(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 2, 3, 4, 5, 6, 7 û 8)
Husein Muhammed
Ramazan Çeper: Ferhenga Etîmolojiyê, 2014
Ferhenga Etîmolojiyê[1] ya Ramazan Çeper jî teqrîben hevdem li gel “Ferhenga Etîmolojiya Kurdî” ya “Keça Kurd” derketiye. Wisa xuya ye ku ti haya danerên van ferhengan ji hev tine bûye. Di vê ferhengê de nêzîkî 4 000 peyv hene. Li ber hin ji van peyvan tenê maneya wan hatiye danîn û ti hewleke peydakirina reh û rîşên etîmolojî yên peyvê tine ne. Lê di piraniya wan de, Ramazan Çeper li gor texmîna xwe etîmolojiya wan diyar kiriye.
Mixabin ev ferheng ji destpêkê heta dawiyê ji ferhengeke etîmolojî zêdetir ferhengeke texmînî ya dîtinên şexsî yên danerê wê ne. Ji lîsteya çavkaniyên ferhengê li dawiya wê diyar e ku nivîskar çend ferhengên duzimanî yên wek farisî-tirkî, erebî-tirkî, ermenî-tirkî û hwd. bi kar anîne. Lê eşkere ye ku ti haya wî ji berhemên etîmolojiya peyvên kurdî yên berî wî tine bûye yan jî wî guh nedaye wan û pûte bi wan nekiriye. Tek istisna di vî warî de belkî kitêboka “Lêkolînekî Qiçik li ser Zimên” ya Beyhanî Şahîn e ku Ramazan Çeper wek çavkanî daye. Ev berhem etîmolojiya çend peyvên kurdî yên ji rehên proto-hindûewropî li gor şert û mercên zimannasî şirove dike. Ramazan Çeper etîmolojiya çend peyvan ji van kêm-zêde rast neqil kiriye ferhenga xwe jî.
Di ferhenga Çeper de etîmolojiya hin peyvan rast hatibe şirovekirin jî, etîmolojiya piraniya reha û mitleq ya peyvan tenê û tenê dîtinên şexsî yên Ramazan Çeperî ne û ti têkilî bi dîrok û zanista van peyvan ve nîne. Helbet di her berhemê de kêmasî hene û dê her hebin jî. Lê hejmara xeletî û şaşiyên vê ferhengê ewqas in ku etîmolojiyên hin peyvên rast şirovekirî jî bi giranî di bin wan ve dimînin:
- Etîmolojiya piraniya peyvên herî bingehîn jî yên kurdî di vê ferhengê de nehatine dan. Bo nimûne, di ferhengê de etîmolojiya peyvên wek “bûn, kirin, erê, belê, tu, bi, di, ji, li” peyda nabin. Li aliyekî din, di ferhengê de navê welatên wek Gambiya û Gana hatine pêşkêşkirin.
- Piraniya peyvên ku etîmolojiya wan di rehnasiya kurdî, îranî û hindûewropî de bêguman jî, şaş hatine şirovekirin. Bo nimûne, peyvên bingehîn yên wek “pê, dest, bihar” – ku di vekolînên etîmolojî de ji zêdeyî sedsalekê ye ku etîmolojiya wan ron û eşkere ye – di vê ferhengê de li gor texmînên şexsî yên danerê ferhengê hatine ravekirin.
- Di gelek peyvan de danerê ferhengê li gor etîmolojiyên gelêrî yên heyî çûye bêyî ku rastiya wan vekole. Bo nimûne, peyva “axa” (serokeşîr) wek “ê+axê, yê xwedî axê” şirove dike tevî ku hemû ferhengên etîmolojî yên ewropî, farisî û tirkî dizanin ku ew peyveke mongolî ye. Çeper jî wek gelek kesan idia dike ku peyva “dijmin” ji “dijî min” e tevî ku di rastiyê de forma kevnar ya vê peyvê “dujmin, duşmin” bû û hevrehên wê di zimanên din jî yên îranî de hene û eslê peyvê ji proto-hindûewropî “*dus-men-“ (xirab-fikir) anku “niyetxirab” e. Ramazan Çeper heta etîmolojiya ron û aşkere ya peyva navneteweyî “jînekolojî” (tiba êşên jinan) jî qebûl nake û idia dike ku ew “ne ji latînî ye” ji ber ku li gor gotina wî “jin” bi latînî “femîna” ye (di rastiyê de “femina”). Çeper idia dike ku “jînekolojî” ji peyva kurdî “jîn” tê. Lê ji xwe ti kesî idia jî nekiriye ku “jînekolojî” ji latînî ye lê bi zelalî tê zanîn ku ew ji yûnanî ye, ji “gynê” (jin) û “logos” (-nasî, zanist, -lojî).
