“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (3)

(Beşên pêştir: beşa 1 û beşa 2)

Reber3

Husein Muhammed

 

3) GUHNEDANA DÎROKA ZIMANÎ

Di kurmancî de sê lêker gelek ji lêkerên din zêdetir tên bikaranîn. Wek di gelek zimanên din de, di kurdî de jî cihê yekem bi qayîmî yê ”bûn”ê ye. Gelek erk û wezîfeyên wê hene û ew pêşengiya lêkerên kurdî dike.[1]

Piştî wê lêkera ”kirin” tê ji ber ku hem ”bûn” û hem jî ”kirin” ji bilî wateyên xwe yên bingehîn wek ”lêkerên sivik” (light verbs) jî tên bikaranîn û bi alîkariya wan teqrîben bêsinor lêkerên nû ji navdêr û rengdêran tên çêkirin.

Cihê sêyem di nav lêkerên kurmancî de yê lêkera ”hatin” e. ”Hatin” ne tenê ji ber wê yekê giring e ku hatinûçûn liv û hereketeke rojane ye lê ji ber ku di kurmancî de bi alîkariya lêkera ”hatin” raweya pasîv (tebatî) tê çêkirin, bo nimûne:

  • hat gotin
  • nehat kuştin
  • hatiye çareserkirin

 

Rehên lêkera ”hatin”

Lêkera ”hatin” bi forma xwe ya ferhengî di tevahiya devokên kurmancî de bi awayê ”hatin” e û ti varyantên devokî nînin.[2] Rehê wê yê demên borî jî li gor hemû devokên kurmancî ”-hat-” e û ti varyantên devokî nînin.[3]

Lê gava ku mirov li rehê demên neborî (demên niha û bên) yên lêkera ”hatin” binêre, mirov dê ji rehên demên neborî yên lêkerên din zêdetir varyantan bibîne (qelewkirî = rehê lêkerê):

  • kurmanciya navendî, kurmanciya rojavayî, hinek devokên kurmanciya rojhilatî:
    • ez t-ê-m, tu t-ê, ew t-ê, em t-ê-n, hûn t-ê-n, ew t-ê-n (reh = –ê-)
  • hin devokên kurmanciya rojhilatî:
    • ez di--m, tu di--(yî), ew di--(t), em di--(y)n, hûn di--n, ew di--n (reh = -hê-)
  • wer-e, wer-in!, ez ê wer-im (reh = -wer-)
  • ne-w-e, ne-w-in! (reh = –w-)

Yek ji pirsgirêkên herî mezin yên Rêberê ew e ku hewl dide rehê -hê- li cihê rehên -ê- û -wer- bide ferzkirin. Amadekarên Rêberê vê li ser navê ”zanistiyê” û ”parastina forma orijînal” dikin lê di rastiyê de wan bi xwe şaşiyeke gelek berçav û beloq kiriye.

Rehê demên neborî yên lêkera ”hatin” ji peyva proto-hindûewropî *ey-[4] ye ku wateya ”bi rê ve çûn, hatin-û-çûn” dida. Di hinek zimanên niha de (bo nimûne di hemû lehceyên kurdî de û farisî de) ew wateya ”hatin” dide lê di piraniya zimanan de (bo nimûne di avestayî, sanskrîtî, latînî, rûsî û hwd. de) ew wateya ”çûn” dide.

Wek ku em ê bibînin, rehê orijînal di rastiyê de ne –– lê –ê– ye. Ev bi aşkerayî tê dîtin eger em li zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî û hindûewropî binêrin.

Rehê demên neborî yên lêkera ”hatin” bi zaravayên din yên kurdî û hinek zimanên din yên hindûewropî:[5]

  • soranî: -ê-
  • hewramî: -a-, -ay-
  • zazakî: -ye-n-
  • farisî: -ay-
  • hexamenişî: aitiy (ew diçe)
  • avestayî: aēiti (ew diçe)
  • sanskrîtî: éti (çûn, meşîn)
  • hîtîtî: i- (çûn)
  • yûnaniya kevn: êi̯mi (diçim)
  • lîtwanî: eĩti (çûn, meşîn)
  • rûsî: идти (idtí: çûn, meşîn, bi rê ve çûn)
  • latînî: īre (çûn)
  • fransî: ir- (çûn)
  • îtalî: ire (çûn)
  • spanî: ir (çûn)
  • portugalî: ir (çûn)

Wek ku tê dîtin, di yekê bi tenê jî di van zimanan de di rehê lêkerê de H nîne. Ev lîste helbet ne temam e lê eger em hemû zimanên din yên ku ev peyva hevreh ya hevpar heye rêz bikin, bawer nakim ku di ti ji wan de H hebe.

