Husein Muhammed
Di dengnasiya kurdî û piraniya zimanên latînînivîs de G / g dengê ”seknî-paşdevî-bilerz” e. Mebest ji ”seknî” ew e ku di dema derketina wî dengî de hewa pêşî bi temamî tê sekinandin anku rawestandin berî ku tê berdan. Merem ji ”paşdevî” ew e ku di dema derketina vî dengî de ziman bi paşiya devî dikeve. Mexsed ji ”bilerz” ew e ku di dema gotina G de perdeyên dengî di gewriyê de dilerizin.
Di alfabeya kurdî-erebî de û herwiha farisî û hin zimanên din jî yên erebînivîs de ev deng bi herfa گ tê diyarkirin. Di erebiya standard de ev deng nîne lê di hin devokan de C, K yan Q yên erebiya stanrdard wek G tên gotin. Di alfabeya kurdî-krîlî û piraniya zimanên krîlînivîs de ev deng bi herfa Г (gir) û г (hûr) tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) de jî ev deng bi herfa [g] tê nivîsîn.
Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:
https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiced_velar_stop.ogg
Peydabûna G di peyvan de
Li gor lêkolînên me yên berî niha[1], rêjeya herfa G di nivîsên kurmancî de 1,3 % e. Di nav herfan de neh ji wê kêmtir û 21 jî jê zêdetir peyda dibin.
Di kurdî de G dikare li destpêk, nav û dawiya peyvan peyda bibe:
- destpêk: gav, gel, gir, gêre, gîsk, gore, gund, gûz…
- nav: agir, ceger, egîd…
- dawî: beg, reng, bêjing…
Lê di peyvên xwemalî yên xwerû de, li nav û dawiya peyvê, peydabûna G di kurmancî de bisinor e. Gava ku li dawiyê peyda dibe jî, xaseten li pey N e:
- ceng, deng, dereng…
Li pey R dikare hebe lê ji gelek devokan de ketiye:
- gurg – gur
Carinan jî dikare li peyvê zêde bûbe:
- qaling / qalind ji qalin ji tirkî kalın
Peydabûna dîrokî ya G
Dengê G ji zemanê makezimanê proto-hindûewropî ve di kurdî de hebûye. Loma hin peyvên ku bi kurdî bi G ne, di zimanên din jî yên hindûewropî de dîsa bi G ne:
kurmancî | gav[2] | giran | girtin |
soranî | (hen)gaw | giran | girtin |
farisî | gam | giran | giriften |
pehlewî | gam | geran | gir- |
avestayî | gamen | gowro | greb-, gerib- |
sanskrîtî | gaççati | gurû | grebh- |
yûnanî | – | baru | – |
latînî | venio[3] | gravis | – |
lîtwanî | gimti[4] | – | – |
inglîzî | come[5] | – | grab |
Lê dîsa jî di gelek ji peyvên niha G heyî de di zimanên kevn yên îranî û/yan di zimanên din yên hindûewropî de ne G lê dengekî din, xaseten V yan W hebû:
kurmancî | farisî | pehlewî | avestayî |
gul | gol | gil | veridhe |
gu-neh, bi-nas |
go-nah | – | vi-nas |
Herwiha bo nimûne:
- kurmancî gul, gur(g), zazakî vil, verg
- kurmancî gotin, soranî wutin / gutin, hewramî watey, zazakî vatene
- kurmancî germ, inglîzî warm
Di kurmancî bi xwe de jî gotin lê –bêj- wek di-bêj-im, stran-bêj.
Ji kurmancî jî zêdetir, di farisî de B gelek caran bûye G:
- kurmanî beraz, birsî/birçî
- farisî goraz, gorosnê
Di çend nimûneyên nadir de, di soranî de G li dawiya peyvê li cihê H ya kurmancî ye:
- kurmancî: reh / rih[6]
- soranî: reg
Di kurmancî de G di komdengên NG de di hin devokan de carinan cihê K digire:
- birak (bira+k) > birang
- çok > çong
Di kurdiya başûrî[7] de K gelek caran dibe G:
- kurmancî ”nêzîk”, soranî ”nizîk” lê başûrî ”nizîg”
- kurmancî ”-ek” (wek ”sêvek”), soranî ”-êk” (sêwêk) lê başûrî ”-êg” (sîwêg)
- soranî ”-ekan” (wek ”sêwekan”) lê başûrî ”-egan” (”sîwegan”) anku ”[filan] …-an” (sêvan, wan sêvan)
Di tirkî de jî G-ya niha li destpêka peyvên xwemalî bi eslê xwe ji K-ya tirkiya kevn e. Bo nimûne: ”gelmek” (hatin) ji tirkiya kevn ”kelmek”, ”gitmek” (çûn) ji ”kitmek”, ”gün” (roj) ji ”kün”, ”göz” (çav) ji ”köz”. Lê di peyvên ji tirkî wergirtî de, berevajî tirkiya niha, kurmancî K-ya tirkiya kevn parastiye yan jî ew kiriye Q:
- koç, koçer ji tirkiya kevn köç, köçer, bi tirkiya niha göç, göçer
- qenc ji tirkiya kevn kenç, bi tirkiya niha genç ku di dema tirkiya niha de wek genc dîsa ketiye kurdî[8]
Li hêla din, tirkî G ya di peyvên esil-îranî de gelek caran dike Y:
- beg > bey
- eger > eğer (bixwîne: eyer)
- dîger > diğer (bixwîne: diyer = din, dî, dîtir)
Ketina G ji peyvê
Carinan G bi dengê berî xwe ve dihele û taliyê bi temamî dikeve. Bo nimûne, heywanekî kovî heye ku di kurmanciya navendî de bi ”gur” tê navandin. Lê di zaravayên din yên kurdî de û herwiha di zimanên din yên îranî de G li dawiya wê peyvê heye:
- kurmanciya rojhilatî: gurg
- soranî: gurg
- farisî: gorg
- pehlewî: gurg
- hewramî: werg
- zazakî: verg
- avestayî: vehrke-
Anku bi zelalî G di kurmanciya navendî de ji vê peyvê ketiye, ne ku di kurmanciya rojhilatî de li peyvê zêde bûye.
Dengê G xaseten hingê dikeve gava ku ew tê berî K:
peyva xwerû | peyva pêkhatî bi nivîskî | peyva pêkhatî bi devkî |
bang | bang kirin | ban kirin |
deng | deng kirin | den kirin, dey (ne)kirin |
_________________________________
TÊBÎNÎ
[1] Husein Muhammed: Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de, http://nefel.com/kolumnists/kolumnist_index.asp?MemberNr=33
[2] Eslê peyvê di proto-hindûewropî de “gwem-“ bû û maneya “hatin, gav avêtin” dida.
[3] Ji proto-hindûewropî ”gwem-” di hin zimanan de bûye G û di hinan de jî V.
[4] Maneya “welidîn” anku “hatin dinyayê” dide.
[5] “Come” ya inglîzî wek “kam” tê gotin. Di inglîzî de G di vê peyvê de bûye K.
[6] Rehên gulûgiyayan, bi inglîzî root.
[7] Devokên feylî, kelhurî, kirmaşanî.
[8] Bo têkiliya navbera qenc û genc, bidin ber ciwan û law ku di hin devokan de maneya xort û di hinan de jî wateya xweşik, delal, spehî, rind baş didin.