Bo beşa 1 binêrin: Cînavên kurdî: peydabûn û bikaranîna wan
________________________
Husein Muhammed
- CÎNAVÊN PIRSYARKÎ
Mebest ji cînavên pirsyarkî ew peyv in ku mirov pê hevokên pirsyarkî çêdike û pê bikerê (fail) yan jî berkarê (mef’ûl) hevokê dipirse.
Di kurdî de du cînavên pirsyarkî yên bingehîn û xwerû hene. Di kurmancî de ew wiha ne:
- çi (li gel varyanta çî)
- kî (bi forma xwe ya çemandî kê)
- Cînavê “çi”
Ji bilî pirsîna mirovan, her tiştê din bi cînavê “çi” tê pirsî:
- Çi ye?
- Çi tişt hatiye kirin?
- Tu çi dibêjî?
Cînavê “çi” neçembar e anku nayê çemandin û tewandin. Forma wê ya xwerû, ya mê, ya nêr û ya pirhejmar hemû “çi” ne:
- çi kitêbê
- çi karî
- çi malan
Lê di rewşa ravekirinê de cins û hejmara rêzimanî diyar dibin:
- çiya te? – kitêba min
- çiyê te? – karê min
- çiyên te? – qelemên min
Forma “çî” jî heye ku li gel forma “çi” di hemû devokan de li kar e. Ew ne formeke çemandî ji cînavê “çi” ye lê hevwate û hev-erka wê ye. Lê forma “çî” zêdetir bi armanca şidandin û xurtkirinê li cihê “çi” tê bikaranîn.
Di kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî de forma “çi” serdest e lê forma “çî” jî yê dîtin. Di soranî de û herwiha di kurmanciya bi alfabeya erebî de jî forma serdesttir “çî” ye lê forma “çi” jî carinan di nivîsan de tê dîtin.