Mirov zimanê kurdî pêşve dibin, ne dezgeh

Gelek kurd bo xwe hêcet û bihaneyan çêdikin û dibêjin heta dezgeheke/saziyeke zimanî ya resmî tine be, kurdî/kurmancî standard nabe yan pêşve naçe.

Lê ku em li benda saziyan bin, ti caran ti tiştek nayê kirin. Sazî hene, ne ku nînin. Lê yên ku bi rastî tiştekî biber û bikêr dikin ne sazî ne lê kes in. Baweriya min bi kesan tê, ne bi saziyan.

Kurmancî di van bîst salên borî de bi beza bayî pêşve çûye û nêzîkî 90 % standard jî bûye. Ev jî qet ne bi saya serê sazî û partiyan (gelek ji wan li xwe nagirin rojekê bi kurdî biaxivin jî) lê bi xêr û xîreta kurdên takekes bûye.

Johnson

Ferhenga Samuel Johnsonî ku [qedera] zimanê inglîzî diyar kir. 

Mirov dikare nimûneyeke din jî bide: Fransî xwedî akademiyeke qaşo xurt e lê inglîzî na. Akademiya fransî zêdeyî sed salan (bifikirin:sed salan) mijûlî hazirkirina ferhengeke birêkûpêk bû lê amade nedibû. Paşî takekesekî inglîz bi navê Samuel Johnson rabû û di çend salan de ferhengeke wisa bo inglîzî danî û belav kir di demekê de ku hê jî Akademiya Fransî mijûlî ya xwe bû.

Pirsgirêka kurdan ne ew e ku baweriya wan bi dezgeh û saziyên wan nîne (di vê meselê de biheq in). Girêka me ew e ku baweriya me bi mirovan nîne.

Bilbil çawa dizanin bixwînin?

Husein Muhammed

bilbil

Hevalekî li ser dîwarê xwe yê Facebookê pirsiye ka gelo çima kurdên Bakur bi mebesta strangotinê dibêjin “kilam xwendin”.

Gelek bersiv jê re hatine. Hin kesan guman kiriye ku ew wergera okumak ya tirkî ye ku bi maneya xwe ya bingehîn xwandin/xwendin e lê herwiha bi wateya stran gotin jî tê bikaranîn.

Di rastiyê de wateya eslî ya peyva tirkî okumak ne xwandin e lê gazî kirin, bang kirin, deng kirin e. Sebeb ew e ku okumak peyveke wisa ye ku ji dîroka xwandin û nivîsînê (bi kêmanî di nav tirkan de) kevntir e.

Lê dîsa jî stran xwandin, kilam xwandin ne ji tesîra tirkî ye.

Rast e ku di kurdî de maneya bingehîn ya peyva xwandin an xwendin niha pêdeçûna nivîsan e. Lê li gel wê, herwiha çendîn wateyên din jî yên xwandin/xwendinê hene.

Herdem kurdan bi helbestkî gotiye: Bilbil li ser darê dixwîne.

Bi farisî jî خواندن (xʷanden) ne tenê xwandina kitêban lê herwiha stran gotin e jî: “avaz xʷanden” (stran gotin).

Xwandin/xwendin peyveke pir qedîm e û rehên wê digihin makezimanê proto-hindûewropî jî û ev peyv gelek ji berî hebûna nivîsan hebûye. Ew ji peyva proto-hindûewropî *swenh₂ e.

Di sanskrîtî de ew स्वनति (svánati)  û di avestayî de 𐬓𐬀𐬥𐬀𐬝 (xᵛanat̰) bû û di herduyan de jî wateya “deng kirin” dida.

Hevrehên wê di gelek zimanên hindûewropî de niha jî hene û bi wateya dengan in, bo nimûne rûsî звон (zvon: zingîn, dengê zengilê), bulgarî звънец (zvǎnéc: zengil, zeng), latînî sonus (deng) > inglîzî sound (deng).

Maneya kevnar ya “xwandin/xwendin”ê bi rastî jî “deng kirin, gazî kirin, bang kirin, qîrîn” e û peyva “xwandin/xwendin” bi xwe ji hebûna nivîsînê gelek kevntir e.

Bo guherîna SW- ya proto-hindûewropî bi XW- di zimanên îranî de, bidin ber: xwarin, xwe, xwişk

Bo guherîna wateyê, bidin ber erebî قرأ (qere’e) ku niha manaya “xwandin/xwendin” dide lê bi eslê xwe wateya “gazî kirin, bang kirin” dida. Hevreha wê ya îbrî/îbranî קרא (qara) niha jî ji bilî wateya “xwandin” herwiha manaya “gazî kirin, bang kirin, qîrîn” dide.

