Husein Muhammed
Herfa Ê / ê di kurdî de nîşana vokala ber-bilind ya pêşî ya ne-gilor e, bi gotineke din vokala ber-girtî ya pêşî ya ne-girovir e. Mebest ji ”ber-bilind” yan ”ber-girtî-girtî” ew e ku di dema çêbûna vî dengî de ziman li ber bilindahiya devî ye (lê ne bi temamî bi banê devî ve ye). Mexseda ”pêşî” ew e ku ziman di dema peydabûna vî dengî de li pêşiya devî ye (ne li paşiya devî ye). Merem bi ”ne-gilovir, ne-gilor” jî ew e ku lêv nayên gilor- anku girovirkirin û nayên pêşve lê pehn û li cihê xwe yê asayî dimînin. Herwiha ev vokal di kurdî de dirêj e.
Di piraniya zimanên ewropî de ev deng bi herfa E / e tê diyarkirin. Bi alfabeya kurdî-erebî de ew bi herfa ێ tê nivîsîn. Di erebiya standard de ev deng peyda nabe lê dengê -ey- yê erebiya standard di gelek devokên erebî de bi dengê Ê tê gotin. Di nivîsînê de ew bi dengê ﻱ tê diyarkirin. Di farisiya de jî ev deng tam wek kurdî li nava peyvê peyda nabe û di nivîsînê de ew wek ﻱ tê nivîsîn.[1]
Di tirkî de jî ev deng peyda nabe. Eger di hin devokên tirkî ya di hin peyvên tirkî de peyda bibe jî, ji ya kurdî kurttir e û bi dîsa jî bi herfa E tê nivîsîn û awayê standard yê gotina wê her wek dengê E yê kurdî ye.
Bi alfabeya kurdî-krîlî ev deng wek Е (gir) yan е (hûr) dihat nivîsîn.
Ev deng bi alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) bi nîşana [e] tê diyarkirin. Bo ku mirov diyar bike ku ev deng dirêj e û ne kurt e, mirov dikare di IPA-kirina kurdî de wê wek [e:] binivîse. Lê ji ber ku ev deng di kurdî de herdem dirêj e, ev cudakirin ne zerûrî ye.
Mirov dikare li vê derê guhdariya vî dengî bike.
http://en.wikipedia.org/wiki/File:Close-mid_front_unrounded_vowel.ogg
Vokalên serekî di kurmanciya giştî de
pêşîn | navendî | paşîn | |
girtî | î | i, u | û |
nîvî | ê | o | |
vekirî | e | a |
Peydabûna dengê Ê di peyvan de
Dengê Ê di kurdî de dikare li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe:
- li destpêkê: êvar, êşandin, êzidî…
- li navê: bêrîvan, dêr, hêk…
- li dawiyê: rê, kê, şevê, dengê…
Li gor lêkolînên me yên berî niha, rêjeya herfa Ê di nivîsên kurmancî de 5,2 % ye.[2] Ev rêje wê dike pêncem mişetirîn herf di nivîsên kurmancî de. Hin ji sebebê vê mişetiyê ev in:
- paşpirtika navdêrên mê yên çemaandî: wê kitêbê
- îzafeya navdêrên nêr: hevalê min
- îzafeya navdêrên pirhejmar: kitêbên min
- daçekên serbixwe jê, lê pê, tê
- nîşana dema bê: tu ê bikî (yan tu dê/wê/yê bikî)
- daçeka paşlêker ya bi maneya “wê, wî, wan” yan “wê derê, wir”: min gotê, em çûnê
- di soraniya standard û di hin devokên kurmancî de paşpirtika kesî ya cînavê sêyem yê yekhejmar: ew dikê / nabêjê, naçê…[3]
- cînavên wê û vê ku Ê tê de heye û ji ber peywirên xwe yên hevoksazî pir tên dubarekirin.
