DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-2-

(Bo beşa yekem bitikînin.)

Husein2

Husein Muhammed

 

Arthur Jeffery: The Foreign Vocabulary of the Qur’an, 1938

Belkî gelek kes bipirsin ka çi têkiliya kitêba profesorê awistralyayî Arthur Jeffery The Foreign Vocabulary of the Qur’an (Peyvên biyanî di Quranê de, 1938) bi dîroka etîmolojiya peyvên kurdî ve heye.

Lê wek ku tê zanîn, hejmareke mezin ya peyvên dînî ji erebî (yan texmînen ji erebî) ketine kurdî û di kurdî de tên bikaranîn. Hinek ji wan peyvên dînî ne, bo nimûne: dîn, diyanet, amîn, cenet, cehnem, sûret, bereket… Gelek jê navên kesan in, wek: Adem, Ebdullah, Hewa, Îbrahîm, Îsa, Mûsa… Hê jî hejmareke gelek mezintir jî.

Bi texmîna gelek kesan, ev peyvên xwemalî yên erebî ne. Heta hinek kes ji kerb û kîna ereban û erebî dixwazin wan peyvan ji zimanê kurdî biavêjin jî. Lê wek ku Jeffery di kitêba xwe de bi belge û delîlên xurt isbat dike, piraniya mitleq ya peyvên dînî jî yên ku ji erebî belavî zimanên din bûne, di rastiyê de bi taybetî ji aramî, îbranî û yûnanî ne û hejmareke biçûk jî ji zimanên îranî – bi taybetî ji pehlewî – ne.

Bi vê kitêbê mirov dikare etîmolojiya bi dehan peyvên bi rêya erebî ketine kurdî peyda bike û bibîne ku ew ji erebî û îslamê jî gelek kevntir in.

Mirov dikare kitêba Jeffery li vê derê bixwîne.

Bo zêdetir agahiyên li ser peyvên biyanî di zimanê erebî de (ku gelek ji wan bi rêya erebî ketine kurdî jî), binêrin nivîsara me: Etîmolojiya peyvên erebî.

 

Julius Pokorny: Indogermanisches etymologisches Wörterbuch, 1959

Ferhenga zimannasê awistriyayî-almanî Julius Pokorny Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (Ferhenga rehnasî ya hindûewropî/hindûgermenî)[1], 1959, berhema bingehîn ya ferhengnasî ya binemala zimanên hindûewropî ye. Tevî ku tê de tenê yekser behsa kurdî tenê 10 – 12 caran tê kirin (û hin ji van agahiyan jî şaş in), dîsa jî ev ferheng ji rehnasiya peyvên kurdî re jî gelek giring e ji ber ku ew gelek peyvên avestayî, hexamenişî, pehlewî û farisî bi hevrehên wan yên zimanên din yên hindûewropî ve girê dide û mirov dikare hevrehên wan yên kurdî jî bi hêsanî lê zêde bike.

 

D. N. MacKenzie: A Concise Pahlavi Dictionary, 1971

Zimannasê brîtanî D. N. MacKenzie di nav kurdan de herî zêde bi coteberhemên xwe Kurdish Dialect Studies (Vekolînên Zaravayî yên Kurdî) tê nasîn. Lê xizmeta wî ya giring di warê etîmolojiyê de amadekirin û berdestkirina A Concise Pahlavi Dictionary (Kurteferhengeke pehlewî)[2] ye. Ew ne yekser ferhengeke etîmolojî ye lê rêzkirina peyvên pehlewî û partî di vê ferhengê de pevgirêdana wan li gel hevrehên wan yên zimanên niha yên îranî – kurdî jî di nav de – hêsantir kiriye.

 

Tuncer Gülensoy: Doğu Anadolu Osmanlıcası: Etimolojik Sözlük Denemesi (1986) û Kürtçenin Etimolojik Sözlüğü (1994)

Nivîskarê tirk ê nijadperist Tuncer Gülensoy bi herdu kitêbên xwe Doğu Anadolu Osmanlıcası: Etimolojik Sözlük Denemesi (Osmaniya Anatoliya Rojhilat: Ceribandineke Ferhenga Etîmolojîk)[3] û Kürtçenin Etimolojik Sözlüğü (Ferhenga Etîmolojîk ya Kurdî)[4] hewl dide isbat bike ku di rastiyê de kurdî ne ti ziman e. Ew tê dikoşe biselmîne bike ku hemû peyvên kurdî di rastiyê de ji tirkî, erebî yan jî ji farisî ne.

