Pêdaçûneke Rexneyî li ser “Rêbera Rastnivîsînê”

Ergin

Ergin Öpengin*

(Têbîniya malpera Zimannas: Ev nivîsara zimannasê hêja Ergin Öpengin sala 2017 di kovara Derwaze hejmara 1 de derketibû. Nivîsar li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan nivîsî ye û hatiye nivîsîn berî ku heman kitêb bi navê weqfa Mezopotamyayê û navê nêzîkî 20 kesan dubare were weşandin. Mixabin di çapa nû jî ya Rêbera Rastnivîsînê de nêrînên Öpenginî – wek nêrînên rexneyî yên piraniya zimannas û şarezayên din jî hatine piştguhkirin.

Malpera Zimannas vê nivîsar bi destûra E. Öpengin belav dike daku hem xwandevanên kurdî bi giştî jê haydar bibin û hem jî bi hêviya ku amadekarên Rêbera Rastnivîsînê ji niha pê ve li şaşiyên xwe hişyar bin.)

 

Wek pdf vekin û bixwînin!

 

____________________________________________

Pirsên Rênivîsa Kurmancî:

Pêdaçûneke Rexneyî li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan

 

Xebatên li ser rênivîsa kurdî û Rêbera Rastnivîsînê

Gava ku Celadet Alî Bedirxan û hevkarên xwe dest pê kir di kovara Hawarê de elifbêya kurdî ya bi herfên latînî bi kar anî, qaîdeyên serekî yên nivîsînê, anku yên rênivîs an rastnivîsînê jî danîn û tedbîq kirin. Bo nimûne, hindek carên istisna tê de nebin, di Hawarê de navên milet û zimanan bi herfên hûrek dihatin nivîsîn, an jî pêşgira negatîv ne bi piranî ji lêkerê cuda hatiye nivîsîn her wekî paşgira dema boriya çîrokî . Hem di vê kovara navhatî de hem jî di nav nivîsevaniya kurmancî ya dehsalên paştir de, piraniya qaîdeyên Hawarê hatine parastin, lê belê gelek jî hatine guhartin. Bi taybetî piştî “vejîna” nivîsevaniya kurdî li diyasporayê li salên 80yan, hewlên muxtelif ji bo standardkirina kurmanciyê hebûn, ku standardkirina rênivîsê wek pêngava wê ya yekem dihate dîtin.[i] Lewma ji Semînera Kurmancî û rojnameya wê ya Kurmancî[ii] pê de rêformên de facto an jî fiîlî yên rênivîsa kurmancî dest pê kir û her weşan an dezgeheke nû tercîhên xwe yên rênivîsê li yên heyî zêde kirin. Rêzimanên kurdî jî gelek caran beşek ji qaîdeyên rênivîsê re vediqetand.[iii] Lê xebateke xweser ya bi rengê rêbereke rênivîsê encax sala 1997an derçû, ku Bingehên Rastnivîsandina Kurdiyê (kirmancî)[iv] ya Arif Zêrevanî bû. Xebata Zêrevanî li ser xalên bingehî yên rênivîsê (nivîsîna navên milet, ziman, dîn, hwd.) her li dû qaîdeyên Hawarê bû; bi rengekî, birojkirin û berfirehkirineke wan bû ku hin aliyên nû yên nivîsevaniyê jî bi xwe ve bigire. Naveroka berhemê jî bi rengekî zelal hatibû raçandin û pêşkêşkirin; lê belê, diyar e ji ber hindek tercîhên nivîskarê berhemê, ku nisbeten ji meyl û prêzeyên nivîsînê yên nivîskar û xwendevanên kurmancî dûr bûn (bn. ko li şûna ku-ya berbelav, an jî bikaranîna nîşandeka iqtibasê wek »…« li şûna “…”, hwd.), ew rêber li nav kurdên bakur pir nehate teqîbkirin. Di ser wê re, van salên dawî hin dezgehên li bakur hindek qaîdeyên rênivîsê li dû rênivîsa zimanê tirkî tedbîq dikin, wek nivîsîna herfa ewil a navên ziman û miletan bi girdekan, bikaranîna apostrofê ji bo cudakirina paşgiran ji hejmaran, bikaranîna nîşandeka xal ji bo diyarkirina hejmarên rêzîn (bn. 4. Mihrîcana …).

