Em çawa binivîsin: “-iy” yan “-îy-“?

Husein Muhammed

husein muhammed

Diyarî bo kekê hêja Mikael Frölund

Demeke dirêj e ku gengeşeyeke berdewam li ser hindê heye ka gelo gava ku ”y” bê dûv ”î”, ”î” bibe ”i” yan jî ne. Niha di piraniya nivîsîna kurmancî de ”î” berî ”y” wek ”i” tê nivîsîn. Lê dîsa jî dem-bi-dem hin kes serî dijî vî awayê nivîsînê derdixin û daxwaz dikin ku ”divê ’î’ wek xwe bê parastin û neyê guherandin. Yek ji sebebên neguherandina wan ya serekî ew e ku bi texmîna wan hiştina ”î” li berî ”y” wek ”î” hêsantir e û ”lojîktir e”.

Li gor îy-parêzan, divê mirov binivîse: ”çîya, dîyar, jîyan, sîyaset, kirîye, gotîye, xwarîye…”, nenivîse ”çiya, diyar, jiyan, siyaset, kiriye, gotiye, xwariye…”

Gelo îy-parêzî çendî mentiqî û lojîkî ye?

Ka em ji çend nimûneyên hêsan dest pê bikin. Em dizanin ku ”î” di peyvên wek ”diyar/dîyar, jiyan/jîyan” de heye ji ber ku rehê wan ”dî-” (dî-tin) û ”jî-” (jî-n) in. Heke mirov neguherandina ”î” li berî ”y” biparêze, divê mirov bi rastî jî wan peyvan wek ”dîyar, jîyan” binivîse.

Lê heke em daxwaza neguherandina ”î” ya berî ”y” bikin, gelo em ê ji kû bizanin ka di peyva bi maneya devera bilind de bi rastî ”î” heye yan jî ”i”? Anku divê em binivîsin ”çiya” yan jî ”çîya”? Di meseleya ”diyar/dîyar”ê û ”jiyan/jîyan” de rehê peyvê rêber û alîkara me bû di dîtina forma ”rast” de. Lê kî dizane ka di peyva ”çiya/çîya” de eslen ”i” yan jî ”î” hebûye?

Mijareke din jî peyvên ji erebî ne. Li gor îy-parêzan divê em wan wek ”sîyaset, xîyanet, ehlîyet…” binivîsin. Di alfabeya erebî de (hem bi zimanê erebî û hem jî bi alfabeya erebî ya li gor zimanê kurdî yan jî li gor zimanê farisî eyarkirî) ”i” nîne. Lê dîsa jî di wan zimanan de ev peyv ne wek ”sîyaset, xîyanet, ehlîyet” lê wek ”syaset, xyanet, ehlyet” anku سیاسه‌ت، خیانه‌ت، ئه‌هلیه‌ت tên nivîsîn, ne wek “sîyaset, xîyanet, ehlîyet anku  سییاسه‌ت، خییانه‌ت، ئه‌هلییه‌ت.

Bi heman awayî, ji ber nebûna ”i” di alfabeya kurdî-erebî de, peyvên xwemalî yên wek ”çiya, diyar, jiyan” wek ”çya, dyar, jyan” (چیا، دیار، ژیان) tên nivîsîn, ne wek ”çîya, dîyar, jîyan” anku چییا، دییار، ژییان. Mirov dikare delîlên vî awayê nivîsînê hema-hema di her nivîsa kurdî ya bi alfabeya kurdî-erebî de bibîne.

Yek ji îy-parêzên dengbilind, Bahoz Baran li destpêka nivîseke[1] xwe dipirse, gelo meseleya ”îy” û ”iy” di alfabeya erebî de çawa ye. Lê ew bi xwe bersiva pirsa xwe nade – belkî bi qest ji ber ku bersivdana wê pirsê dê idiayên wî yên îy-parêziyê pûç kiribûna.

Pirseke din jî ya giring ew e ku heke mirov îy-parêziyê bike, gelo divê mirov binivîse ”hatîye gotîye, kirîye…” yan jî tevî îy-parêziyê jî binivîse ”kiriye, gotiye, xwariye…”?

Îy-parêz di vê meseleyê de ne hevgir in. Bo nimûne, Rozan Hazimê îy-parêz dinivîse ”hatîye,  gotîye…”[2] Lê Baran Rizgarê îy-parêz dinivîse ”hatiye, kiriye, gotiye…”[3]

Heke em ”îy” qebûl bikin û li gor reh û rîşên peyvê biçin, em ê bibêjin ku Hozanî xwe şaş kiriye û Rizgarî rast nivîsiye: ”kir-i-ye, got-i-ye, hat-i-ye” rast in ji ber ku heke em forma dema borî ya dûr/çîrok bidin, em ê bibînin ku ”i” di eslê wê de heye, ne ”î”: ”(wî) kir-i-bû, (wî) got-i-bû, (ew) hat-i-bû”, ne ”(wî) kir-î-bû, (wî) got-î-bû, (ew) hat-î-bû”.

