
Xelîl Cibran û ”Peyamber”a wî
Xelîl Cibran (1883 – 1931) li nav darên selwiyê li Bişarêya Libnanê hat dinyayê. Wî li wir dest bi xwendekariya xwe kir lê di 12-saliya xwe de (sala 1895-ê) koçî Bostona Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir.
Di 14-saliya xwe de ew bi tenê vegeriya Libnanê da ku xwendekariya xwe li Medreset el-Hikmetê kuta bike. Li wir zimanê spehî yê helbestên wî, ku tê de çanda erebî û bandora rojavayî digihin hev, teşe da. Wî du caran li Parîsê nîgarkêşî xwend, dû re vegerî Bostonê û paşî çû New Yorkê û ta mirina xwe li wir ma.
Li dema jîna xwe ew herî zêde wek nîgarkêşek portreyan dihat nasîn û ecibandin û gelek pêşangeh ji bo nîgarên wî li çar hêlên cîhanê hatine lidarxistin. Cibran herwiha gelek ji pirtûkên xwe yên helbestane bi nîgarên xwe neqişandine.
“Peyamber (The Prophet)”, ku niha em bi kurdî pêşkêşî we dikin, naskirîtirîn û hezkirîtirîn berhema Xelîl Cibran e û dikare wek stûn an jî bingeha nivîskariya wî bê hesibandin. Ew yekem car di sala 1923-yê de bi îngilîzî derket û piştî derketinê di demek kurt de nav û deng da û hat hezkirin. Ta niha ew bûye malê bi qasî 30 zimanan. “Bexçeyê Peyamber (The Garden of the Prophet)” jî dikare wek dewama “Peyamber” bê hesibandin lê ew bi xwe jî berhemek serbixwe ye.
Ta niha, ji bilî “Peyamber” û “Bexçeyê Peyamber”, herwiha romana Xelîl Cibran a bi navê “Baskên Şkestî” jî li kurdî hatiye wergerandin (wergêr: Husein Muhammed, Weşanên Helwest, 2001).
Di sala 1931-ê de Xelîl Cibran koça dawîn kir û ji nav me bar kir lê em dikarin bi van gotinên ji “Peyamber” bangî wî helbestvan û fîlozofê bêpayan bikin:
“…Niha keştiya te hatiye û divê tu biçî. Bêriya te ya ji bo welatê bîranînên te û warê mezintirîn hêviyên te gelekî kûr e; û evîna me nikare te li vir bigire û jana me jî nikare te berbend bike. Lê em hêvî dikin ku, ji berî ku tu ji vir biçî, ji me re bipeyive û me ji hinek rastiya xwe hevpar bike. Em ê wê rastiyê bidin zarrên xwe û ew ê jî bidin zarokên xwe û bi vî awayî rastî dê ti caran ji bîr nebe…”
Husein Muhammed, 2000