Read More »

Rexne li “Rêbera Rastnivîsînê” ya WM

Isik

Şemsettin Işıklı

(Ev rêzenivîs berê yek bi yek li ser Facebookê hatine belavkirin. Ji ber vegurbûna mijarê, em hemûyan li ser hev kom dikin û bi carekê belav dikin.)

 

Beşa 1

Pirtûkeke bi navê ‘Rêbera Rastnivîsînê’ derketiye. Komxebata Kurmanciyê ev pirtûk amade kiriye û ji alî Weqfa Mezopotamyayê ve hatiye weşandin.

Bi rastî ev pirtûk çend sal berê derketibû lê aniha dîsa çap bûye. Elbet xebateke hêja ye û divê li ber destê mirov be.

Bi derketina vê pirtûkê re hin nîqaş jî çêdibin û divê çêbin jî. Ez jî, li gor xwe, dê tevlî vê niqaşê bibim û car caran hin notan binivîsim.

  • Di pirtûkê de sernivîsên wek ‘Kurdistana Bakurî, Kurdistana Başûrî, Kurdistana Rojhilatî û Kurdistana Rojavayî’ hene. Bakur, başûr, rojhilat û rojava navên hêlan in. Hin caran navdêr in û hin caran jî rengdêr in. Li vir ew di qedînekê de wek rengdêr hatine bikaranîn. Di kurmanciyê de rengdêr natewin, navdêr ditewin. Gava ku qedîneka me rengdêrî be wateyeke wê heye lê gava ku navdêrî be wateyeke wê ya din heye. Heman wateyê nadin.
  • Wateya ‘Kurdistana Bakurî’ ji wateya ‘Kurdistana Bakur’ cida ye. Li vir niyeta nivîskar ‘Kurdistana Bakur’ e, yanê ew perçeya Kurdistanê ku li hêla bakur e. ‘Kurdistana Bakurî’ di wê wateyê de ye ku Kurdistan aîdê bakurê ye.  Ya rast wiha ye: ‘Kurdistana Bakur, Kurdistana Başûr, Kurdistana Rojhilat, Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûrê Rojava(Başûrrojava).’ Pêşniyara nivîskar ji bo hêlên nesereke maqûl e.
  • Heman şaşî di sernivîsên wek ‘navdêrên taybetî’ de jî heye. Peyva ‘taybet’ê rengdêr e û natewe. Ev qedîneka rengdêrî ye. Ya rast û qesta nivîskar ‘navdêrên taybet’ e. Wateya ‘navdêrên taybetî’ tiştekî pir cida ye.

 

Beşa 2

Di serê min de sê pirs çêbûne ku ez dixwazim ji amadekarên Rêbera Rastnivîsînê bikim. Bi awayekî din bêjim sê niqte hene ku ez pir meraq dikim. Bi hêvî me ku dê camêrek îzahatekê li ser van meseleyan bike.

