Dengê A – peydabûn û guherîna wî

(Nûkirin 12.1.2020)

 

Husein Muhammed

herf-A

Herfa ”a” di kurmanciya giştî û standard de[1] nîşana vokala nizm ya paşî ya ne-gilor e, bi gotineke din vokala vekirî ya paşî ya ne-girovir e.

Mebest ji ”nizm” yan ”vekirî” ew e ku di dema çêbûna vî dengî de ziman li binê devî ye (ne bi banê devî ve ye). Mexseda ”paşî” ew e ku ziman di dema peydabûna vî dengî de li paşiya devî ye (ne li pêşiya devî ye). Merem bi ”ne-gilovir, ne-gilor” jî ew e ku lêv nayên gilor- anku girovirkirin û nayên pêşve lê pehn û li cihê xwe yê asayî dimînin.

Bi alfabeya erebî li nav û dawiya peyvê ew wek ا tê nivîsîn. Li destpêka peyvê di kurdî de ew wek ئا tê diyarkirin lê di erebî û farisî de ew wek آ tê nîşankirin. Bi alfabeya kurdî-krîlî ew wek ”а” dihat nivîsîn.

Dengê ”a” yê kurdî û heman dengê tirkî ji eynî cihî derdikeve lê ”a” ya kurdî ji ya tirkî di peyvên tirkî yên xwemalî de dirêjtir e.

Ev deng bi alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) bi nîşana [ɑ]  (ne bi ”a”) tê diyarkirin. Di kurdî de ew herdem dirêj e û loma bi IPAyê herdem nîşana dirêjkirinê : li pey vî dengê kurdî ye anku ew wek [ɑ:] tê diyarkirin.

Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:

Read More »