Lê dîsa heke em îy-parêz bin, divê mirov binivîse ”(wî) kirr-î-ye, (ew) vegerr-î-ye”, ” (wî) kirr-i-ye, (ew) vegerr-i-ye”, ji ber ku di eslê wan de ”î” heye, ne ”i”, wek ku ji dema borî ya dûr diyar e: ”(wî) kirr-î-bû, (ew) vegerr-î-bû”, ne ”(wî) kirr-i-bû, (ew) vegerr-i-bû”…

Lê ya giring ne ew e ka kê ji îy-parêzan rast û kê jî xelet nivîsiye. Ya giring ew e ku parastina ”îy” sergêjiyeke gelek mezin peyda dike. Kurdînivîsên normal bi taybetî lê heta zimannas jî nikarin herdem bi esehî bizanin ka ”îy” kengî bi rastî di rehê peyvê de heye û divê bê parastin û kengî jî rehê peyvê bi rastî ”iy” e.

Li aliyekî din jî, herdem nivîsîna ”îy” li cihê ”iy” argumenta serekî ya îy-parêzan bi xwe pûç dike: ew doza parastina dengan dikin lê heke mirov herdem binivîse ”îy”, hingê ”iy” bi rastî jî di eslê peyvê de nayê parastin. Heke mirov carinan jî doza nivîsîna ”îy” bike, wek di peyva ”jîyan” de lê li derên din jî doza nivîsîna ”iy” bike, wek di peyva ”gotiye” de, hingê mirov bi temamî serê kurdînivîs û kurdîxwînên normal gêj dike.


Têbînî

[1]http://www.amidakurd.net/qunciknivis/ser%C3%AA%C5%9F%C3%AEya_%C3%AE_ya_ber%C3%AE_y_y%C3%AA

[2] Bo nimûne, li vê nivîsa Rojan Hazimî binêrin: http://xweza.com/TC%20u%20pusula.htm

[3] Bo nimûne, li vê nivîsa Baran Rizgarî binêrin: https://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/netew

Advertisements

CÎNAVÊN KURDÎ (beş 2)

Bo beşa 1 binêrin: Cînavên kurdî: peydabûn û bikaranîna wan

________________________

Husein Muhammed

 husein muhammed

  1. CÎNAVÊN PIRSYARKÎ

Mebest ji cînavên pirsyarkî ew peyv in ku mirov pê hevokên pirsyarkî çêdike û pê bikerê (fail) yan jî berkarê (mef’ûl) hevokê dipirse.

Di kurdî de du cînavên pirsyarkî yên bingehîn û xwerû hene. Di kurmancî de ew wiha ne:

  • çi (li gel varyanta çî)
  • (bi forma xwe ya çemandî )

 

  • Cînavê “çi”

Ji bilî pirsîna mirovan, her tiştê din bi cînavê “çi” tê pirsî:

  • Çi ye?
  • Çi tişt hatiye kirin?
  • Tu çi dibêjî?

Cînavê “çi” neçembar e anku nayê çemandin û tewandin. Forma wê ya xwerû, ya mê, ya nêr û ya pirhejmar hemû “çi” ne:

  • çi kitêbê
  • çi karî
  • çi malan

Lê di rewşa ravekirinê de cins û hejmara rêzimanî diyar dibin:

  • çiya te? – kitêba min
  • çiyê te? – karê min
  • çiyên te? – qelemên min

Forma “çî” jî heye ku li gel forma “çi” di hemû devokan de li kar e. Ew ne formeke çemandî ji cînavê “çi” ye lê hevwate û hev-erka wê ye. Lê forma “çî” zêdetir bi armanca şidandin û xurtkirinê li cihê “çi” tê bikaranîn.

Di kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî de forma “çi” serdest e lê forma “çî” jî yê dîtin. Di soranî de û herwiha di kurmanciya bi alfabeya erebî de jî forma serdesttir “çî” ye lê forma “çi” jî carinan di nivîsan de tê dîtin.

Read More »

Kêşeyên soraniya nivîskî

 

Husein Muhammed

husein muhammed

Klîşeyek derbarê zimanê kurdî heye ku hem ji aliyê kurdên nezimannas ve û heta hem ji hêla zimannasên kurd û biyanî ve jî tê dubarekirin: “Soranî standard bûye lê kurmancî hê standard nebûye yan jî hê li ser rêya standardbûnê ye.”

Di zimannasiyê de gotina ”zimanê standard” dikare bi gelek awayan were fehmkirin. Mebesta van idiakerên ”soraniya standard” awayekî nivîsîna zimanî ya lihevkirî ye. Anku ”soraniya standard” li gor wan tê wê maneyê ku soranînivîs dizanin ka nivîsîna peyv, gotin û hevokan çawa rast e û ew hemû hema-hema wek hev dinivîsin tevî ku li gor devokên soranî gelek awayên cuda yên heman peyv û gotinan hebin jî.

Heman idiaker yekser idia dikin an jî di nav rêzikan de didin fehmkirin ku lehceyên din yên kurdî (kurmancî, hewramî, zazakî, devokên kurdiya başûrî anku feylî, kelhurî û kirmaşanî) nebûne standard anku lihevkirinek li ser rastnivîsîna wan peyda nabe.