  • Ev ‘Rêbera Rasnivîsînê’ bi awayekî li ser me hatiye firzkirin ku em bi dest bixin û li gor wan qayîdeyên tesbitkirî binivîsin. Lê ev ‘Rêber’ bi awayekî lûks hatiye amadekirin û bihayê wê pir zêde ye. Û bêhna ticaretkirinê jê tê. Gelo ku hinek mutewazîtir û erzantir bûya dê maqûltir nebûya?
  • Di Rêberê de hatiye diyarkirin ku ji bo tesbîtkirina van qayîdeyan heft civîn pêk hatiye, 13 zimannas û 5 lêkolîner tevlî bûne û li ser mijaran niqaş çêbûye û li hev kirine. Lê ez meraq dikim ka gelo hemû beşdarên civînan bi yekdengî gotine ‘erê’ ji bo wan biryarên di Rêberê de. Tu kes ji tu tiştî re muxalefet nekiriye, gelo? Mesela ez helwêsta Zana Farqînî meraq dikim ka li hember hin mijaran çi gotiye. Mesela, Reşo Zîlan ji hemû biryaran re gotiye ‘erê’?
  • Bi ya min; diviyabû di serî de Komxebatê peyva ‘zimannasî’yê standard bikira. Gelo zimannasî çi ye? Zimannas kî ye? An jî zimanzan? Bo nimûne:
    1. Yê/a ku ilmên li ser zimên nexwendiye, perwerdeyiya lenguîstîkî nedîtiye dikare bibe zimannas?
    2. Yê/a ku tenê bi zaravayê xwe baş dizane û dikare bi zaravayê xwe baş binivîse lê haya wî/wê ji zaravayên din tune dikare bibe zimannas?
    3. Yê/a ku tenê bi devoka xwe baş dizana lê haya wî/wê pir ji devokên din tune dikare bibe zimannas?
    4. Yê/a ku çend pirtûkên rêzimana kurmanciyê dane ber xwe û ji wan sentezekê çêbike û li ser navê xwe pirtûkekê amade bike û pirtûka xwe jî hinek bixemilîne, dikare bibe zimannas?
    5. Û em ji wan kesên ku bi rastî jî emrê xwe di xizmeta zimanê xwe de xerc kirine lê haya wan ji zanyariyên li ser zimên û zimanan tune ne, çi dikarin bêjin?
    6. Qey ferz e ku em ji yên ku baş bi zimanê xwe dizanin re etîketekê danin?

 

Beşa 3

Di hemû zimanan de û di kurmanciya me de jî qayîdeyên giştî yên rêzimanî hene û ziman li gor wan qayîdeyan tê bikaranîn. Lê li hin cihan û hin caran ew qayîdeyên giştî dibe sedemê tevlîhevî û şaşfehmiyan. Ji ber vê yekê ziman li gor mentiqê xwe bi domana demê re û bi lihevkirineke civakî qayîdeyên awarte peyda dike. Di van qayîdeyên awarte de wateyek, mentiqek, kedek, û dîrokek heye. Gava ku qayîdeyên giştî dixitimim, ziman ji xwe re kulekek vedike û tê re nefes dide û distîne. Tu kes nikare bi serê xwe kulekekê di ziman de veke an bigire. Di hemû zimanan de rêzikên îstîsna hene. Ew rêzikên awarte sînorên ziman fireh dikin, dewlemend dikin. Tu kes nikare bêje; ez zimannas im, ez ê li gor dilê xwe qayîde danim an rakim. Wezifeya zimannasan ew e ku hemû rê û rêzikên zimên bizanin û bidin zanîn.

Di vê beşê de mijara me tewandina navdêrên nêr yên yekhejmar e. Qayîdeya giştî ew e ku navdêrên nêr yên yekhejmar bi parkîta(paşgira) ‘î’yê tê tewandin. Ev rast e lê ev ‘î’ya me xwediyê pir fonksiyonan e. Bi peyvan ve dizeliqe wateyên cida cida dide. Ji navdêran navdêreke din, ji rengdêran navdêr çêdike. Ji ber vê di tewandinê de jî problem çêbûye û ziman bi mentiq û îmkanên xwe xwestiye ji vê tengasiyê xilas bibe.

Celadet Bedîrxan bi zelalî, bi mentiqeke têgihîştî û bi lêkolîneke berfireh vê mijarê şîrove kiriye û bi me daye zanîn. Û bila tu kes jî xwe nebe û neîne, hîn jî bi giştî Caladet Bedîrxan di zirveyê de ye. Hîn jî kes negihîştiye sewiyeya wî û hîn jî em li ser sermiyanê wî xwe xwedî dikin. Ez nabêjim ku hemû gotinên wî ne niqaşbar in. Niqaş lazim e lê divê ku pêşî mirov xwe bigihîne sewiyeya wî.

