DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-1-

(Bo beşa duyem binêrin bitikînin.)

husein muhammed

Husein Muhammed

Lêkolîn û vekolîna reh û eslên peyvên kurdî ne tiştekî nû ye. Zêdeyî 150 salan e ku bi esehî hatiye diyarkirin ku kurdî yek ji zimanên îranî ye û zimanên îranî jî beşek ji malbata herî mezin ya zimanan anku ji zimanên hindûewropî ne. Gelek ji peyvên xwemalî yên kurdî wek yan nêzîkî hevwateyên xwe yên zimanên din yên îranî (bo nimûne farisî, belûçî, pehlewî, partî, avestayî) ne. Gelek ji peyvên kevnar û bingehîn yên kurdî (bo nimûne piraniya cînav, hejmar û navên endamên laşî) ne tenê hevrehên zimanên îranî lê herwiha hevrehên hevwateyên xwe yên di zimanên din jî yên hindûewropî de ne (bo nimûne di inglîzî, fransî, rûsî û hindî de).

Çend vekolînên giring yên etîmolojî li ser peyvên zimanên îranî hatine kirin. Hin ji wan tenê li ser kurdî hatine encamdan lê di piraniya wan de kurdî jî tenê yek ji wan zimanên îranî ye ku behsa etîmolojiya peyvên wan hatiye kirin. Vekolîn hem ji aliyê biyaniyan ve û hem jî ji hêla ”îranîaxivan” anku qisekerên yek yan çend zimanên îranî ve hatine encamdan. Vekolînên li ser rehnasiya (etîmolojiya) peyvên kurdî ve bi kêmî ji aliyê kurdan ve, ewropiyan ve û tirkan ve hatine kirin.

Li vê derê em ê behsa xebatên etîmolojî yên li ser kurdî û herwiha çend berhemên etîmolojî yên li ser zimanên din lê ji kurdî re jî giring (yên ku behsa peyvên kurdî jî dikin) rêz bikin. Em ê herwiha wan binirxînin jî anku bibêjin ka çi hêjahî û çi jî kêmasiyên wan hene.

Ferdinand Justi: Les mots étrangers en kurde, sala 1873

Bi qasî ku tê zanîn, kesê ku yekem car bi zanistî li ser reh û eslê peyvên kurdî nivîsiye, nivîskarê alman Ferdinand Justi bûye di nivîsara xwe ya bi fransî Les mots étrangers en kurde (Peyvên biyanî di kurdî de)[1] de hê sala 1873 bi kurtî (di 10 rûpelan de) peyvên biyanî di zimanê kurdî de kiriye mijara xwe. Tevî ku di vê nivîsara xwe ya kurt de helbet cih tine bûye ku reh û rîşên gelek peyvan bên pêşkêşkirin lê dîsa jî Justi kariye çend tiştên giring derbarê peyvên biyanî berçav bike: Ew dide zanîn ku di kurdî de peyvên bi taybetî ji erebî, tirkî û gurcî hene. Ew herwiha dibêje ku di kurdî de gelek peyvên bi eslê xwe ji farisî jî hene.

Hebûna peyvên bi eslê xwe ji erebî di hemû zimanên misilmanan de berbelav û mişe ne. Herwiha hebûna peyvên bi eslê xwe tirkî jî di kurdî de ne tiştekî xerîb e ji ber ku di dema lêkolînên Justi de piraniya kurdan (û xaseten devokên ku Justi lêkolîn li ser kiribû) li nav Imparatoriya Osmanî de dijiyan ku zimanê wê tirkî bû.

Justi herwiha zimanê gurcî wek yek ji çavkaniyên peyvên biyanî yên kurdî de dinivîse lê li gor zanîna niha hejmara peyvên gurcî di kurdî de pir bisinor e lê beramberî wê, peyvên bi eslê xwe ji ermenî zêdetir in ji ber ku têkiliya kurdî-ermenî yekser û rasterast bûye lê ya kurdî-gurcî ihtimalen herdem bi navberiya ermenî bûye. Anku bo gihiştina peyveke gurcî heta zimanê kurdî, divê ew pêşî di ermenî de bi cih bûbe û paşî derbazî kurdî bûbe.

