Husein Muhammed
Hevok (riste, cumle, sentence) çend peyv in ku bi hev re ramanekê yan nêrînekê pêşkêş dikin. Bi hevokê mirov dikare, bo nimûne, rastiyekê diyar bike, fermanekê bide yan daxwazekê bike yan jî tiştekî bipirse.
Wek ku ji navê ”hevok”ê jî diyar e, ew çend peyvên hevgirtî ne anku ew komeka peyvan e. Gelo çi cûnên (corên) hevokan hene? Gelo di wê komê de çi endam hene?
Di her koma hevokekê ya mezin de çend komên biçûktir jî dikarin hebin. Em ê navên ”tevok” (clause) û ”komik” (phrase) li wan bikin. Lê gelo ew komên ji hevokê biçûktir çawa bi xwe di koma hevokê de komeka din pêk tînin û çawa ew ji endamên din yên komê vediqetin?
Ev nivîsar hewl dide ku xusûsiyet û taybetmendiyên hevokan diyar bike. Em ê hevokan li gor armancên wan (ragihandin, ferman, pirs, gazî), endamên wan (kirde, berkar, lêker, temamker, pêvek), gera wan (gerguhêz, negerguhêz, rewşî, hevsengî) û avaniya anku struktûra wan (sade, hevgirtî, têkil yan jî hevgirtî-têkil) binasînin.[1]