Dîsa heman peyv bi aramî/siryanî ܩܪܐ (q-r-a-) hem wateya “gazî kirin, bang kirin, qîrîn” û hem jî wateya “xwandin”ê dide.

Peyvên kurdî “qêrîn, qîrîn” (bi dengekî bilind gazî kirin an girîn) jî ji vê peyva aramî/siryanî hatine (bi zêdekirina paşgira lêkersaz ya kurdî/îranî -în).

Peyva Qur’an jî ji eynî rehî ye.

Herwiha peyva inglîzî read niha wateya “xwandin/xwendin dide lê berê wateya wê “rêz kirin” bû û hevreha “rêz” û “rast” yên kurdî ye:

https://en.wiktionary.org/wiki/read

Her çar peyvên van zimanan bi eslê xwe ji hebûna nivîs û xwandinê kevntir in lê bi peydabûna xwandinê re wateya wê (jî) guheriye.

Kurt û kurmancî: Bihêlin, bila bilbil jî bixwînim û mirov jî stran û kilaman jî bixwînin.

 

 

DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-9-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 234567 û 8)

Husein Muhammed

ceper

Ramazan Çeper: Ferhenga Etîmolojiyê, 2014

Ferhenga Etîmolojiyê[1] ya Ramazan Çeper jî teqrîben hevdem li gel “Ferhenga Etîmolojiya Kurdî” ya “Keça Kurd” derketiye. Wisa xuya ye ku ti haya danerên van ferhengan ji hev tine bûye. Di vê ferhengê de nêzîkî 4 000 peyv hene. Li ber hin ji van peyvan tenê maneya wan hatiye danîn û ti hewleke peydakirina reh û rîşên etîmolojî yên peyvê tine ne. Lê di piraniya wan de, Ramazan Çeper li gor texmîna xwe etîmolojiya wan diyar kiriye.

Mixabin ev ferheng ji destpêkê heta dawiyê ji ferhengeke etîmolojî zêdetir ferhengeke texmînî ya dîtinên şexsî yên danerê wê ne. Ji lîsteya çavkaniyên ferhengê li dawiya wê diyar e ku nivîskar çend ferhengên duzimanî yên wek farisî-tirkî, erebî-tirkî, ermenî-tirkî û hwd. bi kar anîne. Lê eşkere ye ku ti haya wî ji berhemên etîmolojiya peyvên kurdî yên berî wî tine bûye yan jî wî guh nedaye wan û pûte bi wan nekiriye. Tek istisna di vî warî de belkî kitêboka “Lêkolînekî Qiçik li ser Zimên” ya Beyhanî Şahîn e ku Ramazan Çeper wek çavkanî daye. Ev berhem etîmolojiya çend peyvên kurdî yên ji rehên proto-hindûewropî li gor şert û mercên zimannasî şirove dike. Ramazan Çeper etîmolojiya çend peyvan ji van kêm-zêde rast neqil kiriye ferhenga xwe jî.

Di ferhenga Çeper de etîmolojiya hin peyvan rast hatibe şirovekirin jî, etîmolojiya piraniya reha û mitleq ya peyvan tenê û tenê dîtinên şexsî yên Ramazan Çeperî ne û ti têkilî bi dîrok û zanista van peyvan ve nîne. Helbet di her berhemê de kêmasî hene û dê her hebin jî. Lê hejmara xeletî û şaşiyên vê ferhengê ewqas in ku etîmolojiyên hin peyvên rast şirovekirî jî bi giranî di bin wan ve dimînin:

  • Etîmolojiya piraniya peyvên herî bingehîn jî yên kurdî di vê ferhengê de nehatine dan. Bo nimûne, di ferhengê de etîmolojiya peyvên wek “bûn, kirin, erê, belê, tu, bi, di, ji, li” peyda nabin. Li aliyekî din, di ferhengê de navê welatên wek Gambiya û Gana hatine pêşkêşkirin.
  • Piraniya peyvên ku etîmolojiya wan di rehnasiya kurdî, îranî û hindûewropî de bêguman jî, şaş hatine şirovekirin. Bo nimûne, peyvên bingehîn yên wek “pê, dest, bihar” – ku di vekolînên etîmolojî de ji zêdeyî sedsalekê ye ku etîmolojiya wan ron û eşkere ye – di vê ferhengê de li gor texmînên şexsî yên danerê ferhengê hatine ravekirin.
  • Di gelek peyvan de danerê ferhengê li gor etîmolojiyên gelêrî yên heyî çûye bêyî ku rastiya wan vekole. Bo nimûne, peyva “axa” (serokeşîr) wek “ê+axê, yê xwedî axê” şirove dike tevî ku hemû ferhengên etîmolojî yên ewropî, farisî û tirkî dizanin ku ew peyveke mongolî ye. Çeper jî wek gelek kesan idia dike ku peyva “dijmin” ji “dijî min” e tevî ku di rastiyê de forma kevnar ya vê peyvê “dujmin, duşmin” bû û hevrehên wê di zimanên din jî yên îranî de hene û eslê peyvê ji proto-hindûewropî “*dus-men-“ (xirab-fikir) anku “niyetxirab” e. Ramazan Çeper heta etîmolojiya ron û aşkere ya peyva navneteweyî “jînekolojî” (tiba êşên jinan) jî qebûl nake û idia dike ku ew “ne ji latînî ye” ji ber ku li gor gotina wî “jin” bi latînî “femîna” ye (di rastiyê de “femina”). Çeper idia dike ku “jînekolojî” ji peyva kurdî “jîn” tê. Lê ji xwe ti kesî idia jî nekiriye ku “jînekolojî” ji latînî ye lê bi zelalî tê zanîn ku ew ji yûnanî ye, ji “gynê” (jin) û “logos” (-nasî, zanist, -lojî).
  • Heta gava ku hin peyvan wek bi eslê xwe biyanî qebûl dike jî, eslê wan yê biyanî şaş dide. Bo nimûne, idia dike ku peyva “îş” (kar, ked, şol, şuxl) ji erebî ye lê di rastiyê de eslê wê ji tirkî ye. Herwiha dibêje peyva “hesûd” ji farisî ketiye kurdî lê di rastiyê de ew ji erebî hatiye. Ev tenê çend nimûne ne lê hejmara van şaşiyan digihe bi sedan.
  • Danerê ferhengê nikariye ji hev ferq bike ka kengî peyvên wek hev di çend zimanan de hevreh in anku ji eynî rehî wek mîras ji van hemû zimanan re mane û kengî jî sebebê peydabûna heman peyvê di çend zimanan de wergirtina ji hev e. Bo nimûne, Çeper idia dike ku peyva “kartol” (petat) di zimanên “aryenî” de wek hev e û neyekser be jî wisa dide xuyakirin ku ev peyveke di kurdî de eslî û kevnar e. Lê di rastiyê de papat/kartol riwekeke ji Amerîkayê ye û tenê ev çend sedsal in ku pêşî hatiye Ewropayê û dû re jî gihiştiye Rojhilata Navîn. Peyva “kartol, kartofel” bi rêya ermenî ji rûsî ji almanî ji îtalî hatiye. Ji ber ku “patat” wek “patates” di tirkî de jî heye, hin kes texmîn dikin ku “kartol” bi kurdiya “resen” e.

Ji bêhejmar şirovekirinên şaş yan bi temamî xeyalî kambaxtir jî, pirsgirêka vê ferhengê û danerê wê ew e ku têkiliyên zimanan û malbatên wan, dîroka zimanê kurdî (ya rast û zanistî, ne ya li gor texmîn û tercîha şexsî) fehm nekiriye. Wisa dixuye ku bi piranî ji dengnasî û dîroka dengnasî ya kurdî bêhay e. Ji peyvên erebî û farisî, yên ku Ramazan Çeper di ferhenga xwe de dide, diyar e ku haya wî ji van herdu zimanan jî nîne yan yekcar bisinor e û ev peyv tenê ji hin ferhengên nezanistî yên tirkî hatine neqilkirin.

Mirov dikare hinekî li van kêmasiyan bibore ji ber ku danerê ferhengê li zindaneke Tirkiyê girtî ye û ev xebata xwe ji zindanê encam daye. Lê mirov nikare hemû kêmasiyan bide xatirê girtîbûna wî ji ber ku wî ev xebat ne bi temamî di bêîmkaniyê de kiriye: ji çavkaniyên wî dayî diyar e ku hejmareke berfireh ya ferhengan li ber destê wî bûne, bo nimûne ferhengên sûmerî, hurî-urartûyî. Pirsgirêk ew e ku berî destpêkirina vê xebata xwe, wî bingeh û metodên etîmolojiyê baş nexwandine loma mixabin tevî xebateke giran jî encama wê tenê wek ferhengeke xeyalî ya nezanistî maye.

 

Dê bidome.

