C. Bedirxan: Ferheng (kurdî-kurdî)

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 9

______________________

ferheng-bedirxan

Danerê alfabeya niha ya kurdî-latînî Celadet Alî Bedirxan (1893 – 1951) li gel çendîn karên din yên hêja herwiha ferhengeke kurdî-kurdî jî amade kiribû ku ihtimalen yekem ferhenga kurdî bi kurdî bû (yên kurdî bi zimanekî din yan zimanekî din bi kurdî berî wî jî hebûn). Lê ev ferheng demeke dirêj nehatibû çapkirin. Ferheng sala 2009 di nav weşanên Avestayê de wek kitêb hatiye belavkirin.

Ferheng ji 330 rûpelan pêk tê ku ji bilî beşên ferhengî herwiha pêşgotineke keça Celadet Bedirxanî, Sînem Berdirxan û herwiha nivîsareke dirêj ya C. Bedirxanî bi xwe li ser nasandina alfabeya kurdî-latînî cih girtiye.

Ferheng bi xwe ji sê beşan pêk tê. Peyvên bi herfên F – Z dest pê dikin û herwiha beşa dawiyê ji peyvên bi tîpa E dest pê dikin ew peyv in ku C. Bedirxan bi xwe amade kirine û şirove û nimûneyên wan jî nivîsîne. Wî herwiha peyvên bi herfên A – E jî dest pê dikin nivîsîbûn lê mixabin ew winda bûne û di vê kitêbê de jî nehatine çapkirin.

Li cihê beşên windabûyî, peyvên bi herfên A – E dîsa ji aliyê zavayê C. Bedirxan anku Selah Saladallah ve hatine hazirkirin û di vê kitêbê de jî li gor rêzbendiya alfabeyê li berî beşên mayî yên ferhenga Bedirxanî hatine bicihkirin.

Di ferhengê de texmînen 8000 – 9000 serpeyv peyda dibin. Piraniya peyvan hatine bi kurdî hatine şirovekirin lê hejmareke ne kêm jî tenê hatine rêzkirin lê ti şirove (û ti nimûne jî) jê re nehatine dan. Bo nimûne, mirov dikare hin peyvên bê şirove hiştî ji herfa Ş bide ”şamoyî, şaran, şebîk, şelik, şelm, şelûf, şemase, şembilêlk, şem, şemixandin, şemixîn, şepne, şerix, şerûdî, şerût, şetat, şewt, şexf…”

Rast e ku vê kitêbê wek texmînen yekem ferhenga kurdî bi kurdî dê helbet gelek kêmasî hebin ji ber ku C. Bedirxan ew di kêm-îmkaniyên mezin de amade kiriye. Lê mixabin amadekerên ferhengê bo çapê jî ev peyv bi şirove yan nimûneyan temam nekirine.

Carinan li cihê şiroveyên kurdî, hatiye gotin ku maneya peyvê bi erebî çi ye tevî ku divê ev ferhengeke kurdî bi kurdî bûya. Bo nimûne, ”pişkîn: bi erebî Etis jê re tê gotin…”

Di beşa aliyê C. Bedirxanî ve amadekirî de li gel şiroveyan, li ber hin serpeyvan herwiha yek yan du-sê nimûneyên bikaranînê jî hene. Lê ne cinsê rêzimanî (mê yan nêr) yê navdêran û ne jî rehê dema niha yê lêkeran hatiye diyarkirin. Di beşa Selah Sadallahî de ti nimûneyên bikaranînê jî peyda nabin.