Tevî ku ez pir dixwazim jî, mixabin nikarim bawer bikim ku ti lihevkirineke giştî di warê rastnivîsîna soranî de peyda bûbe. Di vê kurtevekolînê de em ê hewl bidin hin ji pirsgirêk û lihevnekirinên di nivîsîna soranî de berçav bikin.

Armanca vê nivîsarê bi ti awayî ne dijîtîkirina soranî yan ti zarekî din yê kurdî ye. Soranî jî parek ji zimanê kurdî ye ku zaroktiya xwe ve aşiq û şeydayê hemû lehceyên vî zimanî me. Rêzkirina van lihevnekirin, pirsgirêk û gengeşiyên nivîsîna soranî bi merema fehmkirina rewşa heyî û herwiha bi mexseda peydakirina çareyan bo wan tên destnîşankirin.

 

Çavkaniyên rastnivîsînê û otorîte kêm in

Li destpêka sedsala 20an hem kurmancî û hem jî soranî xwedî hin pêşengên daneriya zimanê nivîskî bû. Di kurmancî de ew ritbe û stêrk bêyî ti dudiliyê li ser milên Celadet Bedirxan e. Wî hem alfabeyeke nû ya li ser bingehê alfabeya latînî bo kurdî çêkir û hem jî berhemên wî yên rêzimanî û rojnamevanî bo kurmanciya nivîskî heta niha jî nimûne û otorîte ne.

Mirov dikare di soranî de jî bi taybetî navê Tewfîq Wehbî bide ber navê Celadet Bedirxan di kurmancî de. Lê tevî ku Wehbî gelek xebatên hêja pêk anîn jî, karê wî ne wek yê Celadet Bedirxanî sîstematîk bû û herwiha ti caran jî otorîteya ku Celadet di kurmancî de wergirtiye, ti caran nebûye para Wehbî.

Li nîveka duyem ya sedsala 20an hejmara berhemên bi soranî nivîsandî û çapkirî ji ya berhemên heman demê bi kurmancî belavkirî gelek zêdetir e. Lê dîsa jî di kurmancî hewlên bi zanetî yên danîna bingehên rastnivîsînê hatine dan û berê wan jî ji yên soranî biberekettir bûye.

Di soranî de ne berê û ne jî niha ti hewlên cidî yên çareserkirina gelek kêşeyên bingehîn yên rastnivîsînê nehatine dayîn yan jî ew hewl bi ser neketine. Yan çendîn mijarên serekî qet nehatine behskirin yan jî ti encameke lihevkirinê ji wan derneketiye ji ber ku piraniya soranînivîsan di wan meseleyan de her kes li gor dilê xwe yan devoka xwe dike.

Mirov dikare van pirsgirêkan wiha parve bike:

  • standardnebûna nivîsînê
  • standardnebûna çemandinê (tewandinê)
  • standardnebûna pêkve- yan cudanivîsînê
  • standardnebûna peyvan
  • standardnebûna xalbendiyê

 

Standardnebûna nivîsînê

Di warê lihev(ne)kirina nivîsîna soranî ya bi alfabeya kurdî-erebî[1] de çendîn kêşe û arîşeyên bingehîn û cidî hene.

 

U / Û

Wek prensîp, dengê ”u” bi kurdî-erebî bi و û dengê ”û” jî wek   ووanku bi du و-an tê nivîsîn. Lê di pratîkê de gelek caran tenê و-yek li cihê ”û” jî tê nivîsîn. Sebebên van şaşiyan ew in ku adeten ti herfên din yên alfabeya kurdî-erebî li pey xwe dubare nabe û ti dengek jî bi dubarekirina heman herfê nayê nivîsîn (berevajî alfabeya kurdî-latînî ku hin caran dengê R-ya şidandî bi du R-yan dinivîse, wek ”pirr, şerr”). Sebebê din yê serekî ew e ku و-yek (gava ku vokal be) di kurdî de dengê ”u” dide lê di farisî û erebî de dengê ”û” dide.

Mesele ne tenê di nivîsîna peyvên nadir û kêmnas de heye lê heta di peyvên herî sade de jî peyda dibe. Bo nimûne, heta lihevkirineke giştî di nivîsîna peyvên  anku ”bûn, kirdû, kirduwe بوون، کردوو، کردووه‌” (”bûn, kirî, kiriye” anku ”tiştê ku hatiye kirin”) de jî nîne ji ber ku gelek caran ew wek ”bun, kirdu, kirdwe بون، کردو، کردوه‌” tên dîtin.

Herwiha lihevkirin li ser wê jî nîne ka du و dikarin li destpêkê hebin yan na. Loma hin kes dinivîsin ”wutin, wurç, wurd ووتن، وورچ، وورد” (gotin, hirç, hûr) û hin jî wan wek ”witin, wirç, wird وتن، ورچ، ورد” dinivîsin.

 

ڕ / ر

Wek prensîp R-ya nerm / sist herdem di alfabeya kurdî-erebî de bi ر tê nivîsîn û R-ya şidandî / req jî bi herfa ڕ tê diyarkirin. Wek teorî, ev ji tekane R-ya alfabeya kurdî-latînî çêtir e. Lê di pratîkê de ev herdu R tevliheviyeke mezin peyda dikin.

