Husein Muhammed
Me berê jî li ser vê mijarê nivîsîbû lê ji ber tevliheviya bikaranîna peyvên qanûn, yasa û zagon û ji ber nîqaşên li ser “kîjan ji wan kurdî ye û kîjan ne-kurdî ye”, em dîsa lê vegerin:
Parlemana Kurdistanê navê biryarên xwe dike yasa ji ber ku bi texmîna kurdên Başûr qanûn peyveke ”ji erebî” ye.
Medyaya Bakurê Kurdistanê vê peyva yasa qebûl nake ji ber ku bi texmîna kurdên Bakur yasa ”ji tirkî” ye.
Birêveberiya Rojavayê Kurdistanê ne peyva qanûn û ne jî ya yasa bi kar naîne ji ber ku bi texmîna wan qanûn ji erebî ye û yasa ji tirkî ye. Ew peyva zagon ya qaşo kurdî bi kar tînin.
Gelo rastî çi ye û em kîjan ji wan bi kar bînin?
Kurdan qanûn ji erebî قانون (qanûn) wergirtiye lê ereban bi xwe jî ew ji yûnanî κανών (kanón) deyn kiriye.
Yûnanan ew ji peyva κάννα (kanna: rûl, çîx, qamîş) çêkiriye. Lê wan jî peyva κάννα îcar ji akadî 𒄀 (qanû: “rûl, çîx, qamîş”) wergirtiye.
Ji xwe akadî jî ew ji sûmerî 𒄀𒈾 (gina) deyn kiriye… û dîroka peyvê belkî hê jî dûrtir diçe.
Bi latînî jî ew bi forma canon bû û wisa ketiye inglîzî û niha jî bi wateya qanûn ya rêziknameyên dêr û klîseyan tê bikaranîn.
Herçi yasa ye, ew bi rêya tirkî yasa ji mongolî yasag e. Heman peyv serekaniya yasak (qedexe, mennû’) ya tirkî ye ku wek yasax ketiye kurdî jî (bi taybetî kurdiya devkî li Bakurê Kurdistanê).
“Zagon” ji закон (zakon) ya rûsî ye û ihtimal e ku bi rêya kurdên Sovyeta berê ketiye kurdî. Piraniya kurdan wê fehm nakin.
Herçi peyva “distûr” e, ew li Iraqê ne tenê di kurdî lê herwiha di erebî de jî bi maneya “qanûna bingehîn” (ing: constitution, tirkî: anayasa) tê bikaranîn. Lê ereban ew ji zimanekî îranî wergirtiye.
Lê di kurdî de “destûr” bi giştî bi maneya “izin, ruxset, îcazet, rêdan” tê bikaranîn.
Peyva “qanûn” bo bikaranînê ji peyvên din baştir e ji ber ku hemû kurd li hemû parçeyên Kurdistanê wê fehm dikin.
Bab û kalên me bi sedan salan e ku wê peyvê bi kar tînin. Em jî dest jê bernedin.