Di çapa yekem de heta peyva “kurdî” jî nehatiye bikaranîn lê jê re “osmaniya Anatoliya Rojhilat” hatiye gotin. Lê di çapa duyem de Gülensoy jî neçar bûye ku navê zimanê kurdî qebûl bike û li ferhengoka xwe bike.

Bo nimûne, her peyva ku di kurdî û farisî de wek hev be, Gülensoy dibêje ku ew ji farisî û malê farisî ye. Helbet her zimannasê destpêker jî dizane ku di zimanên xizm û lêzim de bi sedan yan hezaran peyvên wek hev hene. Piraniya wan ne zimanekî ji yê din wergirtine lê malê wan herdu zimanan in, wek mîrat ji serdemekê mane ku dayika wan herdu zimanan yek bû yan jî ew herdu ziman lehceyên eynî zimanî bûn. Di tirkî û azerî de, di erebî û îbrî de, di frensî û îtalî de, di inglîzî û almanî de jî bi hezaran peyvên wek hev hene. Lê mirov nabêje ku tirkî ew peyv ji azerî wergirtine yan erebî ji îbrî yan fransî ji îtalî yan inglîzî ji almanî yan jî berevajî.

Herdu kitêb jî bi eslê xwe de eynî ne û ji destpêkê heta dawiyê li ser heman teza nezanistî û bêbingeh hatine avakirin. Gülensoy bi peyvekê jî bersiva wê yekê nedaye ku madem li gor wî kurdî ne ti ziman e, çima hemû zimannasên rojavayî – yên ku ne kurd û ne jî tirk in û hewl didin bi awirekî objektîv li meselê binêrin – qebûl dikin ku kurdî zimanekî serbixwe ye.

Berhema Gülensoy ji objektîviyê dûr e û tek armanca wê ew e ku “tinetiya” zimanê kurdî isbat bike. Lê tevî vê jî, divê etîmologên kurd feydê ji kitêbên wî jî bibînin: Peyvên ku ew dibêje eslê wan erebî yan tirkî ye, ne hemû lê bi piranî rast in. Herwiha peyvên ku ew idia dike ku kurdî ji farisî wergirtine, bi piranî ne rast e ku kurdî ew ji farisî wergirtine lê peyvên hevpar yên kurdî û farisî ne ji ber ku kurdî û farisî du zimanên bira ne, ji eynî binemalê ne û komeke mezin ya peyvan wek mîras ji makezimanên îraniya kevn û proto-hindûewropî ji herduyan re mane.

Anku eger mirov îdeolojî û armanca qirêj ya Gülensoy bide aliyekî û bi çavekî rexneyî li kitêbên wî binêre, mirov dikare dîsa bibîne ku wî bêhemdî xwe xizmet ji etîmolojiya zimanê kurdî re kiriye!

 

Jafar Hasanpoor: A Study of European, Arabic and Persian Loans in Standard Sorani, 1999

Bawernameya Cafer Hesenpûr (Jafar Hasanpoor) ya bi zimanê inglîzî A Study of European, Arabic and Persian Loans in Standard Sorani (Vekolînek li ser peyvên wergirtî yên ewropî, erebî û farisî di soraniya standard de)[5] hem vekolîneke zimannasî û hem jî ferhengokeke etîmolojî ye. Beşa pêşîn û giringtir vekolîn bi xwe ye. Di wê de Hesenpûr bi berfirehî behsa awa û sebebên wergirtina peyvên biyanî di kurdî de (xaseten di soraniya nivîskî de) dike. Hesenpûr herwiha bi dirêjahî behsa “petîperistiyê” (purîzmê) anku hewldana “paqijkirina” zimanê kurdî ji peyvên biyanî dike û vê teşebisê bi dijwarî rexne dike.

