Kanîzar, hejmar 15

Kanizar15

Sernivîsar
Dîsa bi naverokeke rengîn

Kerem bikin vê carê jî hejmareke têr û tijî ya kovara zimanê kurdî Kanîzarê, xwandevanên gelek hêja. Di vê hejmarê de em bi 260 rûpelan çendîn vekolîn û nivîsarên giring yên li ser ziman û rêzimana kurdî bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî pêşkêşî we yên ezîz dikin.

Di vê hejmarê de Husein Muhammed li ser hokeran (hevalkar, zerf, adverb) di kurdî de dinivîse. Nivîsên wî yên din vê carê li ser berhevdana dengnasiya kurdî û farisî û herwiha derbarê dengê N ye.

Salih Akin xebatên Koma Kurmancî û Grûpa Xebatê ya Vateyî dide nasîn. Kulîlk Elîkake ji romana ”Şivanê Kurmanca” peyvên dubarekirî vedikole.

Abdullah Karabax bi berfirehî baneşan (nîda, interjection) yên kurdî dide nasîn.

Di vê hejmarê de em dest bi belavkirina rêzimana nivîskar Selîm Biçûk dikin û em ê di hejmarên bên de jî wê bidomînin. Vekolîna berfireh ya Deham Ebdulfetah li ser lêkerên (fiil, verb) kurmancî di vê hejmarê de jî didome.

Bahoz Baran kitêba ”Rastnivîs û Rêzimana Kurmancî” ya Samî Tan dinasîne û dinirxîne. Zana Farqînî li ser çawaniya nivîsîna lêkera alîkar ya dema bê (dê, wê, yê, ê) dinivîse.

Bi zazakî em vekolîneke li ser cînavan (zemîr, pronoun) belav dikin.

Bi soranî du nivîsaran ku yek ya Ce’fer Şêxulîslamî ye û ya din jî wergereke ji inglîzî bi destê Hesenê Qazî ye.

Bi inglîzî em vekolîna Rêbîn Kerîm li ser lêkerên kurdî didomînin û herwiha du nivîsarên Xisro Elmasî li ser dengnasiya kurdî û nivîseke Xisro Pîrbal jî derbarê wergerandina edebiyata kurdî ji zimanên biyanî li kurdî belav dikin.

Li dawiyê jî em ferhengoka xwe ya zimannasî Zarnameyê dîsa berfirehtirkirî diweşînin.

Herdem di nav xêr û xweşiyan de bin!

 

Naveroka hejmara 15

Sernivîsar
Bi naverokeke rengîn

Husein Muhammed
Hoker (adverb) di kurdî de, r. 3

Salih Akin
Koma Kurmancî û Grûpa Vateyê, r. 16

Kulîlk Elîkake
Peyvên dubarekirî, r. 30

Selîm Biçûk
Rêzimana kurdî (beşa 1), r. 36

Dengnasî
Peydabûn û guherîna N, r. 84

Bahoz Baran
Nirxandina kitêba ”Rastnivîs û Rêzimana Kurmancî”, r. 89

Zemîr
Gramerê zazakî de, r. 99

Zana Farqînî
Nivîsîna lêkera alîkar ya dema bê, r. 123

Abdullah Karabax
Baneşan (nîda, interjection), r. 126

Zimannasiya berhevder
Cudahiyên dengnasî yên kurdî-farisî, r. 137

Ce’fer Şêxulîslamî
Zimanî standard û mafî ziman, r. 143

Deham Ebdulfetah
Lêker di zimanê kurdî de (beşa 5), r. 151

Rêbîn Kerîm
Verbal inflection in Kurdish, r. 209

Xesrew F. Elmasî
Phonological Adjustments in Kurdish, p. 224

Xisro Pîrbal
Translating Kurdish literature from foreign languages, p. 237

Zarname
Ferhengoka zimannasî, r. 246

 

Kanîzar, hejmar 13

Hejmar13

Sernivîsar: 

Rengîn bi kurdî

Kerem bikin hejmareke nû ya kovara xwe û zimanê xwe Kanîzarê, xwandevanên hêja. Vê carê em hejmareke 300 rûpelî û bi naverokeke dagirtî bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî dixin xizmeta we kurdiyaran anku evîndarên zimanê kurdî.

