Husein Muhammed
Kurtegotinek
Di qonaxa avakirina ferhengeke etîmolojî ya zimanê kurdî de gelek caran hatime rexnekirin ku “hemû peyvên kurdî wek biyanî” diyar dikim. Ev ne rast e lê rast e ku piraniya peyvên kurdî – wek yên gelek zimanên din jî – ji zimanên din hatine. Piraniya peyvên hemû zimanan bi eslê xwe ne ji wî zimanî ne.
Bo diyarkirina vê rastiyê, ez ê ferhengokeke etîmolojî ya peyvên erebî û herwiha bi heman awayî ferhengokeke etîmolojî ya peyvên tirkî jî amade bikin. Bi vê dixwazim bidim diyarkirin ku di her zimanî de peyvên biyanî hene û gelek in.
Di vê lîsteya xwe ya kurt de tenê hin peyvên erebî yên ji zimanên din wergirtî pêşkêş dikim. Mebesta min ne ew e ku lîsteyeke temam pêşkêş bikim: peyvên biyanî yên di erebî de ne tenê ev in. Lê ev wek nimûne hatine diyarkirin. Pirraniya wan peyvan bi rêya erebî yan jî bi rêyeke din ketine kurdî jî.
Bi taybetî min peyvên têkilî dîn û diyanetê bijartine daku diyar bikim ku ew jî mîratê hemû mirovatiyê ne, ne tenê erebî ne. Min bi piranî peyvên wisa bijartine ku piraniya xwendevanan texmîn dikin ku bi eslê xwe erebî ne. Min peyvên ku her kes dizane ne bi eslê xwe erebî ne (wek bank, radyo, muzîk, televizyon, Internet…), min li derveyî vê lîsteyê hiştine.
Li çepê peyva erebî hatine diyarkirin, li navê zimanê ku jê hatiye û li rastê jî maneya peyvê bi kurdî. Peyva “îranî” di beşa “Ji” de tê wê maneyê ku ew peyv ji zimanekî îranî (kurdî, farisî, pehlewî, hexamenişî, avestayî…) hatiye wergirtin. Di gelek ferhengan de li cihê “îranî” peyva “farisî” tê danîn. Ev di rewşa hin peyvan de rast e lê ne di hemûyan de. Gelek caran ne mimkin e mirov bê guman bizane ka peyv ji kîjan zimanê îranî hatiye wergirtin. Loma min peyva ”îranî” çêtir dît.
Carinan ji yekê zêdetir alternatîv hene ku peyv ji kîjan zimanî ye, hingê ew bo nimûne wiha hatiye diyarkirin: ’esker ji latînî yan îranî. Carinan jî erebî ew peyv ji zimanekî din wergirtiye lê wî zimanî bi xwe jî ji zimanekî din wergirtiye. Hingê ew bo nimûne wiha hatiye diyarkirin: beled ji yûnanî ji latînî.
Dengên taybet
‘ / عwek di navê ‘Elî de
ḥ / ح wek di navê Hesen de
ż / ذ di kurdî de nîne, ”z-ya fis”, bi inglîzî ”th” wek di peyva ”they” de
ś / ص S-ya qelew wek di peyva “sed” de
ğ / غ X wek di navê Xefûr de
ț / ط T-ya qelew wek di peyva “teng” de
Erebî Ji Wateya peyvê di erebî de |
A |
Adem îbranî Adem |
B |
bab akadî derî, dergeh |
babûr îtalî vapor, bapor, keştiyên hilmî |
barûd yûnanî barût |
bedrûm yûnanî bindav, bodrûm |
beled yûnanî ji latînî bajar |
bel ğem yûnanî belxem |
belțe sûmerî yan tirkî bivir |
bendûre îtalî bacansor, firingî, pamîdor |
benefşe îranî binefş |
beqdûnis yûnanî bexdenos, kerefs |
beqşîş îranî bexşîş, bertîl |
berîd latînî poste |
berleman fransî parleman, parlemento |
bernamec îranî bername |
berqûq latînî hilû(k – mêweyek) |
beśame tirkî dews, śop, śûn, muhr |
bețariye inglîzî baterî, pîl |
bețațis inglîzî petat, kartol |
beyțar latînî beytar, doktorê heywanan |
billewr yûnanî belûr, krîstal, şsûşe, cam |
bițaqe yûnanî bilêt, tikêt |
burc yûnanî birc |
burğul yûnanî savar |