Wek ku bi zelalî tê dîtin, forma eslî û resen ne bi H lê H ye. Bi gotineke din, ya orijînal ne -hê- ye lê -ê- ye.

Bi esehî tê zanîn ku di nav danerên Rêberê de bêguman gelek kes hene ku soranî dizanin, hinek jî zazakî yan farisî dizanin û ne dûr e ku haya hinek ji wan ji hewramî, avestayî, hexamenişî û heta gelek zimanên din jî yên li jor rêzkirî hebe.

Tiştê ku mirovî mat û ecêbgirtî dihêle ew e ku gelo çima ti kesî ji wan dengê xwe dernexistiye û ev şaşiya wiha zîq û zelal hatiye qebûlkirin?

Di ser re jî nivîseke min ya kurttir derbarê orijînala rehê lêkara “hatin” zêdeyî heft salan e berdest e û dizanim ku ji aliyê gelek amadekarên Rêberê ve hatiye xwandin jî lê dîsa jî wan bi gotina xwe kiriye.[6]

 

Peydabûna H li destpêka peyva “hatin”

Berovajî ku amadekarên Rêberê texmîn kiriye, H di rehê demên neborî yên lêkera “hatin” de ne orijînal e lê nûyîtiyek e. Mesele ne ew e ku -hê- orijînal e û di piraniya devok û zaravayên kurdî û zimanên din yên hindûewropî de sivik bûye û bûye -ê-. Mesele ew e ku li devereke berteng di kurdî H li -ê- zêde bûye rehê lêkerê bûye -hê-.

Lê gelo çima H li destpêka lêkera ”hatin” heye û çima forma -hê- jî li hin deran peyda dibe?

Wek ku me li jor dît, di peyvên hevreh de di ti zimanekî din de H di peyvê de li cihê H ya di peyva ”hatin” yan ya rehê -hê- de nîne.

Di rastiyê de ne tenê H-ya rehê -hê- ne orijînal e lê herwiha H-ya destpêka peyva ”hatin” bi xwe jî ne orijînal e.

Tarîxiyen di kurdî de jî lêker divê bi awayê *atin bûbe lê paşî H lê zêde bûye ji ber ku kurdî bi piranî vokalan li destpêka peyvan qebûl nake.

Bo nimûne, gava em peyvên kurmancî yên wek ”hesp, hesin, hestî, hêsir” bidin ber zimanên din yên îranî yan hindûewropî, em ê bibînin ku teqrîben tenê di kurdî yan tenê di kurmancî de H li destpêka wan heye û di zimanên din de H di wan de peyda nabe.[7] Sebeb jî ew e ku kurdî – bi taybetî kurmancî – hewl dide rê li ber peydabûna vokalan li destpêka peyvan bigire.

Niha jî di devokên kurdî de şerek di navbera formên ”avêtin, anîn/înan” û ”havêtin, hanîn/hênan” de heye. Herwiha peyvên wek ”stran, stêr(k), stu” pêşî di hin devokan de bûne ”istran, istêr(k), ustu” ji ber ku hinek devok ST bi hev re li destpêkê qebûl nakin lê vokalan jî li destpêkê qebûl nakin loma dawiyê jî bûne ”histran, histêr(k), hustu”.

Anku H-ya destpêka peyva ”hatin” bi rastî ne orijînal e. Lê madem ku peyva ”hatin” li her dera kurmancîaxiv – û heta her dera soranîaxiv jî – êdî H girtiye, rêbazeke rast û maqûl e ku em wisa binivîsin û li forma *atin ya windabûyî venegerin.

Lê herçi rehê demên neborî yê lêkera ”hatin” e, ew bi piraniya mutleq di nav kurmancîaxivan de ji Qazaxistan û Tirkmenistan û Xorasanê heta Rojavayê Tirkiyê ”-ê-” ye. Di soranî de jî ew her -ê- ye û bi zaravayên din yên kurdî û bi zimanên din yên îranî û hindûewropî jî tê de H nîne. Tenê li devereke gelek teng ya Behdînan û Hekariyan varyanta -hê- heye.

Gava ku em behsa Behdînan dikin, belkî hinek kes wisa fehm bikin ku hemû kurmancîaxivên Başûrê Kurdistanê forma -hê- bi kar tînin. Lê ew jî ne rast e: forma -hê- li Dihokê tê bikaranîn lê bo nimûne li Zaxoyê û Şingalê forma -ê- li kar e.

Pirseke balkêş ya zimannasî helbet ew e ku çima ew li hemû deverên din wek -ê- maye lê li hinek deverên kurmanciya rojhilatî li Behdînan û Hekariyan ew bûye -hê-.