Beşa S. Sadallah tenê ji 6 herfan (a, b, c, ç, d, e) pêk hatiye lê dîsa jî ew bi qasî 90 rûpelan digire, beramberî 26 herfên din ku tenê 190 rûpel girtine tevî ku kêm peyvên kurdî bi C, Ç û E dest pê dikin. Anku beşên pêşiyê ji yên dawiyê gelek berfirehtir in. Wek din jî ji etîmolojî ve jî cudahiyeke mezin di navbera wan de heye: Bedirxan bi zelalî peyvên xwe ji axiftinên kurmancî lê herwiha ji kêm ferhengên heyî yên wê demê yên kurdî û herwiha yên osmanî wergirtine. Di ferhengê de C. Bedirxan ji peyvên bi eslê xwe erebî nereviye. Berevajî wî, S. Sadallah piraniya peyvên xwe ji ferhengên soranî wergirtine ku wan jî piraniya wan ji farisî neqil kirine. Herwiha hin peyvên ji tirkî de jî tê de hene, bo nimûne ”balte: tefşo, tivir (mebesta wî ”tevr” e), bivir, zomp” (< tirkî ”balta = bivir). Lê heta ji Sadallah hatiye, wî cih nedaye peyvên bi eslê xwe erebî tevî ku ew di kurdî de berbelav bin jî. Bo nimûne, mirov peyvên ”daîre, ders, dewam, dewlet” tê de nabîne (lê ”dersdar: derskar, mamosta, seyda, hînkar” û ”dewlemend: dewletî, zengînî, jêhatî”).

Hem di beşa Bedirxanî amadekirî de û hem jî di ya ji aliyê Sadallahî ve hatiye hazirkirin ji aliyekî ve hejmareke pir mezin ya peyvên rojane tê de peyda nabin û li aliyê din jî pir peyvên nadir û xerîb tê de peyda dibin.

 

Husein Muhammed

 

Advertisements

Kovara Kanîzar, hejmar 9

hejmar9

 

Vekin û bixwînin!

Sernivîsar

Mijara serekî ya vê hejmara Kanîzarê wergerandin e. Wergerandin yek ji babetên bingehîn yên derbarê ziman û zimannasiyê ye. Loma em di vê hejmarê de ji çend aliyan ve bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî nêzîkî meseleyê dibin.

Bi kurmancî Husein Muhammed bi vekolîneke 50-rûpelî li ser wergerandina makîneyî anku wergerandina bi bernameyên kompûteran vê mijarê vedike. Ergin Öpengin dîroka bizav û tevgera wergerandina li kurmancî dide nasîn.

Bi inglîzî Edward Magin teza xwe ya masterê derbarê wergerandina helbestên kurdî (bi taybetî kurmancî) pêşkêş dike. Kanîzar hemû teza Maginî belav dike ku berhemeke hêja ye, ne tenê li ser wergerandina helbestan lê li ser zimanê kurdî bi awayekî giştî jî.

Heyder Mihemed û Îbrahîm Elî li ser pirsgirêkên wergerandina berhemên tiyatroyî ji inglîzî li kurdî (bi taybetî soranî) dinivîsin. Hesenê Qazî dîsa nivîsareke dirêj zimannasiyê ya profesor Peter Trudgill wergerandiye kurdiya soranî.

Bi zazakî Roşan Lezgîn nivîseke li ser meseleya peyvên kurdî di Quranê de ji kurmancî werdigerîne zazakî û em orijînal û wergera wê bi hev re belav dikin. Hasan Aslan bingehên rêzimana zazakî li kurmancî raberî me dike û nimûne bi nimûne wan bi zazakî dinivîse û li kurmancî werdigerîne.

Ji bilî wergerandinê, em çend mijarên xwe yên herdemî jî didomînin:

Wek her carê, em di vê hejmarê de jî du kitêban didin nasîn. Yek jê ”A Practical Kurdish Grammar” (Rêzimaneke kurdî ya pratîk) ya L. O. Fossumî ye ku sala 1919 bi inglîzî hatiye çapkirin. Em hemû wê kitêbê – ku heta niha jî yek ji baştirîn rêzimanên kurdî yên bi inglîzî ye – dixin xizmeta xwandevanên xwe.

