George Yule
ji inglîzî: Dilyar Amûdî
wêne: wergêr Dilyar Amûdî
Quaker an jî komeleya hevalan qebûl nake ku mirov peyva “hûn: you” wek awayekî rêzgirtinê bi kar bîne lê “tu; thou” tercîh dike ku ew jî jidilî û wekheviyê nîşan dide. ber bikarnehanîna peyva “you” wek awayekî rêzgirtinê, kesên dî ev reftara wan wek bêrêzî nirxand û bû sedema dûrketinê. Encamên tiştên wisa ne jirêzê gelek caran ji bo hin Quakeran giran bûn wek gava ku Richard Davis ku qala meseleyeke xwe kir gava bangî bermaliyekê kir û got “thou” bê çawa jinikê rahişt darekî û di serê wî yê rût de lêxist û serê wî bi awayekî xerab werimand. Gelekî hêrs bûbû û heta sûnd xwar ku dê wî bikuje.” Romaine (2000)
Çande
Em hemû raman û qebûlên derbarê surişta tişt û mirovan de ku mirov hîn dibe gava ku dibe endamê komên civakî, wek çandeyê bi nav dikin. Herwiha em dikarin wê wek “zanîna bi civakîbûnê tê bidestxistin” jî binasînin. Ev zanînên wisa yên wek zimanê mirovî yê pêşî, bê ku mirov hay ji xwe hebe hîn dibe anku hayê mirovî ji çandeya wê çêdibe tenê piştî ku zimanê wî bi pêş ve diçe. Zimanekî ku em di rêya pêvajoya guhestina çandeyî de hîn dibin, bi kêmasî di destpêkê de, pergaleke amadekirî dide me û ew pergal ji bo kategorîzekirinê dinyaya derdora me û serpêhatiyên me pê re hatiye amadekirin.