Di vê hejmarê de Husein Muhammed hokerên (hevalkar, zerf, adverb) kurdî bi berfirehî dide nasîn. Nivîsara wî ya din vê carê li ser bingehên rêzimana inglîzî bi ravekirina bi zimanê kurdî ye.

Mikaîl Bilbil vekolîneke li ser peyvrêziyê pêşkêş dike. Zafer Açar qertaf û ravekên rêzimanî bi berfirehî vedikole.

Bi soranî Ce’fer Şêxulîslamî beşên cuda-cuda yên zimannasiyê dide nasîn. Dîsa bi soranî Hesen Qazî behsa pirzimanîtiya Hindistanê dike.

Vekolîna Deham Ebdulfettahî li ser lêkerên (fiil, kar, verb) kurdî di vê hejmarê de jî didome.  Hin beşên wê dê hê têra çend hejmarên bên jî bikin.

Di vê hejmarê de em çend gavan ji zimannasiyê ber bi edebiyatê ve jî diavêjin bi şertê ku têkiliya wê bi zimanê kurdî ve hebe. Bi vê minasebetê em vekolîneke Ayhan Meretowar li ser edebiyata kurdî ya klasîk belav dikin.

Herwiha em cih didin nivîsareke Şahînê Bekirê Soreklî li ser wergera dastana Derwêşê Evdî ji kurdî li inglîzî. Nivîsara din ya Soreklî li ser tehlûkeya derbarê man û nemana kurmancî ye.

Ji Seîd Verojî em nivîsarekê bi zazakî û yekê jî bi kurmancî belav dikin. Nivîsara bi zazakî dastana Xecê û Siyabendî vedikole. Nivîsara wî ya bi kurmancî jî li ser dîroka bikaranîna alfabeya kurdî-latînî ye.

Bi inglîzî di vê hejmarê de em cih didin vekolîneke lêkolerê polonî Krzysztof Lalik li ser siyaseta zimanî li Kurdistanê. Vekolîna din jî ya vê hejmarê bi inglîzî ji lêkolerê holandî Michiel Leezenberg e û derbarê şebekî û kakeyiyan û zimanê wan e.

Kerem bikin Kanîzara xwe bixwînin û jê re binivîsin!

Vekin û bixwînin!

 

NAVEROKA HEJMARA 13

Sernivîsar
Rengîn bi kurdî, r. 2

Husein Muhammed
Hoker di zimanê kurdî de, r. 3

Mikaîl Bilbil
Peyvrêzî di frazên navdêrî de, r. 18

Zafer Açar
Qertaf, ravek, r. 52

Seîd Veroj
Xebatên pêşîn li ser alfabeya kurdî-latînî, r. 63

Ayhan Yıldız
Xelîl Xeyalî û kurdî berî sed salan, r. 75

Ce’ferî Şêxulîslamî
Zimannasî çi ye?, r. 82

Hesenî Qazî
Zimanekanî Hindistan, r. 92

Deham Ebdulfettah
Lêker di zimanê kurdî de (3), r. 101

Ayhan Meretowar
Edebiyata kurdî ya klasîk, r. 128

Destana Derwêşê Evdî
li inglîzî hat wergerandin, r. 140

Seîd Veroj
Analîzek Seyehmed û Xece sero, r. 144

Şahînê Bekirê Soreklî
Tehlûkeya li ser kurmancî, r. 180

Rêzimana zimanê inglîzî
bi ravekirina kurdî, r. 185

Krzysztof Lalik
Language policy in Kurdistan, r. 265

Michiel Leezenberg
The Shabaks and the Kakais, r. 283

Rêzimana soranî bi kurmancî

Husein Muhammed

Hewler

Van salên dawiyê têkiliya navbera kurdên parçeyên cuda yên Kurdistanê û herwiha yên li derveyî welat jî zêde bûye. Bi taybetî teknolojiya nû, di serî de televizyon û Internetê, ev danîna têkiliyê hêsan kiriye. Lê mixabin ji ber zaravayên cuda û alfabeyên cuda kurd hê jî hinekî dûrî hev dimînin.

