Xebatên zimanî di navbera lehceyan de

 

Husein Muhammed

Salanu

Wek diyarî bo mamê hêja Îsmaîl Şahîn

 

Van çend dehsalên dawiyê xebatên li ser lehceyên cuda yên zimanê kurdî zêde û berfireh bûne. Hin ji wan lêkolînan bi kurdî û hinek jî bi zimanên din in.

Lêkolînên zimanî yên bi kurdî adeten li ser wê lehceyê ne ku kitêb bi xwe jî pê hatiye nivîsîn. Bo nimûne, kitêbên zimanî/rêzimanî yên bi kurmancî bi piranî behsa taybetmendiyên kurmancî, yên bi soranî qala taybetmendiyên soranî û yên bi zazakî jî aqlebe behsa xusûsiyetên zazakî dikin.

Lê herwiha bi taybetî vê dawiyê hin berhem bi lehceyeke kurdî li ser lehceyeke din jî ya kurdî hatine pêşkêşkirin. Hinek ji van berheman hewl didin qisekerên lehceyekê hînî lehceya din bikin lê hinek jî tê dikoşin wekhevî û cudahiyên du yan zêdetir lehceyên kurdî bi xwandevanên xwe binasînin.

Hinek ji berheman kitêb an nivîsarên li ser rêzimanê ne. Hinekên din jî ferhengên dulehceyî yan pirlehceyî ne.

Di vê nivîsara xwe de em ê van xebatên bi lehceyeke kurdî li ser lehceyeke din ya kurdî binasînin. Herwiha wek diyariyeke bo sala nû ya 2018 em ê piraniya van berhemên hêja di malpera Zimannas de bixin ber destê xwandevanên kurdî.

Read More »

Parvekirina devokên kurmancî

Husein Muhammed

Devokên kurmancî û zaravayên kurdî

Xerîte: sinorên teqrîbî yên komdevokên kurmancî: rojavayî (kesk), navendî (zer), rojhilatî (sor) û herwiha zaravayên din yên serekî yên kurdî: soranî (şîn) û kurdiya başûrî (mor). Zaravayên zazakî (li gel kurmanciya navendî û ya rojavayî) û herwiha hewramî (di nav soranî û kurdiya başûrî de) li ser xerîteyê nehatine diyarkirin.

Di gelek berheman de, gava ku behsa kurmancî tê kirin, ew li ser çend devokan tê parvekirin. Di hin berheman de devok li gor çend deveran tên cudakirin, wek ”botanî, behdînî, hekarî…” Di hinan de jî li gor eşîran: ”sûrçî, herkî, reşoyî…”

Lê di van berheman de tenê tê gotin ku devok hene û navê hin devokan tê gotin. Di wan de behsa cudahiya van devokan nayê kirin. Gelek nivîskar navê çend devokên devera xwe yan jî nêzîkî devera xwe didin lê behsa devokên deverên ji xwe dûr yan qet nakin yan jî tenê behsa devokên berfireh dikin. Bo nimûne, nivîskarekê Behdînan belkî behsa devoka Dihokê, ya Akrê û ya Amêdiyê bike. Lê heman nivîskar devokên Diyarbekirê, Mêrdînê û Mereşê wek eynî devokê dihesibîne yan jî qet behsa wan nake. Bi heman awayî yekê diyarbekirî jî dê behsa devokên derdora xwe bike lê hemû devokên kurmanciya Başûrê Kurdistanê yan wek eynî devokê bihesibîne yan jî heta bi temamî di nivîsên xwe de ji bîr bike yan jî jê bêhay be.
Read More »