Bi texmîna me sebeb awayê avakirina dema bêt (future) ya di van devokan de ye. Berovajî piraniya devokên din yên kurmancî, li Behdînan û Hekariyan di dema bêt de lêkera serekî pêşgira “bi-“ nagire. Bo nimûne:

  • kurmanciya giştî: ew dê bike, ez ê bixwim
  • kurmanciya Colemêrgê û Dihokê: ew dê _ket, ez ê xwim/xom

Ev dibe sebeb ku rehê lêkerê bikeve destpêka peyvê, wek:

  • ez dê êm, ez ê êm (li şûna: ez dê b-êm, ez ê b-êm)
  • ew dê êt
  • ew dê ên

Lê ji ber ku kurmancî bi piranî vokalan li destpêka peyvê qebûl nake, H li rehê lêkerê hatiye zêdekirin daku li destpêka peyvê vokal peyda nebe. Loma colemêrgî û dihokî wiha dibêjin:

  • ez dê hêm, ez ê hêm
  • tu dê hê(y), tu ê hê(y)
  • ew dê hêt[8]
  • em dê hêyn, em ê hêyn[9]
  • hîn/hwîn[10] dê hên, hîn/hwîn ê hên
  • ew dê hên

Ji vê jî varyanta -hê- di van devokan de belav bûye û bûye rehê giştî yê demên neborî yên lêkera ”hatin”.

 

Rêberê rehê ”-wer-” jî yê ”hatin”ê red kiriye!

Li seranserî ”Kurmancistanê” peyvên ”were” û “werin”[11] tên bikaranîn. ”Were” forma yekhejmar û ”werin” jî forma pirhejmar ya raweya fermanî (imperative) ya lêkera ”hatin” in. Rehê wan -wer- e.

Obsesyonek ketibe serê hin pêvemijûlên zimanî jî, hema-hema ti kurmancîaxiv di pratîkê de formên ”bê/bihê, bên/bihên” li cihê ”were, werin” yên fermanî bi kar naîne.

Dijwateyên ”were, werin” di piraniya devokên kurmancî de ”newe” û ”newin” in. Rehê van herdu peyvan -w- ye ku bi zelalî forma kurtkirî ji rehê -wer- e.[12]

Li derveyî raweya fermanî, ev reh di kurmanciya rojhilatî de nayên bikaranîn. Lê di kurmanciya navendî û kurmanciya rojavayî de ew bi berfirehî di raweya subjunktîv (bilanî, şertanî…) de û herwiha di raweya indikatîv (pêşkerî) ya dema bêt de jî tê bikaranîn.

Bo nimûne:

kurmanciya navendî û rojavayî kurmanciya rojhilatî
ez ê werim ez ê êm/hêm
eger ew werin eger ew bên/bihên
bila ew werin bila ew bên/bihên

 

Ev redkirina yekcarî ya van formên kurmanciya navendî û rojavayî tiştekî seyr û sosret e. Ew li cografyayeke gelekî berfireh li kar in û ti şaşiyek di wan de nîne. Rast e ku rehê -wer- di kurmanciya rojhilatî de tenê bi raweya fermanî ve bisinor e lê bawer nakim ku ti pirsgirêkeke fehmkirinê jî di navbera kurmancîaxivên deverên cuda de peyda bibe çunkî qisekerên kurmanciya rojhilatî jî dê bi hêsanî tê bigihin ka mebest çi ye ji ber ku heman rehê lêkera -wer- li ba wan jî heye tevî ku ne bi bi heman berfirehiyê be jî.

Lê pirsgirêk bi rastî ne li cem kurmancîaxivên sade ye lê li nik desthildarên zimanî ye ku her kêlîkê dilezînin daku texmînên xwe yên nezanistî yan nîvzanistî li ser xelkê ferz bikin.

Belkî bi hin xwandevanan ecêb be ku çima heman lêkerê ji yekê zêdetir rehên demên neborî hebin. Lê diyardeyên wiha piraniya – eger ne di hemû – zimanên hindûewropî de hene.

Bo nimûne, di fransî de lêkera ”aller” (çûn) ne yek, ne du lê sê rehên cuda hene: all-, va-, ir-.

Inglîzî du rehên cuda yên demên borî yên lêkera ”be” (bûn) hene, bo nimûne: ”I was” (ez bûm) û ”you were” (tu bûyî). Û wek çawa ku di kurdî de di raweyên cuda de li gel heman cînavî mimkin e ku rehên cuda yên heman lêkerê bên bikaranîn (bo nimûne ”ez têm” û ”eger ez werim”), wisa di inglîzî de jî mimkin e: ”I was there” (ez li wir bûm) û ”if I were there” (eger ez li wir bûma).

