(Beşên pêştir: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6)
Husein Muhammed
7) Nivîsîna -iy- wek -îy- ti pirsgirêkan çareser nake, tenê pirsgirêkên nû tîne
Ji destpêka nivîsîna kurmancî bi alfabeya latînî ya Hawarê heta nêzîkî sala 2010, teqrîben her berhem wisa dihat nivîsîn ku li her dera peyvan berî Y ji herfên ”i” û ”î” ya ”i” dihat nivîsin. Bo nimûne:
- çiya, jiyan, siyaset, ziyan… (ne: çîya, jîyan, sîyaset, zîyan)
- xaniyê me, gundiyên hejar, kuştiyên cengê… (ne: xanîyê me, gundîyên hejar, kuştîyên cengê…)
Di deh salên borî de hinek kesan serî dijî vê yekdengî û lihevkirinê hildaye û gilî û gazin dikin ku çima em î-ya li dawiya peyvên wek ”xanî, gundî, kuştî” berî Y bi ”i” diguherînin û dikin ”xaniyê me, gundiyên hejar…”
Bi nêrîna wan, madem ku di eslê peyvê de -î heye, divê em wê di rewşên çemandî û ravekî de jî biparêzin û wiha binivîsin: ”xanîyê me, gundîyên hejar…”
Ev nêrîn bi ser ve wek dîtineke ”zanistî” û ”rewa” dixuye. Ew di nav gelek kesan ve zû popûler bû.
Rêber jî ketiye pey parastina nivîsîna bi awayê -îy-.
Lê wek ku em ê li jêr baş bibînin, mixabin nivîsîna wek -îy- ti pirsgirêkan çareser nake lê gelek tevliheviyên mezin peyda dike.
Em ê çawa bizanin çi peyvan bi -iy- û çi bi -îy- binivîsin?!
Alîgirên -îy- pêşî bi dawa ”parastina” -î ya li dawiya peyvên di halê xwerû de dest pê kirin û wan idia kir ku neheqî ye ku mirov ”xanî” bike ”xaniyê me” û divê wek ”xanîyê me” ”orijînaliya” peyvê biparêze.
Lê wan bi qest an ji bêhemdî xwe bi carekê qutiya Pandorayê vekir.
Di demeke kurt de wan û peyrewên wan ne tenê î-ya dawiya peyvan di rewşên çemandin û ravekî de parast, lê wan dest pê kir êdî li gelek cihên din jî yên peyvê – heta li her dera peyvê jî – li cihê -iy- êdî -îy- binivîsin. Bo nimûne:
- medenîyet, şexsîyet, zihnîyet…
- jîyan, dîyar…
- dîyanet, sîyanet, sîyaset…
- çîya, dîyarî, gîyan, zîyan…
- vîyan, şîyan, nîyan…
- min kirîye (ji ”kirin”), min kirîye/kirrîye (ji ”kirîn, kirrîn), min birîye (ji ”birin”), min birîye/birrîye (ji ”birîn, birrîn”)…
Wek ku mirov dikare bibîne, di van hemû peyvan de -iy- yan -îy- wek hev tên gotin û ne mimkin e ku bi gotinê yan bi bihîstinê mirov ji hev ferq bike ka kengî divê wek -iy- û kengî wek -îy- binivîse eger nivîsîna wek -îy- qet qebûl bike.
Di pratîkê de, alîgirên ”parastina” -î- ya berî Y ne tenê -î li cihê bi rastî heyî parast, lê wan bi temamî – yan teqrîben temamî – dest ji nivîsîna -iy- li her dera her peyvê berda.
Eger em nivîsîna -îy- qebûl bikin, gelo bi rastî di van hemû nimûneyên me de û di peyvên hevşêweyên wan de herdem -îy- heye yan jî carinan -iy- ye û carinan jî -îy-?
