Kanîzar, hejmar 7

Zinar

Sernivîsar

Bi hemû rengên zimanê me

Kanîzar kovara zimanê kurdî ye. Gava ku em dibêjin ”zimanê kurdî”, mebesta me hemû rengên kurdî ne: kurmancî, soranî, zazakî, hewramî…

Wek hejmarên berê, ev hejmar jî bi vekolînên bi çend zarên kurdî dagirtî ye. Vê carê nivîsar bi kurmancî, soranî û zazakî hene. Ev sinordariya bi sê lehceyan jî ne merema me ye lê vê carê tenê bi van zaravayan berhem bo weşanê gihiştine me.

Di vê hejmarê de Husein Muhammed vekolîna xwe ya li ser cînavan bi 55 rûpelên din jî bi kurmancî didomîne. Ew di nivîsara xwe ya din ya vê hejmarê de bi berfirehî li ser paşgirên kesî yên lêkeran û dîroka wan dinivîse.

Ev hejmar du nivîsarên bi soranî pêşkêş dike. Hesen Qazî vê carê jî nivîsareke profesor Peter Trudgill li soranî wergerandiye û li ser têkiliyên navbera zimanî û çînên cuda-cuda yên civakî de ye. Kanîzar nivîsarê bi alfabeya kurdî-latînî belav dike. Nivîsara din ya bi soranî ji Ednan Ehmed e û derbarê temamker û berkara neyekser e. Em wê bi alfabeya kurdî-erebî diweşînin.

Vekolîna berfireh ya vê carê ya bi zazakî teza masterê ya Özlem Kılıç ya li ser neyînîtî (negatîvî) di zazakî de ye ku em bi temamî wek pêvek bi vê hejmarê ve belav dikin.

Mesûd Serfiraz vekolînek li ser yek ji kovarên pêşîn ên kurdî, Hetawî Kurd kiriye û naveroka wê bi berfirehî dide nasîn. Dr. Amr Taher Ahmed di hevpeyivîneke xwe de li gel Mem Wêranî li ser wê qenaetê ku divê mirov li şûna zimanê kurdî behsa zimanên kurdî bike.

Wek di hejmarên berê de jî, vê carê jî em du kitêbên li ser zimanê kurdî didin nasîn. Kitêba nû ferhenga hiqûqî ya Hüseyin Özdemir e. Kitêba kevn jî rêzimanname û ferhengoka Kurmanciya Behdînan ya R. F. Jardine e.

Di vê hejmarê de jî em cih didin ku vekolînên bi inglîzî yên li ser zimanê kurdî. Songül Gündoğdu

li ser lêkerên pêkhatî yên navdêr-lêker dinivîse. Nivîsara din jî ji Joyce Blau ye û derbarê dîroka vekolînên li ser zimanê kurdî ye.

Li dawiya vê hejmarê Zarname anku ferhengoka zimannasî dîsa hinekî berfirehkirîtir tê belavkirin. Herwiha kurterêbera rastnivîsînê jî di vê hejmarê de jî cihê xwe digire.

Kerem bikin Kanîzara xwe bixwînin û bo binivîsin!

 

NAVEROKA HEJMAR 7

Sernivîsar
Bi hemû rengên zimanê me, r. 2 

Husein Muhammed
Cînavên kurdî (beşa 2) r. 3 – 58

Nasandin
”Ferhenga Hiqûqî” ya Hüseyin Özdemir, r. 59 – 61

Peter Trudgill (w: Hesen Qazî)
Ziman û çînî komelayetî 62 – 77

Nirxandinek li ser rewşa zimanê kurdî
”Kurdistan dibe erebîziman”, r. 78 – 80

Rêzimaneke kurdî ya 90-salî
”Kurmanciya Behdînan” ya R. F. Jardine, r. 81 – 83

Özlem Kılıç
Zazakî de negatîfîye, r. 84 (hemû teza masterê wek pêvek)

