Kanîzar 1: Cînav û rengdêrên nîşander di kurmanciya Xorasanê de

Muhemmed Teqevî

Teqevi

Cînavk

Cînavk ev peyv in ku cihê navdêran digirin ku ew dîsan nayên gotin. Cînavk li deh beşên sereke kom dibin:

Cînavkên kesane (ضمایر شخصی)

Cînavkên şanîdane (ضمایر اشاره)

Cînavkên pirsiyarî (ضمایر پرسشی)

Cînavka qertafî (شناسه های شخصی)

Cînavka vegerok (انعکاسی)

Cînavkên berbihevîn (ضمایر دو سویه)

Cînavkên lihevxistî (ضمایر ترکیبی)

Cînavkên xwedîtiyê (ضمایر ملکی)

Cînavkên girêkî (ضمایر موصولی)

Cînavkên nebinavkirî (ضمایر مبهم)

✅Cînavkên kesane (ضمایر شخصی

Li şûna navdêrên mirovan digirin an cihê kesan digirin. Cînavkên kesane du beş in: Yên xwerû netewandî û yên tewandî.

  1. Yên xwerû an netewandî (غیر صرفی) li henek deran wan re dibêjin cînavkên direct an ضمایر مستقیم
  2. Yên tewandî (an صرفی)

Read More »

Peyvrêzî

Hevok (riste, cumle, sentence) ji peyvan (kelîmeyan) pêk tên. Di hevokekê de dikare yek, du, sê yan – wek prensîp – bêhejmar peyv hebin:

1)

1a) Çû.

1b) Were malê!

1c) Te kî dît?

1d) Bila ew jî sibê bi te re bên bajarî.

Anku hevok dikare kurt, dirêj yan navînî be. Anku mirov dikare hema-hema bi dûvdilî (keyfî, ixtiyarî, arbitrarily) peyvan li hevokê zêde bike yan jî jê kêm bike. Lê mirov nikare peyvekê li her cihê hevokê zêde bike. Bo nimûne, ev hevokên li jêr li gor kurmanciya giştî xelet in:

– * Malê were!

– * Dît kî te?

– * Te dît kî?

– * Dît te kî?

– * Bajarî sibê bila ew jî bi te re bên.

Gelo çima hevokên wiha di kurmancî de nayên qebûlkirin? Bo çi em dibêjin ku ew xelet in?

Bersiv peyvrêzî ye: hin peyv li cihê xwe yê di hevokê de nehatine danîn lê li cihê hin peyvên din in. Bi gotineka din, di hevokên nimûne de peyv ne di rêz û rista xwe de ne.

Lê gelo ev rêza peyvan di hevokên zimanê me de çi ne? Gelo em ê bikarin wan rêzikan peyda û diyar bikin? Gelo ew rêzik herdem wek hev in yan jî diguherin? Heke biguherin, li gor çi qeyd û bendan diguherin.

Ev nivîsar dê hewl bide bersiva van pirsan bide. Ev vekolîn li ser peyvrêziyê (word order) ye. Anku ev nivîsar li ser rêza peyvan di hevokan de disekine. Berî niha me nivîsarek li ser dengrêziyê nivîsiye ku qeyd û bendên rêzkirina dengan di peyv û kîteyan de vedikole.

Read More »