Close

Pirhejmariya ducarî

husein

Husein Muhammed

Di kurmanciya nivîskî de forma çemandî ya pirhejmariyê bi ”-an” bi dawî tê:

  • (li) gund-an
  • heval-an (dibînim)
  • kitêb-an (bixwîne)

Heke eslê peyvê bi vokalekê bi dawî bê, hingê ”y” jî dikeve navbera rehê peyvê û paşpirtika pirhejmariyê anku ”-an”:

  • (di) rojname-y-an (de)

Di zimanê devkî de ”-n” ji dawiyê dikeve dikeve:

  • (li) gund-a
  • heval-a (dibînim)

Read More »

ÇEMANDIN Û GIRÊDANA NAVDÊRAN

Husein Muhammed

Husein

Çemandina navdêrên mê

Navdêrên kurmancî li gor bi çend awayan, li gor çend paradîgman diçemin anku ditewin[1]. Mebest ji çemîna yan çemandina peyvan ew e ku peyv di hevokê de li gor hin şertan diguherin bêyî ku maneya wê biguhere.

–          Wê sêvê bide min!

–          Tu ji sêvan hez dikî?

–          Ez ê sêvekê bixwim.

Di kurmancî de navdêr (ism, substantîv, bi inglîzî ”noun”) li gor hejmarê (yek yan zêdetir), cinsî / zayendê (mê yan nêr) û diyarî yan nediyariyê (”wê sêvê”, ”sêvekê”) diçemin. Forma yekhejmar ya navdêrên mê di rewşa çemandî û diyar de herfa ”-ê” digire:

–          Wê kitêbê bide min!

–          Ew li malê ye!

Heke peyv di rewşa xwe ya xwerû de bi ”e” bi dawî bê, hingê di zimanê nivîskî de ”-yê” lê tê zêdekirin lê bi devkî ”e” dikeve û ”ê” tê cihê wê. Di hin devokan de jî Y realîze nabe:

–          rojname > rojname, di rojname de (nivîskî)

–          rojname > rojnamê, di rojnamê da (devkî)

–          rojname-ê (devkî, realîzenebûna Y)

Heke peyv bi ”a, î, o” bi dawî bibe, hingê ”-yê” dikare bikeve dawiya wê lê ne hewce ye. Di hin devokan de jî Y realîze nabe:

–          Ew bîra(yê) vedixwin.

–          Amerîka > Ez çû Amerîka(yê).

–          Ez ne ji Kifrî(yê)[2] me.

–          Zaxo > Ew li Zaxo(yê) dijî.

–          Li Ewropa-ê (Y nayê gotin)

Heke peyv bi xwe di rewşa xwe ya xwerû de bi ”ê” bi dawî bê, hingê ew dubare nabe:

–          Bi rê ve çûn (ne ”*bi rê ve çûn”)

–          Fatê > keça Fatê (ne ”*keça Fatê”)

Heke du yan zêdetir navdêrên mê bikevin dû hev, bes e ku ya dawiyê biçeme:

–          Ez ê Jiyan(ê) û Evînê bibînim.

–          Li Dihok(ê) û Diyarbekirê

Navdêr di rewşa çemandî ya yekhejmar ya nediyar de paşpirtika nediyariyê ”ek” û paşpirtika çemandinê ”ê” werdigirin:

–          mal > mal-ek > mal-ekê

Heke peyv bi vokalekê bi dawî bê, hingê li cihê ”ek”ê di zimanê nivîskî paşpirtika ”-yek” heye. Di zimanê devkî de ”k” peyda dibe:

–          rojname > rojname-yek > rojname-yek-ê (nivîskî)

–          rojname > rojname-k > rojname-kê

Di hin devokan de li cihê ”ek” ya nediyar ya nivîskî ”ik” heye:

–          sêv > sêv-ik

Heke ew were çemandin, ”ê” digire lê ”i” ji ”ik”ê dikeve

–           sêv > sêv-ik > sêv-k-ê

Girêdana navdêrên mê

Mebest ji girêdana navdêran ew e ku ew bi peyveka raveber / zelalker ya li peyv xwe ve tên girêdan ku taybetmendiyeka wê diyar dike, bo nimûne aşkira dike ka ew navdêr ya kê ye yan çawa ye:

–          kitêb-a min

–          sêv-a sor

Forma yekhejmar ya navdêrên mê di rewşa girêdayî û diyar de herfa ”-a” digire:

–          kitêb-a min

–          sêv-a sor

Heke du yan zêdetir navdêr bikevin dû hev, bes e ku paşpirtika girêder  bikeve gel ya dawiyê:

–          kitêb(a min) û deftera min

–          xwişk(a wî) û dotmama wî

Heke peyv bi xwe di rewşa xwe ya xwerû de bi ”a” bi dawî bê, hingê di zimanê nivîskî de ew bi piranî ”ya” digire û di zimanê devkî de wek xwe dimîne. Di zimanê nivîskî de jî mimkin e ku wek xwe bimîne:

–          derya > Derya(ya) Reş

–          Leyla > Leyla(ya) keça Fatê

Heke peyv di rewşa xwe ya xwerû de bi ”e” bi dawî bê, hingê di zimanê nivîskî de ”-ya” lê tê zêdekirin lê bi devkî ”e” dikeve û ”a” tê cihê wê:

–          rojname > rojnameya me (nivîskî)

–          rojname > rojnama me (devkî)

Heke peyv di rewşa xwe ya xwerû de bi ”ê” bi dawî bê, hingê di zimanê nivîskî de ”-ya” lê tê zêdekirin. ”ê” dikare wek xwe bimîne yan jî bibe ”i”. Di hin devokan de jî Y nayê bihîstin:

–          rê > rêya me / riya me

–          dê > dêya wî / diya wî

–          rê-a me (Y nayê gotin)

Heke peyv di rewşa xwe ya xwerû de bi ”î, o, û” bi dawî bê, hingê di zimanê nivîskî de ”-ya” lê tê zêdekirin. Di rastnivîsînê de ”î” ya berî ”y” dibe ”i”:

–          kanî > kanî-ya gundî > kaniya gundî

–          co > coya derê mala me

–          xesû > xesûya dawetê

Di hin devokan de jî Y nayê gotin

–          xesû-a wê

”Û” ya dawiya peyva xwerû di hin devokan de konsonantîze dibe:

–          xesû > xesw– > xeswa

Girêdana navdêrên nêr

Forma yekhejmar ya navdêrên nê di rewşa girêdayî û diyar de herfa ”-ê” digire:

–          hesp-ê min

–          dest-ê dirêj

Heke peyva xwerû bi vokalekê (a, e, i, î, o, u, û) bi dawî bê, hingê ”yê” dikeve pey wê:

–          bira- min

–          avahî- bilind

–          bere- cengê (eniya cengê, bi inglîzî ”war front”)

–          rû- geş

Di rastnivîsînê de Î ya berî Y dibe I. Di axiftinê de Î bi temamî hinda dibe:

–          xanî > xanî- me > xaniyê me (nivîskî)

–          xanî > xan me (devkî)

Di hin devokan de Y di axiftinê de nayê bihîstin:

–          bira-ê mi

–          bere-ê cengê

–          rû-ê geş

Di hin devokan de ”a” ji dawiya peyva xwerû cihê xwe dide ”ê” ya girêdera navdêrên nêr:

–          bira > birê min

Dîsa di hin devokan de ”û” dibe IW / UW û paşî ”ê” digire:

–          rû > riwê / ruwê geş

–          mû > miwê / muwê bizinê

Çemandina navdêrên nêr

Çemandina û çemîna navdêrên nêr yên yekhejmar û diyar yek ji wan diyardeyan e ku bi awayekê berçav devokên rojhilatî (bi taybetî başûr-rojhilatî anku deverên Behdînan-Hekarî) ji devokên navendî (bi taybetî Mêrdînê) cuda dike.