Wek Justi 150 sal berî niha, Hesenpûrî jî ew rastî dîtiye ku zimanê kurdî yê nivîskî hejmareke mezin ya peyvan ji farisî wergirtiye û niha hewl dide wan li cihê peyvên esil-erebî bi cih bike heçku ew peyvên “resen” yên kurdî bin, bo nimûne peyvên wek “derya, ferheng, asayîş, artêş” li cihê peyvên esil-erebî lê di kurdî de li nav xelkê berbelav wek “behr, qamûs, emniyet, cêş”.

Kêmasiya serekî ya vê vekolînê ew e ku tevî navê xwe jî, di beşa ferhengokê de tenê peyvên ewropî cih digirin (tenê çend lib peyvên ji erebî yan ji farisî cih tê de dîtiye). Hesenpûr bi dilsozî bikaranîna peyvên ewropî di berhemên soranî de (bi taybetî di berhemên Hêmin Mukriyanî de) qeyd û tomar kirine. Lê ev berhem nikare wek ferhengeke etîmolojî ya kurdî were hesibandin ji ber ku hema-hema qet etîmolojiya peyvên ne-ewropî nade. Ji xwe hêsan e ku kesên ne-zimannas û ne-etîmolog jî pê bihesin ku hin peyvên me ji zimanên ewropî ne.

Bi awayekî giştî, mirov dikare bibêje ku Hesenpûr navekî giran li kitêba xwe kiriye lê rêyeke hêsan ji xwe re bijartiye û tenê etîmolojiya peyvên esil-ewropî daye ku ne karekî zêde zehmet e.

 

Michael L. Chyet: Kurdish-English Dictionary/Ferhenga Kurdî-Inglîzî, 2003

Ferhenga kurdî-inglîzî ya Michael L. Chyet ne tenê ferhengeke etîmolojî ye lê ferhengeke giştî, wêjeyî, dîrokî û zanistî ye jî. Chyet hem şarezayekî jêhatî yê kurmancî û soranî ye û hem jî ew bi berfirehî zimanên cîranên kurdî (erebî, tirkî, farisî, ermenî, aramî) dizane. Chyet hevrehên peyvên kurmancî herwiha – li gor ku peyda kirine – di soranî, hewramî, zazakî, farisî û hin zimanên din de jî dane. Wî herwiha sûd ji şarezatiya îranînasê navdar Michael Schwartz jî wergirtiye û agahiyên wî yên derbarê etîmolojiya gelek peyvan de di ferhenga xwe de bi cih kirine.

Lê dîsa mirov nikare bibêje ku ev ferhengeke sîstematîk ya gerîna li pey etîmolojiya peyvên kurdî ye. Etîmolojiya gelek peyvan hatiye pêşkêşkirin lê hejmareke pir mezin ya peyvan bê etîmolojî jî mane. Herwiha Chyet gelek caran hevrehên peyva kurdî bi hinek zimanên din jî (bi taybetî bi ermenî û aramî) dide lê cesaret nake bibêje ka kîjan zimanî ew ji yê din wergirtiye tevî ku eger hêla wergirtinê zelal be jî.

 

Dê bidome.

___________________________

TÊBÎNÎ:

[1] Binêrin: http://www.utexas.edu/cola/centers/lrc/ielex/PokornyMaster-X.html

[2] Malpera Zimannas ev ferheng ji xwandevanan re berdest kiriye: https://zimannas.wordpress.com/2016/03/28/ferhenga-pehlewi-inglizi/

[3] Bo peydakirinê bo nimûne: http://www.nadirkitap.com/dogu-anadolu-osmanlicasi-etimolojik-sozluk-denemesi-doc-dr-tuncer-gulensoy-kitap6154771.html

[4] Bo peydakirinê bo nimûne: http://www.nadirkitap.com/kurtcenin-etimolojik-sozlugu-prof-dr-tuncer-gulensoy-kitap1169741.html

[5] Bloga Zimannas vê berhemên pêşkêşî xwandevanên xwe dike: https://zimannas.wordpress.com/2016/05/03/peyven-biyani-di-sorani-de/

11 thoughts on “DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-2-

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s