Eger em paşgira ”-yet” ji peyvên wek ”medenîyet, şexşîyet, zihnîyet” biavêjin, em ê bibînin ku ew dê wek ”medenî, şexsî, zihnî” bimînin ku di zimanê me de tên bikaranîn û li dawiya wan -î heye.
Loma eger mirov awayê -îy- qebûl bike, divê ku van peyvan wek ”medenîyet, şexsîyet, zihnîyet” binivîse.
Ji peyvên wek ”jîyan, dîyar” jî em dikarin bibînin ku ya yekem têkilî lêkera ”jî-n” e ku î tê de heye. Herwiha peyva duyem jî têkilî ”dî-tin” e ku dîsa î tê de heye.
Anku eger em -îy- qebûl bikin, divê ku em van peyvan wek ”jîyan, dîyar” binivîsin.
Heta vê derê texmînen mesele hêsan bû çunkî kesên ku piçekê jî hay ji etîmolojiya peyvan hebe, dizanin ku ev peyv çawa peyda bûne.
Lê niha em li nimûneyên din binêrin. Gelo divê em van peyvan çawa binivîsin:
- ”diyanet, siyanet, siyaset” an ”dîyanet, sîyanet, sîyaset”?
- ”çiya, diyarî, giyan, ziyan” an ”çîya, dîyarî, gîyan, zîyan”?
Di tirkî de peyvên rêza pêştir wek ”diyanet, siyanet, siyaset” tên nivîsîn. Lê ji ber ku i-ya tirkî li cihên din beramberî î-ya kurdî ye, gelek îy-parêz dilezin û van peyvan wek ”dîyanet, sîyanet, sîyaset” dinivîsin.[1]
Lê eslê van peyvan ne tirkî ye heta ku mirov di wê mijarê de tirkî wek nimûne ji xwe re bigire. Di erebî, farisî û kurdiya bi alfabeya erebî de ti herfên beramberî ”i” ya kurdî-latînî nînin. Lê dîsa jî ev her sê ziman van peyvan wek ”dîyanet, sîyanet, sîyaset” nanivîsin lê wan wek ”dyanet, syanet, syaset” dinivîsin ku zêdetir beramberî ”diyanet, siyanet, siyaset” yên kurdî-latînî ne.
Di mijara peyvên wek ”çiya, giyan, ziyan” de jî ti alîkariyeke wek ya peyvên ”jiyan, diyar” nîne heta ku em bizanin ka di eslê wan de -i- yan -î- heye daku em rast binivîsin. Loma piraniya îy-parêzan dilezin û wan wek ”çîya, dîyarî, gîyan, zîyan” dinivîsin bêyî ku bizanin ka rastiya eslê peyvê çi ye. Sebeb ew e ku di rastiyê de ti cudahiyeke ku mirov bi gotinê yan bi bihîstinê pê bihese di navbera -iy- / -îy- ya dengên ”diyar, jiyan” û ”çiya, giyan, ziyan” de nîne.
