20 sonetên William Shakespeare

William Shakespeare (1564 – 1616)

Shakespeare

ji inglîzî: Husein Muhammed

Sonet 1

Ji yên bedewtirîn em zêdebûnê hêvî dikin

daku Sorgula Bedewiyê qet nemire,

lê ger dema mirina yê gihiştî hat,

bila dûndeha wî kelepûra wî hilgire.

Lê tu, yê dildarî çavên xwe yên geş,

agirê çavên xwe bi şewata xwe gurr dikî,

xelayê li şûna bereketê diçînî,

ey tu yê delaliya xwe nefret dikî, li xwe zalim î.

Ey nexşeya zelal ya hemû dinyayê,

mizgînê biharek bikêf,

vedişêrî nav bişkoja xwe qenciya xwe

û bi çepelî pûç dikî, hey gazindoyê nazik.

Dilê xwe bi dinyayê bişewitîne

yan dê bixwin para wê tu û gorr.

Read More »

Cilên paşayî yên nû

o-HANS-CHRISTIAN-ANDERSEN-facebook

Hans Christian Andersen (1805 – 1875)
Wegerandin: Husein Muhammed

Berî çendîn salan hebû paşayek yê wa pir ji cilên nû hez dikir ku hemû pareyê xwe bi cil û bergan pûç dikir. Ne leşkerê wî û ne jî huner mereqa wî bûn, û ger ne bo nîşandana cilên xwe yên nû ba, ew ti car li nav gulistana xwe jî nedigerî. Her saet wî qapût û saqoyê xwe diguherandin, û dema li welatên dî dihat gotin: “Paşa li dîwanê ye”, li vî welatî dihat gotin: “Paşa li cilxaneyê ye.”

Li wî bajarî, yê paşa lê dijiya, cejn û şahî dihatin kirin, û her roj mêvan û gervan dihatin wir. Carekê du hîlebaz li bajarî peyda bûn. Ew qaşo cildirû û qumaşvan bûn û wan pesn û senaya xwe dida ku ew spehîtirîn cilên dinyayê didirûn. Hem reng û hem jî dirûv nedîtî bedew bûn û herwa di cilên ew didirûn de ev taybetmendiya seyr û sosret heye: ew mirov, yê ku nikare erk û wezîfeyên xwe bi cî bîne yan jî qewî bêaqil e, wan cilan qet nabîne.

– De bo Xwedê, aha ew in cil, paşa pûnijî. Dema wan li xwe bikim, ez ê tavilê pê bihesim ka kî di dewleta min de nikarin erka xwe bi cî bînin: ez ê di cî de bikarim ji hev bikim ka kî hişmend û kî jî bêhiş e. Bila di zûtirîn demê de ew cil bo min bên dirûn! Û wî têr pare dan fêlbazan daku dest bi karê xwe bikin.

Read More »

Mirina Baldassare Silvande, cîgirê kontê Silvanyayê

Marcel Proust

Marcel-Proust-001

wergerandin: Husein Muhammed

I

Apollo şivaniya terş û tewalê Admetosî dikir, helbestvan dibêjin. Di her mirovî de yezdanek heye ku zarî şêtan ve dike.
Emerson

– Alexisê birêzok, wisan negirîn. Hema dibe ku cîgirê kontê Silvanyayê hespekî jî bide we.
– Hespekê mezin an canîkekî?
– Belkî hespekê mezin mîna yê birêz Cardenio. Lê bi rastî jî dibêjim, niha wisan… li rojbûna çardehsaliya xwe… negirîn!