_______________________
TÊBÎNÎ

[1] Bo peydakirinê bo nimûne: http://www.pirtukakurdi.com/index.php?route=product/product&manufacturer_id=780&product_id=1256

 

 

DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-8-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 23456 û 7)

Husein Muhammed

kk

“Keça Kurd”: Ferhenga Etîmolojiya Kurdî, 2014

Ferhenga etîmolojiya kurdî navê ferhengokekê ye ku ji aliyê jineke bi bernavê Keça Kurd ve hatiye nivîsîn. Kitêb nêzîkî 300 rûpelî ye û sala 2014 di nav weşanên Nûbiharê de hatiye çapkirin.

Di kitêbê de texmînen 1000 peyv hene. Nivîskar ew kêm-zêde bi keyfî anku li gor dilê xwe bijartine û şirove kirine.

Danera ferhengokê adeten pêşî behsa cinsê anku zayenda rêzimanî ya peyvê dike, paşî gelek caran maneya peyvê şirove dike, hin caran nimûneyên di hevokan de dide û taliyê jî li gor zanîna xwe dibêje ka ew peyv ji kû hatiye anku etîmolojiya wê çi ye.

Mixabin ti hewleke cidî ya zanistî û zimannasî bo peydakirina etîmolojiya peyvan nehatiye dan. Ev kitêb ne ferhengeke etîmolojîk e lê ji serî heta binê ceribandineke zir-etîmolojîk e. Ji bilî peyvên bi zelalî pêkhatî wek “guhdarîkirin” (ku ji xwe her kes dizane ka ji çi pêk hatine û ne hewceyî ferhengên etîmolojî ye), hewlên peydakirina reh û rîşên peyvan pir kêm e.

Peyvên sade pir kêm tê de hatine vekolîn û etîmolojiya wan nehatiye peydakirin. Bo nimûne, peyvên wek ”ez” yan ”kirin” – û bi hezaran peyvên wisa ku ji peyvên bingehîn yên kurmancî ne – di vê ceribandinê de nayên dîtin. Çend etîmolojiyên peyvên nepêkhatî yên di ferhengê de heyî jî teqrîben 100 % bi nezanistî û xelet hatine şirovekirin.

Bo nimûne, peyva ”ageh” (agah) bi gotina wê ”etîmolog”ê ji ”a+guh” (ya guhî, ya li ber guhî) ye ku qet ne rast e. Heta gelek ji peyvên pêkhatî jî xelet hatine şirovekirin. Wek mînak, peyva ”malxwê” bi gotina wê ji “mal+xwarin” e tevî ku ne hewce ye mirov etîmolog jî be bo ku bi hêsanî fehm bike ku ew ji ”mal+xweyî” (xwedî, xwedan, xudan) anku ”xweyiyê/xwediyê/xudanê malê” ye.

Carinan jî tenê wate û bikaranîna peyvê hatiye diyarkirin bêyî ku ti hewleke zanistî yan nezanistî jî bo diyarkirina etîmolojiya wê hatibe dan.

“Dr phil.” Husên Hebeş pêşgotineke pesinder ji kitêbê re nivîsiye ku tê de hem pesnê wê kitêbê û hem jî bi taybetî medhên ferhenga etîmolojî ya Cemal Nebez ya bi soranî Wişenamey Êtîmolojiyay Zimanî Kurdî jî dide.

Helbet Cemal Nebez hinekî ji ”Keça Kurd” zêdetir hewl daye ferhenga xwe wek berhemeke rast ya etîmolojî bide. Lê mixabin, ji bilî diyarkirina etîmolojiya hin peyvên ji zimanên ewropî, ferhenga Nebezî jî ji serî heta binî ceribandineke ji zanistiyê dûr e.

Cemal Nebez, berevajî rastiya ron, di ferhenga xwe de idia dike ku bo nimûne peyvên wek ”silav, welat, wijdan” ne ji erebî ”selam, wilayet, wicdan” in lê ”welat” bi ”war” ve, ”silav” bi ”salute” ya latînî ve û ”wijdan” jî bi ”wisdom” ya inglîzî ve girê dide bêyî ku ti bingehekî rastiyê ji van gotinan re hebe. Ev tenê çend nimûne ne, lê ceribandina Cemal Nebezî ji serî heta binî xwevedizîna ji rastiyan e û berhema wî bi nijadperistiyeke kurdî ya çavkorane û kerb û kîneke bêhempa ya beramber erebî û farisî dagirtiye.