Mesûd Serfiraz
Kovara Hetawî Kurd, r. 85 – 98

Peyvnasî
Pere/pare yan dirav, meydan an qad, zengîn an dewlemend…?, r. 99 – 100

Hevpeyivîn
Li gel Dr. Amr Tahir Ehmed li ser ”zimanên kurdan”, r. 101 – 115

Rêziman
Paşgirên kesî yên lêkeran û dîroka wan, r. 116 – 134

Ednan Ehmed
Tewawkerî yarîde yaxud berkarî narastewxo? r. 135 – 142

Songül Gündoğdu
Noun-Verb Complex Predicates In Kurmanji Kurdish, p. 143 – 172

Joyce Blau
History of Kurdish Stuedies, p. 173 – 183

Zarname
Ferhengoka zimannasiyê kurdî-inglîzî r. 184 – 203

Kanîzar çawa dinivîse?
Kurterêbera rastnivîsînê, r. 204

 

 

Pirhejmariya ducarî

husein

Husein Muhammed

Di kurmanciya nivîskî de forma çemandî ya pirhejmariyê bi ”-an” bi dawî tê:

  • (li) gund-an
  • heval-an (dibînim)
  • kitêb-an (bixwîne)

Heke eslê peyvê bi vokalekê bi dawî bê, hingê ”y” jî dikeve navbera rehê peyvê û paşpirtika pirhejmariyê anku ”-an”:

  • (di) rojname-y-an (de)

Di zimanê devkî de ”-n” ji dawiyê dikeve dikeve:

  • (li) gund-a
  • heval-a (dibînim)

Read More »

Paşgirên kesî yên lêkeran û dîroka wan

husein

Husein Muhammed

Paşgirên kesî yên lêkeran ew paşgir in ku dikevin dawiya lêkeran û pê diyar dibe ka kirdeyê/bikerê (subject) wê lêkerê kî ye:

  • dibêj-im (”im”a dawiya lêkerê diyar dike ku biker ”ez” im: ”ez dibêjim”, ne ”*tu dibêjim” yan ”*ew dibêjim”…)
  • dibêj-î (”î” diyar dike ku biker ”tu” ye: ”tu dibêjî”, ne ”*ez dibêjî”, ”*em dibêjî”…)

Di kurmanciya nivîskî de du desteyên paşgirên kesî yên lêkeran hene. Yek ji wan hingê li kar e gava ku rehê lêkerê bi konsonantekê bi dawî bê. Desteya din ya paşgiran wê gavê tê xebitandin dema ku li dawiya rehê lêkerê vokalek (a, e, ê, i, î, o, u, û) hebe. Di zimannasiyê de rehên ku bi vokalekê bi dawî tên bi navê ”tematîk” tên nasîn û rehên bi konsonantan jî bi dawî tên wek ”atematîk” tên binavkirin.

Read More »

Pirtikrêzî anku morfotaksî

 

Husein Muhammed

Husein

Me di nivîseke berî niha de behsa dengrêziyê[1] di peyvan de û di nivîseke din de jî qala peyvrêziyê[2] kiriye. Di nivîsara li ser dengrêziyê de me awayê rêzkirin û rêzbûna dengan (herfan) di peyvan de kiriye û rêzbûnên mimkin, yên berbelav, yên kêm û yên nemimkin berçav kirine. Di vekolîna li ser peyvrêziyê de me diyar kiriye ka peyv di hevokên kurdî de çawa dikevin pey hev û çi rêzbûnên wan mimkin, berbelav, kêm û nemimkin in.

Di vê nivîsarê de em ê bala xwe bidin ser pirtikrêziyê (morfotaksî, morfotaktîk, bi inglîzî ”morphotactics”) anku rêza pirtikên rêzimanî di peyvê de. Bo nimûne, gelo li gor çi qeyd û bendan, peyva ”vekirin” dibe ”ve-ne-di-kir-in”? Yan çawa peyva ”çare” dibe ”bê-çare-tî” Yan jî çawa peyva ”şekir” dibe ”têr-şekir-î”?

Read More »

PEYVSAZÎ BI DARIŞTINÊ

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 2

Ev beşa duyem ya li ser peyvsaziyê ye. Dikarî herwiha beşa yekem bixwînî.