Kitêba din jî ferhenga Celadet Elî Bedirxan e ku wek yekem ferhenga kurdî-kurdî hatiye amadekirin lê heta sala 2009 nehatibû çapkirin. Destpêka ferhenga C. Bedirxanî amadekirî winda bûbû loma peyvên bi herfên A – E dest pê dikin ji aliyê zavayê wî Selah Sadallah ve dîsa hatibûn berhevkirin.

Di hejmara 8 de me vekolîneke berfireh li ser hejmarên kurdî dest pê kiribû. Ew lêkolîn di vê hejmarê de jî bi hejmarên rêzî didome û dê di hejmara 10 de jî berdewam be.

Nivîsareke me ya dirêj jî li ser cudahiyên dengnasî di navbera lehceyên kurdî de ye.

Vê carê jî em Zarnameyê anku ferhengoka xwe ya zimannasî dîsa berfirehtir belav dikin.

Kerem bikin kovara xwe Kanîzarê bixwînin û jê re binivîsin.

Naveroka hejmara 8

Sernivîsar
Wergerandin di navbera zimanan de, r. 2

Husein Muhammed
Wergerandina makîneyî, r. 4

Celadet Bedirxan
Yekem ferhenga kurdî-kurdî, r. 50

Ergin Öpengin
Bizava wergerê di kurmanciyê de, r. 52

Hasan Aslan
Hînbûna kurdiya dimilî, r. 71

Cihê lêkera alîkar
”ê, dê, wê, yê” di hevokê de, r. 95

Hejmar û hejmarsazî
beşa duyem, r. 99

Zêdebûna dengê R li peyvan
bi hevkarî li gel Koma Zimanê Kurdî, r. 110

L. O. Fossum
Rêzimaneke kurdî ya pratîk, r. 111

Peter Trudgill (w: Hesenê Qazî)
Norwêjî wekû zimanêkî asayî, r. 113

”5000 peyvên kurdî di Quranê de”
bi kurmancî û zazakî, r. 122

Cudahiyên dengnasî
di navbera lehceyên kurdî de, r. 129

Edward Magin
Kurdish poetic features & translation, r. 157

Haidar Mohamad & Ibrahim Morad
Problems of translating from English into Kurdish, r. 158

Zarname
Ferhengoka zimannasî ya kurdî-inglîzî, r. 168

Kurterêbera rastnivîsînê, r. 188

Vekin û bixwînin!

Tu ji dûr hatî

sileman

Bo giyanê pak yê şehîd Dr. Silêman

Tu ji dûr hatî,

te dest ji mal û milkê xwe berda,

te kar û jiyara xwe ya li biyanistanê hiştin.

Tu ji dûr hatî,

te guh neda sinorên dagirkeran danayî,

te guh neda tixûbên derûnî

yên hizb û partiyan di navbera kurdan çandî.

Tu ji dûr hatî,

te dest da birayên xwe,

te ew ji dirindeyan xilas kirin,

te bi sedan ji wan

ji mirinê rizgar kirin.

Tu ji dûr hatî,

te şarezatiya xwe pêşkêş kir

û di wê rê de te canê xwe da

lê bi wê te xwe

di dilê gelê xwe de kir nemir.

Husein Muhammed, 3.11.2016

Rehnas – ferhenga etîmolojî ya kurdî

Rehnas.jpg

BIKARANÎNA VÊ FERHENGÊ

Husein Muhammed

Ev ferhenga etîmolojiyê anku ferhenga Rehnas hewl dide li gor rê û rêbazên zimannasî, dengnasî û zimannasiya dîrokî reh û rîşên etîmolojî yên peyvên kurdî vekole. Heta ku mimkin bûye, ferhenga Rehnas vekolînên berî xwe jî li ber çavan girtine. Di ferhengê de tenê etîmolojiya peyvan hatiye dan, ne wate û bikaranîna wan.