Di hin nivîsan de tenê ر tê bikaranîn ji ber sebebên teknîkî anku ji ber ku ڕ di gelek kîbord û klavyeyan de peyda nabe ji ber ku di erebî û farisî de ne li kar e. Gelek ji ber ”jibîrkirinê” yan ”bêsexbêriyê” ر li cihê ڕ tê nivîsîn.

Lê herwiha lihevnekirineke bi zanetî jî li ser bikaranîna van herdu R-yan heye: hin kes li ser wê qenaetê ne ku madem ku R di kurdî de ji xwe li destpêkê herdem şidandî ye, ne hewce ye ku ”şidandîtiya” wê bi ”nizmeka” bin ر anku wek ڕ were diyarkirin. Ew kes dixwazin ku ڕ tenê bo şidandina ne-destpêkî were bikaranîn.

Piranî li ser wê baweriyê ye ku R-ya şidandî herdem bi ڕ were nivîsîn. Lê bo nimûne mezintirîn medyaya kurdî, tora medyayî ya Rûdawê berevajî wê dike.

 

Vokal li destpêka beşa duyem ya peyvên pêkhatî

Eger peyvek ji du peyvan pêk hatibe û li destpêka peyva duyem vokalek hebe, lihevkirinek li ser hindê nîne ku ew vokal bi yan bê ”hemze” (ئ) were nivîsîn:

  • bêhemze: سه‌ره‌نجام، گوله‌ندام، بێاو
  • bihemze: سه‌رئه‌نجام، گولئه‌ندام، بێئاو

anku ”serencam, gulendam, bêaw” (bêav).

 

Herfa li cihê kesreya erebî

Li cihê dengê ”i” yê peyvên erebî û ewropî carinan wek ”i” dimîne (ku di alfabeya kurdî-erebî de nayê nivîsîn) û carinan jî bi ”î” tê diyarkirin:

  • şahid / şahîd, Tahir/ Tahîr, hizb / hîzb (partî, rêkxistina siyasî)
  • televizyon, televîzyon

 

Nivîsîna ”-iy-”

Di alfabeya kurdî-erebî de herfa dengê ”i” nayê nivîsîn. Li cihê komherfên ”-iye”, lihevnekirineke cidî heye ka ew wek ”-y- -ی- yan jî -یی-. Bo nimûne:

  • wek –y-: nye, çye, dyariyek نیه‌، چیه،‌ دیاریه‌ک (nîne, çi ye, diyariyek)
  • wek –îy-: dyarîyek, nîye, çîye دیارییه‌ک ، نییه‌، چییه‌

Herwiha lihevnekirin li ser wê jî heye ka gelo sê ی dikarin li pey hev peyda bibin yan bi zerûrî divê tenê du bên nivîsîn:

  • şayîyek شایییه‌ک yan şayiyek شاییه‌ک bi maneya ”şahiyek, cejnek”

 

Raveka ”y” li pey ”î”

Li cihê ravekên kurmancî ”-ya” (mê) û ”-yê” (nêr) di soranî de raveka ”-y” ya bêcins yan ducins li kar e:

  • rojname-y kurdî (rojname-ya kurdî)
  • xanû-y kon (xani-yê kevn)

Lê gava ku peyva raveber bi Î bi dawî tê, lihevnekirineke berçav heye ka Y ya ravekê jî were zêdekirin yan na. Ev heta di navê lehceyê bi xwe de jî berçav e. Anku lihevkirinek li ser wê nîne ka kîjan ji van herdu forman bi maneya ”kurdiya soranî” rast e:

  • kurdî-y soranî کوردیی سۆرانی
  • kurdî soranî کوردی سۆرانی

Gelek rêzimannivîs dê sond bixwin ku forma jortir rast e lê di rastiyê de forma jêrtir serdest e û zêdetir tê dîtin li gel ku ti ji herdu forman ne yek awayên nivîsîna rast in.

 

Standardnebûna çemandinê

Di warê pêşgir û paşgirên herî bingehîn yênb çemandinê anku tewandinê de standardnebûn û lihevnekirineke berçav di soraniya nivîskî de serdest e ku kurmanciya nivîskî y abi alfabeya latînî ji zû ve xwe jê safî kiriye.

Bo nimûne, li cihê pêşgira herî berbelav ya lêkeran ya kurmancî ”di-” (wek di-bêjin, di-got, di-kin, di-kir”) de di soranî de lihevkirin nîne. Gelek kes wê wek ”de-” dinivîsin (de-łên, de-gut, de-ken, de-kird) lê gelek kes jî wek ”e-” (e-łên, e-gut, e-ken, e-kird).

