______________________________
Nûsînî: Profeser Peter Trudgill
Wergêranî: Hesenî Qazî
Eger miro inglîsiy ziman bê yan hêndêk sebaret be komellekanî inglîsiy ziman bizanê, detuwanê tenê be pêy em belge zimaniyaney lêre da amajeyan pê dekeyn be texmîn pile û helkewtî komellayetî em axêweraney xuwarewe helda. Axêwerî A: I done it yesterday (emin dwênê ewim kird), axêwerî B: I did it yesterday, axêwerî A: He ain’t got it (ew werî negirtuwe), axêwerî B: He hasn’t got it, axêwerî A: It was her what said it (ewe ew bû gutî), axêwerî B: It was her that said it.
Eger miro gwêy lew axêwerane, gwêy lew şitane bê, be texmîn way dadenê ke, B pile û helkewtî komellayetî le A beriztir bê, û miro be dilniyayiyewe çakî boçuwe. Ewe çone ke ême detuwanîn ew core şitane le yek bikeynewe?
Wulamî ew pirsiyare le hebûnî şêwezare zimaniyekan daye ke êsta be lehcegelî çînî – komellayetî yan, le layen hêndêk nûserewe be socîolêkt nêwzed kirawin. Le nêwan qisekirdinî ew dû axêwerane da ciyawazî rêzimanî heye û ewe serepetêke bo dirkandin û derxistinî paşxanî komellayetî ewan. Her weha eweş delwê, egerçî ewe le ser laperey çapkiraw da nîşan nedrawe, ke ew ciyawaziyane hawkat ciyawazî fonêtîkî û dengsazîşyan le nêwan dabê- wate, rawêjgelî (accents) ciyawazî çênî – komellayetîş hen. Ciyawaziyekanî nawkoyî komelle însaniyekan le zimanekanyan da reng dedenewe. Deste ciyawaze komellayetiyekan şêwezarî ciyawazî zimanî bekar dehênin û wekû endamanî be ezmûnî komellge zimaniyekan ême (û ew kese inglîsiyeke le bendî yekemî em kitêbeda) rahatûyn ke axêweran bew pêye polên bendî bikeyn.
Ciyawazêtî komellayetî boçî ew karlêkeriyey le ser ziman heye? ême dekrê amaje be le ber yek ronanî berewpêşcûnî ew şêwezare komellayetiyane û berewpêşçûnî şêwezare herêmiyekan bikeyn: le herdûk nimûnan da berhelist û mewda beruwalet xo derdexen. Lehcenasan (dialectologists ) dozîwyanetewe ke sinûrekanî lehcey herêmî zor car le tek berhelistî cugrafiyayî, yek degirnewe wekû çiya, zel û çom: bo nimûne, gişt axêweranî lehcegelî nerîtî le nawçekanî Birîtanya le serûy çomî Humber (le nêwan Lincolnşire û Yorkşire) da wûşey wekû House ( ‘hoose’ [ hu:s] ) hêşta be monophtong* derdebirn, le katêkda ew axêweraney ke xelkî lay Başûrî ew çomen bo çendîn sed sallan coreyek diphtongî**wêney [haws] yan bekarhênawe, û le Dewlete Yekgirtuwekanî Emrîka sinûrî nêwan lehcekanî Bakûrî û Nêwerast ( bo agadarî ziyatir biruwane bendî 8-î em kitêbe)le hêndêk nawçan hawterîbî çomî Ohio n. Her weha eweş rûn buwetewe ke herçendî mewday cugrafiyay nêwan dû lehcan ziyatir bê le rûy zimaniyewe ewendeş le yektirî dûr dekewnewe: bo nimûne, ew şêwezaraney inglîsiy Birîtanyayî ke le şêwey qisekirdinî London herî dûrin bêguman şêwezarekanî Bakûrî rojhelatî Scotland – Bujan in, û le Emrîkay Bakûrî ciyawazî here gewrey zimanî le nêwan şêwezare herêmiyekanî inglîsî da be berawirdkirdinî şêwey qisekirdinî Newfoundland û Mississippi be ciwanî derdekewê.