burkan latînî volkan |
bûstan îranî bûstan |
C |
cam îranî cam, şûşe, perdaq |
camûs îranî gamêş |
cehennem îbranî dûjeh, cehnem |
cenne(t) îbranî biheşt, cinet |
cewder îranî cewder, şilêl |
cewher îranî gewher |
cewz îranî gûz |
cezer îranî gêzer |
cezme tirkî cezme, cîzme, gîzme (pêlav) |
cin latînî cin, ecin, “yên ji me çêtir” |
cinaye(t) îranî cinayet, tawan, guneh |
cins yûnanî cins, zayend; cûn, nijad |
cisr sûmerî pir (rêya di ser avê re) |
cumruk latînî gumrik, gumirk |
cundî îranî leşker, esker, serbaz, sipa |
cuğrafiye yûnanî cografya, erdnasî |
cûn îranî cûn, gon, reng, core, çeşît |
D |
dax îranî dax |
defter yûnanî defter |
derhem yûnanî pare, pere, dirav; derhem |
derz îranî derz |
destûr îranî destûr, qanûna bingehîn |
Dicle sûmerî Dîcle, Ava Mezin, Ava Şîn |
dîn îranî dîn, diyanet |
dînar latînî dinar (pareyê hin dewlwetan) |
dîwan îranî dîwan |
dunum tirkî donim (pîvaneke zeviyan e) |
dûrbîn îranî dûrbîn |
Ebdullah îbranî Evdile |
E |
efendî yûnanî efendî, hêja, birêz |
efyûn yûnanî efyon, opyûm |
elîf yûnanî elîf, A |
Ellah îbranî Xwedê |
elmas yûnanî elmas |
enbar îranî embar |
erruz yûnanî birinc, riz |
‘ / ع |
‘enze sûmerî bizin |
‘esker latînî yan îranî leşker, esker, serbaz, sipa |
F |
fanûs yûnanî fanos |
felsefe yûnanî felsefe, fîlozofî |
fener yûnanî fener, fanos |
feylesûf yûnanî fîlozof, feylesof |
feyrûz îranî fîroz, pîroze, turkuaz |
fihris îranî fihrist, naverok |
filfil sanskrîtî filfil, bîber, îsot |
film inglîzî film |
fils yûnanî hûrde, fils (pareyê hûr) |
fincan îranî fincan |
findiq yûnanî findeq, bindeq |
Firat yûnanî Firat (çem) |
firawle îtalî tûerd, tûfiringî, çîlek |
fistiq îranî fisteq |
fîrdews yûnanî ji îranî biheşt |
fulaż îranî pola, polat, pîla |
funduq yûnanî xan, hotêl |
furn îtalî firin, firne |
Ğ / غ |
ğaz fransî gaz, xaz |
ğiram fransî gram (wek kîlogram) |
ğirbal latînî bêjing |
H |
hawun îranî hawin |
hendese îranî endaze, hendese |
heykel sûmerî peyker, pût, heykel, senem |
Ḥ / ح |
ḥûrî îranî horî, zeriyên biheştê |
I / Î |
Iblîs yûnanî Iblîs, Şeytan |
Incîl yûnanî Incîl |
iqlîm yûnanî iqlîm, navçe, dever; klîma, avûhewa |
isfenc yûnanî îsfenc, sungêr, hewr, sponj |
isment latînî çîmento |
Ibrahîm îbranî Birahîm |
Isma’îl îbranî Simaîl |
K |
kehreba îranî kehreba, elektrîk, ceyran |
kemer îranî kemer |
kenebe fransî qenepe, sofa |
kenz îranî gencîne, xezîne, kanza |
kerefs îranî kerefs, bexdenos |
kîlû yûnanî kilo (kilogram, kîlomtere) |
kîmya yûnanî kîmya |
kursî sûmerî kursî |
kurunc yûnanî kelemî |
kuzbere sanskrîtî gijnîj |
kûşk îranî koşk, seray |
L |
leğam îtalî mîn, mayîn (bombeya bin-erdî) |
le’l îranî lale |
leqleq akadî legleg |
leymûn sanskrîtî lîmon, leymûn |
libne akadî libin, blok |
M |
mecûs îranî mecûs, zerdeştî |
mendîl latînî destmal, mendîl, kefî |
menzil akadî avahî, xanî mezel |
mercan yûnanî mercan, mircan |
Merîx latînî Mars, Merîx (planetek) |
merkez îbranî navend, merkez |
Mesîḥ îbranî Mesîh |
mestûr yûnanî nepenî, veşartî |
meydan îranî meydan |
miğnețîs yûnanî magnetîz |
milyar fransî ji yûnanî milyar |