Çavên Alexisî ji pişt rondikan geş bûn dema ew ponijî ku dibe hespek lê bê diyarî kirin û rojbûna wî jî hat bîrê. Lê dîsan jî xemgîniya wî bi temamî xelas nebû çimkî diviyabû ew biçûya nik mamê xwe Baldassare Silvandeyî, cîgirê kontê Silvanyayê. Erê Alexis, piştî bihîstibû ku apê wî nikare sax bibe jî, çend caran çûbûn seredana wî. Lê piştî hingê tiştek wek berê nemabû. Baldassare hay ji nesaxiya xwe bûbû û dizanî ku wî, herî zêde, sê jînsal mabûn. Alexis tê nedigiha ka çawa vê piştrastiyê mamê wî bi xemgîniyê nekuştibû yan dîn nekiribû, û hest pê kir ku nikare li ber xwe bide û apê xwe bibîne. Ew diramî ku mam dê bêguman ji dawiya xwe ya nêz dibû bipeyive û wî dê nikariya xemên mamê xwe vebirevîne û ta dê nikariya rondik û hêsirên xwe jî newerîne. Wî herdem li hember apê xwe, mezintirîn, keşxetirîn, xurttirîn, şengtirîn û dilnermtirîn lêzimê xwe hurmeteka mezin hebû. Wî pir hez dikir ji çavên mamê xwe yên gewer, simêlên wî yên boz û çokên wî, yên ku jê re di dema zaroktiyê de penageheka bizewq û narîn bûn û dişibîn asêgeheka dijmin ticaran nikaribe xwe bigihîniyê, bi qasî hespikên hêsk û colankî xweşik û ji ayingehan jî pîroztir bûn. Bûneweriya reşbîn û tund ya bavê Alexisî jê re xerîb û neecibandî bû û ew di aşop û xeyalên xwe de li pêşerojekê bû ku bi berdewamî li ser pişta hespekî mîna xanimeka nazenîn qeşeng û hindî padîşahekî jî wurşedar be, û zelamên mengî û îdeal li ber wî kesên mîna mamê wî bûn. Wî dizanî ku bi xwe jî dişibe mamê xwe yê keşxe û lewend û dizanî ku ew mam jîr, qenc e, bi qasî metranan an generalan bihêz û bibandor e. Erê wî ji gotinên dêbavên xwe fam kiribû ku mamo xwedî hin kêmasiyan jî bû. Ta dihat bîrê ka mam çiqas bînteng bû dema pismamê wî Jean Galéasî henek pê dikirin, û herwiha dihat bîrê ka çawa çirîskên çavên mamê wî zewqa wî ya xweperestî peyitandibû dema kontê Parmayê soz dabû ku xwişka xwe bideyê (hingê mamî ji bo veşartina kêfxweşiya xwe didanên xwe çîrikandibûn û mîna berê lencîbû û girnijîbû ku Alexisî qet jê hez nedikir) û dihat bîrê ka çawa Lucretia, ya ku bi fermî jî ji muzîka wî hez nedikir, bênirx dihesiband dema pê re dipeyivî.

Read More »

Ey Bela!

Husein Muhammed

mq1

Bela, ez bifirim esmanan, tu bi min re yî. Ji pişt her terraşê, bi çavek bel yek neqandî tevgerên min temaşe dikî. Herdem pêngava te ji berî ya min avêtî ye û li her quncikê astengên te, mîna leşkerên Roma Reş, li benda min in, bê ku ji kend û kospên te bipeyivim. Li her kolanê gerdena te ya tal û li ser wê jî dev û lixavên te dilê min radikin, ez hildiavêjim. Ji nav her ebayî bîna te – em jê xwe dispêrin Xwedê – êrîşê tîne ser min.

Bela, ax ev şehmezarî, ax ev rûreşî dema ku tu berî her rûdanekê ji berî qewimîna wê di nav ewrên xwe yên tikîtarî de vedişêrî. Xwezî min bizaniya ka tu çima çirayên asmanan ditemirînî, dikevî nav xwîna min, bi goştî re peymanan îmze dikî, dilreşiyê dixî nav min û min di avzêlê de dinoqînî.

Bela, bi laneta xwe xezebê li min dibarînî û ez nikarim rabibim, ji nav axê rizgar bibim ji ber ku te çiya jî bi ser min de herifandine. Di şikilê ximavmasî de mezin dibî, min digirî, dişewînî, zendên min dişidînî, li gerdena min dializî, min difetisînî.

Read More »

Giyanê min girêdayî te ye

Ferîduddîn Ettar

attar2

Evîna te têkilî nav giyanê min bûye, jê nayê cuda kirin. Êdî biheşt û dûjehê ji hev ferq nakim. Eger min bigurûyî yan bisojî jî, ji bilî xwe ti tiştî di min de nabînî.

Baweriya min bi te heye, ne bi xweda yan zirrxwedayan. Tu min bihêlî jî, ez vî dîn û ayinê xwe terk nakim.

Tenê te dinasim û baweriya min bi te heye! Tu can û giyanê min î, can û giyanê min tu yî. Li hemû vê dinyayê tenê hewceyî te me. Li dinya û axretê min tenê tu divê.

