Îşqilk li şahiyekê

Husein Muhammed, 1998

Dem: zivistanek berfîn.
Demjimêr: ji pênca êvarê hinekî derbas bûye.
Roj: yek ji wan şemiyên ez li nav malê bi keslanî û tembelî bigerim, ji TVyê kanalan biguhêzim û bernameyekê jî baş temaşe nekim – mala Xwedê ava be, îro nediçim fêrgeh û ne jî kargehê.
90px-DevChart_5yr_4-3
Lê bila ev şemî ne mîna yên din be. Berî niha bi du rojan ji min re dawetnameyek hatiye: “Êvarek şahiyê ya kurdî ji aliyê komîteya kurdên bajar de dê bê amadekirin…”

Ez jî bi kesên herî pêşîn re li ciyê em vexwendî me. Hêdî hêdî demjimêra min nîşan dide ko saet ji şeşan jî derbas bûye lê hê ji nû mêvan, her çend kes bi demekê li pey ên din dadikevin hundur… Bê dirêjandin: cejna ji bo demjimêr 17 plankirî dorên 18:30 bi bixêrhatinekê dest pê dike. Camêrê peyivkar çend rûpel nivîsîne û mebesta wî xwendina wan e. Lê qîjîn û çîpîna zarokan, sohbeta fatê û eyşêyên dayikên wan (“De ka tu bi Xwedê kî, te çima ev kiras û fîstanên ewqas bêtişe li xwe kirine!?” “De ka binere, ew a han a lûlaqrût û teşikxwar, haşa qûn û ***ê xwe nîşan vê xelk û alemê dide!”…) û kuxîn û kixîna bavên zarokan û burnût û tûtina dapîr û bapîran piştî destpêka peyivînê jî qet kêm nebûye. Belkî berevajî. Camêr du peyvan dixwîne, çaran nabihîze, heşt di gewriya wî re dixetimin… Wî baş zanî ka çawan hilket ser dikê lê, heram be, nizanî çawan jê hat xwarê!

Yekî din ji zarokên 12-salî kêmtir re pêşbaziiya “zanînê” amade kiribû. Yek ji pirsên wî ev bû: “Kurd li çend welatan dijîn?” Bersivên rengareng hatin dan. Dawiya dawîn wisan diyar bû ko pirser bi xwe jî bersiva rast nedizanî. Min hew tehemul kir, rabûm ser xwe û min jê re got: “Ez herî kêm du caran bi qasî temenê bersivdaran im lê ez nizanim ka li cîhanê çend welat hene. Heke tu bizanî, kerem bike, ji min re bibêje. Piştre ez ê jî bibêjim ka kurd li çend welatan hene ji ber ko ta niha min navê welatekî, yê ko kurd lê tune bin, nebihîstiye.”

Dîsan mala Xwedê hezar caran ava, em ji vê qonaxê jî derbas bûn a din: stran û govend… Dixwiye ko camêrekî hemû jiyana xwe gorî berhevkirina stranên Nasir Rezazî kiribû. Û hê jî kambaxtir: wî dixwest ko vê êvarê serê me jî bike qurbanê wan stranan!

Belê, govendê dest pê kir. Deh deqe,… bîst… û sî… saetek… du yên din… û sê jî û “govenda me” germ e… Heman pî rabike, heman ê din dabine erdê, yan eger hûn rastiyê ji min bixwazin: bi piyê çepê em erdê diqutin.

Di navberekê re camêrek li govendê destê min digire. Xwedê bihêle, temendirêj bike, bi qasî dirêjiya xwe pan e jî. Dixwiye demek dirêj li govendê temaşe kiriye û tê de yê herî govendnezan Hisoyê reben dîtiye loma hatiye destê min digire. Madem min jê baştir nedizanî, ma min ê çawan ew lome bikira!? Ew du saet bûn ez bi mecbûrkirina hevalan îşqilîbûm (bi yek pî bezîbûm) an jî belkî bi çargavî gerîbûm çunke bibîranîna tiştek wisan niha ne ji lêqewimîtiyên herî girîng e. Lê mêrikê govendî tiliya min a qeleqîçkê jî gorî xwe kir!

Li malê peyama dawîn gihîşt min: goreya min jî diriyabû lê ew ne problemek mezin bû ji ber ko qirêjiyê cihê wê baş dagirtibû. Du hefteyan ji hingê şûnde gotina pêşîn a li ser zimanê min “ax piyê mino!” bû.

Read More »