Li cihê paşgira nediyariyê ya kurmancî ”-ek” di soranî de hin kes dinivin ”-êk” û hin jî ”-ek” û hin kes jî tenê ”-ê”:

  • rojêk, rojek, rojê

Di warê paşgira kesî ya kesê sêyem yê yekhejmar de lihevkirinek di soranî de nîne ka T li dawiya wê heye yan na:

  • ew deka, dełê (ew dike, dibêje)
  • ew dekat, dełêt

Anku li ser awayê standard yê peyvên herî sade yên zimanî jî lihevkirinek tine ye. Loma li cihê peyvên kurmanciya nivîskî ”ew dike” û ”ew dibêje” mirov dikare van çar varyantan bibîne ku her kes li gor dilê xwe yekê ji wan dinivîse:

  • ew deka, dekat, eka, ekat (ew dike)
  • ew dełê, dełêt, ełê, ełêt (ew dibêje)

Helbet ji bilî van çend formên devokî jî hene. Bo nimûne bi hewlêrî: ”ew derê, ew derêt, ew derêtin” (ew dibêje) yan ”ew dekatin” (ew dike). Formên devokî helbet di kurmancî de jî hene, wek ”ew dibêjit, ew dibêjê, ew dibêjît, ew dibêjitin, ew dibêjîtin, ew dibê, ew dibêt, ew dibêtin”. Lê cudahiya kurmancî û soranî ew e ku bi kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî hema-hema her kes dinivîse ”ew dibêje”. Ti standardiyeke wisa di soranî de ne diyar e.

 

Nivîsîna bi hev re yan ji hev cuda?

Belkî mezintirîn kêşeya standardnebûna nivîsîna soranî ew e ku ti lihevkirinek derbarê nivîsîna peyvan ji hev cuda yan jî bi hev re nîne. Em ê li vê derê tenê çend mijarên jêrî vê meseleyê berçav bikin û hewl jî nedin behsa hemû pirsgirêkê bikin.

 

Nivîsîna lêkerên sivik: Di nivîsîna lêkerên sivik û lêkerên biwêjî de lihevnekirinek zîq û beloq li meydanê ye. Bo nimûne, heman gotin dikarin wiha bi du awayên ji hev cuda yan jî bi hev re nivîsandî bên dîtin:

  • kurt kird, kurtkird کورت کرد، کورتکرد (kurt kir)
  • gewre bû, gewrebû گه‌وره‌ بوو، گه‌وره‌بوو (mezin bû)
  • kotayî hat, kotayîhat کۆتایی هات، کۆتاییهات (bi dawî bû, bi dawî hat)
  • be kar hêna, bekar hêna, bekarhêna  به‌ کار هێنا، به‌کار هێنا، به‌کارهێنا  (bi kar anî)

 

Nivîsîna daçekan: Di meseleya nivîsîna pêşdaçekan bi peyva pey xwe ve yan jî jê cuda de standardiyek peyda nebûye. Di meseleya paşdaçekan de jî eynî kêşe berçav e. Loma mirov dikare li cihê ”li mal, li malê” ya kurmancî van her sê awayan di berhemên soranî de bibîne:

  • le mał da, le małda, lemałda له‌ ماڵ دا، له‌ ماڵدا، له‌ماڵدا

 

Nivîsîna biwêjan: Bi taybetî jî gava ku çend peyv bi hev re maneyeke taybet didin, lihevnekirina li ser nivîsîna wan bi hev re yan ji hev cuda zelal e. Loma gotina beramberî ”di van nêzîkan de, piştî demeke kurt” di soranî de dikare bi çendîn awayên nivîsînê were dîtin:

  • له‌ ئه‌م زوویانه‌ دا، له‌م زوویانه‌ دا، له‌م زوویانه‌دا، له‌مزوویانه‌دا
  • le em zûyane da, lem zûyane da, lem zûyaneda, lemzûyaneda

Yan li cihê ”wan dest pê kir” ya kurmancî:

  • destyan pê kird, destyan pêkird, destyanpêkird ده‌ستیان پێ کرد، ده‌ستیان پێکرد، ده‌ستیانپێکرد

 

Heta lihevkirineke kafî derbarê nivîsîna pêve yan cuda ya girêdeka ”û” jî peyda nabe. Loma mirov dikare li cihê ”ez û tu” van hemû varyantan di nivîsên bi soranî de bibîne:

  • min w to, minw to, min wto من و تۆ، منو تۆ، من وتۆ

 

 

Standardnebûna gelek peyvên bingehîn

Li ser awayê standard yê hin peyvên herî sade jî lihevkirinek peyda nebûye. Bo nimûne, li cihê peyvên kurmancî ”gotin” û ”li gel, bi … re” di soranî de hin kes dinivîsin ”wutin/witin” û ”legeł” û hin kes jî ”gutin” û ”degel”.

 

Standardnebûna xalbendiyê

Di bikaranîna xalbendiyê (nuqte, bêhnok, nîvnuqte, dunuqte, dunik, kevanok û hwd.) de çendîn kêşe û lihevnekirin di nivîsên soranî de berçav in.

Yek ji diyardeyên serekî bikaranîna hevokên dirêj bêyî ti xalbendiyê yan jî tenê bi alîkariya nuqteyekê li dawiya teksteke dirêj e. Herwiha bikaranîna zêde ya du nuqteyên li pey hev (..) beloq e.

