûtik” jî wek navên vî rengî hene.[2]

Wek di kurdî de, di piraniya zimanên din jî de navê vî rengî ji navê pirteqalan hatiye wergirtin. Bo nimûne, di erebî de navê vî fêkî ”burtuqal” û navê vî rengî jî ”burtuqalî” ye. Di farisî de navê vî fêkî ”narinc” û navê vî rengî jî ”narincî” ye. (Ev peyv carinan di kurdî de jî bi maneya vî rengî tê bihîstin, bi taybetî li Rojhilata Kurdistanê.) Di fransî û inglîzî de hem navê vî fêkî û hem jî navê vî rengî ”orange” e.

Di tirkî de navê vî fêkî ”portakal” lê navê vî rengî ”turuncu” ye (kêm caran herwiha ”portakal rengi” anku ”rengê pirteqalê”) lê ”turuncu” bi xwe ji navê ”turunç” bi xwe jî her cûrekî pirteqalan/lîmonan e. (Heman peyv carinan di kurdî de jî bi awayê ”torincî, tûrincî” tê dîtin, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê.) Di almanî de navê vî fêkî ”Apfelsine” ye (carinan ”Orange” jî) lê navê vî rengî ”Orange” ku bi zimanên din (bo nimûne bi fransî û inglîzî) dîsa wateya vî fêkî jî dide.

Meseleya etîmolojiya navê vî rengî û vî fêkî bi taybetî balkêş e. Di kurdî, erebî û hin zimanên din de navê vî rengî ”pirteqalî” û vî fêkî jî ”pirteqal” e (li gor zimanan dengên van peyvan piçekê ji hev diguherin – bo nimûne bi erebî ”burtuqal, burtuqalî” lê di bingeh de eynî peyv in). Ev peyv ji navê welatê Portugal hatiye.[3]

Li aliyekî din, di piraniya zimanên ewropî de bi maneya vî rengî û/yan vî fêkî peyveke wek ”naranjo” ya spanî, ”arancia” ya îtalî û ”orange” ya fransî û inglîzî tê bikaranîn. Berevajî peyva ”pirteqal” ku ji Ewropayê hatiye Rojhilata Navîn, ”naranjo, arancia, orange” û hevrehên wan di zimanên ewropî de ji Rojhilatê hatine. Ew hevrehên peyva ”narinc” in ku niha jî di farisî de tê bikaranîn û navê vî rengî jî bi awayê ”narincî” jê hatiye çêkirin. Bi eslê xwe ”narinc” hê ji rojhilattir ve hatiye û serekaniya wê hin zimanên Hindistanê ne.[4]

 

 

Qehweyî

Qehweyî (bi inglîzî ”brown”, bi tirkî ”kahverengi”) wek navê xwe dişibe rengê qehweyê. Ew dikare bi têkilkirina rengên sor û kesk yan şîn û pirteqalî were çêkirin.

Di soranî (”qaweyî”), di farisî de (”qahveî”) û di tirkî (”kahverengi”) de jî navê vî rengî ji navê qehweyê hatiye çêkirin. Lê di piraniya zimanên dinyayê de ne wiha ye. Hin zimanan navê vî rengî ji berrûyan çêkiriye, bo nimûne îtalî ”castano” û portugalî ”castanho”, hinan jî ji navê darçînê, bo nimûne rûsî ”korîçnêvîy” (qehweyî) ji ”korîça” (darçîn). Di hin zimanan de jî têkiliya navê vî rengî ji aliyê etîmolojî ve bi navê hirçan ve heye, bo nimûne bi inglîzî ”bear” (hirç) û ”brown” (qehweyî). 

 

Binefşî, mor, erxewanî, xemr…

Binefşî (bi inglîzî ”violet, purple” û bi tirkî ”mor”) wek navê xwe jî rengê gulbinefşan e. Ew reng bi têkilkirina rengên sor û şîn peyda dibe.

Bi taybetî eger ev reng bi forma xwe ya tarîtir be, ew bi navê ”mor” tê nasîn ku rêya tirkî ji yûnanî yan ermenî ketiye kurdî. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ev reng bi forma xwe ya tarî bi navê ”xemir, xemr” jî tê nasîn ku ji erebî ”xemr” (mey, bade, şerab) hatiye wergirtin. Di zimanê edebî de carinan navên ”yasemînî” û ”erxewanî” jî li vî rengî tê kirin ji ber ku kulîlkên gula yasemînê û kulîlkên dara erxewanê dişibin vî rengî.

Di zimanên ewropî de jî çendîn navên cuda ji van rengan re hene ku piraniya wan jî ji navên kulîlkan hatine çêkirin. Bo nimûne, bi inglîzî ”violet” (binefş), ”lilac” (lîlek).