Berevajî hin ferhengên din yên etîmolojî yên kurdî, Rehnas idia nake û hewl nade eslê biyanî yên peyvên kurdî wek kurdî bide. Eger bi ihtimalên zanistî û zimannasî hin peyvên kurdî bi eslê xwe erebî, tirkî, farisî, ermenî, ewropî bin, em vê qebûl dikin. Eger di vî warî de dîtinên Rehnasê ji yên ferhengên din yên heyî yên etîmolojî yên kurdî cuda be, mesele ne ew e ku haya me ji wan ferhengan nîne lê mesele ew e ku bi qenaeta me ew ferheng şaş in loma em idia nakin ku filan peyv bi eslê xwe kurdî ye tevî ku em dizanin ku ew ferhengên din wisa idia dikin jî.

Di ferhengê de wek prensîp me hewl daye ku etîmolojiya peyvên hemû zaravayên kurdî bidin. Lê bo ku mesele dirêj nebe, rêzkirina wan bi piranî li gor formên wan yên kurmancî ye. Bo nimûne, mirov dikare di ferhengê de etîmolojiya peyva soranî “kirdin” yan ya zazakî “kerdene” jî bibîne lê bo peydakirina etîmolojiya wan divê mirov biçe “kirin” ya kurmancî. Di lêgerîna elektronîkî de helbet mirov dikare yekser li “kirdin” yan “kerdene” jî binêre.

Ji ber hin pirsgirêkên teknîkî, herfên kurdî yên taybet anku Ç, Ê, Î, Ş, Û ji hevberên wan yên sade anku C, E, I, S, U di rêzkirinê de nehatine cudakirin. Loma bo nimûne peyva “şar” di rêzkirinê de li nêzîkî peyva “sar” e û berî peyva “ser” e tevî ku adeten di ferhengan de hemû peyvên bi S dest pê dikin berî hemû peyvên bi Ş dest pê dikin tên. Lê di lêgerîna elektronîkî de mirov dikare yekser li peyva dixwaze bigere û di lêgerînê de ev pirsgirêka teknîkî ne problem e.

Dîsa ji ber pirsgirêkên teknîkî ji peyvên ku bi nivîsîna xwe wek hev in lê bi mane û etîmolojiya xwe ji hev cuda ne, mixabin tenê yek ji etîmolojiyên wan hatine rêzkirin.

Etîmolojiya peyvên di ferhengên berî niha ji aliyê min ve di Wîkîferhengê de jî hatine rêzkirin û dikarin li wê derê jî bên dîtin.

Di ferhengê de pêşî peyvên serbixwe hatine rêzkirin û li dawiyê jî etîmolojiya hin paşgiran peyda dibe. Li pey wan jî lîsteyeke peyvên biyanî di erebî de û lîsteyeke peyvên biyanî jî di tirkî de hatine bicihkirin.

Li dawiyê jî du nivîsarên li ser du babetên berdewam berbehs hene: mijara peyvên kurdî di tirkî de û meseleya peyvên kurdî di Quranê de.

Vekin û bixwînin!

“5 000 peyvên kurdî di Quranê de”

quran

Husein Muhammed

Ne carekê û du caran min ji kurdan, heta ji kesên maqûl û zana jî idiayeke wisa bihîstiye ku dibêje “5 000 peyvên kurdî di Quranê de hene”. Adeten ev argument hingê tê kirin gava ku kesek dixwaze etîmolojiya hin peyvên ji erebî red bike.

Helbet gelek kes li ser zimanan diaxivin û ne hewce ye ku mirov her peyva her kesî bi cidî û ji dil bigire. Lê ev gotin ji aliyê hin kesan ve jî tên kirin ku di nav mijûlên û pisporên zimanê kurdî de navdar û qedirgirtî ne jî.

Herî dawîn min ev idia ji Zeynelabidîn Zinar bihîst ku heta li zanîngehan jî dersên zimanê kurdî dide.

Read More »