Husên Hebeş di pêşgotina xwe de pê ve diçe û rexne û tehnên neheq li berfirehtirîn û zanistîtirîn ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ya çapkirî anku ferhenga R. L. Çabolov dike ji ber ku Çabolov peyvên ji erebî di ferhenga xwe de dane. Lê Çabolov ew peyv dane yên ku di kurdî hene û kurd bi kar tînin, ne yên ku li gor hin kesan “divê kurd van peyvan bi kar bînin, yan ev peyv kurdî ne û ev ne kurdî ne.”

Paradoksa ”Ferhenga Etîmolojiya Kurdî” ya Keça Kurd ew e ku bi nav ew ferhengeke etîmolojîk e lê hêjayiyên wê di rastiyê de hin tiştên din in: Ew ji alî jineke navsere ya kurd ve hatiye nivîsîn, wê maneya peyvan bi awayekî balkêş û rewan şirove kiriye, cins û zayenda peyvan diyar kiriye, gelek caran nimûne ji helbestên klasîk yan ji folklorê jê re anîne û heta gelek wêne jî pê ve kirine.

Hêjahiyeke din ya vê ferhengê beramberî pêşnimûneya wê anku ferhenga Nebezî ew e ku ev ferheng ne bi kerb û kîna dijî zimanên cîran hatiye nivîsîn. Herçi Nebez e, hewl daye ku peyvên bi zelalî ji erebî û farisî jî, wek peyvên bi eslê kurdî şirove bike û heta idia dike ku ereb hatine û ew birine nav zimanê xwe.

Berovajî hin zir-etîmologên din yên wek Cemal Nebez, Ramazan Çeper û Emeg Raman, Keça Kurd heta hin peyvan wek bi eslê xwe ji erebî yan tirkî qebûl dike jî. Bo nimûne, qebûl dike ku “alif” ji erebî û “quzilqurt” dikare ji tirkî be. Lê mixabin li beramberî “alif”a ji erebî, idia dike ku peyva kurdî “êm” e û hay jê nîne ku “êm” ji tirkî “yem” e (ji “yemek” anku “xwarin”).

Mirov dikare peyvên ferhengê û şiroveyên wê bi balkêşî bixwîne. Lê mixabin mirov nikare vê ceribandinê bi ti awayî wek hewldaneke cidî ya ronkirina etîmolojiya peyvên kurdî bihesibîne.

 

Dê bidome.

DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-7-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 2345 û 6)

20200304_072729

 

Emeg Raman: Ferhengî Êtîmolojî Raman / فه‌رهه‌نگی ئێتیمۆلۆژی ڕامان 2014

Ferhengî Êtîmolojî Raman, piştî Wişenamekî Êtîmolojiyay Zimanî Kurdî ya Cemal Nebezî, duyem ferhenga etîmolojî ya bi zimanê kurdî ye.

Peyv di ferhengê de li gor alfabeya kurdî-erebî hatine rêzkirin, li ber wan bi alfabeya kurdî-latînî hatine nivîsîn û dîsa bi alfabeya ”zanistî” jî hatine diyarkirin. Şirovekirinên ferhengê bi soranî ne lê tê de peyvên kurmancî jî hatine ravekirin.

Ferhengî Raman ji aliyê Emeg Raman ve hatiye nivîsîn ku bernavê kesekî bi navê Ebdulla Îbrahîmzade ye. Ferheng dubeşî ye û ji zêdeyî 1100 rûpelan pêk hatiye.

Berevajî Cemal Nebezî, Raman Emegî hewl daye ku sûd û feyde ji hin ferhengên heyî wergire. Mixabin çavkaniyên ferhengê nehatine rêzkirin lê diyar e ku ferhengên etîmolojî yên almanî li ber destê danerê Ferhengî Raman bûne. Emeg Raman ji Rojhilatê Kurdistanê ye û ji ferhengê baş xuya ye ku ew farisî jî baş dizane. Lê wisa aşkere ye ku mixabin wî têra xwe ne sûd ji ferhengên etîmolojî yên farisî (yên ku danerên wan faris yan jî rojavayî) yan yên zimanên kevn û navîn yên îranî (bo nimûne avestayî yan pehlewî) wernegirtiye.

Emeg Raman di pêşgotina xwe de bi dijwarî êrişî ”şovenîzma farisî” dike lê wek encam bi xwe dibe tawanbarê şovenîzma kurdî. Ew hin idiayên bêbingeh dide pêş, wek nimûne, ”kurdî, bi taybetî zarê bakurî [mebesta wî kurmancî ye] gelek ji farisî kevntir û resentir e”.

Helbet di vê ferhenga 1100-rûpelî de Emeg Raman bêhemdî xwe jî etîmolojiya gelek peyvan rast yan teqrîben rast daye. Lê wek Cemal Nebezî, wî jî qet nikariye xwe ji neteweperistiya teng rizgar bike û bi çavekî vekirî û zanistî li etîmolojiya peyvan binêre.