Lê gava ku em li zimanên lêzim binêrin, em ê bibînin ku di eslê wan de -î- nîne. Bo nimûne, peyva ”ziyan” di zimanên din yên îranî de wek ”ziyan” an ”zyan” tê nivîsin (bi soranî, farisî, belûçî û zimanên îranî yên erebînivîs زیان anku /zyan, ziyan/ lê qet ne زییان /zîyan/). Di zimanên kevn yên hindûîranî de jî ew wek /zyan, ziyan, cyan/ dihat nivîsîn.[2]
Bi heman awayî peyva ”giyan” di ti zaravayên kurdî yan zimanên din yên îranî de wek ”gîyan” nayê nivîsîn lê wek ”giyan” an wek ”gyan” tê nivîsîn (bi zimanên erebînivîs گیان /gyan, giyan/ lê ne گییان /gîyan/). Di hin zimanan de jî sivik bûye û bûye ”gan” (zazakî) yan ”can” (farisî, kurmancî).[3]
Dîsa îy-parêz peyva ”çiya” bi piranî yan herdem wek ”çîya” dinivîsin. Lê dîsa jî gava ku em berê xwe bidin zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî, em ê baş bibînin ku di eslê wê de di rastiyê de -î- nîne lê -i- heye. Bo nimûne, soranî چیا (çiya, çya – lê ne چییا /çîya/), kurdiya başûrî ”çiga, çixa” (ne ”çîga, çîxa”), farisî چکاد (çikad, çekad, ne چیکاد /çîkad/), pehlewî ”çikad, çekat”.[4]
Di hinek peyvan de jî mirov bi rastî nikare bizane ka di eslê peyvê de -i- yan jî -î- heye. Bo nimûne, di peyva ”diyarî” ya bi wateya ”hediye” de belkî wek di peyva ”diyarî” (diyarbûn, xuyabûn) de bi eslê xwe -î- hebe. Lê ji aliyê etîmolojî ve ”diyarî” ya bi wateya ”hediye” bi zelalî ne ji peyva ”dî-tin” e lê têkilî peyva ”dan, dayîn” e. Lê di peyvên ”dan, dayîn” de ti -i- yan -î- berî Y nînin heta ku mirov bikare biryar bide ka kîjan ji wan di eslê peyva ”diyarî” de heye.
Yan eger em -îy- qebûl bikin, gelo em ê van peyvan wek ”viyan, şiyan, kiyan, niyan” yan jî wek ”vîyan, şîyan, kîyan, nîyan” binivîsin?
Gelek ji amadekarên Rêberê, herwiha di amadekariya Ferhenga kurdî (kurmancî) – tirkî ya nû de ku ”ji bo rastnivîsînê” ye, cih girtiye. Wan ev peyv bi awayên ”vîyan, nîyandin” anku bi -îy- nivîsîne.[5]
Lê wek ku li jortir hatiye diyarkirin, di rehê van peyvan de ne -i- û ne jî -î- lê -ê- heye: di-vê-(n), di-nê-(n), di-şê-(n), di-kê-(n)…
Îcar bi çi heq û hikmetê mirov dikare biryar bide ka divê ew wek ”vîyan, nîyan…” yan wek ”viyan, niyan…” bên nivîsîn eger mirov nivîsîna -îy- jî qebûl bike?
Yan jî kerem bikin li van peyvan binêrin:
- birin, hatin, kirin, meşîn, vegerîn, xwarin
Gelo eger em bixwazin van peyvan ku di dema borî ya dûdar de bi kar bînin, em ê wan çawa binivîsin?
- Bi -iy- wek: biriye, hatiye, kiriye, meşiye, vegeriye, xwariye?
Yan jî
- Bi -îy- wek: birîye, hatîye, kirîye, meşîye, vegerîye, xwarîye?
Berî ku em bersiva pirsê bidin, kerem bikin em li nivîsên du kesan binêrin ku herdu alîgirên bikaranîna -îy- ne:
Bahoz Baran, ku bi xwe jî yek ji danerên Rêberê ye, di nivîsareke xwe de bi awayê ”hatîye, nehatîye” anku bi -îy- dinivîse.[6]
Lê Baran Rizgar, ku ew jî alîgirekî nivîsîna -îy- ye, wan peyvan wek ”hatiye, nehatiye” dinivîse.[7]
Bo ku em bikarin bizanin ka di eslê xwe de kîjan ji wan rast e, em dikarin wan bidin ber hinek formên din yên heman peyvê:
- birine, hatine, kirine, xwarine
- biribû, hatibû, kiribû, xwaribû
Niha em dikarin bibînin ku di eslê wê van peyvan de de -i- heye (kir-i-ye, kir-i-bû), ne -î- (*kir-î-ye, *kir-î-bû).