Ji ber ku di alfabeya kurdî-erebî de herfên gir (A B C…) ji herfên hûr (a b c…) nayên cudakirin, lihevnekirinek li ser awayê nivîsîna navên taybet (xaseten navên mirovan) heye. Hin kes wan bêyî ti nîşanên taybet dinivîsin, hin kes wan di kevanokan de dinivîsin û hin jî di dunikan de. Loma mirov dikare bo nimûne navê Ehmed Hesen wiha di tekstên cuda de bibîne:

  • ئه‌حمه‌د حه‌سه‌ن
  • (ئه‌حمه‌د حه‌سه‌ن)
  • “ئه‌حمه‌د حه‌سه‌ن”

 

Encam

Armanca vê nivîsarê ne ew e bibêje ku soranî rast nayê nivîsîn yan bi kêrî zimanê nivîskî nayê. Di her zimanî de hin standardnebûn yan dustandardî hene.

Armanca vê nivîsarê ew e ku bersiva wan idiayan bide ku dibêjin ”soraniya standard bûye lê zarên din yên kurdî ti awayên standard yên nivîskî nînin”.

Di meseleya nivîsînê de di sedsala 20an de bi soranî ji bi kurmancî zêdetir berhem hatine nivîsîn û çapkirin. Di sedsala 21 de herdu bi hev re gavan diavêjin. Lê idiaya ku dibêje soranî standard bûye û kurmancî na, idiayeke bêbingeh e.

Di herdu zarên kurdî yên serekî de hem pêşveçûneke berçav diyar e û hem jî hê kêmasiyên mezin hene. Kêmasiyên soraniya nivîskî – eger ne ji yên kurmancî pir zêdetir bin jî – bi ti awayî ne kêmtir in.

_________________________

TÊBÎNÎ

[1] Heman pirsgirêk di ”behdînî” anku kurmanciya bi alfabeya kurdî-erebî de jî serdest in.

Daçek di kurdî de

JI: Kovara Kanîzar, hejmar 5

husein muhammed
Husein Muhammed

(Wek pdf vekin û bixwînin)

 

Di tarîka şeva hicran çiraxek sîfet im ya Reb
Ji ser heta piyan ar e, bi carek vêketim ya Reb

Nema min sebr û aramek ji ber jana evîna dil
Evîn behr e belê tenha di ber pêlan ketim ya Reb

Ji dilber dûr ketim lewra bela ser daye can û dil
Temaşa nakî ey zalim kî ez bêtaqet im ya Reb

Meger pirsê li min nakî belê tim tê xiyala min
Şev û rojan bi nalîn im bi ah û hesret im ya Reb

Şev û rojan bi kovan im bi bilbil re dilovan im

Hevalê xuncê baxan im, ji gul ez dûr ketim ya Reb

Di gel bilbil dinalim ez, zirav im wek hilal im ez
Şikestî rengê dal im ez, di halê hirqet im ya Reb

Di kûra ‘eşqê borî me, yeqîn ez pîrê torî me
Di ”lailma” derûrî me, di qeyda hicret im ya Reb

Meger ez Rustemê kurd im, firaqê ez nexweş kerdim
Cegerxwîn im siyahçerd im di kunca xelwet im ya Reb

Cegerxwîn: Şeva hicran[1]

 

  1. MIJAR Û PEYVNASIYA WÊ

Daçek (adpozisyon, bi inglîzî adposition) birreke peyvan (word class) ya rêzimanî ye ku têkiliyên cihî yan demî diyar dike yan jî hin erkên wateyî nîşan dike.

Daçek li gel navdêran, cînavan, rengdêran, hokeran yan jî komikên navdêrî tên bikaranîn. Ji van gotinên bi daçekan re tên bikaranîn di rêzimanê re temamker (complement) yan jî berkara daçekî (object of the preposition) tê gotin. Daçek û temamker bi hev re dibin komika daçekî (adpositional phrase).

Di kurdî de daçk dikarin pêşdaçek (prepositon), paşdaçek (postposition) yan jî dordaçek (circumposition) bin.

Pêşdaçek (preposition) dikevin berî temamkerên xwe (daçek di nimûneyan de hatine qelewkirin):

  • li malê
  • bi kêran
  • ji Kurdistanê
  • bo me kurdan
  • ji kû?
  • heta niha
  • bi xwandin û nivîsînê

Dordaçek (circumposition) ji du yan zêdetir beşan pêk tên ku bi kêmî beşeke wê li pêş û beşek î li paş temamkerê ye:

  • di kitêbê de
  • ji min re
  • bi hevalên xwe re
  • ji wê rojê ve
  • ber bi malê ve
  • ji sala 1994 şûn de

Paşdaçek (postposition) ew daçek in ku dikevin pey temamkera xwe:

  • kû ve, kû de, pişt re, dû re

Paşdaçekan bêyî pêşdaçekan di kurmanciya nivîskî de diyardeyeke nadir e. Anku gava ku mirov paşdacekan di kurmancî de bi kar tîne, di zimanê nivîskî û di devokên rojhilatî û navendî de adeten pêşdaçekan jî pê re dibêje yan dinivîse anku wan bi hev re dike dordaçek.

Read More »

XALBENDÎ di nivîsîna kurdî de

JI: Kovara Kanîzar, hejmar 5

__________________________________

Wek pdf vekin û bixwînin.