Yek ji armancên wî yên serekî redkirina eslê peyvên ji erebî ye. Ew hewl dide bi her awayî peyvên esil-erebî wek ku ne ji erebî bin diyar bike. Bo nimûne, peyva ”felek” li gor hemû ferhengên etîmolojî yên tirkî, farisî û kurdî, bi eslê xwe peyveke erebî yan ji zimanekî din yê samî ye û hevrehên wê di hemû zimanên serekî yên samî (erebî, îbrî, aramî, akadî…) de hene û etîmolojiya wê bêguman e. Lê bi dîtina Raman Emegî ”ji binî ve nikare peyveke ji erebî be” bêyî ku diyar bike ka çima ”ji binî ve nikare peyveke ji erebî be”.

Mesele ne tenê ev peyv e lê Emeg Raman reftar û miameleyeke wiha ya nezanistî û tengbîn li gel hema-hema hemû peyvên ji erebî dike. Eger mirov bibêje ku bi vî karî rabûye daku red bike ku peyvên erebî di kurdî de hene, ne dûrî rastiyê ye.

Tiştekî din peyvên bi eslê xwe ji tirkî ne. Bo nimûne, ji bilî peyvên onomatopoetîk yên gazî- û hawarkirinê wek ”of, ox, oy, oh” û herwiha ji bilî hin peyvên vê dawiyê ji zimanên ewropî hatî, hemû peyvên bi O dest pê dikin bi zelalî ji tirkî ketine farisî û kurdî, wek ”ode, ordek, ordî, orte, oxir”. Lê Emeg Raman an ji nezanî yan jî bi qest hewl dide ku bêyî bingehekî dengnasiya dîrokî ya navbera zimanên îranî (kurdî, farisî û hwd.) li aliyekî û zimanên germenî (almanî, inglîzî, swêdî û hwd.) li aliyekî din, van peyvan bi hin peyvên zimanên germenî ve girê bide.

Wek ku me got, Emeg Raman hin ferhengên etîmolojî yên almanî û belkî yên inglîzî jî bi kar anîne. Lê mixabin van ferhengan ne ku rê li ber wî ron kiriye lê bi piranî rê bi yekcarî li ber wî berze û winda kiriye. Wek çawa ku Cemal Nebezî hewl dabû di Wişenameka xwe de hin peyvên ku zahiren dişibin peyvên inglîzî, bike hevrehên hev (bo nimûne ”wijdan” li gel ”wisdom = aqil, hişmendî”), Emeg Raman gelek berfirehtir jî wiha dike û hem çi peyva kurdî ya ku piçekê bişibe peyveke almanî yan inglîzî, dike hevrehên hev bêyî ku qet û qet guh bide dengnasiya dîrokî ya zimanê kurdî yan jî zimanên din.

Wî qet hay jê nîne yan jî guh nedayiyê ka hevrehên peyva kurdî di zimanên gelek nêzîktirî kurdî de çi ye, bo nimûne di zimanên din yên îranî yên niha yan kevn û navîn de, wek di farisî, pehlewî, avestayî yan peştûyî de yan jî di şaxên hindûewropî yên nêzîktir de, bo nimûne di zimanên Hindistanê de yan jî di zimanên slavî de. Ew hemû ji zimanên germenî (bo nimûne almanî û inglîzî) nêzîktir in lê dîsa jî Emeg Raman hewl dide peyvên kurdî yekser bike hevrehên peyvên almanî û inglîzî girê bide.

Ev jî dibe sebebê gelek şaşiyan ji ber ku gelek peyvên ku wek hev dixuyin ne hevreh in. Bo nimûne, peyvên kurmancî “êvar”, “hêvî”, “hingiv/hingvîn”, “kanîn/karîn” bi ser ve dişibin hevwateyên xwe yên inglîzî “evening”, “hope”, “honey” û “can”. Lê eger mirov berhevdaneke zanistî ya zimanên hindûewropî li gor dengnasiya dîrokî van zimanan bike, dê diyar bibe ku ti ji van peyvên di rastiyê de hevrehên van peyvên inglîzî ne ve girê bide.

Bi zelalî diyar e ku Emeg Raman bi vî karî rabûye bêyî ku hay ji dengnasiya dîrokî ya zimanê kurdî yan zimanên din yên hindûewropî hebe. Ew li ferhengan geriyaye daku bibîne ka çi peyva kurdî û almanî dişibe hev û bêyî dudilî ew wek hevreh pêşkêş kirine bêyî ku guh bide dîroka dengnasî û qeyd û bendên wê ka ev idiayên wî li gor dengnasiya dîrokî mimkin in an na.

