پەیڤرێزی

 

نڤیسین: حسێن موحەمەد

تیپگۆهەرین ژ لاتینییێ: دیار عەبدولعەزیز

 

ھەڤۆک (رستە، جوملە، سەنتەنجە) ژ پەیڤان (کەلیمەیان) پێک تێن. د ھەڤۆکەکێ دە دکارە یەک، دو، سێ یان – وەک پرەنسیپ – بێھەژمار پەیڤ ھەبن:

١)

١ا) چوو.

١ب) وەرە مالێ!

١ج) تە کی دیت؟

١د) بلا ئەو ژی سبێ ب تە رە بێن باژاری.

ئانکو ھەڤۆک دکارە کورت، درێژ یان ناڤینی بە. ئانکو مرۆڤ دکارە ھەما-ھەما ب دووڤدلی (کەیفی، ئختیاری، ئاربترارلی) پەیڤان ل ھەڤۆکێ زێدە بکە یان ژی ژێ کێم بکە. لێ مرۆڤ نکارە پەیڤەکێ ل ھەر جھێ ھەڤۆکێ زێدە بکە. بۆ نموونە، ئەڤ ھەڤۆکێن ل ژێر ل گۆر کورمانجیا گشتی خەلەتن:

–                * مالێ وەرە!

–                * دیت کی تە؟

–                * تە دیت کی؟

–                * دیت تە کی؟

–                * باژاری سبێ بلا ئەو ژی ب تە رە بێن.

گەلۆ چما ھەڤۆکێن وھا د کورمانجی دە نایێن قەبوولکرن؟ بۆ چ ئەم دبێژن کو ئەو خەلەتن؟

بەرسڤ پەیڤرێزییە: ھن پەیڤ ل جھێ خوەیێ د ھەڤۆکێ دە نەھاتنە دانین لێ ل جھێ ھن پەیڤێن دنن. ب گۆتنەکا دن، د ھەڤۆکێن نموونە دە پەیڤ نە د رێز و رستا خوە دە نە.

لێ گەلۆ ئەڤ رێزا پەیڤان د ھەڤۆکێن زمانێ مە دە چ نە؟ گەلۆ ئەمێ بکارن وان رێزکان پەیدا و دیار بکن؟ گەلۆ ئەو رێزک ھەردەم وەک ھەڤن یان ژی دگوھەرن؟ ھەکە بگوھەرن، ل گۆر چ قەید و بەندان دگوھەرن.

ئەڤ نڤیسار دێ ھەول بدە بەرسڤا ڤان پرسان بدە. ئەڤ ڤەکۆلین ل سەر پەیڤرێزیێ (word order)یە. ئانکو ئەڤ نڤیسار ل سەر رێزا پەیڤان د ھەڤۆکان دە دسەکنە. بەری نھا مە نڤیسارەک ل سەر دەنگرێزیێ نڤیسیە کو قەید و بەندێن رێزکرنا دەنگان د پەیڤ و کیتەیان دە ڤەدکۆلە.

بەری کو ئەم خوە بگھینن پەیرێزیا ھەڤۆکێن تەمام، دڤە ئەم ژ کۆمکێن (فرازێن) کورتتر دەست پێ بکن. گەلۆ د کۆمکێن کو ژ دو پەیڤان پێک تێن دە رێزا پەیڤان چاوایە؟ بۆ نموونە، چما ئەم دبێژن “برایێ من” و نە “*یێ من برا” تەڤی کو، بۆ نموونە، ب ئنگلیزی مرۆڤ دبێژە “می برۆتھەر” (یێ من برا). دیسا ئەم ب کورمانجی دبێژن “ل مالێ” لێ، بۆ نموونە، ب ترکی مرۆڤ دبێژە “evde” (ev: مال، -de: ل) ئانکو “مال-ل”.

Read More »

Navên hejmaran û hejmarsazî (7)

Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3beşa 4, beşa 5, beşa 6

hejmar10

Husein Muhammed

 

10. HEJMARÊN RÊZÎ

Mebest ji hejmarên rêzî (bi inglîzî ordinal number) ew formên navên hejmaran in ku di rêzkirina, dorkirina an sirakirina hejmaran de tê bikaranîn. Bo nimûne:

  • ew di pêşbirkê de bû duyem / duyemîn
  • sala çaran / çara / çarê ye ku ez li vî karî me
  • newroz bîst û yekî adarê ye

Wek ku ji nimûneyên li jor diyar dibe, di kurmancî de hejmarên rêzî bi çendîn paşgirên ji hev cuda dikarin bên çêkirin:

