Bilbil çawa dizanin bixwînin?

Husein Muhammed

bilbil

Mamoste Tosinê Reşîd li ser dîwarê xwe yê Facebookê pirsiye ka gelo çima kurdên Bakur bi mebesta strangotinê dibêjin “kilam xwendin”.

Gelek bersiv jê re hatine. Hin kesan guman kiriye ku ew wergera “okumak” ya tirkî ye ku bi maneya xwe ya bingehîn “xwandin/xwendin” e lê herwiha bi wateya “stran gotin” jî tê bikaranîn.

Rast e ku di kurdî de maneya bingehîn ya peyva “xwandin” an “xwendin” niha pêdeçûna nivîsan e. Lê li gel wê, herwiha çendîn wateyên din jî yên “xwandin/xwendin”ê hene.

Herdem kurdan bi helbestkî gotiye: “Bilbil li ser darê dixwîne.”

Bi farisî jî “x(w)anden” ne tenê xwandina kitêban lê herwiha stran gotin e jî: “avaz x(w)anden” (stran gotin).

“Xwandin/xwendin” peyveke pir qedîm e û rehên wê digihin makezimanê proto-hindûewropî jî û ev peyv gelek ji berî hebûna nivîsan hebûye.

Maneya kevnar ya “xwandin/xwendin”ê bi rastî jî “stran gotin” e û peyva “xwandin/xwendin” bi xwe ji hebûna nivîsînê gelek kevntir e:

https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/keh%E2%82%82n-

Hevrehên wê di gelek zimanan de hene û niha jî wateya “stran” yan “stran gotin”ê didin: latînî “cano” (bixwînin: kano) anku “strîn, stran gotin” û “canto” (stran), îtalî “cantare” (stran gotin), fransî “chanter” (stran gotin) û “chanson” (stran).

Bo guherîna wateyê, bidin ber “qere’e” ya erebî ku niha maneya “xwandin/xwendin” dide lê bi eslê xwe wateya “gazî kirin” dida.

Herwiha peyva inglîzî “read” niha maneya “xwandin/xwendin” dide lê berê wateya wê “rêz kirin” bû û hevreha “rêz” û “rast” yên kurdî ye:

https://en.wiktionary.org/wiki/read

Her sê peyvên van zimanan bi eslê xwe ji hebûna nivîs û xwandinê kevntir in lê bi peydabûna xwandinê re wateya wan guheriye.

 

 

Kanîzar 1: Peyvsazî di zimanê kurdî de

Ev beşa yekem ya vekolîna li ser peyvsaziyê ye. Dikarî herwiha beşa duyem jî bixwînî.
_____

Husein Muhammed

Husein

  1. EV VEKOLÎN Û YÊN BERÎ WÊ

Di zimannasiyê de peyvsazî (bi inglîzî word formation) tê maneya çêkirina peyvan.[1] Ev ne yekem car e ku lêkolîn li ser peyvsaziya kurdî tê kirin. Di gelek kitêb û ferhengên kurdî de pêşpirtik (prefiks) û paşpirtik (sufiks) tên rêzkirin û – eger bi kurtî jî be – behsa erk û wezîfeyên wan hatiye kirin û hin nimûne ji wan hatine dan. Mirov dikare Rêzimana kurdî[2] ya Celadet Bedirxan û Roger Lescot (1971) ya bi fransî wek yekem rêzimannameyê bide ku bi rêjeyî bi berfirehî (bi qasî 10 rûpelan) behsa peyvsaziya kurmancî tê de hatiye kirin. Berfirehtirîn xebata çapkirî heta niha li ser peyvsaziya kurmancî hatî kirin, kitêboka Amed Tîgrîs Pêşkît û parkît[3] e. Giringtirîn berhema li ser vê mijarê bi soranî, kitêba Kamiran Rehîmî Binemakanî wişesazî û wişeronan le zimanî kurdî da[4]. Peyvsaziya kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) bi nisbî bi berfirehî ji aliyê Ismaîl Kemendar Fettah ve di kitêba wî ya rêzimana kurdiya başûrî bi fransî de hatiye vekolîn.[5] Ne haydar im ku ti xebateke berfireh li ser peyvsaziya zazakî hatibe kirin lê di gelek kitêbên rêzimanî yên zazakî de bi kurtî behsa peyvsaziyê tê kirin û xaseten paşpirtik û pêşpirtik tên rêzkirin û nimûne jê tên dan.[6] Dirêjtirîn lîsteya paşpirtik (nêzîkî 200 lib) û pêşpirtikên (zêdeyî 70 pêşpirtik) kurdî di Wîkîferhengê de hatine rêzkirin û ji aliyê nivîserê vê vekolînê ve hatine berhevkirin.[7]

Ev xebatên hêja ne û di vê vekolînê de jî me sûd û feydeyekî mezin ji wan wergirtiye. Lê çendîn kêşe û pirsgirêkên cidî di van berhemên behskirî de hene:

Read More »