Haplolojî (sadebêjî) û dîtolojî (dubarebêjî) di dengnasiya kurdî de

husein muhammed
Haplolojî

Haplolojî (inglîzî: haplology, ji yûnanî ἁπλόος /haplóos/ “sade” û λόγος /lógos/ “axiftin, gotin”) anku sadebêjî di zimannasiyê de navê wê diyardeyê anku fenomenê ye ku yek ji du kîteyên (heceyên, syllables) wek hev yan jî şibî hev tê avêtin.

Haplolojî herwiha bi navê kîteavêjî yan kîteavêtin jî tê nasîn ji ber ku tê de kîteyek anku heceyek tê avêtin.

Çend nimûne ji haplolojiyê:

  • Tirkiye > li Tirkiye (bidin ber “li Kurdistan-ê”) > li Tirki
  • derya > derya-ya kûr (bidin ber “behr-a kûr”) > derya kûr
  • dinya > li dinya-yê > li din (> li dinê)
  • bi-bêje > je

Ji nimûne “deryaya kûr > derya kûr” diyar dibe ku ji du kîteyên bi temamî wek hev (ya-ya) yek dikare bikeve.

Lê wek ku ji nimûneyên “li dinyayê > li dinyê” diyar dibe, ne hewce ye ku herdu kîte bi temamî wek hev bin. Bes e ku konsontên wan wek hev bin (di nimûneyên me de “derya” û “dinya” de Y û di nimûneya “bibêje” de B).

Wek ku ji nimûneyên “dinyayê > dinyê” û “bibêje > bêje” aşkere dibe, vokalên wan kîteyan dikarin ji hev cuda bin:

  • din-ya-yê > din-
  • bi-bê-je > je

Di kurdî de haplolojî bi piranî hingê peyda dibe gava ku ravek an paşgira çemandinê dişibe kîteya dawiyê ya peyva xwerû. Ev kîte bi taybetî “-ya” yan “-ye” ne û xaseten li dawiya navên gelek welat û parzemînan peyda dibin. Bo nimûne:

  • Almanya, Asya, Polonya, Rûsya…
  • Sûriye, Tirkiye

Gava ku kîteya dawiyê “-ya” be û ravek jî “-ya” be, hingê di zimanê devkî de tenê yek “-ya” tê gotin:

  • Almanya Rojava (li şûna “Almanya-ya Rojava”)
  • Rûsya berê (li şûna ”Rûsya-ya berê”)

Di zimanê nivîskî de carinan formên bi “-ya-ya” tên bikaranîn, wek ”Almanyaya Rojava, Rûsyaya berê”. Lê carinan jî ew bi haplolojiyê tên sadekirin, wek ”Almanya Rojava, Rûsya berê”.

Gava ku kîteya dawiyê ya peyva xwerû ”-ya” be û paşgira ”-yê” bikeve dûv wê, di zimanê devkî de adeten yek ji herdu kîteyan tê avêtin:

  • li Almanya/Almanyê
  • ji Rûsya/Rûsyê

Ji van herdu varyantan, di hinek devokan de tenê varyanta wek ”li Almanya, ji Rûsya” mimkin e. Di hin devokan de herdu varyant jî hene.

Gava ku kîteya dawiyê ”-ye” be û raveka ”-ya” bigire, hingê di zimanê nivîskî de mimkin e ku herdu kîteyên ”-ye-ya” bên parastin yan jî ”-ye-” bikeve:

  • Sûriyeya niha > Sûriya niha
  • Tirkiyeya berê > Tirkiya berê

Di zimanê devkî de tenê formên wek “Sûriya niha, Tirkiya berê” tên gotin û formên wek ”Sûriyeya niha” nayên bikaranîn.

Gava ku kîteya dawiyê ”-ye” be û paşgira “-yê” bigire, hingê di zimanê nivîskî de mimkin e ku herdu kîteyên ”-ye-yê” bên parastin:

  • li Sûriyeyê > li Sûriyê
  • ji Tirkiyeyê > ji Tirkiyê

Ji bilî li dawiyê, di kurdî de haplolojî herwiha dikare li destpêka peyvan jî peyda bibe.

Belkî naskirîtirîn haplolojiya kurmancî ya li destpêka peyvê forma fermanî “bêje / bêjin” e ku eslê wê “bi-bêje / bi-bêjin” e, wek “bi-ke / bi-kin” (bide ber “di-bêjin / di-kin”).

Di hin devokan de, bi taybetî di axiftina lezgîn û sivik de gotina “ez didim te” wek “ez dim te” tê sadekirin.

Beramberî peyva kurmancî “didan / diran” (bi zazakî ”dindan”, farisî “dendan”, belûçî “dentan”…) di soranî bi piranî wek “dan” tê gotin anku “di” ji destpêkê hatiye avêtin ji ber ku ew bi dengê xwe nêzîkî dubarekirina kîteya duyem “da-” ye.

Hêjayî gotinê ye ku mebest ji haplolojiyê avêtina kîteyeke temam e. Anku tenê avêtina dengekî/herfekê (bo nimûne ”serok + komar > serokkomar > serokomar”) ne haplolojî ye lê degemînasyon anku avêtina dengê dubare ye.

 

Dîtolojî (dubarebêjî)

Ji bilî hapolojiyê, di kurdî de herwiha dîtolojî (bi inglîzî dittology) anku dubarebêjî jî heye anku kîteyek tê dubarekirin.

Di hin devokên kurmancî de peyvên “du” û “sê” (bi soranî “dû, sê”, farisî “do, sê”) wek “didu, sisê” jî di hejmartinê de tên:

  • du > didu (herwiha bi formên wek “dudu, dido, didû, dudû…”)
  • sê > sisê

Ji bilî hejmarên 2 û 3, ev diyarde li gel hejmarên din peyda nabe. Bo nimûne, hejmarên 1, 4, 5 yan 6 wisa nakevin ber diyardeya dîtolojiyê. Loma nimûne wiha peyda nabin:

  • yek > *yiyek
  • çar > *çiçar
  • pênc > *pipênc
  • şeş > *şişeş

Sebebê ku tenê hejmarên ”du, sê” dibin “didu, sisê” ihtimalen ew e ku navên hejmarên ”2, 3” di kurmancî de gelek kurt in (di wan de tenê du deng/herf hene lê di navê hemû hejmarên din de sê yan zêdetir deng/herf hene). Ji ber kurtiya wan, di axiftina bi lez de mimkin e ku ew baş neyên bihîstin yan şaş bên fehmkirin, loma bi dubarekirina wan bi awayê ”didu, sisê”, qiseker dixwaze piştrast bibe ku guhdar baş û rast wan dibihîze û fehm dike.

Hêjayî gotinê ye ku mebest ji dîtolojiyê avêtina kîteyeke temam e. Anku tenê avêtina dengekî (bo nimûne ”gelek > gellek”) ne dîtololojî ye lê gemînasyon anku dubarekirina dengekî/herfekê ye.