Hîperkorektî anku zêde-rastî

Husein Muhammed

Hîperkorektî (bi inglîzî: hypercorrection) di zimannasiyê de ew çewtî, şaşî û xeletî ne ku ji ber hewldana zêde ya ”rastkirina” rê û rêbazên rêzimanî pêk tên. Anku axiver yan nivîser hewl dide ku zimanê heyî li gor hin rêbazan ”zêde rast” bike. Hîperkorektî anku ”zêde-rastî” di bikaranîna zimanî de bi taybetî hingê peyda dibe dema ku bikarîner rêbazeke rêzimanî ji hedê wê berfirehtir bi kar tîne.

Hîperkorektî vs. Biyanîtî

Ji bilî hin pîremêr û pîrejinên me, niha hemû kurdîaxiv di çarçoveyeke duzimanî yan jî pirrzimanî de dijîn. Piraniya kurdan hemû xwendina xwe bi zimanekî biyanî kiriye. Ev kêm-zêde tesîrê li bikaranîna me hemûyan ya kurdî dike. Ev tesîr dikare tirkîzm, erebîzm, farisîzm, inglîzm be anku bikaranîna zimanê kurdî li gor qeyd û bendên wan zimanan, bi taybetî wergerandina hin biwêj û îdyomên yekser ji wan zimanan, wek ”lê gerîn” bi maneya ”telefon kirin”: ”aramak” ya tirkî hem bi maneya ”lê gerîn” e (hewl dan ku kesekî yan tiştekî bibîne) û hem jî bi maneya ”telefon kirin” e (bi telefonê li gel kesekî axivîn). Lê ”lê gerîn” di kurdî de li deverên ne di bin tesîra tirkî de bi maneya ”telefon kirin”ê nayê bikaranîn loma mirov dikare bi hêsanî bibîne ku ew ji tesîra tirkî ye.

Herwiha ji ber tesîra tirkî gelek kurd cotdengên ”ç, k, p, t” tenê bi awayê wan yê req (aspired) dibêjin anku ”ç” ya ”çav” jî wek ya ”çar” (4) bi lêv dikin. Herwiha gelek kes ”i” ya kurdî jî wek ”ı” ya tirkî bi lêv dikin lê ”ı” ya tirkî û ”i” ya kurdî ne bi temamî hevdeng in. Dîsa hin kes ji ber tesîra tirkî ”w” ya kurdî jî bi ”v” û ”q” ya kurdî jî bi ”k” dinivîsin yan dibêjin.

Ev tesîra tirkî ”tirkîzm” yan ”tirkîfîkasyon” e lê ew ne hîperkorektî ye. Hîperkorektî ew e ku bo ”xwerizgarkirina” ji tesîra zimanên din û ”hê jî rasttir” bikaranînê, hin kurd heta ku jê tê hewl didin dengên di tirkî de tine di kurdî de binivîsin heta wê dereceyê ku êdî li gor kurdî xelet dibe.

Bo nimûne, gelek kes peyva ”heval” jî wek ”hewal” û ya ”televizyon” jî wek ”telewîzyon” dinivîsin ji ber texmîna ku ”hewal” û ”telewîzyon” ji ”heval” û ”televizyon” ”kurdîtir” in û zêdetir dûrî tirkî ne. Ev diyarde ne tenê li ba hin kurdîkêmzanan heye lê hê jî belavtir e: Di rastiyê de piraniya kurmancan berê digot ”nevroz” (heta di ”Mem û Zîn”ê de jî wisa ye) lê, bi texmîna ku ”v” ya nevrozê ji tesîra tirkî ye, niha forma ”newroz” ya soranî di kurmancî de jî bûye serdest. Lê sebebê ”w” ya di ”newroz”a soranî de tenê ew e ku ”v” bi xwemalî di soranî de nîne.

Ji ber tinebûna herfa ”x” di tirkî de, peyvên bi ”x” yên ji erebî bi pirranî di tirkî de bi ”h” tên nivîsîn. Lê ne hemû ”h” yên di peyvên ji erebî ketî tirkî de bi erebî bi ”x” ne. Bo nimûne peyva H ya di peyva ”intihar” (xwekujî, xwekuştin) ya tirkî de bi erebî H ya wek di navê Hesen de ye. Lê bi texmîna ku ”intihar” di erebî de ”intixar” be, medyaya Bakurê Kurdistanê bi piranî wê wek ”intixar” yan ”întîxar” dinivîse. Ev jî yek ji awayên hîperkorektiyê ye.

Hîperkorektî di navbera kurmancî û soranî de

Hîperkorektî herwiha di hewldana axivîna bi kurmancî ya gelek soranîaxivan de jî heye. Di soranî de ”min” hem cihê ”ez” ya kurmancî û hem jî ”min” ya kurmancî digire: ”min ekem/dekem” (ez dikim) lê ”min kirdim” (min kir). Lê ji ber ku li ba soranîaxivan meşhûr e ku ”ez” ya kurmancî cihê ”min” ya soranî digire, piraniya soranîaxivan di axivîna xwe ya bi kurmancî de li wan cihan jî ”ez” bi kar tînin ku diviyabû ”min” bi kar bianiya, wek ”*ez got” ku divê ”min got” be.