milyûn fransî ji yûnanî milyon |
muhr îranî muhr, mor |
mewz sanskrîtî mûz |
mincel sanskrîtî das, şalok |
N |
namûs yûnanî namûs, şeref |
neccar sûmerî necar, dartiraş |
Nemsa slavî: Nemets = Almanya Awistriya, Otrîş, Nemsa |
nercis îranî yan yûnanî nêrgiz |
nîl sanskrîtî heş (madeyê şîn) |
nîlûfer sanskrîtî nîlûfer |
nîşan îranî nîşan |
nusxe akadî? kopî, nisxe |
Q |
qalib yûnanî qalib |
qanûn yûnanî qanûn |
qefeś yûnanî rekeh, qefes |
qelem yûnanî qelem, pênûs |
qenae sûmerî co, cobar |
qend sanskrîtî şekir, qend |
qendîl latînî çira |
qerenfîl yûnanî qerenfîl, mêxik (gulek) |
qern yûnanî serdem, sedsal |
qeśr latînî qesr, seray, koşk |
qeyśer latînî qeyser, paşayê hin welatan |
qiț latînî kitik, pisîk, pişîk |
qunbule îranî qumbere |
quțb îbranî qutb, cemser |
R |
reff îranî ref, refik |
rețl yûnanî lître, ritil |
rizq îranî rizq, qûtê rojane |
rumḥ yûnanî rim, rum |
S |
sebet îranî sepet, zembîl, selik |
sebt îbranî şemî |
semt latînî semt, tax |
sențûr yûnanî sentûr (amûreke muzîkê) |
seray îranî seray |
serw îranî serw, selwe (darek) |
sicl latînî sicil, tomar, qeyd |
siḥr akadî sihir, cadûbazî |
sime yûnanî sîma, nîşan |
sirac îranî çira, ronahî |
sîcare inglîzî cigare |
Ś / ص |
śabûn fransî sabûn |
śendûq yûnanî sindoq, sendox |
śetl latînî setil, zerik, dewlik (amanek) |
śifir sanskrîtî sifir, 0 |
śiraț latînî rê (bi taybetî “sirat= biheşt û dûjehê”) |
śufr sûmerî sifir, mis, baqir (madenek) |
Ş |
şal îranî şal |
şerşef îranî çarşev, perde |
şețrenc sanskrîtî kiş, şetrenc |
sukker sanskrîtî şekir |
şûrbe îranî şorbe |
T |
tabût îbranî tabût |
tac îranî tac |
temmûz sûmerî tîrmeh, temûz |
teneke îranî teneke |
tennûr sûmerî tenûr, tendûr |
text îranî text |
texte îranî texte, dep |
Ț / ط |
țazic îranî taze, teze |
țas îranî tas, tirar |
țawule îtalî tablo |
țawus yûnanî tawis (teyr) |
țebence îranî demance |
țebeşîr sanskrîtî tebeşîr |
țemațe inglîzî ji spanî bacansor, firingî, pamîdor |
țerz îranî awa, şêwe, terz |
țilesm yûnanî niviştî, tilism |
țurşî îranî tirşî |
U |
ufq, ufuq îbranî aso, ufuq |
uqyanûs yûnanî okyanos (berhên mezin) |
usquf yûnanî metran |
ustaż îranî hosta, hoste; mamosta; profesor |
ûqiye latînî oqî, ons (pîvanek) |
W |
weḥşî îranî wehşî |
werd îranî gul |
wezîr îranî wezîr, gizîr |
wezz sûmerî qaz |
X |
xencer îranî xencer |
xendeq îranî xendek, kend |
xerîte yûnanî xerîte, nexşe |
xiyar îranî xiyar |
Y |
yaqe tirkî pistok, berstok |
yaqût yûnanî yaqût |
yasemîn îranî yasemîn |
yawir îranî yawir, alîkar, berdestk |
yûnan yûnanî yûnan(î) |
Z |
zenbeq îranî sosin, zembeq |
zencefîl sanskrîtî zencefîl |
zencî îranî zencî, mirovên reş |
zendîq îranî zendîq |
zewc yûnanî mêr, şû |
zincîr îranî zincîr |
zumurrud yûnanî zimrûd |
[…] Muhammed: Etîmolojiya peyvên erebî Ștefan Ionite: Persian Loanwords in Baghdadi Arabic [Peyvên farisî di erebiya Bexdayê de]. […]
LikeLike
[…] (Bo zêdetir agahiyên li ser peyvên biyanî di zimanê erebî de (ku gelek ji wan bi rêya erebî ketine kurdî jî, binêrin nivîsara me: Etîmolojiya peyvên erebî.) […]
LikeLike