MIJAR Û PEYVNASIYA WÊ
Baneşan (bi inglîzî interjection, tirkî ünlem, erebî إقحام û farisî حرف ندا) hinek peyv an gotin in ku hest û bertekên (karvedanên, reaksiyonên) ji nişkê ve pê tên derbirîn anku îfadekirin.
Bo nimûne:
- ay!
- ey!
- de, dê!
- of!
- ox!
- way, wey!
- ya!
- hey, hê!
- hey gidî!
- hadê, haydî, haydê!
- lo, lê!
- hîhî!
- î’!
- maşella!
- bismilla
- yella, wella, billeh!
- be’, beh!
- ’ew, hew!
- keçê!
- hop!
- kuro!
- wee! weeh!
- Xwedêyo, Xwedêwo!
Baneşan birreke peyvan ya piralî û tevlihev e. Tê de hin peyv hene ku bi tenê baneşan in, bo nimûne
- of!
- ay!
- wey!
Lê gelek baneşan jî bi eslê xwe navdêr in lê di hinek haletan de wek baneşan tên bikaranîn:
- hawar!
- babo! bavo!
Hinek baneşan yekpeyvî ne, bo nimûne yên li jor rêzkirî. Lê hinek jî zêdetir peyvan pêk hatine, bo nimûne:
- wey hawar!
- de lorî lorî!
- selamun eleykum!
Hinek baneşan xwemalî ne, bo nimûne:
- babo! Xwedêwo!
Hinek ji erebî hatine wergirtin, bo nimûne
- wellah! ins_ellah, mas_ellah!
Hinek ji zimanên ewropî, bo nimûne:
- helo/elo! bravo!
Gelek ji baneşanan jî peyvikên kurt in ku hevdem di gelek zimanan de tên bikaranîn bêyî ku bi esehî wan ji hev wergirtibin. Bo nimûne:
- ay, ax, of, oy, hey, hêy, hoy, wa…
PARVEKIRINA BANEŞANAN
Çendîn awayên cuda yên parvekirina anku dabeşkirina baneşanan li ser sinif û kategoriyên cuda hene.
Yek ji awayên parvekirinê li ser bingehê eslê birrên peyvan e. Lê gelek peyvên din jî di nav de hene ku bi eslê xwe ji birrên din yên peyvan – bi taybetî ji navdêran – in yan jî ji baneşanekê û navdêrekê peyda bûne, bo nimûne:
- ”yella, billeh!” ji ”ya Ellah, bi Ellah” yan ”bismilla!” ji ”bi ismi Ellah” anku ”bi navê Xwedê”
- ”Xwedêyo, Xwedêwo” ji ”Xwedê” ku navdêr e û paşgira ”-yo, -wo”
Parvekirineke din li ser bingehê kîteyên peyvan e. Gelek baneşan yekkîteyî e, bo nimûne:
- ay!
- of!
- ax!
- hêy!
- wey!
Di heman demê de piraniya wan herwiha peyvên wisan in ku tenê wek baneşan tên bikaranîn.
Baneşanên dukîteyî yan pirkîteyî adeten bi eslê xwe ji birrên din yên peyvan in, bo nimûne:
- yella!
- maşella!
- Xwedêyo!
- kuro!
Parvekirineke din dikare li gor bikaranîna baneşanan be, bo nimûne:
- baneşanên keyfxweşiyê
- baneşanên qehirînê
- baneşanên pesndanê
- û hwd.
Heman baneşan dikare bo derbirîna çendîn hestên ji hev cuda – heta hestên dijber jî – bê bikaranîn. Loma bo nimûne, peyvên wek ”ax, ox, oy” dikarin hem bi mebesta dilşadiyê û hem jî êş û keserê bên emilandin. Tenê kontekst dikare diyar bike ka mebest jê çi ye. Bo nimûne:
- Oy, serê min çend diêşe.
- Oy, ew çend xweş stranan dibêje.
BANEŞANÊN GIŞTÎ
Hin ji baneşanan di kurdî û di gelek zimanên din de jî ji aliyê bikaranîna xwe ve giştî ne. Ev tê wê maneyê ku ew dikarin bo hestên ji hev cuda – heta hestên dijî hev – jî bên bikaranîn. Tenê berdewamiya axiftinê diyar dike, ka ew bi çi mebestê li filan derê hatiye xebitandin.
Di kurdî de bi kêmî ev baneşan giştî ne:
- ax, ah
- ey, hey
- oy, hoy
- ox
- wey, way
Bo nimûne, baneşanan ”ax” hem bo hesteke xweş û hem jî bo hesteke nexweş dikare were bikaranîn:
- Ax, ev xwarin çend xweş e!
- Ax li vê rewşa me ya kembax!
