Kanîzar, hejmar 14

 

Hejmar14

Sernivîsar
BI VEKOLÎNÊN LI SER ZIMAN BER BI SERXWEBÛNÊ

Dîsa kerem bikin hejmara nû ya kovara zimanê kurdî Kanîzarê, xwandevanên hêja. Di vê hejmarê de em dîsa 300 rûpelan vekolînên li ser zimanê kurdî bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî pêşkêşî we yên delal dikin.

Di vê hejmarê de Husein Muhammed li ser ”razên rengan” dinivîse anku navên rengan û reh û rîşên navên wan pêşkêşî me dike.

Halil Aktuğ di vekolîna xwe ya dirêj de pêdeçûnekê bi ”rêberên rastnvîsînê” yên Komxebata Kurmancî dike û li cihan wan bi dijwarî – lê bi heq – rexneyan li wan digire – bi taybetî li wan beşên rêbernameyê yên ku dixwazin normên heyî yên kurmanciya nivîskî biguherînin.

Vekolîna Deham Ebdulfetah li ser lêkerên kurdî di vê hejmarê de jî didome û dê di hejmara bêt de jî berdewam be.

Ebdullah Haciyan û Umîd Demirhan kurdên Xorasanê û kurmanciya wan bi ferhengokeke gotinên pêşiyan pêşkêşî me dikin. Ferhengok dê di hejmarên bên de jî bidome.

Demhat Alêşkî li ser wê qenaetê ye ku bo parastina zimanê kurdî û bikaranîna wî di her warê jiyanê de, zerûrî ye ku kurd bibin xwedîdewlet (yek an çend dewletan). Çiya Mazî yekem alfabeya kurdî-latînî anku alfabeya Îsahak Marogulov bi me dide nasîn.

Bi soranî Hesen Qazî li ser pirstandardî û pirnavendîtiya zimanên jîndar dinivîse û Rehber Mehmûdzade jî li ser ferhengsaziyê.

Bi zazakî Roşan Lezgîn behsa pirsgirêkên minaqeşeyên li ser ”ziman” û ”lehceyê” dike.

Bi inglîzî em beşek ji vekolîna Rêbîn Kerîm li ser sîstema lêkerên kurdî (bi taybetî soranî) pêşkêş dikin û beşên din yên wê lêkolînê dê di hejmarên bên de jî belav bibin.

Di beşa dengnasiyê de vê carê em dengê Q û peydabûna wî dengî bi berfirehî û bi nimûneyan dinasînin. Em herwiha kovara derûnnasiyê anku psîkolojiyê Psychology Kurdî didin nasîn.

Di pişka ferhengokan de em hem ferhengoka Kanîzarê ya zimannasiyê anku Zarnameyê berfirehkirî belav dikin û hem jî cih didin ferhengoka zimannasiyê ya Komxebata Kurmancî.

 

Naveroka hejmara 14

Sernivîsar
Bi vekolînên zimanî ber bi serxwebûnê, r. 2

Husein Muhammed
Razên rengan, r. 3

Halil Aktuğ
Nirxandina rêbereke rastnivîsînê, r. 13

Kovareke derûnnasiyê
Psychology Kurdî, r. 60

Roşan Lezgîn
Munaqeşeyê ”lehce” û ”zimanî” de problemî, r. 63

Demhat Alêşkî
Bo zimanê kurdî dewletek divê!, r. 72

Deham Ebdufetah
Lêker di zimanê kurdî de (4), r. 74

Hesen Qazî
Zorbey zimane zînduwekan firestandard in, r. 52

Dengnasî
Dengê Q – peydabûn û guherîna wî dengî, r. 157

Ferhengok
Peyvên rêzimanî yên Komxebata Kurmancî, r. 162

Çiya Mazî
Marugulov û alfabeya wî ya kurdî, r. 189

Rehber Mehmûdzade
Nerîtêkî nwê le ferhengnûsîy kurdî da, r. 192

Ebdullah Haciyan û Umîd Demirhan
Gulbijêrkek ji zargotina kurdên Xorasanê, r. 203

Mehmet Încesu
Çend gotin li ser devoka mamedî, r. 213

Îbrahîm Seydo Aydogan
Kurdkujî û nîqaşa zarava û alfabeyan, r. 217

Komxebata Kurmancî
Rêbera rastnivîsînê, r. 231

Rêbîn Kerîm
Verbal inflection in Kurdish, r. 276

Zarname
ferhengoka zimannasî, r. 295

 

 

3 thoughts on “Kanîzar, hejmar 14

  1. […] ”Ku komxebat îdea bike, zimanzanekî wekî Lescot û Celadet hay ji van devokan û “da, va, ra”yê tine bû, bila li qusurê nenêrin, xweyîyê “Rêberê” Birêz Mustefa Aydoğan û yên di komxebatê de cih digrin heta îro di vî warî de gazindek jî nekirine. Gelo bê îzahat guherandina “de, ve, re”yê çiqa zanyarî ye? Milletê kurd yê çawa ewleyîyê li wan bîne?… Dîsa di kitêba Aydoğan qertafa nekifşîyê “eka” hatîye bikaranîn. Aydoğan û Komxebatê bê îzahat “eka” kirine “eke”. Ew kesên ku di sê salan de li fikrên xwe ne bawer bin, gelo karin çi ji kurdan bixwazin?” (kovara Kanîzar, hj. 14) […]

    Like

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s