- Heta gava ku hin peyvan wek bi eslê xwe biyanî qebûl dike jî, eslê wan yê biyanî şaş dide. Bo nimûne, idia dike ku peyva “îş” (kar, ked, şol, şuxl) ji erebî ye lê di rastiyê de eslê wê ji tirkî ye. Herwiha dibêje peyva “hesûd” ji farisî ketiye kurdî lê di rastiyê de ew ji erebî hatiye. Ev tenê çend nimûne ne lê hejmara van şaşiyan digihe bi sedan.
- Danerê ferhengê nikariye ji hev ferq bike ka kengî peyvên wek hev di çend zimanan de hevreh in anku ji eynî rehî wek mîras ji van hemû zimanan re mane û kengî jî sebebê peydabûna heman peyvê di çend zimanan de wergirtina ji hev e. Bo nimûne, Çeper idia dike ku peyva “kartol” (petat) di zimanên “aryenî” de wek hev e û neyekser be jî wisa dide xuyakirin ku ev peyveke di kurdî de eslî û kevnar e. Lê di rastiyê de papat/kartol riwekeke ji Amerîkayê ye û tenê ev çend sedsal in ku pêşî hatiye Ewropayê û dû re jî gihiştiye Rojhilata Navîn. Peyva “kartol, kartofel” bi rêya ermenî ji rûsî ji almanî ji îtalî hatiye. Ji ber ku “patat” wek “patates” di tirkî de jî heye, hin kes texmîn dikin ku “kartol” bi kurdiya “resen” e.
Ji bêhejmar şirovekirinên şaş yan bi temamî xeyalî kambaxtir jî, pirsgirêka vê ferhengê û danerê wê ew e ku têkiliyên zimanan û malbatên wan, dîroka zimanê kurdî (ya rast û zanistî, ne ya li gor texmîn û tercîha şexsî) fehm nekiriye. Wisa dixuye ku bi piranî ji dengnasî û dîroka dengnasî ya kurdî bêhay e. Ji peyvên erebî û farisî, yên ku Ramazan Çeper di ferhenga xwe de dide, diyar e ku haya wî ji van herdu zimanan jî nîne yan yekcar bisinor e û ev peyv tenê ji hin ferhengên nezanistî yên tirkî hatine neqilkirin.
Mirov dikare hinekî li van kêmasiyan bibore ji ber ku danerê ferhengê li zindaneke Tirkiyê girtî ye û ev xebata xwe ji zindanê encam daye. Lê mirov nikare hemû kêmasiyan bide xatirê girtîbûna wî ji ber ku wî ev xebat ne bi temamî di bêîmkaniyê de kiriye: ji çavkaniyên wî dayî diyar e ku hejmareke berfireh ya ferhengan li ber destê wî bûne, bo nimûne ferhengên sûmerî, hurî-urartûyî. Pirsgirêk ew e ku berî destpêkirina vê xebata xwe, wî bingeh û metodên etîmolojiyê baş nexwandine loma mixabin tevî xebateke giran jî encama wê tenê wek ferhengeke xeyalî ya nezanistî maye.
Dê bidome.
_______________________
TÊBÎNÎ
[1] Bo peydakirinê bo nimûne: http://www.pirtukakurdi.com/index.php?route=product/product&manufacturer_id=780&product_id=1256
[…] (Bo beşên pêştir binêrin: 1, 2, 3, 4, 5, 6, 7, 8û9) […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: 1, 2, 3, 4, 5, 6, 7, 8, 9, […]
LikeLike
[…] beşên pêştir binêrin: 1, 2, 3, 4, 5, 6, 7, 8, 9, 10, […]
LikeLike