Husein Muhammed
Di zimannasiyê de lihevanîna dengî-wateyî (phono-semantic matching)[1] tê maneya wergirtina hin peyvên biyanî û eyarkirina wan li ber peyvên xwemalî heçku ew peyvên xwemalî bin. Bo nimûne, peyva bombebaran û hevwateya wê bombedûman[2] di kurdî de tên xebitandin heçku ew ji peyvên “bombe+baran” yan “bombe+dûman” bin. Lê di rastiyê de ev peyv ji fransî bombardement (bixwîne: bombardman) hatiye wergirtin lê li gor peyvên xwemalî hatiye eyarkirin. Ji vê diyarde û fenomenê re lihevanîna dengî-wateyî tê gotin.
Peyva heyecan ya bi eslê xwe ji erebî van salên dawiyê di nivîsên gelek kurdan de bûye kelecan[3] (kela/germiya canî/giyanî). Heta hin kes texmîn dikin ku heyecan ya ”tirkî” forma ”xirabkirî” ji peyva ”kelecan” ya ”kurdî” ye. Lê di rastiyê de ”heyecan” ne ji tirkî lê ji erebî ye û ”kelecan” vê dawiyê li ber wê hatiye çêkirin heçku maneya wê ”kela canî” be.
Bi heman awayî peyva Mezopotamya ya ji yûnanî bi maneya ”navbera du çeman” (Dicle û Firat) di gelek nivîsan de bi gotina Mezrabotan yan Mezra Botan hatiye guherandin û heta hin kes texmîn dikin yan jî hewl didin bidin bawerkirin ku forma rast ”Mezrabotan” yan ”Mezra Botan” ya ”kurdî” hatiye wergirtin û xirab bûye.[4] Lê îcar hin kesan jî ”Mezrabotan” bi maneya ”Devera Botan” fehm kiriye û wê wisa bi kar tînin.[5]