Çemandin bi paşpirtika ”-î”

Di hin devokan de (bi taybetî başûr-rojhilatî anku behdînî û hekarî) çemandina navdêrên nêr yên yekhejmar û diyar wek çemandina navdêrên mê yên yekhejmar û diyar e lê li cihê paşpirtika ”ê” ya ku navdêrên mê digire, paşpirtika ”î” heye:

–          ser > li serî

–          hesp > nala hespî

–          dil > êşa dilî

–          ew kes > (e)wî kesî

Heke peyv bi xwe di rewşa xwe ya xwerû de bi ”î” bi dawî bê, hingê ew dubare nabe:

–          xanî > wî xanî (ne ”*wî xaniyî/ xanîyî”)

–          Elî > mala Elî (ne *mala Eliyî / Elîyî)

Heke peyv di rewşa xwe ya xwerû de bi vokaleka din (a, i, o, u, û) bi dawî bê, hingê di zimanê nivîskî de ”-yî” lê tê zêdekirin. Di axiftinê de ew wek ”y” bi tenê tê gotin:

–          Hiso > mala Hisoyî (nivîskî) > mala Hisoy (devkî)

Çemandin bi metafonê

Bi taybetî di devokên navendî yên kurmancî de (xaseten li Mêrdînê û derdorên wê) li cihê ”î” ya paşpirtika navdêrên nêr yên çemandî yên devokên din, çemandin bi metafonê anku guherandina/ guherîna vokala dawiyê ya peyva xwerû tê çêkirin. Di pratîkê de ”a” û ”e” dibin ”ê”:

–          welat > ji welêt

–          ser > kumê li sêr

Heke di peyva xwerû de ”a” yan ”e” tine be, hingê peyv wek xwe dimîne:

–          gund > ji gund

Hin caran jî navdêrên nêr jî wek yên mê bi ”ê” tên çemandin:

–          şerr > çûn şerrê

–          hesp > li hespê siwar bû[3]

Lê devokên ku bi navdêrên nêr re metafonê bi kar tînin jî, dîsa forma bi paşpirtika ”î” dixebitînin gava ku diyarkerek bi navdêrî re hebe:

–          ew welat > wî welatî (ne ”*wî welêt”)

–          her kes > wî kesî (ne ”*wî kês”)

–          ti kes > ti kesî (ne ”*ti kês”)

Çemîna veşartî

Bi taybetî di zimanê nivîskî de navdêrên nêr yên yekhejmar û diyar di rewşa çemandî de jî wek peyva xwerû dimînin, bi gotineka din nîşana çemîna wan veşartî ye:

–          li gund

–          mala Serdar

–          birayê Azad

Sebebên dîrokî yên çemandina cuda

Sebebê cudahiya paşpirtika ”î” (wek ”hespî”) û ”ê” (wek ”hêsp”) diyarde û fenomeneka dengnasî ya dîrokî ye. Berê paşpirtika ”î” ya hin devokan ya niha ”ê” bû. Bo nimûne:

–          kurdiya niha: hesp > bi hespî

–          pehlewî: es > ped esê

Delîlên nivîskî yên kurdiya navîn û kurdiya kevn peyda nabin, lê wisa diyar e ku ”î” ya paşpirtika û ”ê” ya metafonîk di eynî demê de hebûne:

–          hesp > *hêspê[4] > hespê / hêsp / hespî

–          welat > *welêtê > *welatê / welêt / welatî

Paşpirtika berê ihtimalen ”ê” bû (bide ber nimûneya li jor ya pehlewî) û wê paşpirtika ”ê” dengê ”a, e” jî wek xwe lê dike û dike ”ê”:

–          hesp > + -ê (ya dîrokî li cihê ”-î” ya niha) > *hêspê

Bi demê re ”ê” ya paşpirtika di hin devokan de bûye ”î” û di eynî demê de dest ji guherandina ”a, e” bi ”ê” hatiye berdan

–          *hêspê > hespî

Di hin devokan de dest ji guherandina ”a, e” bi ”ê” nehatiye berdan lê paşpirtika ”î” hatiye avêtin:

–          *hêspê > hêsp

Di hin devokan de jî ”ê” ya paşpirtik wek xwe maye lê dest ji guherandina ”a, e” bi ”ê” hatiye berdan:

–          *hêspê > hespê

Çemandina û girêdana navdêrên pirhejmar

Çemandina navdêrên pirhejmar

Di pirhejmariya kurmancî de cins xwe diyar nake. Anku gava ku peyv bi forma xwe ya pirhejmar be, ew mê yan jî nêr be, paşpirtika wê ya çemandinê eynî ye.

Forma çemandî ya pirhejmar di zimanê nivîskî de bi paşpirtika ”-an” tê çêkirin:

–          mal (mê) > li malan

–          gund (nêr) > li gundan

Di zimanê devkî de ”n” ya dawiyê dikeve

–          mal (mê) > li mala

–          gund (nêr) > li gunda

Heke peyva xwerû bi vokalekê bi dawî bê, paşpirtik dibe ”-yan” (nivîskî) yan ”-ya” (devkî)

–          bira > birayan (nivîskî), biraya (devkî)

–          rojname > rojnameyan (nivîskî), rojnameya

Formeka kurttir jî bo wan peyvan heye ku bi vokalekê bi dawî dibin:

–          bira > biran / bira

–          rojname > rojnaman / rojnama

–          se > san / sa

Girêdana navdêrên pirhejmar

Forma girêdayî ya navdêrên pirhejmar di zimanê nivîskî de bi ”-(y)ên[5] e:

–          mal > malên gundiyan

–          rojname > rojnameyên kurdî

–          bira > birayên min

Formeka kurttir jî bo wan peyvan heye ku bi vokalekê bi dawî dibin:

–          rojname > rojnamên kurdî

–          bira > birên mi(n)

Nediyarî

Formên yekhejmar yên nediyar û neçemandî bi paşpirtika ”-ek” tên çêkirin:

–          sêv > sêv-ek

–          tişt > tişt-ek

Heke peyva xwerû bi vokalekê (a, e, ê, i, o, u, û) bi dawî bê, hingê di zimanê nivîskî paşpirtik ”-yek” tê bikaranîn:

–          rojname > rojname-yek

–          xanî > xanî-yek > xaniyek

Di hin devokan de tenê ”k” yan jî ”ik” li cihê ”-ek, -yek”ê heye:

–          tişt > tişt-ik

–          rojname > rojname- k

 

Çemandina navdêrên yekhejmar yên nediyar

Formên yekhejmar yên nediyar û çemandî yên mê bi paşpirtika ”-(y)ekê” û yên nêrî jî paşpirtika ”-(y)ekî” tên çêkirin[6]:

–          keçekê got

–          kurekî got

–          di rojnameyekê de

–          li ser xaniyekî

Girêdana navdêrên yekhejmar yên nediyar

Sê awayên girêdana navdêrên yekhejmar yên nediyar bi peyva pey wan ve hene. Niha di kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî bi piranî girêdana navdêrên mê bi zêdekirina ”-eke” û ya navdêrên nêr jî bi zêdekirina ”-ekî” tê nivîsîn. Ev awa bi taybetî di devokên kurmancî yên navendî de (Mêrdîn û derdorên wê) serdest e:

–          mal-eke nû

–          gund-ekî dûr

Di alternatîva din de navdêrên yekhejmar yên nediyar jî wek navdêrên yekhejmar yên diyar tê çêkirin lê tenê ”-(y)ek” ya nediyarîtiyê dikeve navbera peyva xwerû û paşpirtika girêder. Ev awa bi taybetî di devokên kurmancî yên rojhilatî de (Behdînan û Hekariyan û deverên nêzîkî wan) serdest e:

–          mal > mal-a nû > mal-ek-a nû

–          gund > gund-ê dûr > gund-ek-ê dûr

Awayê sêyem jî veşartina yan avêtina paşpirtika cins-diyarker e:

–          mal > malek > malek nû

–          gund > gundek > gundek nû

Husein Muhammed


[1] Di rêzimanên kurmancî de heta niha bi piranî peyvên ”tewîn, tewandin” yên ji bingehê xwe ve erebî (طوى) hatine bikaranîn. Min li vê derê û di nivîsên xwe yên zimannasî yên vê dawiyê de zêdetir hevwateyên wan yên kurdî ”çemîn, çemandin” bi kar anîne.

[2] Kifrî bajarekê Iraqê ye.

[3] Niha ev form wek awayekê xelet bê dîtin jî, tarîxiyen paşpirtika çemandinê ya navdêrên nêr jî ”ê” bû lê paşî yê nêr û ya mê ji hev hatine cudakirin: ”ê” ji yên mê re maye, ”î” bûye para yên nêr. Bide ber pehlewî ”es” (hesp) > ”esê” (hespî, hêsp, hespê), ”esan” (hespan).

[4] Nimûneyên bi stêrk (*) nemane û nehatine qeydkirin lê bi berhevdana dîrokî ya dengan û dengnasiyê tê texmîn kirin ku ev form hebûne.

[5] Paşpirtika navdêrên pirhejmar yên girêdayî li gor devokan diguhere:

–          du hevalên wî (nivîskî)

–          du hevalêt wî (bo nimûne Behdînan, Hekariyan)

–          du hevalêd wî (b. n. Êrîvan)

–          du hevalê wî (b. n. Mêrdîn)

–          du heval wî (b. n. Efrîn)

–          du hevalanê wî (b. n. hin deverên Diyarbekirê, di bin tesîra zazakî de)

[6] Di hin devokan de (bo nimûne behdînî) bo herdu cinsan tenê paşpirtika ”-(y)ekê” heye:”- kiçekê got; kurekê got.”

Read More »

Kanîzar 1: Ravek di kirmanckî de

Hasan Aslan

Li ser rêzimana kurdiya kirmanckî (dimilî) xebatên bi kurdiya kurmancî hatine kirin kêm in, jixwe xebatên ku bi zimanên din jî kêm in. Eger zaraveyên kurdî bi zaraveyên din bên hînkirin, hînbûn hêsantir û rasttir dibe lewma armanc ji vê xebatê jî ew e ku rêzimana kirmanckî bi zaraveyê din, bi kurmancî bê hînkirin. Hêvî dikim bo zaraveyên din jî bi vî awayî xebat bên kirin. Bawer dikim ev xebat dê berdewam be û mijarên din jî di her hejmara vê kovarê de bên weşandin.

Di vê nivîsê de min bi mînakan behsa “Ravek”an kir ku armanc hînkirina rêbazên bingehîn bû. Helbet ne bêeger û bêkêmasî ye, ku we kêmasî dîtin, ji kerema xwe hayê min jê çêkin da ku di hejmara bê de serast bikim.
Read More »

CINSÊ RÊZIMANÎ

Husein Muhammed

cins

Cinsê rêzimanî anku zayenda rêzimanî (mêyîtî û nêrîtî) yek ji mijarên serekî yên rêzimana kurmancî ye. Her navdêra kurmancî bi zerûrî yan mê ye yan jî nêr e yan jî herdu ye. Ji ber vê giringiya mijarê, hem kurdan bi xwe û hem jî gelek zimannasên biyanî qelem girtiye û li ser vê mijarê nivîsiye.[1] Min bi xwe jî berê dest avêtiye mijareke sinorkirî ya cinsê rêzimanî: cinsê heywanan yê rêzimanî.[2]

Di nivîsên bi kurdî yên derbarê cinsê rêzimanî de, giranî li ser wê bûye ka çi peyv mê ne û çi jî nêr in.[3] Kêmtir pûte û giringî bi wê hatiye dan ka cinsê rêzimanî di kurdî de çawa tê bikaranîn, kengî diyar e û kengî veşartî ye, çawa peyda bûye û çawa diguhere, têkiliya wî li gel zimanên kevn yên îranî û zimanên nû yên cîran û çawa ye.

Ev nivîs hewl dide ku bersiva hin ji van pirsan bide. Bersiva van hemû pirsan niha li ba min peyda nabe. Lê ji bilî bersivdanê, pêşkêşkirina hin pirsan jî giring e tevî ku niha bersiv ji wan re tine be.

Read More »

METAFONÎ – çima ”welat” dibe ”welêt” û ”standin” dibe ”bistîne”?

Husein2
Husein Muhammed
Di zimannasiyê de mebest ji metafonî guherîna dengekî yan çend dengan bi dengekî yan çend dengên din e. Em ê di vê nivîsarê de li ser metafoniyê di rêzimana kurdî de rawestin.

Read More »

Back to top