Ferhenga peyvên teknîkî

ferhengeke kurdî-tirkî-inglîzî

 

FERHENGA ZARAVÊN TEKNÎKÎ

FerhengaTekniki

Ferhenga zaravên teknîkî ferhengeke peyvên teknîkî ya kurdî (kurmancî) – tirkî – inglîzî ye. Ferheng ji 180 rûpelan pêk tê û ji aliyê Yekîtiya Mihendis û Mîmarên Tirkiyê hatiye amade- û çapkirin.

Di ferhengê de nêzîkî 5 000 serpeyvên kurdî hene. Serpeyvên kurdî hem li tirkî û inglîzî hatine wergerandin û hem jî piraniya wan bi kurdî hatine şirovekirin.

Ji ber ku mijar teknîk û teknolojî ye, di ferhengê de ji birrên rêzimanî yên peyvan bi piranî tenê navdêr hene, birrên din peyda nabin an pirr kêm in.

Hin ji serpeyvên ferhengê peyvên di kurdî de heyî ne. Lê hejmareke mezin ji serpeyvan jî peyvên li ber tirkî yan zimanên din çêkirî ne.

Ji ber ku kurdî wek zimanê zanist û teknîkê hê jî baş pêş neketiye, sazkirina peyvên teknîkî li ber zimanên din jî divê ne wek tiştekî ”heram” were dîtin. Lê divê di peyvsaziyê de mirov baş guh bide qeyd û bendên peyvsaziyê di zimanê kurdî de.

Ferhenga zaravên teknîkî ji aliyê lijneyeke çend kesî ve hatiye amadekirin. Piraniya peyvên wê yên berhevkirî û heta yên nûçêkirî jî biserketî ne.

Di bikaranîna ferhengê de dê baş bûya ku beşên tirkî-kurdî û inglîzî-kurdî jî hebûna ji ber ku wergêr gelek hewceyî wan in di wergerandina berhemên teknîkî de. Bikarînerên vê ferhengê wek kitêbeke çapkirî nikarin li peyvên tirkî yan inglîzî – yên ku ew kurdiya wan meraq dikin – bigerin.

Lê çapa orijînal, mirov dikare bi lêgerîna li dosyeyê li peyvên tirkî û inglîzî jî bigere û kurdiya wan bibîne.

Kovara Kanîzar bi şanazî tevahiya vê ferhengê pêşkêşî xwandevanên xwe dike:

https://zimannas.files.wordpress.com/2017/03/ferhenga-zaraven-tekniki.pdf

 

Ferhengeke kurdî-almanî ji sala 1884

K-A-ala

Beiträge zum kurdischen Wortschatze (Hevkarî bo xezîneya peyvên kurdî) ferhengokeke zimannasê alman A. Houtum-Schindler e ku sala 1884 di kovara Komeleya Almanî bo Vekolînên Rojhilatî (Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft) de hatiye belavkirin.

Berhem ji 75 rûpelan pêk tê ku nêzîkî 55 rûpelan ferhengok e û 20 rûpel jî kurteşiroveyên li ser rêzimanê ne. Wergerên peyvan û şiroveyên rêzimanî bi almanî ne.

Houtum-Schindler peyvên ferhengoka xwe li Rojhilatê Kurdistanê û li Xorasanê berhev kirine. Ew ne ji lehceyekê bi tenê ne lê ji çendîn devok û zaravayan hatine berhevkirin. Tê de hem peyvên kurmancî, hem soranî, hem kelhurî û hem jî goranî hene. Lê piraniya peyvên Houtum-Schindler bi xwe berhevkirî ji soraniya mukrî ne. Peyvên ji kurmancî ji Xorasanê ne lê wî herwiha gelek peyv ji ferhenga kurmancî-fransî ya Ferdinand Justi jî neqlî ferhengoka xwe kirine.

Houtum-Schindler ihtimalen yekem kes e ku di ferhenga xwe de cih daye peyvên ewqas lehceyên kurdî. Wî herwiha li ber her peyvê herwiha diyar jî kiriye ka peyv ji kîjan devokê yan deverê hatiye wergirtin ku ev jî diyardeyeke ferhengsazî ye ku di kurdî de berî Houtum-Schindler nehatibû kirin û gelek caran piştî wî jî hatiye piştguhkirin.

Herwiha Houtum-Schindler yekem kes e hewl daye hin agahiyên etîmolojiyê li ser peyvên kurdî bide. Bo nimûne, wî li ber peyvên wî bi xwe berhevkirî yên ne-kurmancî herwiha hevrehên wan yên kurmancî ji ferhenga Justi neqil kirine ber wan û li ber piraniya serpeyvên xwe hewl daye ku hevrehên wan yên farisî jî pêşkêş bike.

Ev ferhengok bo vekolînên zimannasî baş e. Lê bo bikarînerên ”sade” yên ferhengan ew baş bi kêr nayê ji ber ku her çend peyv ji deverekê yan lehceyekê ne û hebûna yan tinebûna peyvan di ferhengokê de hema-hema bi tesadifî ye, ne li gor berbelavî û mişetiya peyvan di zimanê kurdî de ye.

Heta ber bi dawiya sedsala bîstem, ferhengoka Houtum-Schindler tekane ferhenga kurdî-almanî bû.

Em li vê derê tevahiya vê ferhengokê belav dikin:

https://zimannas.files.wordpress.com/2017/03/beitrc3a4ge-zum-kurdischen-wortschatze.pdf

Husein Muhammed