  • -(y)em: yek-em, du-y-em, sê-y-em, deh-em, sed-em, hezar-em…
  • -(y)emîn: yek-emîn, du-y-emîn, sê-y-emîn, deh-emîn, sed-emîn, hezar-emîn…
  • -(y)an: du-y-an sê-y-an, deh-an, sed-an, hezar-an…
  • -(y)a: du-y-a sê-y-a, deh-a, sed-a, hezar-a…
  • -(y)ê: yek-ê, du-y-ê, sê-y-ê, deh-ê, sed-ê, hezar-ê…
  • -(y)î: yek-î, du-y-î, sê-y-î, deh-î…

Niha jî em yek bi yek van bidin nasîn: bergeh û deverên bikaranîna wan û herwiha dîrok û etîmolojiya wan.

Read More »

Rêzimaneke kurdî ya 100-salî

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 9

________________________________

L. O. Fossum: Rêzimaneke kurdî ya pratîkî

fossum

Kitêba A Practical Kurdish Grammar ji aliyê misyonerekî amerîkî yê bi navê L. O. Fossum ve hatiye nivîsîn û sala 1919 li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye çapkirin.

Kitêb ji nêzîkî 300 rûpelan pêk hatiye û naveroka wê wiha hatiye parvekirin: alfabeya kurdî (Kurdish), navdêr (nouns), rengdêr (adjectives), cînav (pronouns), lêker (verbs), hoker (adverbs), daçek (prepositions), girêdek (conjunctions), baneşan (interjections), peyvsazî (formation of Kurdish words), peyvên pêkhatî (Kurdish compound words), rastnivîsîn (Kurdish ortography), tevlihev (miscellaneous – ku bi piranî li ser navên deman û navên beşên laşî ye), hevoknasî (syntax) û ferhengok (vocabulary).

Berevajî gelek rêzimnivîsên biyanî yên ku berî Fossumî li ser rêzimana kurdî nivîsiye, ji pêşgotina Fossumî diyar e ku wî baş hay ji rêzimannameyên kurdî yên berî xwe yên bi zimanên ewropî hebûye. Ew jî wek gelek rêzimannivîsên berî xwe, di pêşgotina xwe de dest diavêje meseleya wê ka kîjan lehceya kurdî ji yên din ”paktir” yan ”resentir” e. Ew yên berî xwe rexne dike ku her yek ji wan lehceya berhema xwe ji yên dij ”paqijtir” û ”orijînaltir” dibîne lê taliyê ew bi xwe jî bi heman awayî pesnê ya xwe dide.

Fossum devoka Mihabadê wek bingehê kitêba xwe wergirtiye û bi wê dinivîse. Peyv û hevokên kurdî hem bi alfabeya kurdî-erebî ya wê demê (wek nivîsîna farisî ya niha) û hem jî bi alfabeya latînî (li gor rastnivîsîna inglîzî) nivîsîne. Di alfabeya kurdî-erebî de hereke (xaseten anku ”e”) bo diyarkirina hin vokalan hatine nivîsîn.

Berevajî gelek ewropiyên ku berî wî li ser rêzimana kurdî nivîsiye, wisa dixuye ku Fossum têra xwe baş kurdî (devoka kitêba xwe anku ya Mihabadê û derdorên wê) hîn bûye yan jî baş ji agahîderên xwe neqil kiriye.

Kurdî êdî bi alfabeya kurdî-erebî ya wê demê nayê nivîsîn lê bi alfabeyeke bi piranî vokalîzekirî. Herwiha Fossum peyvên esil-erebî li gor orijînala wan ya erebî dinivîse lê di nivîsîna kurdî y abi alfabeya kurdî-erebî de ew li gor dengnasiya kurdî tên nivîsîn. Di A Practical Kurdish Grammar jî de helbet kêmasî ûşaşiyên rêzimanî jî hene. Lê dîsa jî ew ji piraniya rêzimanên kurdî yên wê demê yên bi zimanê ewropî nivîsandî biserketîtir e û heta niha jî yek ji baştirîn rêzimanên kurdî yên berdest yên bi zimanê inglîzî (yan her zimanekî ewroî) ye.

Kovara Kanîzar û bloga Zimannas tevahiya vê kitêbê bi şanazî dixin xizmeta xwandevanên xwe:

https://zimannas.files.wordpress.com/2016/11/practical-kurdish-grammar.pdf

Husein Muhammed