BANEŞANÊN ÊŞ, EZYET, HESRET Û NEXWEŞIYÊ
Hinek ji baneşanên di kurdî de bi berfirehî bo diyarkirina hestên nexweş (bo nimûne êş, azar, ezyet, hesret, xemgînî) tên bikaranîn, ev in:
- ay
- ax
- of
- ax
- hey
- heyhat
- hey, heyho
- way, wey, wey li min, wey li min, wey li minê, wey li mino
BANEŞANÊN GAZÎKIRINÊ
Di kurdî de hin ji baneşanên bingehîn yên bangkirinê, hawarkirinê, gazîkirinê û balkişandinê ev in:
- ey, hey
- hê, hêy
- o, ho
- gelî!
Baneşanên ” gelî” tenê li gel navdêran tên bikaranîn, ne bi tenê. Bo nimûne:
- Gelî hevalan, werin!
Hinek ji baneşanên gazîkirinê ne bo mirov lê bo bangkirina heywanan tên bikaranîn:
- şoş, ço! (gazîkirina keran)
- tehe, ho! (gazîkirina çêlek û mangayan)
- dah! (gazîkirina hespan)
- pisî, pisî! kit, kit! (gazîkirina pisîkan / kitikan)
- dîd, oşt! (gazîkirina kûçikan / seyan)
- tû, tû! (gazîkirina mirîşkan)
- haş! (gazîkirina pezî)
BANEŞANÊN SILAVKIRINÊ
Baneşanên silavkirinê ew peyv an gotinên qedirgirtinê ne ku mirov dibêje gava ku kesekî dibîne yan dixwaze pê re dest bi axiftinê bike.
Bo nimûne:
- merheba!
- silav!
- selam!
- selamun eleykum! (ji erebî bi maneya ”silav li we be!)
BANEŞANÊN BERSIVDANÊ
Hinek ji baneşanan wek bersivê yan bertekê (karvedanê, reaksiyonê) bo axiftina kesên beramber tê bikaranîn. Bo nimûne:
- im
- him
- aha, iha, ha
Li gel belavbûna telefonan, silava inglîzî ”hello” di kurdî û piraniya zimanên din jî de wek baneşana bersivdana telefonê belav bûye. Di kurdî de ew wek ”helo” yan jî li gor forma bêjkirina xwe ya fransî wek “elo” tê gotin.
BANEŞANÊN HÊVÎKIRINÊ
Hinek ji baneşanan bi mebesta îfadekirina hêvî û daxwazê tên kirin.
Di kurmancî de baneşana daxwazê ya serekî “xwezî” û varyantên wê ne: “xwezîka, xwezka, xweska, xwezila…”[1]. Ew di soranî de jî bi forma “xozge” li kar e. Bi eslê xwe ew têkilî peyva “xwastin, xwestin” e:
- Xwezî Kurdistan azad bibe!
Baneşeke din ya hêvîkirinê ya di kurdî û zimanên din yên misilmanan de berbelav “înşellah” û varyantên wê yên wek “înşella, îşela, inşaellah…” e. Ew ji erebî ye û maneya “Xwedê bike, Xwedê hez bike” dide. Carinan li cihê wergerên wê yên kurdî jî tên xebitandin, wek “Xwedê bike, Xwedê hez [bi]ke”. Wek dijbera wê jî, gotina “Xwedê neke” tê emilandin gava ku mirov hêvî dike ku tiştekî xirab/nexwastî neqewime:
- Inşella ti xirabî neqewime.
BANEŞANÊN PESINDANÊ
Baneşanên pesindanê yan methekirinê ew peyv in ku tên gotin gava ku kesê guhdar tiştekî baş kiribe.
Peyva xwemalî “aferim” li gel formên xwe yên cuda-cuda “aferin, aferî, aferîm, aferîn” ji mêj ve bi vê mebestê tê bikaranîn. Ew peyveke kurdî-îranî ye ku ketiye hin zimanên din jî, bo nimûne tirkî.
Ji peyvên xwemalî lêkera “bijî” (yan “bijît, her bijî, her bijît”) û formên wê yên pirhejmar “bijîn” (yan “her bijîn”) tevî eslê xwe yê lêker jî di pratîkê de wek baneşan tên bikaranîn.
- Her bijî, te karekî baş kir!
- Bijî azadî!
Gava ku mirov bixwaze îfade bike ku tiştek baş yan spehî yan jî bibereket e û pesnê wî tiştî bide yan jî daxwaza qenciyê jê re bike û bixwaze ku bixêr be, hinge gelek caran baneşana “maşella” (maşellah, maşela, maşaellah…”) tê gotin. Ew ji erebî ye û maneya “eger Xwedê hez bike” dide.
- Maşela, keçikeke çend delal e!
Van dehsalên dawiyê peyva “bravo” jî bi maneya “aferim, bijî” pir belav bûye. Ew bi eslê xwe ji îtalî ye lê li piraniya zimanan belav bûye:
- Bravo, tu zîrek î!