Di vê mijarê de ew wiha dibêje: 1- Tewang bi ‘î’yê çêdibe. 2- Gava ku di bêjeyê de tîpên ‘a’ an ‘e’ hebe ew diguhere dibe ‘ê’. 3- Meyîldariya terikandina tewangê heye.
Dibêje ev her sê rê jî rast in.

Li ser vê, ka bala xwe bidin Rêbera Rastnivîsînê çi dibêje:

Ez bajarî dibînim. Gelo ez çi dibînim? Ez bajêr dibînim an yeke/î ji bajêr dibînim?
Ez welatî dibînim. Gelo ez welêt dibînim an keseke/î ji welêt dibînim?
Ez gundî dibînim. Gelo ez gund dîbînim an keseke/î ji xelqê gund dibînim?

Ka lê binêrin:

Ez derî vedikim. Ez Şêrko dibînim. Ez xanî/xênî ava dikim. Di van hevokan de çi şaşî an tevlêhevî heye?

Lê Rêbera me dibêje na, van hevokên zelalwate giran bikin û bêjin:

Ez derîyî vedikim. Ez Şêrkoyî dibînim. Ez xanîyî ava dikim. Yanê yekî zimannas çawa dikare vê biparêze?

Ew peyvên ku Rêbera me dibêje ‘a’ an ‘e’ tê de tune, em ne mecbûr in wan peyvan bitewînin.

Ez şîr vedixwim. Ew goşt dixwe. Ez rûn dikirim. Tu tirî difroşî. Çi şaşî an tevlîhevî di van hevokan de heye? Wateyên wan ne zelal in?

Ez ê vê qayîdeya awarte bi kar bînim. Û ez rast nabînim ku em tenê em bi ‘î’yê navdêra nêr bitewînin.

Arif Zêrevan di sala 1997î de bi navê ‘Bingehên rastnivîsandina kurdiyê’ xebateke pir hêja kiriye. Wisa dixwiyê ku Rêber hin qayîdeyan ji wir wergirtiye.

Gelo ew çavkaniyên ku Rêberê jê îstifade kiriye ji bo çi nehatine dîyarkirin?

 

Beşa 4

  • Mala nivîskarê Rêberê ava be ji ber ku du rûpel ji ‘alfabe’ya me re veqetandiye. Lê gelo çi gotiye? Bi ya min tîştek negotiye. Tenê tîpên ku jixwe tên zanîn rêz kiriye û nivîsîye. Pirsgirêkan ji ser guhê xwe ve avêtiye. Pirsgirêk ev e:

Hin tîp hene xwediyê du rengan in. Ev tîp neh heb in.

A- Azad. Ayeke din jî heye: A- Adil

Ç- Çiya. Çeyeke din jî heye: Ç- Çene

E- Evîn. Eyeke din jî heye: E- Emer

H- Hêvî. Heyeke din jî heye: H-Hemîd

Î- Îskan. Îyeke din jî heye: Î- Îsa

K- Kawa. Keyeke din jî heye K- Kanî

P- Pola. Peyeke din jî heye: P- Perî

T- Tîrêj. Teyeke din jî heye: T- Teşî

X- Xunav. Xeyeke din jî heye: X- Xulam

XW- Ev jî dîftonga me ye. Rêbera me vê ji bîr kiriye.

 

Rêbera me ji van tîpên dureng re rêberî nekiriye. Ji bo çi hewceyî pê nedîtiye?

Celadet Bedîrxan bal kişandiye ser van tîpan, li gor xwe jî çareserî dîtiye û hêştiye hêviya bikaranîneran.

Baran Rizgar jî çareseriyekê dîtiye; li bin tîpa ku rengê diduyan derdixe xizekê kêşandiye.