Mehmet Özer

 Ozer

Me di vê nivîsê de mijara bikaranîna xalbendiyê ya di zaravayê kurmancî de esas girtiye.

Berî ravekirina taybetmendiyên her xalbendikekê, me di sê zaravayên kurdî (kurmancî, kirmancî*[1] û soranî), sê zimanên cînar (tirkî, farisî û erebî) û zimanekî sereke yê ku di Cîhanê de herî zêde tê bikaranîn, îngilizî de navê wan nivîsiye.

Wek tê zanîn bikaranîna nîşaneyên xalbendiyê; bi piranî û bi awayekî berbelav, di zimanên bi tîpên latinî têne nivîsandin de xuya dibe. Ji ber vê sedemê, hinek nişane, sembol û karakter di zarava û zimanên bi tîpên aramî têne nivîsandin de peyda nebûn. Ew ên peydanebûyî jixwe di wan zimanan de bi awayekî berbelav nayên bikaranîn.

Bi nirxandin, rexne, pêşniyar û şîroveya xwe di amadekirina vê nivîsê de keda heval û hogirên li dewerên cuda de dijîn jî heye. Bi taybetî peydakirina berdêla peyvên di zarava û zimanên cuda de…

Ew kes û saziyên ku berî me di heman mijarê de kedeke bêhempa dane û her yek wekî kulîlkeke baxçê zimanê kurdî; pirtûk, kovar û meqaleyên em gihîştinê û me jê sûd girtine jî di rupelên dawî de amadene.

Wek her karî di vê nivîsê de jî lewazî, kêmasî û çewtîyên ku em tênegihîştine jî hene niha.

Em hêvîdarin ku bi nirxandin, rexne, pêşniyar û şîroveya we xwendevanên hêja, em ê nexşandina zimanê xwe bigihînine qonaxeke geştir.

Read More »

Dengê ”i” – peydabûn û windabûna wî

Husein Muhammed

i

Di nivîsên kurmancî de”i” herfa herî mişe ye yan jî piştî herfa ”e” ya herî mişe ye. Ev vokalekî bilind û pêşî ye anku di devî de li nêzîkî banê devî û li pêşiya devî (ne li paşiya wî) tê çêkirin. Ew dengekî ne-gilor (ne-girovir) e anku lêv di dema derxistina wî de pehn in, ne dudikî ne.

Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) bi nîşana [ɪ]. Mirov dikare li vê derê guh bide wî dengî:

http://en.wikipedia.org/wiki/File:Near-close_near-front_unrounded_vowel.ogg

Ev deng di alfabeya kurdî-erebî de li nava peyvê nayê nivîsîn. Bo nimûne, peyvên ”kirin, bir, sifir, rind” wek ”krn, br, sfr, rnd” tên nivîsîn. Bi alfabeya kurdî-krîlî ew wek ь dihat nivîsîn.

 

Berhevdan li gel ”ɪ”ya tirkî û ”kesre” ya erebî

Dengê ”i” yê kurdî nêzîkî lê ne wek dengê ”ɪ” (i-ya bênuqte) ya tirkîye. Cudahiya wan ew e ku ”i” ya kurdî li pêşiya devî lê ”ɪ” ya tirkî li paşiya devî çêdibe. Dengê wek ”ɪ” ya tirkî bi alfabeya IPAyê wek [ɯ] tê nivîsîn. Mirov dikare li vê derê guhdariya wî bike:

Read More »

DIYARKIRINA DENGÊN CUDA YÊN Ç, K, P, T

Husein Muhammed

Gelek caran gazin ji alfabeya kurdî-latînî ya standard tê kirin ku ew hemû dengên kurdî di xwe de nahewîne. Bo nimûne, tê gilîkirin ku em tenê K-yekê yan T-yekê dinivîsin tevî ku me du K û heta çar T-yên cuda hene. Alfabeya kurdî-erebî jî van dengan bi herfên ji hev cuda nanivîse.

Lê daxwazkerên zêdekirina herfan li alfabeyê ji bîr dikin ku zêdekirina herfan heke xwandinê piçekê hêsantir bike jî, bi hêsanî rastnivîsînê dijwartir dike û xeletiyên nivîsînê zêde dike. Bo nimûne, yek ji daxwazkerên dengbilind yên zêdekirina herfan yan diyarkirina dengên Ç, K, P, T yên cuda bi alîkariya apostrofan, nivîskar Ezîzê Cewo ye. Ew dixwaze em wan dengên bipif (bihilm, hewadar, ”req”) û yên bêpif (bêhilm, bêhewa, ”nerm”) ji hev cuda bikin[1]. Di nivîsên xwe de ew vê cudakirinê li ser navê rastnivîsîn û rastgotina peyvên kurdî diparêze. Lê heke mirov nivîsên wî bixwîne, mirov dibîne ku ew bi xwe bi berdewamî wan xelet dinivîse tevî ku mirov dikare wî wek bikarînerekî pispor û ne-sade yê zimanê kurdî bihesibîne jî.