Husein Muhammed

HuseinHS

Di peyvsaziyê de mebest ji dariştinê (derivation) çêkirina peyvan ji peyvên xwerû/sade bi alîkariya gireyan (afîks, qertaf, affix) e.

Gireyên dariştinê dikarin pêşpirtik (pêşgir, pêşqertaf, pêşbendik, prefîks, prefix) bin ku dikevin pêşiya peyva bingehîn:

  • hêvî > bihêvî
  • hêvî > hêvî
  • rehet > nerehet

Gireyên dariştinê herwiha dikarin paşpirtik (paşgir, paşqertaf, paşbendik, sufîks, suffix) bin ku dikevin dawiya peyva bingehîn:

  • hêvî > hêvîdar
  • rehet > rehetî

Pêşpirtik û paşpirtik dikarin bikevin gel peyvên serbixwe (wek “hêvî” yan “rehet” li jor) yan jî rehên neserbixwe yên lêkeran:

  • -zan- > nezan
  • -zan- > zana

Du paşpirtik dikarin bikevin dûv hev jî:

  • birîn > birîn-dar > hêvî-darî

Herwiha pêşpirtik û paşpirtik dikarin di heman demê de li gel eynî peyvê peyda bibin:

  • hêvî > -hêvî-
  • ket > der-ket-î

Gire herwiha dikarin navpirtik (navgir, navqertaf, navbendik, infîks/interfîks, infix/interfix) bin ku dikevin nava peyva bingehîn:

  • vekirî > venekirî
  • veşartî > veneşartî
  • derketî > derneketî

Di kurdî de tenê –ne– wek navpirtika peyvsaz heye lê navpirtikên çemandinê / tewandinê zêdetir in jî lê ew peyvên nû çênakin, tenê karê çemandinê dikin:

  • derkevin > derdikevin / dernakevin / dernekevin / derbikevin

Navpirtik dikarin herwiha wek cûreyeke pêşpirtikan jî bên hejmartin:

  • ketî > ne-ketî > derne-ketî

Lê di hin peyvan de forma xwerû peyda nabe. Bo nimûne, em dizanin ku peyva ve-şart ji ve-şart-in pêk hatiye (bidin ber forma devokî ber-şartin û hevwateya wê ya soranî şardin-ewe) lê peyva *şartin wek peyveke serbixwe di kurdî de peyda nabe. Loma em neçar in ku ve- beşek bingehîn ji peyva veşartin hesab bikin. Loma gava ku em gireya –ne- li wê zêde dikin û dixin navbera ve- û –şartin, hingê –ne- bi zerûrî navpirtik e, ne pêşpirtik e. Lê li gel gelek peyvên din, ew dikarin wek pêşpirtika duyem bê hejmartin:

  • wer-ne-girtin

Read More »

Şopa cînavên pêvekirî di kurmancî de

Husein Muhammed

pevekiri

Mebest ji cînavên pêvekirî (yan girêdayî) ew cînav in yan pirtikên cînavan in ku bi birrên din yên peyvan ve tên girêdan û cihê cînavên xweser û xwerû digirin. Lê mebest li vê derê ne paşpirtikên kesî yên lêkeran in, wek bo nimûne di kurdî de ”dik-im” ku ”-im” diyar dike ku kesê dike ”ez” im.

Cînavên pêvekirî bi taybetî li gel navdêran li kar in. Bo nimûne, di van her sê zimanan de mirov dikare xwedîtiyê bi cînavên pêvekirî diyar bike. Beşa qelewkirî ya van peyvên nimûne maneya ”-a te”  (kitaba te) dide:

  • erebî: kitabek
  • farisî: kitabet
  • tirkî: kitabın

Sîstema cînavan di kurmancî û zazakî de ji vê pergalê cuda ye. Di kurmancî û zazakî de du desteyên cînavên kesî yên serbixwe hene ku yek jê “xwerû” yan neçemandî (netewandî) ye û yek jî “oblîk” anku çemandî (tewandî) ye.

Lê dîsa jî kurmancî ji cînavên pêvekirî ne bêpar e.

Cînavên pêvekirî veke û bixwîne!

Read More »