Metatez: guherîna cihê dengan di peyvê de

metatez

Husein Muhammed

Di kurdî û gelek zimanên din de jî hin peyv hene ku çend versiyonên cuda jê hene ji ber ku cihê hin dengan/herfan di peyvê de bi hev guheriye. Bo nimûne, hin kurmanc dibêjin ”cîran” lê hin jî dibêjin ”cînar”. Toza spî ya ji esmanan dibare li hin deveran bi navê ”berf” e û li hinan jî bi navê ”befr” e. Hin kes amûrê kutana bizmaran bi ”çekûç” bi nav dikin, hin jî bi navê ”keçûç”.

Di zimannasiyê de navê vê diyardeyê anku fenomenê ”metatez” e (bi inglîzî ”metathesis”, ji yûnanî μετάθεσις metáthesis) anku cihguherandin yan cihguherîn.
Read More »