Lê ev arîşe giring e, divê ku bê çareserkirin. Loma di hînbûn û di hînkirina van tîpan de zehmetî çêdibe. Min, wek mamosteyekî zaravayê kurmanciyê, vê zehmetiyê kêşaye û dikêşim.

2- Lêkereke me heye: Hatin. Ev lêkereke pir muhteşem e, pir kêrhatî ye. Û ji rêzê der e. Yanê lêkereke îstîsna ye. Wek lêkereke alîkar jî tê bikaranîn di hevokên tebatî (pasîf) de.

Demên borî: Ez hatim. Tu hatî. Ew hatibûn. Hûn hatine.
Dema niha: Ez têm. Ew tê. Ew tên. Tu têyî.
Dema bê: Ez ê bêm. Ew ê bê. Em ê bên. Tu yê bêyî.

Ev lêker bi vî awayî hatiye bikaranîn, tê bikaranîn, berbelav bûye û standard bûye.

Kurmanciya me bi domana demê re li gor mentiqê xwe, xwe sivik dike, zêdeyan tavêje û xwe hêsan dike û xwe diguherîne.

Nivîskarê Rêberê çi dixwaze ji vê lêkera me ya şîrîn? Ji bo çi ‘ih’ekê lê zêde kiriye û giran kiriye? Ji bo çi me dike nav wê zehmetiyê? Dibêje: dihê, bihê. Bila bi xwe bi kar bîne. Lê bila li ser me ferz neke. Ez dev ji ‘bê’ û ‘tê’ya xwe bernadim. Erê wila! 

 

Beşa 5

Celadet Bedîrxan, 80-90 sal berî niha ‘Bingehên Gramera Kurmanci’ di kovara xwe ‘Hawar’ê de nivîsîye. Ez ê qala du mijarên giring bikim: 1- Tewang. 2- Veqetandek. Ew rêzikên ku Celadet Bedîrxan tesbît kirine, ji wê rojê ve di zimanê me yê nivîskî de bûye standard û nivîskarên Rêbera Rastnivîsînê jî(yên ku ez dinasim) ev e çil sal e li gor wê standardê tevdigerin.
Lê îro nivîskarê Rêberê heman rêzikan dubare dike lê di çend tiştên biçûk de tercîhekê dike ku ew tercih jî di îzahatên Celadet Bedîrxan de hene.

  • Arîşeya tewandina navdêra nêr ya yekhejmar bi ‘-î’yê di beşa sisêyan de hatibû şîrovekirin.
  • 2- Tewandina navdêra pirhejmar ya ku bi ‘-in’ê bibe nebinavkirî. Bizin-bizinin, hesp-hespin, derî-deriyin. Li vir navdêra ‘bizin, hesp, derî’ bi ‘-in’ê bûne pirhejmar û nebivavkirî. Gava ku em van navdêran bi ‘-an’ê bitewînin, dibe ‘bizininan,hespinan,deriyinan’. Li vir Celadet Bedirxan tespîteke muhteşem dike û dibêje: 1- Ji bo pirhejmariyê du tîpên ‘n’ zêde ne, yek bes e. 2- Ziman xwe ber bi sivikayiyê ve diherikîne. Em peyvê giran nekin.
    Ez bizinina dibînim. Ez deriyina dibînim. Ez hespina dibînim. Li vir tu sedemeke tevlîheviyê tune. Divê ku em qedrê vê rêzikê baş bizanibin û têbigihêjin.
  • Veqetandekên binavkirî: -Ê, -A, -ÊN. Veqetandekên nebinavkirî: -EK, -EK, -IN.
    Gava ku navdêrên bi veqetandekên nebinavkirî bên tewandin; dibin; -EKÎ, -EKE, -INE

Rêbera me meseleyê dibe û tîne, dûre veqetandeka ‘-ekî’yê dipejirîne. Lê veqetandeka ‘-eke’yê dike ‘-eka’. Ji bo çi Rêber vê standarda berbelavbûyî diguherîne?

