Husein Muhammed
Tesîra zimanên serdest li Kurdistanê anku tesîra erebî, farisî û bi taybetî jî ya tirkî li ser zimanê kurdî gelek caran di gotin û nivîsînên kurdan de tên dubarekirin. Heta niha ev mijar di çarçoveya rexnekirin û gazinkirina ji tesîra tirkî (yan erebî yan farisî) li ser kurdî de maye. Kesên ku behsa wê mijarê kiriye, zêdetir bi armanca nefretkirina li rewşê û peydakirina revê ji vê tesîr û têkiliyê nivîsiye yan li ser axiftine.
Lê heta niha kêm bi zanistî û zimannasî li ser hatiye nivîsîn ka ev tesîr û têkiliya kurdî û tirkî (yan erebî yan farisî) çi ye û çawa ye. Tesîr an têkiliya zimanên behskirî li ser axiftina kurdî zêdetir mijara henek û tinaziyan bûye û li ser nivîsîna kurdî jî babetê rexnekirin û xweacizkirinê bûye.
Bawernameya anku teza doktorayî ya Orhan Varol Türkçe-Kürtçe Dil Etkileşimi (Têkiliya zimanî ya tirkî-kurdî) ji Zanîngeha Enqereyê hewl dide bi awayekî zanistî-zimannasî nêzîkî meseleyê bibe. Varol bi xwe kurd e lê teza xwe bi tirkî nivîsiye.
Mijara wî ne kurdiya nivîskî ye lê ew di teza xwe de têkiliya kurdî û tirkî di axiftina 25 kesên ji Wanê yên kurdîaxiv û tirkîaxiv de vedikole û şirove dike.