1) PÊŞGOTIN
Hemû zimanên bisiûd û bextiyar xwedî rêbernameyên û şîretnameyên çawaniya nivîsîna rast in. Ew berhemên rêberiyê bi piranî ji aliyê dezgehên resmî û fermî yên dewlet û hikûmetê ve, piştî lêkolîn û vekolînên dûr û dirêj tên hazirkirin.
Eger di demên borî de di hin zimanan de bi rêya ferzkirinê bûbe jî[1], êdî bi dehan salan e ku rêbernameyên rastnivîsînê ne li ser bingehê ferzkirinê lê li ser esasê zimanê heyî tên amadekirin. Bi gotineke din, rêbernameyên rastnivîsînê êdî ne ku hewl didin hin formên neyî (tine) yan nadir li ser bikarînerên zimanekî bisepînin û ferz bikin lê lêkolînan li ser zimanê heyî dikin û qeyd û bendên wî bo hemû bikarîneran diyar dikin.
Em hemû dizanin ku kurdî bi ti zaravayên xwe ve ne xwedî bext û siûdeke wiha baş bûye ku lêkolînên berfireh li ser bên kirin û encamên wan lêkolînan bi objektîvî pêşkêşî bikarînerên zimanê kurdî bên kirin. Loma xebatên di vî warî de bi rastî jî giring in û divê mirov bixêrhatineke germ lê bike.
Heta niha xebatên zimannasî û rêzimanî di warê kurdî de bi piranî hewldanên şexsî û takekesî bûne. Bêguman e ku gelek ji wan pir hêja ne û bêyî wan zimanê me yê nivîskî dê niha negihiştibûya vê merheleyê.
Lê kurdî hewceyî xebatên komî û hevpar e ku ji aliyê gelek kesan ve bi hev re bên birêvebirin, encamdan û dawiyê jî belavkirin. Loma gava ku min hay ji Rêbera Rastnivîsînê ya Weqfa Mezopotamyayê (ji niha pê ve Rêber) bû, ez gelek pê kêfxweş bûm. Sebeb ew e ku gelek kes li ser axivîne û wek encamên çendîn civînan ew hatiye amadekirin.
Şik jê nîne ku gelek tiştên hêja di Rêberê de hene û giring e ku nivîserên kurd wê peyda bikin û bi kar bînin.
Mixabin di heman demê de divê bibêjin ku di piraniya mijarên nîqaşbar de, li cihê ku Rêber pirsgirêkan çareser bike, bi piranî berê xwandevanên xwe dide rêyên şaş û heta gelek pirsgirêkên nû jî diafirîne.
Wek piraniya rêbername û rêzimannameyên kurdî yên berî xwe, li şûna vekolîn û pêşkêşkirina qeyd û bendên heyî yên zimanî, Rêberê jî zêdetir daye ser rêya ferzkirina hin rê û rêbazên xwe yên ku tenê tercîh û daxwazên amadekarên Rêberê ne û ne ti tiştekî din in.
Pirgirêka mezin ya Rêberê ew e ku ew hewl dide zimanekî ji zimanê piraniya kurdînivîsan ”rasttir” çêke. Di zimannasiyê de navê vê diyarde û fenomenê ”hîperkorektî” anku zêde-rastî yan ”rastiya ji rastiyê zêdetir” e ku ji guhnedana kûr ya zimanî tê.
Derdê Rêberê ew e ku amadekarên wê bi zimanê nivîskî yê piraniyê qanih û razî nebûne lê wan hewl daye ku zimanê heyî li gor tercîh û daxwazên amadekerên Rêberê saz bike. Di vî warî de mixabin hem amadekarên wê rê li ber xwe winda kiriye û hem jî talûke heye ku rê li ber xwandevanên xwe jî şaş bikin.
Kêmasiyên heyî yekcar zêde û zor in lê em ê li ser çend ji wan rawestin ku bi nêrîna me pirsgirêkên bingehîn peyda dikin.
Li jêr em ê li ser her yekê ji van pirsgirêkên Rêberê rawestin û nimûneyan jê bidin:
- Guhnedana dîroka zimanî: Bo nimûne di meseleya lêkera ”hatin” de bi ferzkirina rehê -hê- û redkirina rehê -ê- ji ber ku bi texmîna amadekarên Rêberê -hê- orijînaltir e lê em ê bibînin ku ew bi zelalî şaş in û ku di rastiyê de forma orijînal -ê- ye û ne -hê- ye.
