Husein Muhammed
Çemandina navdêrên mê
Navdêrên kurmancî li gor bi çend awayan, li gor çend paradîgman diçemin anku ditewin[1]. Mebest ji çemîna yan çemandina peyvan ew e ku peyv di hevokê de li gor hin şertan diguherin bêyî ku maneya wê biguhere.
– Wê sêvê bide min!
– Tu ji sêvan hez dikî?
– Ez ê sêvekê bixwim.
Di kurmancî de navdêr (ism, substantîv, bi inglîzî ”noun”) li gor hejmarê (yek yan zêdetir), cinsî / zayendê (mê yan nêr) û diyarî yan nediyariyê (”wê sêvê”, ”sêvekê”) diçemin. Forma yekhejmar ya navdêrên mê di rewşa çemandî û diyar de herfa ”-ê” digire:
– Wê kitêbê bide min!
– Ew li malê ye!
Heke peyv di rewşa xwe ya xwerû de bi ”e” bi dawî bê, hingê di zimanê nivîskî de ”-yê” lê tê zêdekirin lê bi devkî ”e” dikeve û ”ê” tê cihê wê. Di hin devokan de jî Y realîze nabe:
– rojname > rojnameyê, di rojnameyê de (nivîskî)
– rojname > rojnamê, di rojnamê da (devkî)
– rojname-ê (devkî, realîzenebûna Y)
Heke peyv bi ”a, î, o” bi dawî bibe, hingê ”-yê” dikare bikeve dawiya wê lê ne hewce ye. Di hin devokan de jî Y realîze nabe:
– Ew bîra(yê) vedixwin.
– Amerîka > Ez çû Amerîka(yê).
– Ez ne ji Kifrî(yê)[2] me.
– Zaxo > Ew li Zaxo(yê) dijî.
– Li Ewropa-ê (Y nayê gotin)
Heke peyv bi xwe di rewşa xwe ya xwerû de bi ”ê” bi dawî bê, hingê ew dubare nabe:
– Bi rê ve çûn (ne ”*bi rêyê ve çûn”)
– Fatê > keça Fatê (ne ”*keça Fatêyê”)
Heke du yan zêdetir navdêrên mê bikevin dû hev, bes e ku ya dawiyê biçeme:
– Ez ê Jiyan(ê) û Evînê bibînim.
– Li Dihok(ê) û Diyarbekirê
Navdêr di rewşa çemandî ya yekhejmar ya nediyar de paşpirtika nediyariyê ”ek” û paşpirtika çemandinê ”ê” werdigirin:
– mal > mal-ek > mal-ek–ê
Heke peyv bi vokalekê bi dawî bê, hingê li cihê ”ek”ê di zimanê nivîskî paşpirtika ”-yek” heye. Di zimanê devkî de ”k” peyda dibe:
– rojname > rojname-yek > rojname-yek-ê (nivîskî)
– rojname > rojname-k > rojname-kê
Di hin devokan de li cihê ”ek” ya nediyar ya nivîskî ”ik” heye:
– sêv > sêv-ik
Heke ew were çemandin, ”ê” digire lê ”i” ji ”ik”ê dikeve
– sêv > sêv-ik > sêv-k-ê
Girêdana navdêrên mê
Mebest ji girêdana navdêran ew e ku ew bi peyveka raveber / zelalker ya li peyv xwe ve tên girêdan ku taybetmendiyeka wê diyar dike, bo nimûne aşkira dike ka ew navdêr ya kê ye yan çawa ye:
– kitêb-a min
– sêv-a sor
Forma yekhejmar ya navdêrên mê di rewşa girêdayî û diyar de herfa ”-a” digire:
– kitêb-a min
– sêv-a sor
Heke du yan zêdetir navdêr bikevin dû hev, bes e ku paşpirtika girêder bikeve gel ya dawiyê:
– kitêb(a min) û deftera min
– xwişk(a wî) û dotmama wî
Heke peyv bi xwe di rewşa xwe ya xwerû de bi ”a” bi dawî bê, hingê di zimanê nivîskî de ew bi piranî ”ya” digire û di zimanê devkî de wek xwe dimîne. Di zimanê nivîskî de jî mimkin e ku wek xwe bimîne:
– derya > Derya(ya) Reş
– Leyla > Leyla(ya) keça Fatê
Heke peyv di rewşa xwe ya xwerû de bi ”e” bi dawî bê, hingê di zimanê nivîskî de ”-ya” lê tê zêdekirin lê bi devkî ”e” dikeve û ”a” tê cihê wê:
– rojname > rojnameya me (nivîskî)
– rojname > rojnama me (devkî)
Heke peyv di rewşa xwe ya xwerû de bi ”ê” bi dawî bê, hingê di zimanê nivîskî de ”-ya” lê tê zêdekirin. ”ê” dikare wek xwe bimîne yan jî bibe ”i”. Di hin devokan de jî Y nayê bihîstin:
– rê > rêya me / riya me
– dê > dêya wî / diya wî
– rê-a me (Y nayê gotin)
Heke peyv di rewşa xwe ya xwerû de bi ”î, o, û” bi dawî bê, hingê di zimanê nivîskî de ”-ya” lê tê zêdekirin. Di rastnivîsînê de ”î” ya berî ”y” dibe ”i”:
– kanî > kanî-ya gundî > kaniya gundî
– co > coya derê mala me
– xesû > xesûya dawetê
Di hin devokan de jî Y nayê gotin
– xesû-a wê
”Û” ya dawiya peyva xwerû di hin devokan de konsonantîze dibe:
– xesû > xesw– > xeswa wê
Girêdana navdêrên nêr
Forma yekhejmar ya navdêrên nê di rewşa girêdayî û diyar de herfa ”-ê” digire:
– hesp-ê min
– dest-ê dirêj
Heke peyva xwerû bi vokalekê (a, e, i, î, o, u, û) bi dawî bê, hingê ”yê” dikeve pey wê:
– bira-yê min
– avahî-yê bilind
– bere-yê cengê (eniya cengê, bi inglîzî ”war front”)
– rû-yê geş
Di rastnivîsînê de Î ya berî Y dibe I. Di axiftinê de Î bi temamî hinda dibe:
– xanî > xanî-yê me > xaniyê me (nivîskî)
– xanî > xanyê me (devkî)
Di hin devokan de Y di axiftinê de nayê bihîstin:
– bira-ê mi
– bere-ê cengê
– rû-ê geş
Di hin devokan de ”a” ji dawiya peyva xwerû cihê xwe dide ”ê” ya girêdera navdêrên nêr:
– bira > birê min
Dîsa di hin devokan de ”û” dibe IW / UW û paşî ”ê” digire:
– rû > riwê / ruwê geş
– mû > miwê / muwê bizinê
Çemandina navdêrên nêr
Çemandina û çemîna navdêrên nêr yên yekhejmar û diyar yek ji wan diyardeyan e ku bi awayekê berçav devokên rojhilatî (bi taybetî başûr-rojhilatî anku deverên Behdînan-Hekarî) ji devokên navendî (bi taybetî Mêrdînê) cuda dike.