Read More »

Kanîzar 1: Kurterêbera rastnivîsînê

nivisin

Li vê derê em ê rêbazên bingehîn yên kovara Kanîzar bo rastnivîsînê diyar bikin. Li şûna ku em dûr û dirêj meseleyê rave bikin, em ê bi çend nimûneyan merema xwe pêşkêş bikin.[1]

Kovara Kanîzar wiha dinivîse:

  • ”ku”, ne ”ko”: ew dibêje ku…
  • ”çiya, jiyan, kiriye, xaniyê me…”, ne ”çîya, jîyan, kirîye, xanîyê me…”
  • ”ji bo, li gel, li ser…”, ne ”jibo, ligel, liser…”
  • “kurd im, kurd î, kurd e, kurd in”, ne “kurdim, kurdî, kurde, kurdin”
  • “zimanê kurdî, gelê kurd, adar, newroz”, ne “zimanê Kurdî, gelê Kurd, Adar, Newroz”
  • “ez ê bikim, min ê bikira”, ne “ezê bikim, minê bikira”
  • ”hevalê min ê baş”, ne ”hevalê minê baş”
  • ”zimannasî, serokkomar, xurttir, bilindtir…”, ne ”zimanasî, serokomar, xurtir, bilintir…”
  • “bigirim, binivîse, nekişînin…”, ne “bigrim, binvîse, bikşîne…”
  • ”Chomsky, Einstein, Shakespeare…”, ne ”Çomskî, Aynştayn, Şêkirspîr…”

Kovara Kanîzar

___________________________________

[1] Bo agahiyên berfirehtir, binêrin: Rêber – Rêbernameya rastnivîsîna kurdî

PIR: Hînkera alfabeya kurdî-erebî

Husein Muhammed

kurdi3

Zimanê kurdî xwedî du alfabeyên standard yên di rewacê de ye: kurdî-latînî û kurdî erebî[1].

Ji bilî van herdu alfabeyan, demeke dirêj herwiha bi alfabeya kurdî-krîlî jî (wek alfabeya zimanê rûsî) hatiye nivîsîn lê niha ev alfabe ji rewacê ketiye.

Alfabeya kurdî-latînî li hemû welatên kurdîaxiv li kar e. Li Bakurê Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê ew tekane alfabe ye ku kurd pê dinivîsin. Li welatên Sovyeta berê jî êdî bo nivîsîna kurdî tenê ew alfabe li kar e. Li Başûrê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê herdu alfabeyên kurdî-erebî û kurdî-latînî li kar in lê li van herdu beşên Kurdistanê alfabeya kurdî-erebî serdest e. Li Başûrê Kurdistanê kitêb û rojnameyên kurmancî (behdînî) jî bi piranî bi alfabeya kurdî-erebî tên nivîsîn lê malper bi piranî bi alfabeya kurdî-latînî ne. Li Rojhilata Kurdistanê û li Xorasanê kurmancî bi alfabeya kurdî-latînî tên nivîsîn, soranî teqrîben bi temamî bi alfabeya kurdî-erebî û kurdiya başûrî (ku mixabin kêm tê nivîsîn) carinan bi alfabeya kurdî-erebî û carinan jî bi alfabeya kurdî-latînî tê nivîsîn.

Ev rêbername alfabeya kurdî-erebî hînî xwandevanên alfabeya kurdî-latînî dike.

Veke û bixwîne: Pir

___________________________________________

[1] Hin caran navê ”alfabeya aramî” li alfabeya kurdî-erebî tê kirin lê ew tenê propaganda ye: alfabeya kurdî-erebî ji bilî 5-6 herfan bi temamî wek ya erebî ye lê pir ji alfabeya aramî cuda ye: https://en.wikipedia.org/wiki/Aramaic_alphabet

Gelo em hewceyî zêdetir herfan in?

Husein Muhammed

alfabe1

Gelek kes gazinan ji alfabeya niha ya kurdî-latînî dikin ku hemû herfên pêdivî tê de nînin. Giliya hin kesan li ser du cûnên cuda yên Ç (çar / çav), K (kar / kirin), P (perde / pênc), T (teze / te) ye.

Hin kes itirazê ji hindê dikin ku “L-ya qelew” ya wek di peyva “welat” de ji “L-ya zirav” ya wek di peyva “lazim” de bi nivîsînê nayê cudakirin. Hin gazî dikin daku em R-ya“ser” û ya “şer“ wek hev nenivîsin. Axîn û nalîna hin kesan jî li ser wê ye ku H-ya peyva “heft” jî wek ya peyva “heval” tê nivîsîn.

Helbest hin kes dixwazin ku “i” bibe“ı” û “î” bibe “i”. Hinên din jî bang dikin ku divê „ç“ bibe „c“, „č“ yan „ch“;„c“ bibe „j“; „ş“ bibe „sh“ yan „š“ û„î“ û „û“ bibin „í“ û „ú“. Lê em ê di vê nivîsê de tenê li ser wan gaziyan bisekinin yên ku dibêjin alfabeya niha têra me nake û pêwîstiya me bi hin herfên din jî heye (bo nimûne du H yan du R). Em ê li ser wan gazinan nesekinin yên ku dibêjin bila herfeka niha bi herfeka din bê guherandin (bo nimûne „ş“ bibe „š“yan „sh“.)
Read More »