Belkî giringtirîn tiştê ku Justi di nivîsara xwe de dibêje ew e ku wî fehm kiriye ku kurdî gelek peyv ji farisî jî wergirtine. Rast e ku kurdî û farisî du zimanên ji heman malbatê ne û piraniya peyvên wan yên wek hev yan nêzîkî hev, ne zimanekî ji wan ji zimanê din wergirtiye lê herduyan ew ji îraniya kevn wergirtine (eger peyvên îranî/xwemalî bin). Lê dîsa jî gelek peyv di kurdî û zimanên din yên îranî de (bo nimûne di peştûyî û belûçî û lurî de) hene ku wan piştî serbixwebûna zimanên îranî ew ji farisî wergirtine.[2] Sebeb ew e ku farisî demeke pir dirêj zimanê nivîskî û edebî, herwiha zimanê îdarî yê devereke pir berfireh bûye. Tesîra wî li cîranên wî – kurdî, tirkî, erebî, hindî jî di nav de – mezin bûye.

 

Paul Horn: Grundriss der neupersischen Etymologie, sala 1893

Wek ku ji navê ferhenga Paul Horn Grundriss der neupersischen Etymologie (Bingehê etîmolojiya farisiya nû)[3] diyar e, wî ne kurdî lê farisî ji xwe re wek bingehê vekolîna xwe bijartiye û rehên peyvên farisî vekolandine. Lê ji ber ku di farisî û kurdî de gelek peyvên hevreh hene, peydakirina reh û rîşên gelek peyvên farisî, bi awayekî neyekser herwiha xizmeteke mezin ji ronkirina serekaniya peyvên kurdî re jî kiriye.

 

Heinrich Hübschmann: Persische Studien, 1895

Mijara kitêba zimannasê alman Heinrich Hübschmann Persische Studien (Vekolînên farisî) ne kurdî lê farisî ye.[4] Berevajî Horn, Hübschmann heta nimûneyên kurdî jî li gel peyvên farisî nade. Lê dîsa vekolîna wî jî bi awayekî neyekser xizmeteke baş ji hemû zimanên îranî re dike ji ber ku piraniya heman peyvên di farisî de di zimanên din jî yên îranî de peyda dibin û vekolîna rehê peyvên farisî, dikare reh û rîşên gelek peyvên kurdî, belûçî, peştûyî û hwd. din jî ron bike û ron kiriye jî tevî ku Hübschmann ji vê bêdeng e jî.

 

Christian Bartholomoe: Altiranisches Wörterbuch, 1904

Şahesera zimannasê alman Christian Barthomoloe Altiranisches Wörterbuch (Ferhenga îraniya kevn)[5] peyvên avestayî û hexamenişî kirine ferhengeke pir birêkûpêk û herwiha li ber gelek peyvan diyar kiriye ka ew di serdema zimanên îranî yên navîn de (pehlewî, partî û hwd.) û di serdema zimanên îranî yên nû de (bo nimûne kurdî, farisî, belûçî, peştûyî) de bûne çi. Tevî ku pir kêm behsa kurdî dike jî, ew bi rêzkirin û ravekirina peyvên avestayî û hexamenişî û gelek caran girêdana wan bi pehlewî û farisî ve, karê etîmologên kurdî hinekî hêsantir dike van peyvan bi hevrehên wan yên kurdî ve jî girê bidin û rehên wan yên hevpar û kevnar peyda bikin.

 

Hraçya Acaryan: Հայերէն արմատական բառարան, 1926 – 1935

Berhema 7-bergî ya zimannasê ermen Hraçya Acaryan Հայերէն արմատական բառարան (Ferhenga Rehnasî ya Ermenî)[6] dîsa bi awayekî neyekser dikare wek vekolîneke gelek giring di etîmolojiya peyvên kurdî de were hesibandin. Sebeb ew e ku hem di ermenî de gelek peyvên bi eslê xwe îranî hene û hem jî di kurdî de hin peyvên ji ermenî wergirtî peyda dibin. Bi vekolîna serekaniyên van peyvan, Acaryan bi awayekî neyekser reh û rîşên gelek peyvên kurdî jî ron kiriye.

 

DÊ BIDOME.

_______________________

TÊBÎNÎ

[1] Nivîsara orijînal bi fransî li vê derê berdest e: https://zimannas.wordpress.com/2016/03/28/ferdinand-justi-les-mots-etrangers-en-kurde/

[2] Binêrin: Peyvên me ji kû tên?

[3] Orijînala berhemê ya bi almanî dikare li vê derê were xwandin: https://archive.org/details/grundrissderneu00horngoog

[4] Orijînala kitêbê bi almanî li vê derê berdest e: https://archive.org/details/persischestudie00hbgoog

[5] Orijînala ferhengê bi almanî li vê derê berdest e: https://archive.org/details/altiranischeswr00bartgoog

[6] Orijînala ferhengê bi ermenî li vê derê berdest e: http://www.nayiri.com/imagedDictionaryBrowser.jsp?dictionaryId=7

Advertisements

8 thoughts on “DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-1-

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s