Çemandin bi paşpirtika ”-î”
Di hin devokan de (bi taybetî başûr-rojhilatî anku behdînî û hekarî) çemandina navdêrên nêr yên yekhejmar û diyar wek çemandina navdêrên mê yên yekhejmar û diyar e lê li cihê paşpirtika ”ê” ya ku navdêrên mê digire, paşpirtika ”î” heye:
– ser > li serî
– hesp > nala hespî
– dil > êşa dilî
– ew kes > (e)wî kesî
Heke peyv bi xwe di rewşa xwe ya xwerû de bi ”î” bi dawî bê, hingê ew dubare nabe:
– xanî > wî xanî (ne ”*wî xaniyî/ xanîyî”)
– Elî > mala Elî (ne *mala Eliyî / Elîyî)
Heke peyv di rewşa xwe ya xwerû de bi vokaleka din (a, i, o, u, û) bi dawî bê, hingê di zimanê nivîskî de ”-yî” lê tê zêdekirin. Di axiftinê de ew wek ”y” bi tenê tê gotin:
– Hiso > mala Hisoyî (nivîskî) > mala Hisoy (devkî)
Çemandin bi metafonê
Bi taybetî di devokên navendî yên kurmancî de (xaseten li Mêrdînê û derdorên wê) li cihê ”î” ya paşpirtika navdêrên nêr yên çemandî yên devokên din, çemandin bi metafonê anku guherandina/ guherîna vokala dawiyê ya peyva xwerû tê çêkirin. Di pratîkê de ”a” û ”e” dibin ”ê”:
– welat > ji welêt
– ser > kumê li sêr
Heke di peyva xwerû de ”a” yan ”e” tine be, hingê peyv wek xwe dimîne:
– gund > ji gund
Hin caran jî navdêrên nêr jî wek yên mê bi ”ê” tên çemandin:
– şerr > çûn şerrê
– hesp > li hespê siwar bû[3]
Lê devokên ku bi navdêrên nêr re metafonê bi kar tînin jî, dîsa forma bi paşpirtika ”î” dixebitînin gava ku diyarkerek bi navdêrî re hebe:
– ew welat > wî welatî (ne ”*wî welêt”)
– her kes > wî kesî (ne ”*wî kês”)
– ti kes > ti kesî (ne ”*ti kês”)
Çemîna veşartî
Bi taybetî di zimanê nivîskî de navdêrên nêr yên yekhejmar û diyar di rewşa çemandî de jî wek peyva xwerû dimînin, bi gotineka din nîşana çemîna wan veşartî ye:
– li gund
– mala Serdar
– birayê Azad
Sebebên dîrokî yên çemandina cuda
Sebebê cudahiya paşpirtika ”î” (wek ”hespî”) û ”ê” (wek ”hêsp”) diyarde û fenomeneka dengnasî ya dîrokî ye. Berê paşpirtika ”î” ya hin devokan ya niha ”ê” bû. Bo nimûne:
– kurdiya niha: hesp > bi hespî
– pehlewî: es > ped esê
Delîlên nivîskî yên kurdiya navîn û kurdiya kevn peyda nabin, lê wisa diyar e ku ”î” ya paşpirtika û ”ê” ya metafonîk di eynî demê de hebûne:
– hesp > *hêspê[4] > hespê / hêsp / hespî
– welat > *welêtê > *welatê / welêt / welatî
Paşpirtika berê ihtimalen ”ê” bû (bide ber nimûneya li jor ya pehlewî) û wê paşpirtika ”ê” dengê ”a, e” jî wek xwe lê dike û dike ”ê”:
– hesp > + -ê (ya dîrokî li cihê ”-î” ya niha) > *hêspê
Bi demê re ”ê” ya paşpirtika di hin devokan de bûye ”î” û di eynî demê de dest ji guherandina ”a, e” bi ”ê” hatiye berdan
– *hêspê > hespî
Di hin devokan de dest ji guherandina ”a, e” bi ”ê” nehatiye berdan lê paşpirtika ”î” hatiye avêtin:
– *hêspê > hêsp
Di hin devokan de jî ”ê” ya paşpirtik wek xwe maye lê dest ji guherandina ”a, e” bi ”ê” hatiye berdan:
– *hêspê > hespê
Çemandina û girêdana navdêrên pirhejmar
Çemandina navdêrên pirhejmar
Di pirhejmariya kurmancî de cins xwe diyar nake. Anku gava ku peyv bi forma xwe ya pirhejmar be, ew mê yan jî nêr be, paşpirtika wê ya çemandinê eynî ye.