BANEŞANÊN EMIRKIRINÊ
Hejmareke baneşanên emirkirin, fermankirin, teşwîqkirin û handanê di kurdî de hene.
Baneşana giştî û berbelav ya kurt “de, dê, dey” e. “De” di kurmanciya navendî, “dê” di kurmanciya rojhilatî û “dey” jî di soranî de serdest e:
- de/dê were
- de/dê ka em biçin
- de/dê ka bêje te çi kir
Baneşaneke din ya berbelav herwiha “ha” ye. Bo nimûne:
- Bixwe, ha! (illeh divê ku tu bixwî! ne ku tu nexwî!)
- Were, ha! (illeh were, çawa be jî divê ku tu werî!)
Li gel formên neyînî yên lêkeran, “ha” qedexekirinê xurttir dike (li jêrtir binêrin).
Ji mêj ve baneşana “yella” (yela, yellah…) jî di kurdî û zimanên din jî yên misilmanan de tê bikaranîn ku ji erebî “ya Ellah” (ya Xwedê, bi qeweta/alîkariya Xwedê) e.
Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê herwiha baneşana ji tirkî “haydî, hadê, hadî, haydê” jî niha berbelav bûye. Ew ji tirkî herwiha ketiye gelek zimanên başûr-rojavaya Ewropayê jî, bo nimûne albanî, bosnî û romanî.
Baneşaneke din jî ya emirkirinê “hilo” (yekhejmar) û “hilon” (pirhejmar) e ku li cihê yan li gel lêkerên fermanî yên “rabe, rabin” tên bikaranîn:
- “Hilo, rabe ser xwe” yan “Hilo ser xwe!”
- “Hilon, rabin ji vê derê derkevin!” yan ”Hilon ji vê derê derkevin!”
“Hilo, hilon” bi taybetî li devera Behdînan tê bikaranîn. Ew ji pêşlêkera “hil-” pêk hatiye ku di peyvên wek “hilanîn, hilhatin, hilkişîn…” de jî heye û maneya “jor, ber bi bilindahiyê” dide peyvan.
BANEŞANÊN QEDEXEKIRIN, HIŞYARKIRIN Û GEFKIRINÊ
Bi baneşanên qedexekirinê mirov dikare kirina tiştekî zû li kesekî qedexe anku men’ bike. Bo nimûne:
- “stop” yan “hop”! (raweste, bisekine!)
- “hiş!” (bêdeng bibe, neaxive!)
Bi hinek baneşanan jî mirov dikare gef an tehdîdan li kesekî bike. Bo nimûne, bi baneşana “ha”:
- “Wisa neke, ha!” (wek gef û tehdîdekê ku eger wisa bike, dê were cezakirin)
Peyva “bive” wek baneşaneke hişyarkirinê yan haydarkirinê bi maneya “xeter e, tehlûke ye, metirsîdar e” bi taybetî di axiftina bo zarokan de tê bikaranîn:
- Bive, destê xwe neke agirî!
Baneşaneke din ya haydarkirinê “kixe” ye ku maneya “pîs e” dide û bi taybetî di axiftina bo zarokan de tê bikaranîn daku ew tiştên pîs nekin devê xwe:
- Nexwe, kixe!
Dengê “e” li dawiya “bive” û “kixe” mimkin e ku bi eslê xwe kopûla be anku “kixe” di rastiyê de “kix e” be anku “pîs e” û “kix” bi tenê bi maneya “pîs” yan tiştekî wisa be. Herwiha “bive” mimkin e ku bi eslê xwe du peyvên “biv e” be û “biv” bi tenê maneya “xeter, tehlîke” yan tiştekî wisa bide. Lê di zimanê niha de ev peyv bi van maneyan peyda nabin û peyvên “bive, kixe” tenê wek baneşan tên bikaranîn.
BANEŞANÊN MATMAYÎNÊ
Baneşanên matmayînê yan ecêbgirtîbûnê hinek peyvik in ku mirov dibêje gava ku dixwaze matmayîn û ecêbgirtîbûna xwe diyar bike. Carina ew bi mebesta diyarkirina xeyidîn û silbûnê jî tên bikaranîn:
- be, be’, beh!
- ’ew, ’ewww
BANEŞANÊN NEFRETKIRINÊ
Bi baneşanên nefretkirinê mirov kerb û kîna xwe diyar dike. Carinan mirov dikare pê hesteke
- tif, tifû, tû! (bi maneya naletkirinê/lanetkirinê)
- î’ (ئیع) (bi taybetî bo xwarineke ku dilê mirovî jê radibe, mirov dike verişe)
BANEŞANÊN ZARVEKIRINÊ
Bi baneşanên zarvekirinê mirov zarî dengê hin tiştan dike.
Bo nimûne:
- bom! (dengê bombe û topan)
- teq! (dengê tifekan)
- diring! (dengê lêketina bihêz ya derî)
- gurm! (dengê lêketina bilêz li erdê)
PEYVÊN MALBATÎ WEK BANEŞAN
Peyvên malbatî yên wek ”bab/bav, da/dayik/dê, keç, kur/law” navdêr in. Herwiha formên wan yên wek ”babo/bavo” yan ”dayê” navdêr in gava ku mirov bi rastî gazî ”babê/bavê” yan dayika xwe dike.
Lê di kurdî de ”babo/bavo, dayê, keçê, kuro, lawo…” herwiha bi awayekî giştîtir jî dibêje bêyî ku mirov bi wan bangî bavê xwe, dayika xwe, keça xwe yan kurê xwe bike.
- ”Wey bavo/dayê/lawo/kuro, halê me kurdan çi hal e!” (Li vir mirov gazineke/hawareke giştî dike, ne ku gazî bavê xwe, diya xwe, kurê xwe dike)
Di haletên wiha de peyvên malbatî baneşan in.
Peyvên malbatî yên ku wek baneşan tên bikaranîn:
- babo / bavo!
- dadê!
- dayê!
- keçê / kiçê!
- kuro!
- lawo!
- yabo!
- yadê!
BANEŞAN DI STRANAN DE
Di ber stranan re, bi taybetî di ber kilamên dengbêjan re, carinan hinek peyvik ji aliyê dengbêj/stranbêj bi xwe ve yan jî ji aliyê guhdarên wî ve tên gotin û dubarekirin ku baneşan in:
- lo lo
- tew, tew!
- de lorî, lorî!
BANEŞANÊN DÎNÎ
Baneşanên dînî bo nimûne bi mebesta sondxwarinê, duakirinê, lêborînxwastinê, naletkirinê yan nefretkirinê tên bikaranîn.
Hinek bi eslê xwe ji erebî ne lê hinek ji peyvên kurdî hatine çêkirin.
- Xwedêyo, Xwedêwo, ya Xudê
- ya Reb, ya Rebî
- welleh, billeh, tilleh
- yella
- bismillla
- maşella
- subhanella
- elhemdulilla
- şikir (ji Xwedê)
Hinek jê hê jî tenê di kontekstên dînî de tên bikaranîn. Bo nimûne:
- estexfirullah!
- subhanella!
Lê hinek jî ketine zimanê giştî. Bo nimûne:
- yella
- wellah
- inşella
- maşella
Ji aliyê gotin û nivîsînê de bi çendîn awayên cuda di kurdî de peyda dibin ku hinek ji wan dengên eslî yên peyvê di zimanê erebî de di kurdî de jî diparêzin lê hinek jî gelek ji peyva bingehîn dûr ketine. Bo nimûne:
- wellah, wellah, welleh, welle, wele, wila, wile…
- elhemdulillah, elhemdulilla, elhemdulla, elhemdula, elhemdila, hemdila, hemdile…
BANEŞANÊN JI ZIMANÊN EWROPÎ
Van dehsalên dawîn çend baneşan ji zimanên ewropî ketine kurdî û zimanên din jî yên Rojhilata Navîn.
Baneşana herî berbelav di kurdî de ji zimanên ewropî ihtimalen ”elo, helo” ye ku di bersivdana telefonê de tê bikaranîn. Bi eslê xwe ew ji inglîzî ”hello” (merheba, silav!) e. Forma ”helo” ji inglîzî ye, forma ”elo” bi rêya tirkî ”alo” ji fransî ”âllo” dîsa ji inglîzî ”hello” ye.
Peyva “stop” jî baneşanek e ku ji inglîzî belavî piraniya zimanên dinyayê bûye û di kurdî de jî li cihê “raweste, bisekine, nelive” tê gotin. Di kurdî de hevwateya wê “hop” heye lê êdî “stop” ji wê zêdetir tê bikaranîn û “hop” heta li gelek deveran hatiye jibîrkirin.
Baneşana din ya berbelav ya ji zimanên ewropî peyva ”bravo” ye. Ew hevwateya peyva ”aferim” ya kurdî ye lê gelek caran li cihê wê bi mebesta pesndanê tê bikaranîn.
Ji ber ku gelek ji baneşanan di gelek zimanan de wek hev yan nêzîkî hev in, zehmet e mirov bi taybetî derbarê baneşanên yekkîteyî de bibêje ka ew ji kîjan zimanî hatine yan jî ka her zimanî ew di nav xwe de çêkirine.
Bo nimûne, mimkin e ku baneşana ”waw” ya bi mebesta matmayînê ji zimanekî ewropî hatibe yan jî di kurdî bi xwe hebûbe yan hatibe çêkirin.
______________________________________________________
TÊBÎNÎ