Dîsa ji ber hebûna ”v” di kurmancî de û tinebûna wê bi gelemperî di soranî de, gelek soran bawer dikin ku divê her ”w” ya soranî di kurmancî de bikin ”v”, wek: ”*baver” (bawer), ”*vate” (wate).

Hîperkorektî di tewandina navdêran de

Hîperkorektî ne herdem tenê ji ber ”xwerizgarkirina zêde” ya ji zimanên din tê kirin. Gelek caran hîperkorektî ji aliyê hin rêzimannas yan jî nîv-zimannasan ve tê kirin ku hewl didin formeke ”fermîtir” bo formên devkî peyda bikin.

Bo nimûne, rêbaza giştî ya kurmancî ew e ku tewandina navdêrên mê bi paşpirtika ”ê” (sêv > wê sêvê) û ya navdêrên nêr jî bi ”î” ye (ker > wî kerî) ye. Lê eger ji xwe li dawiya peyva mê de di rewşa xwerû de dengê ”ê” hebe, êdî ê-yeke din jî lê nayê zêdekirin: ”rê > wê rê” (Bo nimûne, biwêja ”bi rê ve çûn” yan ”bi rê ve birin” – ne ”*bi rêyê ve çûn” yan ”*bi rêyê ve birin” e.) Lê dîsa jî gelek kes bo ”rasttir” bikaranînê ”ê/î”-yeke zêde jî lê bar dikin.

Bo nimûne, yek ji awayê bikaranîna wan fraza “wî xanîyî” ye ku ji 3 dengên “î” pêk tê (“xan-î-î-î-“!) ji ber ku Y û Î eslen eynî deng in lê li gor cihê wî dengî di peyvê de ew wek vokal (Î) yan jî nîv-vokal ( Y ) tê xwendin. Jixwe Î jî hevberî 2 i-yan e, bi nivîsîna wan dibe “wii xan-i-i-i-i-i-i-“! Heta eger em wek “xaniyî” jî binivîsin, dîsa jî 5 i dimînin.

Tercîhkerên vî awayê nivîsînê jî qebûl dikin ku ew deng di piraniya devokên kurmancî de nîne lê dîsa jî israrê li ser ”rasttirbûna” wî awayî dikin. Ez dikarim bibêjim ku ew awa di hîç devoka kurmancî de nîne. Ew di hîç zaravaya kurdî de nîne. Çêtir e ku nebêjim ku ew di hîç zimanî de nîne lê heta niha min ew di hîç zimanî de nedîtiye.

“-î” hingê hewce ye ku li peyvê bê zêdekirin gava ku ew bi xwe li dawiya peyvê tine be: – bar > wî barî, Ehmed > wî Ehmedî. Lê: xanî > wî xanî, Elî > wî Elî

Bi heman awayî jî: – Jiyan > wê Jiyanê. Lê: Fatê > wê Fatê (ne *Fatêyê)

Bo berhevdanê, di inglîzî de hem S xwedîtî (possessive) û hem jî pirrjimariyê (plural) diyar dike: cat (kitik, pisîk) > cats (kitikan, hin kitik) / cat’s (yê kitikê).

Lê eger em bixwazin bibêjin “yê kitikan” diviyabû di inglîzî de du “s” li gel hev hatibûna bikaranîn: *cats’s yan *cat’ss. Lê, ji ber ku bi rastî dengekî wisa di inglîzî de nîne, ew nabêjin ku “divê em wisa bibêjin” lê qeydên zimanê xwe li gor zimanê heyî diyar dikin û dibêjin: cats’.

Hîperkorektî di tewandina lêkeran de

Bo nimûne, ji ber ku forma standard ji peyvên ”kar ke!” gotina ”kar bike!” ye yan jî ji ”lê xe!” peyva ”lê bixe!” ye, hin kes hewl didin ku vê morfa ”-bi-” li cihên wisa jî zêde bikin ku bi rastî nîne. Wek mînak, mirov dikare van peyvan bide: ”*werbigire, *bila derbikevin, *de hilbidin”.

Lê di rastiyê de formên wisa di kurmancî de nînin. Dema ku lêker ji du beşan pêk bê ku yek lêkera xwerû ye û pêşpirtika ”ba-, ber-, çê-, da-, hil-, ra-, ve-, wer-” bigire, hingê ”-bi-” di navbera pêşpirtikê û lêkera xwerû de nayê bikaranîn. Em dibêjin ”veke, em ê rûnin, bila hilgire, divê rabin, tê werdin” (ne *vebike, *em ê rûbinin, *bila hilbigire, *rabibin, *tê werbidin.) Lê dîsa jî gelek caran em dibînin ku ev ”-bi-” ya zêde li peyvê tê siwarkirin û bikarîner bawer dikin ku wisa formeke ”rasttir” bi kar tînin. Lê di rastiyê de ew form ji rastiyê zêdetir e anku hîperkorekt e, xelet e.

Forma subjunktîv ya lêkerên ”zanîn” û ”karîn” li gor hin devokan ”bizanim, bizanî, bizane, bizanin” û ”bikarim, bikarî, bikare, bikarin” û li gor devokên din jî ”zanibim, zanibî, zanibe, zanibin” û ”karibim, karibî, karibe, karibin”. Anku di hin devokan de ”bi-” li destpêkê ye û di hinên din de jî ”-ib-” di navbera rehê dema borî û qertafên kesî de ye. Forma ku ”bi-” li destpêkê ye li gor qeyda giştî ya subjuntîvê ye, wek ”bikim, bidim, bixwim…”

Devokên ku dibêjin ”zanibim, karibim” jî dîsa dibêjin ”bikim, bidim, bixwim…” Loma ew texmîn dikin ku ”bi-” ji destpêka ”karibim, zanibim” kêm e û hewl didin wê lê zêde bikin û formên wek ”*bikaribim, *bizanibim” bi kar tînin ku ”-ib-” yan ber bi dawiyê yan jî ”bi-” ya destpêkê lê zêde ye.

Di dema borî ya sade û dema borî ya dûdar de formên lêkeran yên kesê duyem yê yekjimar (tu) wek hev in: ”tu hatî” ku dikare hem hevberî ”ez hatim” (dema borî ya sade) û hem jî ”ez hatime” (dema borî ya dûdar) be yan jî ”min tu birî” ku dikare hevberî ”te ez birim” yan jî ”te ez birime” be.

Gelek rêzimanvan nikarin tehemila vê rastiyê bikin loma hewl didin ku formeke cuda bo dema borî ya dûdar çêkin ku di rastiyê de nîne. Ew formên wek ”*tu hatiyî” yan ”*tu hatîyî” û ”*min tu biriyî” yan jî ”*min tu birîyî” dinivîsin. Lê ne tenê ew form di zimanê axivînê de qet nînin lê herwiha ew ji aliyê rêzimanî ve jî xelet e: dema borî ya dûdar bi formûlaya ”dema borî + -e” pêk tê, wek ”ez hatim > ez hatime” yan ”ew ketin > ew ketine”. Tenê kesê sêyem yê yekjimar (ew) bi formûlaya ”dema borî + -(i)ye” tê avakirin: ”kir > kiriye, çû > çûye”.

Loma heta eger mirov formeke di zimanê axivînê de neyî qebûl bike jî, ”tu hatî” di dema borî ya dûdar de nabe ”tu hatîyî” lê divê bibe ”tu hatiye”. Lê ji xwe hingê jî ew ”hatiye” li gel ”hatiye” ya ”ew hatiye” dibe hevdeng! Loma forma heyî ”tu hatî” bo herdu deman ji formên çêkirî çêtir e.

Hîperkorektî vs. standardkirina zimanî

Standardkirina zimanî û danîna qeyd û qalibên rêzimanî li gor zimanê heyî tên afirandin, ne zimanê heyî li gor qeyd û qalibên req û rijd tên serkutkirin.

Kêmkirina istisnayan hingê mimkin e eger di zimanî de du yan zêdetir form bi rastî hebin û tenê bimîne ku em kîjan ji wan bo zimanê standard bibêjin. Bo nimûne, di hin devokan de bi maneya “I know” dibêjin “ez dizanim” û di hinan de jî “ez zanim”. Dema ku em lê bifikirin ka kîjan ji wan ne istisna ye, em dikarin li peyvên din binerin. Devokên ku dibêjin “ez zanim” jî li gel lêkerên din “di-” bi kar tînin: “ez dikim” (ne “ez kim”), “ez dixwim” (ne “ez xwim”). Wisa em dikarin bê dudilî bibêjin ku forma “ez dizanim” li gor qeyd û rêbaza serekî ye û bila ew standard be.

Lê nimûneyeke din: lêkera “gotin”. Eger ew ne istisna bûya, divê rehê dema niha “-goş-” bûya (bide ber “dotin > di-doş-im”, firotin > di-firoş-im”) yan jî ”-goj-” bûya (bide ber ”sotin > di-soj-im”). Lê em hemû dizanin ku di ti devoka kurmancî de ti kes nabêje ”ez digoşim” yan ”ez digojim”. Loma em neçar in ku forma istisna ya “ez dibêjim” qebûl bikin.

Inglîz jî dibêjin ”I go” (ez diçim) û li gor rêbaza serekî diviyabû wan bigota “*I goed” (ez çûm). Lê ji ber ku ti kes wisa nabêje, zimanê standard jî mecbûr e ku istisnayê qebûl bike û binivîse “I went”.

Eger zimanê standard ne li ser bingehê zimanê heyî bê avakirin lê mirov bo ”kêmkirina istisnayan” formên di ziman de neyî bi kar bîne, em ê zimanê xwe bikin hetkehî.

3 thoughts on “Hîperkorektî anku zêde-rastî

Leave a comment