Li nava peyvê Ê pirr berbelav e. Li destpêka peyvê ew tenê di çend peyvên xwemalî de peyda dibe. Ji ber ku ev deng di tirkî û erebiya standard de jî nîne, peyvên ji van zimanan girtî jî rêjeya Ê li destpêka peyvan zêde nakin. Di peyvên ji zimanên ewropî wergirtî de herfa E di kurmanciya standard de bi piranî her wek E dimîne û bi Ê nayê guherandin tevî ku herfa E di gelek zimanên jêderên wan peyda de zêdetir nêzîkî Ê-ya kurdî ye.
Li dawiya peyvên xwerû jî Ê kêm peyda dibe. Lê piraniya reha û mutleq ya peydabûna Ê ji sebebê çemandina peyvên mê (di hemû devokên kurmancî de) û girêdana peyvên nêr yan peyvên pirhejmar (di hemû devokên kurmancî de) û çemandina peyvên nêr e (di kurmancya navendî û rojavayî de lê ne di kurmanciya rojhilatî de).
- di kitêbê de (çemandina peyva kitêb ya mê – diyardeyeke tevkurmancî)
- dostê kurdan e (girêdana peyva dost ya nêr – diyardeyeke tevkurmancî)
- malên wan (girêdana peyva mal di rewşa pirhejmariyê de – diyardeyeke tevkurmancî[4])
- li welêt, bi êgir (çemandina navdêrên nêr – kurmanciya navendî û rojavayî lê ne rojhilatî[5])
Peydabûna dengê Ê
Dengê Ê di hemû lehce û devokên kurdî de heye. Berevajî vê, ew ne di tirkî û ne jî di erebiya standard de peyda nabe. Di farisî de ew niha heye lê hem bi piranî ne wek ya kurdî dirêj e û hem jî tarîxiyen ne encama heman dengan e.
Dengê Ê yê zimanên îraniya navîn (pehlewî, pertî) di kurdî de bi piranî wek Ê hatiye parastin lê di farisî de bûye Î:
- kurdî: wêran
- pehlewî: evêran
- farisî: vîran (à tirkî viran)
Lê Ê ya kurmancî û soranî gelek caran ji encama dengekî din e. Mirov dikare van guherînan li ser sê beşan parve bike:
- guherîna dîrokî
- guherîn li gor devokan
- guherîn ji ber çemandinê
Peydabûna dîrokî ya dengê Ê
Gelek caran Ê-ya kurmancî û soranî ji A ya ziman û zaravayên din yên îranî ye. Bo nimûne:
- kurmancî: kêr
- soranî: kêrd
- zazakî, hewramî, farisî: kard
- pehlewî: kart
- belûçî: karç
- avestayî: kerite
Di peyvên ji erebî wergirtî de jî gelek caran Ê ji A peyda bûe. Bo nimûne:
- fêris, kitêb, fêkî/ fêqî ji erebî faris, kitab, fakihe
Herwiha gelek caran jï Ê encama tekdengkirina (monoftongizasyon) cotdengên anku dîftongên –ey– yan –ye– ye:
- kêf ji keyf ji erebî keyif
- dêr ji erebî deyr
- êm (alif) ji tirkî yem ji yemek (xwarin)
Herwiha Ê dikare ji ai ya erebî be:
- fêde (bi rêya feyde / fayde) ji erebî faide
Carinan heta sê vokal (yan vokalek, nîv-vokalek û dîsa vokalek) bi hev re bûne Ê:
Peyvika serbixwe ê wek di gotinên ê ku, ê min, ê li wir[8] ji îraniya kevn ye peyda bûye. Paşpirtika navdêrên mê yên çemandî (wek di kitêbê de) û herwiha paşpirtika girêdana navdêrên nêr jî (wek hevalê min) encamên paşpirtikên –ehye, -ehya, -eiy yên îraniya kevn in. Paşpirtika –ên ya girêdana navdêrên pirhejmar (wek hevalên min) encama kurtkirina paşpirtika *-ênê ye ku bi xwe ji hevgirtina paşpirtika pirhejmar –an û paşpirtika girêder –ê ye (bide ber zazakî –anê û soranî –anî). Ew bi metafoniyê[9] pêşî ji *-anê bûye *-ênê û paşî tenê –ên jê maye.
Peydabûna devokî ya dengê Ê
Di kurmanciya rojhilatî de di hejmareke berçav de Ê li cihê E ya kurmanciya navendî heye:
kurmanciya rojhilatî | kurmanciya navendî | soranî | farisî |
zêvî | zevî | zewî | zemîn |
pênîr[10] | penîr | penêr | penîr |
Wek ku diyar e, di kurmanciya rojhilatî de E bûye Ê ji ber ku di kurmanciya navendî, di soranî û di farisî de E li cihê wê heye. Eger em li zimanên îranî yên navîn û kevn jî binêrin, dîsa di wan de E heye, ne Ê.
Lê carinan jî li cihê Ê ya kurmanciya navendî, di kurmanciya rojhilatî de E heye:
kurmanciya rojhilatî | kurmanciya navendî | soranî | farisî |
mejî | mêjî | mêşk | meẍz |
çerîn | çêrîn | çerîn | çerîden |
Anku di van peyvan de ne kurmanciya rojhilatî, lê vê carê kurmanciya navendî E ya eslî kiriye Ê. Di soranî de jî ”mêşk” bi Ê ye lê dîsa jî ya eslîtir bi E ye ji ber ku ne tenê kurmanciya rojhilatî lê herwiha farisî û lehceyên kurdî yên din jî E heye:
- kurdiya başûrî: mejg (herwiha megj, mijg)
- hewramî: mejg
- lekî: mezg
- zazakî: mezg…
Guherîna ji ber çemandinê
Li jor behsa peydabûna Ê wek encama çemandin û girêdana navdêran hatiye kirin. Ew di kurmancî de giringtirîn awayê peydabûna dengê Ê ye. Di soranî de Ê wisa bi berfirehî peyda nabe ji ber ku li cihê van paşpirtikên kurmancî di soranî de yan dengê Î heye (di girêdanê de) yan jî navdêr bê paşpirtik in yan jî hin paşdaçekên din hene (di rewşa çemandinê de):
kurmancî | soranî |
li malê | le mał_ |
sêvên min | sêw-ekanim, sêwekanî min |
hevalê wê | hawrê-y-eke-y, hawrê-y ew |
Lê hem di kurmancî û hem jî di soranî de di Ê wek encama çemandina lêkeran jî peyda dibe. Di kurmanciya standard de xaseten di rehê dema niha yê lêkerên bi A+konsonantek+TIN yan I+konsonantek+TIN bi dawî dibin de peyda dibe:
forma rader | rehê dema niha |
bijartin | di-bijêr-im |
biraştin | bi-birêj-e |
ristin | di-rês-in |
riştin | ne-rêj-in |
Ev heman diyarde di soranî de jî heye. Lê di soranî de peydabûna Ê di çemandina lêkeran de hê jî berbelavtir e: di kurmanciya de paşpirtika –andin[11] ya lêkeran dibe –în- lê di soraniya standard de (û herwiha di hin devokên kurmancî de jî) dibe –ên-:
forma rader | kurmancî | soranî |
çandin | di-çîn-im | (d)e-çên-im |
nirxandin | di-nirxîn-î | (d)e-nirxên-î |
gihandin / gehandin (kurm.) geyandin (sor.) |
bi-gihîn-in / bi-gehîn-in | bi-geyên-in |
Di çemandin û girêdanê de Ê-ya paşpirtik dikare vokal û nîvvokalên berî xwe rake. Di zimanê nivîskî de vokal radibe eger vokala dawiya peyva xwerû jî heman Ê be:
- rê > li ser rê+yê > li ser rê (kêm caran li ser rêyê)
Eger vokalek E li dawiya peyva xwerû hebe, hingê di zimanê nivîskî de ew tê parastin û Ê (+ Y ya kelijandinê) lê tên zêdekirin. Lê di zimanê devkî de Ê vokala berî xwe radike û bi temamî cihê wê digire:
peyva xwerû | zimanê nivîskî | zimanê devkî |
perde | perde-y-ên zer | perdên zer |
mase / mêze | li ser mase-y-ê / mêze-y-ê | li ser masê / mêzê |
name | name-y-a wê | nama wê |
Eger vokaleke din li dawiya peyva xwerû hebe, di halê çemandinê de di zimanê nivîskî de Ê dikeve pey wê (+ Y ya kelijandinê). Di zimanê devkî de Ê lê nayê zêdekirin:
peyva xwerû |
zimanê nivîskî | zimanê devkî |
Qamişlo | li Qamişloyê | li Qamişlo |
Holenda | li Holendayê | li Holenda |
Di girêdanê de di piraniya devokan de hem vokala peyva xwerû û hem jî Ê (+ Y) tên bikaranîn:
peyva xwerû | zimanê nivîskî | hin devok |
Reşo | Reşoyê kurê Hesen(î) | Reşoyê kurê Hesen(î) |
bira | birayê min | birayê min |
xanî | xaniyê bilind | xaniyê bilind |
Lê di hin devokan de eger vokal A be, Ê cihê wê digire:
zimanê nivîskî | hin devok | hin devok |
bira | birayê min | birê min |
Lê di van devokan de jî vokalên din tên parastin:
- Reşoyê jîr
- xaniyê axî
Guherîna Ê bi dengên din
Gelek caran li cihê Ê ya soranî yan pehlewî, di kurmancî de dengekî din heye:
kurmancî | bide ber |
pîr | pehlewî pêr |
kîr | soranî kêr |
cîhan | pehlewî gêhan |
sîr | pehlewî sêr |
Li pêş dengê H, dengên Î / Ê / I dikarin li cihê hev bin. Hingê H xaseten ji pey Î tê avêtin, dikare ji pey Ê jî bê avêtin lê li pey I zerûrî ye:
bê(h)n | bihn | bî(h)n |
tê(h)n | tihn | tî(h)n |
mê(h)van | mihvan | mî(h)van, (bi soranî) mîwan |
Gava ku Y ya kelijandinê di rewşa c_emandinê de dikeve pey Ê, hingê Ê dikare bi I biguhere:
- rê > riya me (herwiha “rêya me”)
- dê > diya min (kêm caran “dêya min”)
Lê Y herfa Ê nake I, eger pey ji hev veqetiyayî / serbixwe bin:
- Ew dê ye (ne *Ew di ye) – (bi maneya ”ew dayik e”)
- Li ser rê ye (ne *Li ser ri ye.)
Dengê Ê di peyvên esil-ewropî de
Herfa E di piraniya zimanên ewropî de adeten wek dengê Ê yê kurdî (lê gelek caran kurttir) tê gotin. Gava ku ev peyv yekser ji zimanên ewropî neqlî nivîsên kurdî tên kirin, ew deng li gel wê herfê ji dengê Ê dibe E. Sebebekî din yê gotina van peyvan bi dengê E li cihê dengê Ê ew e ku peyvên ji zimanên ewropî bi piranî vê dawiyê bi rêya zimanê tirkî derbazî kurmancî û zazakî bûne ji ber ku di zimanê tirkî de dengê Ê nîne. Li aliyekî din, Ê di erebiya standard de peyda nabe, loma ew dengê nêzîkî Ê (herfa E) ya peyvên ji zimanên ewropî axlebe dike Î:
Loma ji peyva “democrat” ya inglîzî (bi gotinê teqrîben “dêmukret”) ev encam derdikevin:
- tirkî: demokrat
- erebî: dîmuqraṭî
Di inglîzî û hin zimanên din jî yên ewropî de dengê herfa E li gor zimanan û di heman zimanî de jî li gor peyvan dikare biguhere. Çend nimûne ji inglîzî:
Bi nivîsîn | Bi gotin | Wate |
archeology | arkîolocî / arkiyolocî | arkeolojî |
Internet | intirnêt | Internet |
ice | ays | cemed, qeşa, qerise |
free | frî | azad, serbest, betal |
Kurmanciya nivîskî di peyvên ji zimanên ewropî hatî de parastina herfa E tercîh dike, ne Ê. Loma:
standard | ne-standard |
telefon | têlifon |
kompûter | kompûtêr |
Internet | Intêrnêt |
metod | mêtod |
demokrat | dêmokrat, dimokrat, dîmuqrat… |
Xeletiyên nivîsîna dengê Ê
Ji ber ku herfa Ê di alfabeya tirkî de nîne, gelek caran ew bi xeletî bi E tê nivîsîn. Hin caran jî ev xeletî ji ber tinebûna vê herfê di klavye û kîborda nivîseran de ye. Carinan mirov wê bi forma É / é di nivîsan de dibîne. Hin caran jî bi hîperkorektî[12] mirov dibîne ku Ê li cihê E tê nivîsîn.
Di zimanê erebî û farisî de jî herfa ێ (Ê) ya kurdî peyda nabe loma gelek caran di kurdî de jî bi xeletî yan jî ji ber nebûna vê herfê di fontên kes bi kar tîne de, li cihê wê ﻱ (Î/Y) tê nivîsîn.
____________________________________
TÊBÎNÎ
[1] Di farisiya tehranî ya niha de -e- ya dîrokî ya dawiya peyvan bûye -ê- lê bi ە tê nivîsîn ku di kurdiya-erebî de dengê herfa E ya kurdî-latînî ye. Loma bi kurdî jî û bi farisî jî mirov dinivîse خانه lê bi kurdî wek ”xane” û bi farisî jî wek ”xanê” dibêje. Herwiha -i- ya tarîxî jî di farisî de bûye ”ê” (lê ji ê-ya kurdî kurttir). Loma mirov bi kurdî (kurmancî) jî û bi farisî jî dinivîse دل lê bi kurdî dixwîne ”dil” û bi farisî ”dêl” (lê ”ê” ya vir ji ê-ya kurdî kurttir e).
[2] https://zimannas.wordpress.com/2015/07/06/hiperkorekti-anku-zede-rasti/
[3] Bi kurmanciya standard ew dike / nabêje, naçe…
[4] Bi kurmanciya rojhilatî malêt wan yan malêd wan lê dîsa di wan de jî Ê heye.
[5] Bi kurmanciya rojhilatî li welatî, bi agirî. Di kurmanciya nivîskî de herwiha formên li welat, bi agir li kar in.
[6] Bo X di farisî de hevberî H di kurmancî de bide ber: xoşk (hişk), xûrd (hûr), xûrdê (hûrde)…
[7] H-ya kurdî (hêk) û X-ya farisî û pehlewî(xaye / xayê û xayek) paşî li destpêka peyvê peyda bûne. Bide ber hê zimanan ku H/X di peyva wan de bîne: inglîzî egg, almanî Ei (bixwîne ay) latînî ovum, yûnaniya kevn oion ku hemû hevrehên hêk ya kurdî û eyem ya avestayî ne.
[8] Li gel alternatîva yê ku, yê min, yê li wir.
[9] Bo diyardeyên metafonîk, binêrin: Metafonî – çima ”welat” dibe ”welêt” û ”standin” dibe ”bistîne”?: http://www.kulturname.com/?p=9332
[10] Di kurmanciya rojhilatî de ”pênîr” forma xwerû ye û ”pênîrî” şiklê çemandî ye. Di kurmanciya navendî de forma xwerû ”penîr” û herçi şiklê ”pênîr” e, ew forma çemandî ye.
[11] Herwiha paşpirtika –endin ya nadir (xw-endin, st-endin) ku bi eslê xwe –andin bû (xw-andin, st-andin) û herwiha paşpirtika soranî –êndin (tenê di peyva xw-êndin anku xwandin/ xwendin de).
[12] Bo hîperkorektiyê anku ”zêde-rastiyê” binêrin: http://nefel.com/kolumnists/kolumnist_index.asp?MemberNr=33