DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-4-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 2 û 3)

husein muhammed

Husein Muhammed

Elî Ekber Dihxoda: لغت‌نامهٔ دهخدا‎‎

Ji ber ku kurdî û farisî du zimanên lêzim û cîran in, di wan de gelek peyvên hevpar hene. Hin ji wan peyvên hevreh in ku ji îraniya kevn yan heta ji proto-hindûewropî ji herduyan re wek mîras mane. Hin peyv jî herdu zimanan ji erebî, ji tirkî yan ji zimanên ewropî wergirtine.

Di çendîn ferhengên farisî-farisî de hin agahî li ser etîmolojiya van jî tê dan. Wiha bi awayekî neyekser, etîmolojiya gelek peyvên kurdî jî zelal dibe. Giringtirîn ferhenga zimanê farisî Loẍetnameê Dihxoda ye.[1] Ew pêşî ji hêla zimannasê mezin yê îranî Elî Ekber Dihxoda/Qezwînî (1879 – 1956) ve hatibû destpêkirin lê paşî ji hêla Saziya Dihxoda[2] ve tê berfirehkirin.

Di ferhenga Dihxoda de gelek caran li ber peyva serekî ya farisî herwiha hevreha wê ya kurdî û hin zimanên din jî yên îranî yên niha tên dan lê giranî li ser pêşkêşkirina hevrehan ji pehlewî û avestayî ye.

Andras Rajki: Arabic Etymological Dictionary 2007

Hê ji Serdema Navîn ve hin vekolerên ereb di berhemên xwe de diyar kiriye ku hin peyvên di erebî de li kar bi eslê xwe biyanî ne. Adeten zimannasên ereb ji eslê peyvên ji zimanên îranî (bi piranî pehlewî yan farisî) û herwiha yên ji yûnanî hatî haydar bûn. Lê tevî ku erebî yek ji zimanên herî vekolandî ye û yek ji kevntirîn kitêbên rêzimanê li ser wî zimanî û bi wî zimanî hatiye nivîsîn, dîsa jî berhemên baş yên giştgir (komprehensîv) yên li ser etîmolojiya peyvên erebî kêm in.

Yek ji wan – ku xwandekarên erebînezan jî dikarin jê sûdê wergirin – Arabic Etymological Dictionary (Ferhenga etîmolojî ya erebî)[3] ya bi inglîzî ya etîmologê mecarî Andras Rajki ye. Feydeyê vê ferhengê bo mijûlên etîmolojiya kurdî jî dikare ew be ku bi vê ferhengê mirov dibîne ku gelek peyvên ku tê texmînkirin ku bi eslê xwe erebî ne (bo nimûne “qelem, xerîte, birc, wezîr” û bi dehan peyvên din) û kurd ji ber hindê naxwazin bi kar bînin, di rastiyê de erebî jî ew ji hin zimanên din (bi piranî ji yûnanî lê gelek ji zimanên îranî jî) wergirtine.

 

Sevan Nişanyan: Sözlerin Soyağacı, Nişanyan Sözlük û Index Anatolicus

Wek du zimanên cîran, di kurdî û tirkî de hejmareke ne kêm ya peyvên hevpar hene. Piraniya van peyvan ji erebî yan ji zimanên ewropî ketine herdu zimanan. Herwiha tirkî hejmareke mezin ya peyvan ji zimanên îranî (xaseten ji farisî)[4] wergirtine ku hevrehên wan di kurdî de jî hene. Herwiha hejmareke peyvên esil-tirkî jî di kurdî de li kar in (ne tenê di kurdiya devkî ya Bakurê Kurdistanê lê di kurdiya beşên din jî yên Kurdistanê de û di zimanê nivîskî de jî).[5]

Ji ber hebûna gelek peyvên hevpar û hevreh di tirkî û kurdî de, ferhengên etîmolojî yên tirkî – yên ku li gor rêbazên zimannasî û bêalî hatibin amadekirin – bi awayekî neyekser xizmeta ronkirina etîmolojiya gelek peyvên di kurdî de jî dikin.

