Kovara Kanîzar, hejmar 11

Hejmar11a

 

Vekin û bixwîn!

 

Sernivîsar

Bi berhemên nû û yên kevnar

Kerem bikin dîsa hejmareke nû ji kovara zimanê kurdî Kanîzarê, xwandevanên hêja. Di vê hejmarê de em  çendîn berhemên nû û çend vekolînên li ser zimanê kurdî bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî  pêşkêşî we yên hêja dikin.

Di vê hejmarê de em dest bi belavkirina vekolîna Husein Muhammedî ya li ser rengdêrên (sifet, adjective) kurdî û bikaranîna wan dikin. Ev  vekolîn dê di hejmarên bên de jî berdewam be. Nivîsarên wî yên din di hejmarê de li ser cinsê rêzimanî (mê û nêr) û tesîra lerzê li ser guherîna dengan in.

Rêzevekolîna me ya din ji Deham Ebdulfettah e û  xebata wî ya dûr û dirêj ya li ser lêkerên (fiil, verb) kurdî ye. Ev vekolîn jî dê di hejmarên bên de jî bidome.

Vekolîna me ya dirêj ya bi zazakî nivîsara Seîd Verojî ya li ser berhevdan anku miqayesekirina zimannasî ya  navbera kurmancî û zazakî ye.

Bi soranî Cemal Nebez li ser ”birakujiya zimanî” anku neheqîkirina li lehceyên din yên kurdî dinivîse. Nivîsara din ya bi soranî derbarê guherîn û ketina dengan di kurdiya kirmaşanî de ye û ji kekê me yê hêja Elî Şahmuhemmedî ye.

Bi inglîzî Mehmet Şerif Derince û Ergin Opengin agahiyên bingehîn li ser kurdî (bi taybetî kurmancî) pêşkêş dikin û berhemên giring bo hînbûna kurmancî û vekolînên zimanê kurdî rêz dikin.

Di vê hejmarê de jî em du kitêban – yeke nû û yeke kevn – didin nasîn. Yek jê Ferhenga Zaravên Teknîkî ya bi kurdî – tirkî – inglîzî ye. Ya din jî ferhengokeke kurdî ya ji sala 1884 e. Em van herdu berheman bi temamî belav dikin û dixin xizmeta xwandevanên xwe û vekolînên li ser zimanê kurdî.

Kerem bikin kovara xwe bixwînin û bo me binivîsin:

kovarakanizar@gmail.com

 

NAVEROK

Sernivîsar
Bi berhemên nû û kevnar, r. 2

Husein Muhammed
Rengdêr û bikaranîna wan, r. 3

Ferhenga zaravên teknîkî
bi kurdî – tirkî – inglîzî, r. 18

Elî Şahmuhemmedî
Gorrîn û qirtandin le zarawey kurdîy kirmaşanî, r. 20

Seîd Veroj
Vacêkerdena zazakî û kurmancî, r. 23

Nasandin
Ferhengeke kurdî ji sala 1884, r. 51

Ziman û cins
Cinsê rêzimanî, r. 53

Cemal Nebez
Birakujîy zimanî, r. 64

Deham Ebdulfettah
Lêker di zimanê kurdî de, r. 72

Tesîra lerzê
li ser guherîna dengan, r. 124

Mehmet Şerif Derince & Ergin Opengin
Background information on Kurdish, r. 131

Zarname
Ferhengoka zimannasî, r. 144

Em wiha dinivîsin
Kurterêbera rastnivîsînê, r. 162

Vekin û bixwîn!

 

 

Kanîzar 1: Ziman û çande

George Yule

ji inglîzî: Dilyar Amûdî

Dilyar

wêne: wergêr Dilyar Amûdî

Quaker an jî komeleya hevalan qebûl nake ku mirov peyva “hûn: you” wek awayekî rêzgirtinê bi kar bîne lê “tu; thou” tercîh dike ku ew jî jidilî û wekheviyê nîşan dide. ber bikarnehanîna peyva “you” wek awayekî rêzgirtinê, kesên dî ev reftara wan wek bêrêzî nirxand û bû sedema dûrketinê.  Encamên tiştên wisa ne jirêzê gelek caran ji bo hin Quakeran giran bûn wek gava ku Richard Davis ku qala meseleyeke xwe kir gava bangî bermaliyekê kir û got “thou” bê çawa jinikê rahişt darekî û di serê wî yê rût de lêxist û serê wî bi awayekî xerab werimand. Gelekî hêrs bûbû û heta sûnd xwar ku dê wî bikuje.” Romaine (2000)

Çande

Em hemû raman û qebûlên derbarê surişta tişt û mirovan de ku mirov hîn dibe gava ku dibe endamê komên civakî, wek çandeyê bi nav dikin.  Herwiha em dikarin wê wek “zanîna bi civakîbûnê tê bidestxistin” jî binasînin. Ev zanînên wisa yên wek zimanê mirovî yê pêşî, bê ku mirov hay ji xwe hebe hîn dibe anku hayê mirovî ji çandeya wê çêdibe tenê piştî ku zimanê wî bi pêş ve diçe. Zimanekî ku em di rêya pêvajoya guhestina çandeyî de hîn dibin, bi kêmasî di destpêkê de, pergaleke amadekirî dide me û ew pergal ji bo kategorîzekirinê dinyaya derdora me û serpêhatiyên me pê re hatiye amadekirin.

Read More »

CINSÊ RÊZIMANÎ

Husein Muhammed

cins

Cinsê rêzimanî anku zayenda rêzimanî (mêyîtî û nêrîtî) yek ji mijarên serekî yên rêzimana kurmancî ye. Her navdêra kurmancî bi zerûrî yan mê ye yan jî nêr e yan jî herdu ye. Ji ber vê giringiya mijarê, hem kurdan bi xwe û hem jî gelek zimannasên biyanî qelem girtiye û li ser vê mijarê nivîsiye.[1] Min bi xwe jî berê dest avêtiye mijareke sinorkirî ya cinsê rêzimanî: cinsê heywanan yê rêzimanî.[2]

Di nivîsên bi kurdî yên derbarê cinsê rêzimanî de, giranî li ser wê bûye ka çi peyv mê ne û çi jî nêr in.[3] Kêmtir pûte û giringî bi wê hatiye dan ka cinsê rêzimanî di kurdî de çawa tê bikaranîn, kengî diyar e û kengî veşartî ye, çawa peyda bûye û çawa diguhere, têkiliya wî li gel zimanên kevn yên îranî û zimanên nû yên cîran û çawa ye.

Ev nivîs hewl dide ku bersiva hin ji van pirsan bide. Bersiva van hemû pirsan niha li ba min peyda nabe. Lê ji bilî bersivdanê, pêşkêşkirina hin pirsan jî giring e tevî ku niha bersiv ji wan re tine be.

Read More »

Cinsê heywanan yê rêzimanî

Husein Muhammed

dikumirisk

Di sirişt û tebîetê de heywan ji du cinsan anku du zayendan in: nêr û mê. Çawa ku bo zêdebûna biyolojîkî mirov hewceyî jin û mêran in, wisa heywanan jî pêdivî û pêwîstî bi nêr û mêyan heye.

Di nav birrên hirçan de, di nav revdeyên xezalan de, di bi refên çûçik û çivîkan re hem takeyên (indivîdên) mê û hem jî yên nêr hene.

Mêyîtiya yan nêrîtiya heywanan cinsê wan yê siriştî / tebîî diyar dike. Lê gelo cinsê heywanan yê rêzimanî çi û çawa ye?

Read More »