Lê dîsa heke em îy-parêz bin, divê mirov binivîse ”(wî) kirr-î-ye, (ew) veger-î-ye”, ne ”(wî) kirr-i-ye, (ew) veger-i-ye” ji ber ku di eslê wan de ”î” heye, ne ”i”, wek ku ji dema borî ya dûr diyar e: ”(wî) kirr-î-bû, (ew) veger-î-bû”, ne ”(wî) kirr-i-bû, (ew) veger-i-bû”…
Wiha em dikarin bibêjin ku Baran Rizgarî rast nivîsiye ”hatiye, nehatiye” lê Bahoz Baranî şaş nivîsiye ”hatîye, nehatîye”.[8]
Anku heta ji danerên Rêberê bi xwe, bo nimûne Bahoz Baran di mînaka li jor de, nikarin meseleya -iy- û -îy- ji hev safî bikin eger mirov carinan -îy- binivîse lê li cihê ku -îy- jî tine be wê nenivîse!
Lê ya giring ne ew e ka kê ji îy-parêzan rast û kê jî xelet nivîsiye. Ya giring ew e ku ”parastina” -îy- sergêjiyeke gelek mezin peyda dike.
Kurdînivîsên normal bi taybetî lê heta zimannas jî nikarin herdem bi esehî bizanin ka ”îy” kengî bi rastî di rehê peyvê de heye û divê bê parastin û kengî jî rehê peyvê bi rastî ”iy” e. Û wek ku me di nimûneyên ”viyan, şiyan, kiyan, niyan” de dît, di rastiyê de di rehê wan de ne -iy- û ne jî -îy- heye loma bijartina yekê ji van herduyan hingê dibe tenê biryareke keyfî.
Li aliyekî din jî, herdem nivîsîna -îy- li cihê -iy- jî argumenta serekî ya îy-parêzan bi xwe pûç dike: Ew doza parastina dengan dikin lê heke mirov herdem binivîse -îy-, hingê -iy- ya bi rastî jî di eslê peyvê de heyî nayê parastin.
Ji xwe eger mirov carinan jî doza nivîsîna -îy- bike, wek di peyva ”jîyan” de lê li derên din jî doza nivîsîna ”iy” bike, wek di peyva ”hatiye” de, hingê mirov bi temamî serê kurdînivîs û kurdîxwînên normal gêj dike.
Bi kurtî û kurmancî: Nivîsîna bi awayê -îy- ti pirsgirêkan çareser nake. Ew tenê û tenê pirsgirêkên nû peyda dike.
_______________________________________________
TÊBÎNÎ
[1] Bo nimûne di ”Ferhenga kurdî (kurmancî)-tirkî ya nû” ya ”ji bo rastnivîsînê”, ku amadekarên wê bi piranî ji danerên Rêberê pêk tên, de peyva ”diyanet” wek ”dîyanet” hatiye nivîsîn. Peyvên “siyaset, siyanet” tê de nînin lê texmînen bi nêrîna amadekarên ferhengê divê ku ew jî wek ”sîyaset, sîyanet” werin nivîsîn.
[2] https://en.wiktionary.org/wiki/%D8%B2%DB%8C%D8%A7%D9%86#Persian
[3] https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/h%E2%82%82enh%E2%82%81-
[4] https://ku.wiktionary.org/wiki/%C3%A7iya
[5] Peyvên ”kiyan, şiyan” di ferhenga wan de cih nagirin lê texmînen ew jî li gor wan divê wek ”kîyan, şîyan” werin nivîsîn.
[6] http://www.amidakurd.org/ku/tekst/kurd%C3%AEya_akadem%C3%AEk (nivîsar li wir di dosyeke pdf de ye û wek belge li cem min qeydkirî ye.)
[7] https://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/netew
[8] Ev hinekî heta trajîkomîk e jî ji ber ku berê Bahoz Baran jî ev paşgir wek -iye (ne -îye) dinivîsî û kurtelêkolînek jî li ser wê paşgirê nivîsiye: http://www.amidakurd.org/ku/tekst/p%C3%AAveka_kes%C3%AA_s%C3%AAyem%C3%AEn_%C3%AA_yekjimar