Di gelek ferhengên tirkî de, eslê peyvên biyanî bi kurtî tê diyarkirin. Bo nimûne, ferhenga mezin ya Saziya Zimanê Tirkî (TDK) vê rêbazê bi kar tîne.[6] Mirov dikare bi kurtî ji wan agadar bibe ka eslê peyvê ji kû ye lê wek din ti agahiyên berfireh tê de derbarê etîmolojiya peyvan peyda nabin.

Yek ji kêm ferhengên etîmolojî yên biserketî yên zimanê tirkî, xebatên etîmolojiyê yên zimannasê esil-ermenî Sevan Nişanyan in. Berê ew wek kitêb çend caran di bin navê Sözlerin Soyağacı: Çağdaş Türkçenin Etimolojik Sözlüğü (Dara Binemalî ya Peyvan: Ferhenga Etîmolojîk ya Tirkiya Hevdem) de hatine çapkirin lê ev çend sal in ku bi navê Nişanyan Sözlük (Ferhenga Nişanyan) li ser Internetê tê belavkirin.[7]

Nişanyan ne tenê diyar dike ka filan peyv ji kîjan zimanî hatiye lê herwiha peyvê bi zimanên jêder û bi alfabeyên cuda (bi kêmî erebî, îbrî, yûnanî, krîlî) jî pêşkêş dike û heta tê dikoşe aşkere bike ka peyv di zimanê jêder de ji çi çêbûye. Ew herwiha hewl dide diyar bike ka yekem car peyv kengî di tirkî de hatiye bikaranîn.

Nişanyan hem ji aliyê neteweperistên tirk û hem jî ji hêla neteweperistên kurd ve hatiye rexnekirin. Ew ji aliyê gelek tirkan ve nayê tehemilkirin ji ber ku aşkere dike ku gelek peyvên bingehîn jî yên tirkî, bo nimûne “adam, kadın, akşam, eğer, diğer” (mêr, jin, êvar, eger, ya/yê din) û bi sedan peyvên din yên sade jî yên tirkî bi eslê xwe ji hin zimanên din hatine. Li aliyê din, ew ji aliyê gelek kurdan ve jî tê rexnekirin ji ber ku dibêje ku peyvên îranî bi piranî ji farisî hatine lê gelek kurd wisa texmîn û israr dikin ku ew ji kurdî ketine tirkî.

Helbet berhemên Nişanyanî jî ne bi temamî bêkêmasî ne. Lê Nişanyan di vê meselê bi piranî rast dibêje û dijberên wî (hem yên kurd û hem jî yên tirk) zêdetir şaş in. Tevî rexneyên kurdan jî, Nişanyan yek ji kêm etîmologên tirk e ku qebûl dike ku hin peyvên tirkî ji kurdî ne.

Ji bilî ferhengê, Nişanyan herwiha malpereke xerîtedar û lêgerbar ya navên deverên Tirkiyê li gel etîmolojiya wan pêşkêş dike.[8] Bi alîkariya vê malperê mirov dikare agahiyan derbarê navên deverên Bakurê Kurdistanê jî (ji wilayetan heta gundan) wergire.

DÊ BIDOME.

________________________

TÊBÎNÎ

[1] http://www.parsi.wiki/

[2] http://icps.ut.ac.ir/

[3] Malpera Zimannas vê ferhengê jî pêşkêşî xwandevanên xwe dike: https://zimannas.wordpress.com/2016/05/05/ferhenga-etimoloji-ya-erebi/

[4] Di nivîsareke taybet de em behsa wê dikin ku çawa û çima piraniya peyvên esil-îranî ji farisî ketine tirkî, ne ji kurdî wek ku gelek kurd idia dikin: https://zimannas.wordpress.com/2015/11/29/gelo-tirki-peyv-ji-kurdi-wergirtine/

[5] Bo lîsteyeke netemam ya peyvên esil-tirkî di kurdî de, binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/Kategor%C3%AE:Ji_tirk%C3%AE

[6] http://www.tdk.gov.tr/index.php?option=com_gts

[7] www.nisanyansozluk.com

[8] http://www.nisanyanmap.com/

Advertisements

5 thoughts on “DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-4-

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s