Armanca danerê Ferhengî Raman ew bûye ku diyar bike ku hema-hema her peyva di kurdî de wek peyveke bi esil kurdî yan jî peyveke ji reh û rîşên hindûewropî ye. Herwiha her kesê aqil di serî de hebe dizane ku di kurdî de (wek di farisî û tirkî de jî) hejmareke pir mezin ya peyvên erebî hene. Çawa ku peyvên bi eslê xwe yûnanî yan latînî di zimanên din yên ewropî de mişe ne, wisa peyvên ji erebî jî di zimanên Rojhilata Navîn de (di kurdî de jî) berbelav in. Lê li her derfet û delîvê Emeg Raman hewl daye ku vê rastiyê red bike.

Ev redkirin ne ku ti ziyanê digihîne zimanê erebî lê digihîne vekolînên zanistî yên li ser zimanê kurdî ji ber ku bi van idiayan ne avên Erebistanê lê kanî û robarên zimannasiya kurdî tên şêlûkirin.

Malpera Zimannas herdu beşên ferhengê belav dike:

Ferhengî Raman, berga 1

Ferhengî Raman, berga 2

Dê bidome.

DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-6-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 234 û 5)

wishename

Husein Muhammed

 

Cemal Nebez: Wişenamekî Êtîmolojiyay Zimanî Kurdî

Kitêba Cemal Nebezî Wişenamekî Êtîmolojyay Zimanî Kurdî (2008) di kurdî de yekem hewldana ferhengeke etîmolojî ya bi zimanê kurdî ye. Berî wê hin ferhengên etîmolojiya peyvên kurdî hebûne lê bi zimanên biyanî bûne.

Ev kitêba bi soranî ji 370 rûpelan pêk hatiye û tê de peyvên kurdî (hem yên soranî û hem jî hin peyvên lehceyên din) pêşî bi alfabeya kurdî-latînî hatine nivîsîn, dûv re bi alfabeya kurdî-erebî û paşî jî bi alfabeya kurdî-erebî bi zarê soranî behsa etîmolojiya wan li gor dîtin û qenaeta Cemal Nebezî hatine kirin.

Ji pêşgotinê û herwiha ji ravekirinên yekem yên etîmolojiya peyvan diyar e ku Cemal Nebez bi projeyekê rabûye ku armanca wê ya serekî ne zimannasî lê neteweperistî ye. Guman tê de nîne ku Cemal Nebez xwe pir bi vê projeyê ve westandiye lê mixabin ji ber rêbaza wî bijartî piraniya ked û teba wî di ber avê de çûye.

Tiştekî trajîkomîk e ku Cemal Nebez bi dehan salan li Almanyayê jiyaye û almanî wek avê dizane lê dîsa jî yan qet hay jê nîne yan jî qet guh nedayiyê ku zêdeyî sed sal e ku li Almanyayê û bi almanî xebatên herî pêşîn yên li ser etîmolojiya peyvên kurdî hatine kirin (li beşên pêştir yên vê rêzenivîsara me binêrin) ku heta niha jî tevî hin kêmasiyan jî yên herî baş in û her derfet û delîve li ber destê Nebezî bûn ku sûd û mifa ji van berheman wergire û rê û rêbazeke zanistî bide ber xwe lê wisa nekiriye.

Helbet di Wişenamekî Etîmolojiyay Zimanî Kurdî de jî etîmolojiya gelek peyvan rast an teqrîben rast hatiye şirovekirin lê piraniya mitleq û reha ya şirovekirina etîmolojiya peyvan di vê kitêbê de şaş û bêbingeh e.

Li gel nasyonalîzma tengbîn ku rê li ber Nebezî tarî kiriye, pirsgirêka din ya serekî ew e ku wî dest pê kiriye kitêbeke nêzîkî 400 rûpelî binivîse berî ku pêşî rêkar û metodên etîmolojiyê û bingehên dengnasiya dîrokî ya zimanê kurdî, zimanên îranî yan jî zimanên hindûewropî bixwîne û fehm bike. Mixabin ev heman pirsgirêk li ba etîmolojînivîsên kurd yên li dûv wî jî heye, bo nimûne Emeg Raman, Keça Kurd, Ramazan Çeper û Husein Ali Kerîm ku em ê paşî behsa berhemên wan jî bikin.

Ne ti tiştekî veşartî ye ku kurdî wek zimanekî cîranê erebî, tirkî û farisî, hin peyv ji wan zimanan wergirtine. Her qisekera/ê kurdî yê ”sade” jî van tiştan dizane lê mirov tê nagihe çima ”etîmolog”ên me hewl didin bi her awayî vê rastiyê red bikin.

Bo nimûne, di zimanên hindûewropî û heta ji wan di şaxê îranî anku di kurdî, farisî, pehlewî, avestayî û hwd. de ji berê ve Q tine bû. Ji bilî çend peyvên bi qasî tiliyên destan, hemû peyvên bi Q yên di zimanên îranî de piraniya wan ji erebî û herwiha hejmareke pir mezin jî ji tirkî hatine. Yan jî bi rêya erebî yan tirkî ji hin zimanên din hatine lê bi eslê xwe ne kurdî yan farisî ne.

Hemû ferhengên etîmolojî yên farisî, hemû vekolînên li ser zimanên îranî yên ku ji aliyê îranînasên rojhilatî û rojavayî ve nivîsandî vê rastiya bêguman qebûl dikin û dinivîsin. Lê ku mirov li Wişenameyê binêre, Cemal Nebez li ber her peyvê meselê têk vedide, ava zelal şêlû dike û çîrokên wisa ji xwandevanên xwe re vedihûne ku belkî dilxweşker bin lê ti têkilî bi rastiya etîmolojî û zimannasî ve nîne.

Malpera Zimannas li vê derê vê berhemê belav dike lê bi ti awayî ji naveroka wê ne berpirsiyar e û xwandevanên xwe agadar dike ku ev berhem bi kêrî bikaranîna wek referans nayê:

Vekin û bixwînin

 

Dê bidome.

Kurdkîya reben rut mekerê

Bi kurmancî

______________________

nuştox: Husein Muhammed
çarnayox: Mahîr Dogan

 

”Êvar e, cîhan sar e, werin em biçin malê” (Şan o, cîhan serd o, bêrê ma şorîme keye). No vate xêzefilmêko ke seba domanan ameyo amade kerdene, ey ra yo. Merdim çekuya “dinya” kurdkî de bi zaf manayan xebitneno. Nînan ra yew zî manaya “hewa”yî dana: “Dinya serd a = Hewa serd o”.

La seba ke çekuya “dinya” bi eslê xo erebkî ya û tirkî de zî sey “dinya” yena xebitnayene, xeylê kurdan na xo rê heram kerda. Weriştî kewtî çekuya “cîhan“ dima ke dapîr û bapîranê kurdan caran nêxebitnayêne. Çend nîşanê naye estê ke “cîhan” çekuyêka kurdkî nîya, la a zî demo peyên farsikî ra ameya girewtene.

  1. Ma dapîra kamî “cîhan” xebitnayêne yan zî xo çekuya “dinya” ra pawitêne? Hezar serran ra zêde yo ke çekuya “dinya” ziwanê ma de cayê xo girewto û qet yew kurdkîzano “sade” zî çin o ke ney fehm nêkero.
  2. Girîngîya xo zî het a, çekuya “cîhan”î qet îdyomanê kurmanckî de çin a. Merdim (bi kurmanckî) vano “dîn û dinya”, “dinya û axret”, “li darê dinyayê”, ”dinyaya derewîn”, ”dûlika dinyayê”… La merdim besenêkeno nê vateyan pê çekuya “cîhan”î ya farismanckî bivurno, nêke merdim do nê îdyomanê qalibgirewteyan seqet bikero. No kî dîyar keno keno çekuya “cîhan”î kurmanckî (yan heme kurdkî) de newe fariskî ra ameya girewtene.
  3. Vengê “-îh-“ kurmanckî de xerîb o. Merdim eşkeno binuso “bî, cî, sî, rî” yan zî “bih, cih, sih, rih”, la nuştişê bi hewaya “bîh, cîh, sîh, rîh” teberê vengnasîya kurmanckî der o. La ancîya çekuya “cîhan”î bi “-îh-“ a.

Ziwanê kurdkî hetê xeylê hetan ra yeno xeripnayene. Verê cû, heme zext û zoran ra oyo tewr girs yasaxê xebitnayîşê ziwanê kurdkî bî: qedexeyê ziwanê kurdkî hetê dewletanê îşxalkeran ra. No astengkerdiş zî hê dewam keno, la hêdî-hêdî beno sistêr. Nika belaya ke ney ra zî girs a, balnedarî û bêeleqedarîya kurdan bi xo ya: kurdî xo xo de bi kurdkî qisey nêkenê, nêwanenê û nênusenê.

Read More »