Suplesyon anku “hatin” çima dibe “were”?

Husein Muhammed

Di kurdî de, wek di gelek zimanên din de jî, peyv dikarin biçemin anku bitewin. Di rêziman û zimannasiyê de ”çemîn” anku ”tewîn” tên maneya guherîna peyvan di hevokan de. ”Çemandin” û ”tewandin” jî wê diyar dikin ku peyv ji aliyê mirovan ve di hevokan de şiklên piçekê ji hev digirin. Anku peyv li gor hin rewş û haletan ji forma xwe ya xwerû diguherin û şikl û dirûvên piçekê ji peyva xwerû cuda digirin.

Ji piraniya peyvên kurdî yên tewandî jî diyar e ku ew hevrehên formên din yên eynî peyvê ne. Bo nimûne: ”baranê, baranan” bi zelalî têkilî peyva ”baran” in. Heta heke peyv bi şiklê xwe ve  gelek ji hev cuda bin jî, dîsa mirov dikare rehê piraniya wan bibîne: ”bizane > bi-zan-e < zan-în” yan jî ”wan < ewan < ew”.

Lê hin peyv hene ku mirov ti rehê wan yê hevbeş nabîne: Erê ”bi-zan-e” forma fermanî (imperatîv) yekhejmar ji peyva ”zanîn”ê ye û peyva ”were” jî forma fermanî ya yekhejmar ji peyva ”hatin”ê ye. Lê çima rehê ”zanîn”ê di ”bizane” de diyar e lê ti rehên hevpar yên di navbera şiklê peyva ”hatin” û peyva ”were” de nîne?

Mirov dikare bi hêsanî bibîne ku cînavê ”(e)wî” di hevoka ”(e)wî got” de formek ji cînavê ”ew” e, wek di hevoka ”ew dibêje” de. Lê gelo çima cînavê ”min” (wek di ”min got” de) wisa ji cînavê ”ez” (mîna ”ez dibêjim”) cuda ye madem ku maneya wan hema-hema eynî ye?

Li gor qeyd û bendên rêzimana sade ya kurmancî ye ku em dibêjin ”tiştek xweş e” û ”tiştek xweştir e” yan ”îro hewa sar e” û ”sibê hewa dê sartir be” anku forma berhevder (komparatîv) bi ”rengdêr+tir” tê çêkirin. Lê çima li gor hin devokan forma ”pirr”ê ”bêhtir” e û ya ”gelek”ê jî ”pitir” e. Çima di hin devokan de rengdêra hevsengker (ekwatîv) ”çê” (baş, qenc) nîne lê dîsa jî forma berhevder ”çêtir” li kar e?

Mijara vê nivîsa me ”suplesyon” û peyvên ”supletîv” in. Bi ronkirina van peyvan em ê hewl bidin zelal bikin ka çima ”hatin” dibe ”were”, ”gotin” dibe ”dibêjim”, ”ez” dibim ”min”, ”gelek” dibe ”pitir” û hwd. Anku em sebebên awarteyî û istisnayên di tewandina peyvên kurdî de şirove bikin.

Read More »