Ji ber ku ziman bi domana demê re xwe li gor mentiqê xwe, xwe sivik dike û diguherîne; hin caran û hin nivîskar ew ‘î’ û ‘e’ya li dû ‘ek’ ê bi kar naînin. Bi rastî jî li vir tunebûna ‘î’ û ‘e’yê nabe sedema pirsgirêkekê. Em bihêlin bila ziman rehet biherike. Her rêzikek istisnayên xwe bixwe diafirîne.

4- Rêber veqetandeka ‘ine’yê jî dike ‘inên’, Yanê ‘hespine wan’ dike ‘hespinên wan’. Rêber li vir jî hem standardê xira dike û hem jî barekî girantir datîne ser pişta zimên.

Di rûpela 123yan de rêber hevokeke wiha dinivîse: ‘Divê bihê dîyarkirin ku di vê mijarê da fikreka din jî heye. Nimûneyên vê fikra ku Celadet Bedirxan jî piştgiriya wê dike, weha ne.’ Di rûpela 137an de jî Rêber navê Celadet Bedirxan dinivîse û dibêje; veqetandeka ‘ine’yê nabe, bila bibe ‘inên’. Min di van hevokan de problem dît. Hevok ne rast e, Celadet Bedirxan ne piştgir e. Û ji bo çi Rêber di lidijderketinên xwe de navê Celadet Bedirxan bi bîr anîye?

5- Heta niha me wek standard paşdaçekên ‘de û re’ bi kar anîye. Helbet ‘da û ra’ jî rast in. Rêber hema bi yek carî dibêje: ‘da û ra’. Ez ê bikaranîna ‘de, re, ve’yê bidomînim.

Bi rastî hinek mijarên din jî hene ku mirov li ser bisekine lê ez ê dawî bidim gotinên xwe. Berî ku ez biqedînim ez ê çend gotinên din jî bêjim. Rêber termînolojiyê jî hinek guherandiye. Mirov di xwendinê de zehmetî dikêşe. Nimûne:
Veqetandek: gire, binavkirî: nasyar, nebinavkirî: nenasyar, dengdar: nedengdêr, û didome.

Bi ya min, divê ku hemû xebatên li ser zimên wek helqeyên zincîrekê bin û hev temam bikin. Divê ku helqeyên zincîrê quwet bidin hev, haya wan ji hev hebin, yek li dû ya din cihê xwe bigire. Mesele meseleya zimanekî neteweyî ye, ne ya ekolekî, grûbekî an ya şexsekî ye.

 

Dê bidome.

________________________________

NIRXANDINÊN KESÊN DIN LI SER RÊBERA RASTNIVÎSÎNÊ YA WEQFA MEZOPOTAMYAYÊ:

BERSIVEK BO ÊRIŞÊN BAHOZ BARANÎ

Husein Muhammed

 

Pêşgotin

Di dema derketina beş bi beş ya rêzenivîsên min li ser ”Rêbera Rastnivîsînê” ya Weqfa Mezopotamyayê (ji niha pêve Rêber) û piştî hingê jî, bi taybetî li ser Facebookê lê herwiha bi riya email û telefonê jî, gelek gotûbêjên biber û bibereket di navbera min û gelek hêjayan de peyda bûn.

Piraniya van kesan xwandevanên asayî yên berhemên kurdî ne. Çend kes jî ji wan kesan in ku berî min rexne li Rêberê kirine. Lê di nav gotûbêjên li gel min de herwiha çend kesên wisa jî hene ku navê wan jî di nav amadekarên Rêberê de li ser bergê kitêbê ye.

Di hinek mijaran de belkî min karîbe hinek xwandevanan bi nêrînên xwe qanih bikin. Di hinekan de jî bi zelalî min nekariye. Li gel hinek kesan em bi hêsanî gihiştine qenaeteke hevbeş, li gel hinekan jî nêrînên me hê jî ji hev dûr in. Li gel hinekan belkî em qet negihin hevbîriyê jî.