Dîsa di inglîzî de li gor qeyd û bendên giştî rehên demên borî û demên neborî li ser eynî bingehî tên avakirin. Bo nimûne, lêkera ”kuştin” bi inglîzî wiha ye: kill- (rehê demên neborî) û ”killed” (demên borî). Lê dîsa jî lêkera ”çûn” wiha ye: ”go-” (rehê demên neborî) û ”went” (dema borî ya sade) û dîsa ”gone” (dema borî ya dûdar).

Wek ku me li jortir jî got, piraniya mutleq ya kurmancîaxivan rehên demên neborî yên lêkera ”hatin” wek ”-ê-” û ”-wer-” (neyînî ”-w-”) bi kar tînin û rehê ”-hê-” ji wan re xerîb û nenas e.

Di mijara daçekên ”da/de, ra/re” de (li jêrtir binêrin) amadekarên Rêberê xwe spartiye ”piraniyê” û bi hêceta ”piraniyê” dixwazin ku em dest ji paşdaçekên di zimanê nivîskî de cihgirtî yên ”de, re” berdin û li cihê wan ”da, ra” binivîsin. Lê mixabin di mijara rehên lêkera ”hatin” de piraniya kurmancîaxivan qet nebûye derd û xema wan û piraniya mitleq û reha bi temamî hatiye paşguhkirin.

 

Dê bidome.

 

______________________________________
TÊBÎNÎ

[1] Li ser lêkera ”bûn”ê kitêbeke me li ber amadebûnê ye û tê de bi dirêjahî behsa hemû fonksiyon û erkên wê yên rêzimanî jî tê kirin.

[2] Bidin ber bo nimûne lêkera ”bûn” ku li gor devokan ev varyant hene: ”bûyin, bûyîn, bün, bîn”.

[3] Bidin ber bo nimûne lêkerên ”dîtin, gotin” ku ji bilî rehên demên borî yên ”-dît-, -got-” herwiha varyantên ”-dî-, -go-” jî hene, wek ”mi(n) dî, mi(n) go.”

[4] Binêrin: The Tower of Babel – An Etymological Database.

[5] Bo etîmolojiya peyvê di zimanên îranî de binêrin Johnny Cheung: Etymological Dictionary of the Iranian Verb. Leiden 2007. Bo zimanên kevnar li lînka nota pêştir binêrin. Nivîsîna peyvên zaravayên kurdî li gor rastnivîsîna kurdî, ya nivîsîna peyvên zimanên din li gor ku ew di ferhengên heyî de behsa wan tê kirin. Bo nimûne peyva hexamenişî ji ferhengan wek ”aitiy” hatiye neqilkirin lê bi kurdî wek ”eytiy” tê gotin.

[6] Nivîs ji sala 2012 heta niha li vê derê bûye: http://nefel.com/articles/article_print.asp?ArticleNr=7237

[7] Bo zêde dirêjnebûna nivîsarê em hevrehên wan di ziman û zarên din de li vê derê rêz nakin lê em pêşniyaz dikin ku xwandevan li etîmolojiya her yekê ji wan peyvan li vê derê binêrin: https://ku.wiktionary.org

[8] Di van devokan de paşgira kesê sêyem yê hejmar (ew) ”-t, -ît” e (carinan -tin, -îtin).

[9] Di van devokan de paşgira kesê yekem yê yekhejmar (em) ”-în, -yn” e.

[10] Varyantên ”hûn” bi van devokan.

[11] ”Were” li hin deveran bi forma kurtkirî ”wer”.

[12] Bo ketina ”-er-” ji rehên lêkeran bidin ber lêkerên ”birin, dan, kirin” ku rehên wan yên dîrokî ”-ber-, -der-, -ker-” bûn, paşî bûne ”-be-, -de-, -ke-” (ku niha jî di kurmanciya rojhilatî û di soranî de wiha ne) û dawiyê jî bûne ”-b-, -d-, -k-”, wek ”di-b-im, na-d-e, ne-k-in”.

10 thoughts on ““Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (3)

  1. Silav Mamoste,
    Li Mêrdîn/Dêrik forma “werîn”ê tenê di erêniya raweya fermanî de li kar e. Ev li cem me nikare bê bihîstin: Ez ê newim. Newe! Newin!
    Lê ev tên bikaranîn: Ez ê n(ey)êm. N(ey)ê! N(ey)ên!

    Like

  2. Erê em wiha dibêjin. Min şaş nivîsandiye, bibore. Tenê di raweyên fermanî, bilanî û indikativê de û erênî tê bikaranîn.
    Ev hene:
    Were! / Werin!
    Ez ê werim.
    Ku ez werim,…

    Lê ev tune ne:
    Newe! / Newin! / Newere! / Newerin!
    Ez ê newim/newerim.
    Ku ez newim/newerim,…

    Li şûna wan ev hene:
    Nê! / Nên! / Neyên!
    Ez ê nêm/neyêm.
    Ku ez nêm/neyêm,…

    Like

Leave a comment