- Guhnedana felsefeya zimanî: Wek mînak di mijara paşdaçekên ”de, re, ve” de. Em ê bibînin ku çawa hevahengî û hevkêşiyek di navbera pêşdaçekên bingehîn yên kurmancî ”bi, di, ji, li” de heye û herwiha hevahengiyek di navbera paşdaçekên bingehîn ”de, re, ve” de jî li ber sazbûnê ye û zimanê niha yê nivîskî kamilbûna wê hevahengiyê hêsan dike lê mixabin danerên Rêberê dixwazin formên ”da, ra” ferz bikin bi idiaya ku ”piraniya kurmancîaxivan” formên ”da, ra” bi kar tînin. Di vê xalê de ew xwe dispêrin argumenta ”piraniyê” lê hem di xala pêştir de û hem jî di herdu xalên paştir de û wek din jî hema bêje ji serî heta binî di Rêberê de piranî ji aliyê danerên Rêberê ve hatiye paşguhkirin.
- Pirsgirêka ”hîpertewangê”: Bo nimûne ferzkirina formên xeyalî yên hîperkorekt yên wek ”ew kurdiyê dizane” li şûna ”ew kurdî dizane” yan ”ji xanîyî, di mejîyî de” li şûna ”ji xanî/xênî”, “di mejî/mêjî de” û ”rêyê” wek forma çemandî/tewandî ya ”rê”.
- Pirsgirêka ”hîperparastinê”: Bo nimûne ferzkirina formên xeyalî yên wek ”pêyê min” û ”dêya min” li cihê ”piyê min, diya min” û formên din yên bi rastî di ziman de li kar. Herwiha ferzkirina -îy- li şûna -iy- ku dê ji çareserkirina qaşo pirsgirêka heyî zêdetir aloziyên gelek mezintir li gel xwe bîne.)
Wek ku me li jortir got, pirsgirêka serekî ya Rêberê hîperkorektî ye anku ”zêde-rastî” ye. Em pêşî lê binêrin ka di zimannasiyê de mebest ji hîperkorektiyê çi ye û paşî em ê beş bi beş li pirsgirêkên Rêberê binêrin.
Armanca vê nivîsarê bi ti awayî ne rûreş- û şermezarkirin an rezîl- û riswakirina amadekarên Rêberê ye. Hedef ew e ku di çapên nû yên Rêberê de ev rexne bên liberçavgirtin û dest ji rêbazên bi zelalî şaş bê berdan.
________________________________
TÊBÎNÎ:
[1] Bo nimûne di salên 1920an de ji jor de ji aliyê hikûmetê ve hat fermankirin ku tirkî êdî derbazî nivîsîna bi alfabeya latînî bibe û di salên 1930an de ji aliyê dezgeha hikûmî ya zimanê tirkî TDK ve dest bi ”paqijkirina” zimanê tirkî hat kirin. Bo agadarbûna ji wêrankariyên bi destê TDK, mirov dikare kitêba Geoffrey Lewis The Turkish language reform – a catastrophic success (Reforma zimanê tirkî – biserketineke karesatî, 1999) pêşniyaz bike. Lê heta TDK bi xwe jî van dehsalên dawiyê dest ji rêbazên xweferzkirinê berdaye.
[…] (Pêşî beşa 1 bixwînin.) […]
LikeLike
[…] pêştir: beşa 1 û beşa […]
LikeLike
[…] pêştir: beşa 1, beşa 2, beşa […]
LikeLike
[…] pêştir: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa […]
LikeLike
[…] pêştir: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa […]
LikeLike
[…] pêştir: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa […]
LikeLike
[…] pêştir: beşa 1, beşa 2, beşa 3, beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa […]
LikeLike
[…] Rêbera Rastnivîsînê ya Weqfa Mezopotamyayê de tê idiakirin ku rehê demên neborî (rehê dema niha, dema bêt û […]
LikeLike
[…] ”Pirgirêka mezin ya Rêberê ew e ku ew hewl dide zimanekî ji zimanê piraniya kurdînivîsan ”rasttir” çêke. Di zimannasiyê de navê vê diyarde û fenomenê ”hîperkorektî” anku zêde-rastî yan ”rastiya ji rastiyê zêdetir” e ku ji guhnedana kûr ya zimanî tê. Derdê Rêberê ew e ku amadekarên wê bi zimanê nivîskî yê piraniyê qanih û razî nebûne lê wan hewl daye ku zimanê heyî li gor tercîh û daxwazên amadekerên Rêberê saz bike. Di vî warî de mixabin hem amadekarên wê rê li ber xwe winda kiriye û hem jî talûke heye ku rê li ber xwandevanên xwe jî şaş bikin. Kêmasiyên heyî yekcar zêde û zor in.” (malpera Zimannas) […]
LikeLike
[…] hê ji roja 29.1.2020 ve dest bi êrişkirinê kir anku tenê çend saetan piştî belavbûna pêşgotina rêzenivîsa […]
LikeLike