Bo baştir nasandina kurdan bi hev, em hewceyî agahiyên pirralî yên derbarê hev in. Di xurtkirina têkiliyan de cihekî serekî jî di ziman de ye. Ji ber wê giring e ku jihevfehmkirina kurdên ku bi zaravayên cuda diaxivin were hêsankirin. Ev kurtelêkolîn hewl dide di çend rûpelan de bingehê rêzimana zaravayê soranî bi kurmancîaxivan bide nasîn.

Ev bi salan e ku ji bilî zaravayê kurmancî, ez li ser soranî jî dixebitim. Heta niha min hin kitêbên edebî jê wergerandine kurmancî. Herwiha ferhengeke soranî-kurmancî amade dikim ku niha heta herfa S amade ye.

Lê bi qasî ku ez bi xwe agadar im, ev yekem car e ku rêzimaneke soranî bi kurmancî hatibe nasandin. Ji ber ku ev destpêk e, ev lêkolîn bi ti awayî îdia nake ku bêkêmasî ye. Loma hêvî dikim ku xwendevan bi dîtin, rexne, pêşniyaz û pirsiyarên xwe bikin ku ev lêkolîn were kemilandin û berfirehkirin.

Veke û bixwîne!


Read More »

RÊBER – rêbernameya rastnivîsîna kurdî

Husein Muhammed

herf

Gelo forma standard ya peyvê çi ye? Mirov kengî dinivîse “kî” û kengî “kê”? Gelo li dawiya hejmarên 11-19 “-deh” yan “-de” heye. Gelo nuqte li ser i-ya mezin heye yan na? Mirov kengî peyvan bi hev re dinivîse û kengî ji hev cuda? Gelo em navê serokkomarê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wek George Bush yan Corc Buş binivîsin…

RÊBER – rêbernameya rastnivîsîna kurdî bersiva van pirsan û bi dehan pirsên din jî dide. Dikarî wê li jêr yan jî wek PDF bar bikî û bixwînî.

Wek PDF bixwîne: Rastnivîsîn

Read More »

Peyvrêzî

Hevok (riste, cumle, sentence) ji peyvan (kelîmeyan) pêk tên. Di hevokekê de dikare yek, du, sê yan – wek prensîp – bêhejmar peyv hebin:

1)

1a) Çû.

1b) Were malê!

1c) Te kî dît?

1d) Bila ew jî sibê bi te re bên bajarî.

Anku hevok dikare kurt, dirêj yan navînî be. Anku mirov dikare hema-hema bi dûvdilî (keyfî, ixtiyarî, arbitrarily) peyvan li hevokê zêde bike yan jî jê kêm bike. Lê mirov nikare peyvekê li her cihê hevokê zêde bike. Bo nimûne, ev hevokên li jêr li gor kurmanciya giştî xelet in:

– * Malê were!

– * Dît kî te?

– * Te dît kî?

– * Dît te kî?

– * Bajarî sibê bila ew jî bi te re bên.

Gelo çima hevokên wiha di kurmancî de nayên qebûlkirin? Bo çi em dibêjin ku ew xelet in?

Bersiv peyvrêzî ye: hin peyv li cihê xwe yê di hevokê de nehatine danîn lê li cihê hin peyvên din in. Bi gotineka din, di hevokên nimûne de peyv ne di rêz û rista xwe de ne.

Lê gelo ev rêza peyvan di hevokên zimanê me de çi ne? Gelo em ê bikarin wan rêzikan peyda û diyar bikin? Gelo ew rêzik herdem wek hev in yan jî diguherin? Heke biguherin, li gor çi qeyd û bendan diguherin.

Ev nivîsar dê hewl bide bersiva van pirsan bide. Ev vekolîn li ser peyvrêziyê (word order) ye. Anku ev nivîsar li ser rêza peyvan di hevokan de disekine. Berî niha me nivîsarek li ser dengrêziyê nivîsiye ku qeyd û bendên rêzkirina dengan di peyv û kîteyan de vedikole.

Read More »