Forma çemandî ya pirhejmar di zimanê nivîskî de bi paşpirtika ”-an” tê çêkirin:
– mal (mê) > li malan
– gund (nêr) > li gundan
Di zimanê devkî de ”n” ya dawiyê dikeve
– mal (mê) > li mala
– gund (nêr) > li gunda
Heke peyva xwerû bi vokalekê bi dawî bê, paşpirtik dibe ”-yan” (nivîskî) yan ”-ya” (devkî)
– bira > birayan (nivîskî), biraya (devkî)
– rojname > rojnameyan (nivîskî), rojnameya
Formeka kurttir jî bo wan peyvan heye ku bi vokalekê bi dawî dibin:
– bira > biran / bira
– rojname > rojnaman / rojnama
– se > san / sa
Girêdana navdêrên pirhejmar
Forma girêdayî ya navdêrên pirhejmar di zimanê nivîskî de bi ”-(y)ên”[5] e:
– mal > malên gundiyan
– rojname > rojnameyên kurdî
– bira > birayên min
Formeka kurttir jî bo wan peyvan heye ku bi vokalekê bi dawî dibin:
– rojname > rojnamên kurdî
– bira > birên mi(n)
Nediyarî
Formên yekhejmar yên nediyar û neçemandî bi paşpirtika ”-ek” tên çêkirin:
– sêv > sêv-ek
– tişt > tişt-ek
Heke peyva xwerû bi vokalekê (a, e, ê, i, o, u, û) bi dawî bê, hingê di zimanê nivîskî paşpirtik ”-yek” tê bikaranîn:
– rojname > rojname-yek
– xanî > xanî-yek > xaniyek
Di hin devokan de tenê ”k” yan jî ”ik” li cihê ”-ek, -yek”ê heye:
– tişt > tişt-ik
– rojname > rojname- k
Çemandina navdêrên yekhejmar yên nediyar
Formên yekhejmar yên nediyar û çemandî yên mê bi paşpirtika ”-(y)ekê” û yên nêrî jî paşpirtika ”-(y)ekî” tên çêkirin[6]:
– keçekê got
– kurekî got
– di rojnameyekê de
– li ser xaniyekî
Girêdana navdêrên yekhejmar yên nediyar
Sê awayên girêdana navdêrên yekhejmar yên nediyar bi peyva pey wan ve hene. Niha di kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî bi piranî girêdana navdêrên mê bi zêdekirina ”-eke” û ya navdêrên nêr jî bi zêdekirina ”-ekî” tê nivîsîn. Ev awa bi taybetî di devokên kurmancî yên navendî de (Mêrdîn û derdorên wê) serdest e:
– mal-eke nû
– gund-ekî dûr
Di alternatîva din de navdêrên yekhejmar yên nediyar jî wek navdêrên yekhejmar yên diyar tê çêkirin lê tenê ”-(y)ek” ya nediyarîtiyê dikeve navbera peyva xwerû û paşpirtika girêder. Ev awa bi taybetî di devokên kurmancî yên rojhilatî de (Behdînan û Hekariyan û deverên nêzîkî wan) serdest e:
– mal > mal-a nû > mal-ek-a nû
– gund > gund-ê dûr > gund-ek-ê dûr
Awayê sêyem jî veşartina yan avêtina paşpirtika cins-diyarker e:
– mal > malek > malek nû
– gund > gundek > gundek nû
Husein Muhammed
[1] Di rêzimanên kurmancî de heta niha bi piranî peyvên ”tewîn, tewandin” yên ji bingehê xwe ve erebî (طوى) hatine bikaranîn. Min li vê derê û di nivîsên xwe yên zimannasî yên vê dawiyê de zêdetir hevwateyên wan yên kurdî ”çemîn, çemandin” bi kar anîne.
[2] Kifrî bajarekê Iraqê ye.
[3] Niha ev form wek awayekê xelet bê dîtin jî, tarîxiyen paşpirtika çemandinê ya navdêrên nêr jî ”ê” bû lê paşî yê nêr û ya mê ji hev hatine cudakirin: ”ê” ji yên mê re maye, ”î” bûye para yên nêr. Bide ber pehlewî ”es” (hesp) > ”esê” (hespî, hêsp, hespê), ”esan” (hespan).
[4] Nimûneyên bi stêrk (*) nemane û nehatine qeydkirin lê bi berhevdana dîrokî ya dengan û dengnasiyê tê texmîn kirin ku ev form hebûne.
[5] Paşpirtika navdêrên pirhejmar yên girêdayî li gor devokan diguhere:
– du hevalên wî (nivîskî)
– du hevalêt wî (bo nimûne Behdînan, Hekariyan)
– du hevalêd wî (b. n. Êrîvan)
– du hevalê wî (b. n. Mêrdîn)
– du heval wî (b. n. Efrîn)
– du hevalanê wî (b. n. hin deverên Diyarbekirê, di bin tesîra zazakî de)
[6] Di hin devokan de (bo nimûne behdînî) bo herdu cinsan tenê paşpirtika ”-(y)ekê” heye:”- kiçekê got; kurekê got.”