Lê nêrînên van hemû kesan bi dîtina min giring in. Ez hem ji wan kesan gelek tiştan hîn bûme yên ku em di van mijaran bi hêsanî bi hev re gihiştine baweriyeke hevbeş û hem jî bi taybetî ji wan kesan fêr bûme yên ku bi hêsanî em li gel hev negihiştine qenaeteke hevpar.

Ji niha ve dixwazim ji dil spasiya we hemû hêjayan bikin ji ber ku we bi pirs, bersiv, nêrîn û rexneyên xwe meydana gotûbêjên zimanî û zimannasî – ya ku gelek caran di kurdî de qels û lawaz e – niha gur û geş kiriye.

Bi taybetî jî dixwazim spasiya wan amadekarên Rêberê bikim ku piştî derketina rexneyên min bi awayekî normal li gel min têkilî danîn û nêrînên xwe li gel min gotûbêj kirin. Li gel çend ji wan nêrînên me li ser hinek mijaran nêzîkî hev bûne lê di hinek mijaran de jî em wek hev nafikirin. Lê dîsa jî gotûbêjên biber di navbera me de berdewam in.

Herwiha dixwazim spasiya Weqfa Mezopotamyayê û bi taybetî jî akademîsyen Mîkaîl Bilbil bikim. Rêber ji aliyê wê weqfê ve hatiye weşandin û kek Mîkaîl jî koordînatorê wê weqfê ye.

Piştî ku rexneyên min li ser Rêberê belav bûn, Mîkaîl telefonî min kir. Li destpêkê ez hinekî heyecanî bûm ka ew dê çi bibêje. Lê dûrî gazin û lomeyan, wî camêrî spasiya rexneyên min kir. Di heman demê de pêşniyaza hevkariyê jî kir. Me li hev kir ku ew berhemên weqfê yên li ser zimannasiyê bo nirxandin û rexnekirinê bigihînin ber destê min.

[Piştî wêneyan nivîs didome.]

Mikail1

Mikail2

Mikail3

Mikail4

 

Êrişkariya Bahoz Baranî

Mixabin di nav kurdan de hê gelek kes hene ku ti tehemila destnîşankirina kêmasiyên xwe nakin. Ew rexneyê ne bi armanca kemilandinê lê wek jehrê û ziqnebûtê dibînin.

Di nav kurdînivîsan de yek ji pêşengên tehemilnekerên rexneyan jî bi salan e ku Bahoz Baran bûye.

Rêkar û metoda Bahozî hem êrişkirin e û di heman demê de jî tawanbarkirina kesê beramber bi êrişkirinê ye. Ew di nivîsa xwe ya roja 13.2.2020 û di belavkirina xwe ya li ser Facebookê roja 11.2.2020 min bi ”heqaret”ê tawanbar dike û dawa derneketina ji ”isûla akademîk û zanistî” dike.

Di heman demê de wî bi xwe tometên ”hesûdiyê” û ”çavnebariyê” avêtine ser min.

[Nivîs piştî wêneyan didome.]

Bahoz 1

Di rastiyê de, Bahozî hê ji roja 29.1.2020 ve dest bi êrişkirinê kir anku tenê çend saetan piştî belavbûna pêşgotina rêzenivîsa min.

Min di pêşgotina xwe de nivîsî:

Armanca vê nivîsarê bi ti awayî ne rûreş- û şermezarkirin an rezîl- û riswakirina amadekarên Rêberê ye. Hedef ew e ku di çapên nû yên Rêberê de ev rexne bên liberçavgirtin û dest ji rêbazên bi zelalî şaş bê berdan

Bertek û karvedana Bahozî beramberî wê wiha bû:

Bahoz 2

Piştî belavkirina Bahozî ya roja 13.2.2020, gelek kesan rexne li wî kirin ku gotinên bêbingeh dike û bîlasebeb min bi heqaret, hesûdî û çavnebariyê tawanbar dike. Di nav rexnekerên gotinên wî de ji bilî kesên asayî hinek nivîskar û zimannasên me yên diyar jî hene.

