Husein Muhammed
Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammed ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî û li bin L î wateya L-ya qelew dide.
Q, q
qableme qazan, qûşxane, amana kûr û biqepax ya ku xwarin tê de tê kelandin
qabîl gengaz, qabil, mimkin, tişta ku dikare bêt kirin yan biqewime
qabîne bn kabîne
qaç pî, ling, nig, pê
qaçaw dijber, dijminane
qaçax, qaçax qaçax, revok, ne serbest, ne qanûnî
qaçaxçêtî qaçaxçîtî, karê qaçaxan
qaçaxçî qaçaxçî, kesa/ê ku tiştan yan mirovan dijî qanûnê dibe nav dewletek din
qaçî pêlav, sol, şekal
qaçor serjimara sewalan yan dewaran, jimartina sewalan yan dewaran
qaçûqûç lêb, hîle, fena, dekûdolab, qîle, xap, xapandin
qaf I navê tîpa ”Q” di alfabeya erebî de
qaf II: qaf kirdin birin eskeriyê, şandin eskeriyê, kirin leşker
Qaf çiyayê Qaf, çiyayê ku li gor çîrrokan li dor dawiya dinyayê bû
qafiye qafiye, bend, ristik (di helbesvaniyê de)
qafle karwan, konvoy, qafîle
qaîl bn qayil
qaîm bn qayim
qaj, qaje, qajeqaj qaj, qaje-waj, dengê zirav û bilind
qajandin qajîn, qaje-waj kirin, dengek bilind û zirav ji xwe derxistin
qajik qijik, qajik, qelebask, qelebaçke, zaq, qijika karsek (firrindeyek e, navê zanistî Pica pica)
qal xwerû, saf, paqij, pak, petî
qalas cerr, cerrik
qalmask kevirkan, berdeqanî, tişta ku mirov kevirkan anku û beran dike di nav re,
di destê xwe de badide û vediweşîne daku kevirê tê de bigihe dûr