 

Gewr, boz, bor, grî, xakisterî…

Gewr (bi inglîzî ”grey, gray”, bi tirkî ”gri”) rengê xweliyê ye. Ew rengekî navbera spî û reşî de ye.

Vî rengî çendîn nav hene: gewr, boz, bor, grî. Ji van navan ”grî” bi zelalî van salan ji zimanên ewropî (belkî bi rêya tirkî) hatiye, bo nimûne ji fransî ”gris” (bixwînin ”grî”) yan ji inglîzî ”grey / gray” (bixwînin ”grey”). ”Xakisterî” jî vê dawiyê ji farisî (ihtimalen bi rêya soranî) ketiye hin nivîsên kurmancî lê di nav xelkê de cih negirtiye. Ew ji peyva ”xak” (ax, erd, toz) ya farisî ye.

”Boz” ji mêj ve di kurmancî de tê bikaranîn lê li gor belavbûna peyvê di zimanan de, ew ji tirkî derbazî kurdî bûye û eslê wê peyvê tirkî ye. Li aliyekî din, hevwateya wê ya ji aliyê dengnasî ve jî nêzîkî wê anku ”bor” peyveke xwemalî ye/bû lê êdî pirr kêm bi maneya vî rengî di kurmancî de tê bihîstin. Hevreha wê ya farisî ”bûr”, ya osetî ”bûr” (bi maneya ”zer”) û bi sanskrîtî ”bebhru” bû. Di avestayî de hevreha wî ”bebr” bi maneya ”seavî, heywanê darbir, kastor, qundiz” bû ku heywanekî gewr e. Bi heman awayî hevreha vê peyvê di inglîzî de ”beaver” e maneya vî heywanê gewr dide.

Herçi peyva ”gewr” ya niha wek navê vî rengî di kurmancî de berbelav e, etîmolojiya wê bi esehî nayê zanîn. Ew hinekî dişibe hevwateyên xwe yên zimanên ewropî, bo nimûne inglîzî ”grey, gray”, almanî ”grau” û fransî ”gris” (bixwînin ”grî”) lê ji aliyê dengnasî ve zehmet e ku were bawerkirin ku ew hevreh bin. Herwiha di zimanên kevn û navîn yên îranî de ti hevrehên peyva ”gewr” nehatine peydakirin.

 

Pembeyî, pîvazî

Pembeyî yan pîvazî (bi inglîzî ”pink”, bi tirkî ”pembe”) rengê sorê vebûyî ye û ji têkilbûna rengên sor û spî ye.

”Pembeyî” ji navê pembû, bi farisî ”penbe, pembe” hatiye çêkirin û ji bilî kurdî herwiha di tirkî de jî tê bikaranîn. Lê herçi farisî ye, ew bi xwe êdî peyva ”pembeyî” bi kar naîne yan pir kêm bi kar tîne.

Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê li Behdînan navê vî rengî ”pîvazî” ye, ji peyva ”pîvaz”. Navê din yê serekî ji vî rengî re ”sorê vebûyî” yan ”sorê vekirî” ye.

Di piraniya zimanên ewropî de navê vî rengî ji navê gulekê peyda bûye. Ew bi inglîzî ”pink” e ku bi eslê xwe navê gulan qerenfil e û di fransî de jî ”rose” e ku bi eslê xwe navê sorgulê ye.

 

Serencam

Armanca vê kurtevekolînê ew bûye ku diyar bike ka navên rengên serekî di kurdî de çi ne û ji kû hatine. Wek ku me dît, hinek ji navên rengan pir kevnar in, hinek xwemalî ne, hinek ji zimanên din hatine wergirtin û hinek jî navên nebatan hatine çêkirin.

Wek ku berhevdanên me yên kurt li gel navên rengan bi tirkî û inglîzî de jî diyar kirin, ne tenê di kurdî de lê di zimanên din de jî serekaniya navên rengan gelek piralî û heta tevlihev e jî.

Vê nivîsar nikariye û hewl jî nedaye ji her alî ve li binavkirina rengan di zimanê kurdî de vekole. Armanc binavkirina rengên serekî û herwiha peydakirina etîmolojiya wan bûye. Hêvîdar im ku ev bibe destpêka vekolînên kemilandîtir di vê mijarê de.

 

————————————————————

TÊBÎNÎ

[1] Binêrin bo nimûne: https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/%E1%B8%B1weytos

[2] Binêrin: https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/?multi_permalinks=1519719741418696&notif_t=like&notif_id=1499110619549332

[3] https://en.wiktionary.org/wiki/%D8%A8%D8%B1%D8%AA%D9%82%D8%A7%D9%84

[4] https://en.wiktionary.org/wiki/orange