Pêşî Bahozî ew belavkirina/şandiya xwe kiribû giştî anku her kesî dikarî wê bibîne. Lê piştî ku pê hesiya ku gelek kes tên rexneyan li gotinên wî yên bêbingeh dikin, bînbariya belavkirina xwe ji ”giştî” kir ”heval”. Anku tenê kesên ku li ser Facebookê hevalên wî ne, dikarin bibînin.

Binêrin wêneyê jortir ku bînbariya belavkirinê hemû dinya ye û wêneyê jêrtir ku bînbariya belavkirinê bûye ”heval”.

Bahoz 3

Piştî ku li ser dîwarê Bahoz Baranî bi xwe yê Facebookê gelek rexne lê hatin kirin ku bêbingeh min tawanbar dike û ew bi tehemilnekirina destnîşankirina kêmasiyan hat rexnekirin, wî soz da ku bersiva nivîsara min bide.

Ya ku ez û bawer im piraniya xwandevanan jî li bendê bûn ew bû ku ji aliyê zimannasî ve bersiva rexneyên min bide ku bi kurtî ev bûn:

  • rehên dema niha yên lêkera ”hatin”
  • paşdaçekên ”de, re, ve”
  • nivîsîna wek “-iy-” yan “-îy-“
  • nivîsîna awayên berbelav yên wek ”piyê min, diya min, li ser rê, mala Elî” yan jî formên xerîb û xeyalî yên wek ”pêyê min, dêya min, li ser rêyê, mala Elîyî” yên ku Bahozî û hevbendên xwe di Rêberê de tercîh kirine.

Li şûna bersivdana van mijaran ku min Rêber û amadekarên wê rexne kirine, Bahoz êrişî min û hemû rexnegirên din jî yên Rêberê dike ku qaşo em ji hesûdî û çavnebarî xebatên hevkariyê naxwazin yan jî – haşa – em naxwazin ku zimanekî hevgirtî yê standard peyda bibe.

Bahoz ji kustehî û quretî tometên wiha diavêje ser min û wan camêran yên ku zehmeteke mezin kişandiye û kêmasiyên zîq û zelal yên Rêberê aşkere kirine.

Wek ku tê zanîn, ez bi ti awayî ne tek kes im ku Rêber rexne kiriye. Bo nimûne:

Bahoz hewl dide min bi bêqîmetkirina endamên Komxebatê tawanbar bike. Lê, şukir, ji gotûbêjên li gel endamên Komxebatê û ji têkilî û hevkariya li gel koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê jî diyar dibe ku ew camêr ti qîmetê nadin van gotinên zikreşane yên Bahozî.

Bahoz di bersiva xwe de hewl dide awayê karkirina Komxebatê bi awayekî gelekî birêkûpêk, zanistî û demokratîk bide nasîn û wisa Rêberê wek encama wê rewa û meşrû bike.

Bêguman e ku piraniya endamên Komxebatê kesên hêja ne. Ji xwe min jî di nivîsara xwe de diyar kiribû ku di Komxebatên de kesên gelek hêja hebûne. Pirsgirêk ne ew e ku ew ne şareza bûne, pirsgirêk ew e ku çend kesan gelek teoriyên seyr û sosret dane ferzkirin.

Wek ku yek ji endamên hêja yên Komxebatê, Deham Ebdulfettah, dibêje: 

“Sebaret bi guftûgokirina mijaran di civînên komxebatê da, min berî nuha gotibû ku gelek dengên endaman paşguh dibûn û yê min jî yek ji wan bû. Wê hingê diket gumana min ku lihevkirineke pêşînde li ser erêkirina hin mijarên aloz di navbera hin endaman da heye. