Husein Muhammed
Di nivîsên kurmancî de”i” herfa herî mişe ye yan jî piştî herfa ”e” ya herî mişe ye. Ev vokalekî bilind û pêşî ye anku di devî de li nêzîkî banê devî û li pêşiya devî (ne li paşiya wî) tê çêkirin. Ew dengekî ne-gilor (ne-girovir) e anku lêv di dema derxistina wî de pehn in, ne dudikî ne.
Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) bi nîşana [ɪ] tê diyarkiein.
Mirov dikare li vê derê guh bide wî dengî:
http://en.wikipedia.org/wiki/File:Near-close_near-front_unrounded_vowel.ogg
Ev deng di alfabeya kurdî-erebî de li nava peyvê nayê nivîsîn. Bo nimûne, peyvên ”kirin, bir, sifir, rind” wek ”krn, br, sfr, rnd” tên nivîsîn. Bi alfabeya kurdî-krîlî ew wek ь dihat nivîsîn.