Dilê min pêwîstî bi te heye. De hema carekê xwe nîşanî min bide! Bihêle ku bîskekê bêhn bikim te.

Ger giyanê min bi qasî daveka mûyî jî ji te veqete, ruhê di min de nehêle!

ji farisî: Husein Muhammed, sala 2009

Ebdulla Peşêw: Helbestên bijare bi kurmancî

Peshew

Wergerandina helbestên Ebdulla Peşêw li kurmancî[1]

Husein Muhammed

Ebdulla Peşêw (1946 Hewlêr) yek ji navdartirîn û hezkirîtirîn helbestvanên kurd yên serdema me ye. Zêdeyî 40 salan e ku ew helbestan dinivîse. Wî ta niha 8 dîwan derxistine  û hê gelek helbestên wî yên neweşandî jî hene. Peşêw carinan li Kurdistanê û biyanistanê digere û helbestên xwe di civîn û semîneran de bi deng dixwîne.

Peşêw helbestên xwe bi kurdiya soranî û bi alfabeya erebî dinivîse. Lê ew evîndarê hemî zaravayên kurdî ye loma di helbestên xwe de gelek peyvên kurmancî (yên ku wek din di soranî de nayên xebitandin) bi kar tîne û mirov dikare di helbestên wî de herwiha şopên hewramî û zaravayên din jî bibîne. Li hêleke din, di helbestên wî de devoka wî ya derdora Hewlêrê jî xwe diyar dide der.

Veke û bixwîne

Read More »

Bilbil û Sorgul

Oscar Wilde

oscar-wilde_1215690c

‘Wê got dê li gel min bireqise ger ez jê re gulên sor bînim’, şagirtê xort got, ‘lê li hemû gulistana min gulek sor nîne’.

Ji hêlîna xwe ya li ser dara gûzê bilbilî dengê wî bîst û di nav pelan re li derê nerî û pûnijî.

‘Nîne ti gulek sor li hemû gulistana min!’ yê şagirt got, û çavên wî yên spehî tijî rondik bûn. ‘Ax, ji tiştên çend biçûk e dilşadî! Min xwendiye hemû hişmendiya mirovan nivîsî, û hemû nehîniyên felsefeyê yên min in lê ji ber daxwaza gulek sor jiyana min bûye kembaxî.’

‘Taliyê ev e evîndarekê rast’, bilbilî got. ‘Her şev ez li ser wî strîme tevî ku min ew nenasiye jî; her şev min çîroka wî ji stêran re vegotiye û niha wî dibînim. Pirça wî reş e wek gula simbilê, û lêvên wî sor in wek sorgula daxwaza wî; lê dildariyê rûyê wî mîna qerenfîlê zerik û spîçolkî kiriye, û xemgîniyê mora xwe li eniya wî daniye.’

Read More »

Çawa wergerînim?

Husein Muhammed

wergerandin

Wergerandin guherandina zimanê peyamê ye bêyî ku naveroka peyamê bi xwe biguhere. Di wateya xwe ya berfire de wergerandin dikare guherandina her mesaja bi zimanekî li zimanek din be lê bi wateya teng ew tê maneya jinûvenivîsîna peyamek nivîskî bi zimanek dî. Di wateya teng de hingê ji guherandina peyamên devkî re paçvekirin anku tercimekirin tê gotin.

Di wergerandinê de du ziman hene: 1) zimanê jêder anku zimanê ku teksta orijînal pê hatiye nivîsîn, û 2) zimanê wergir anku zimanê ku peyam lê tê wergerandin. Peyama ku bi zimanê jêder hatiye nivîsîn bi wergerandinê bi zimanê wergir tê ragihandin. Ji teksta ku jê tê wergerandin re “teksta orijînal” û ya ku wek encama wergerandinê peyda dibe jî “werger” tê gotin. Kesa/ê ku karê wergerandinê jî dike “wergêr” e.

Read More »

Aforîzma: Çend antîslogan

Stanisław Jerzy Lec

Wergêr: Husein Muhammed

lec

“Azadî, Biratî, Wekhevî” – lê ka kirin?

Rêberê zemanê me: darê di destê polîsan de.

Her egîd û qehremanê rojê ji hatina tarîtiyê ditirse.

Di şerên îdeolojiyan de mirov tên kuştin.

Wî ala bilind hildida daku wê nebîne.

Yê bang dike “Her bijî”, divê heqê binaxkirinê bide.

Read More »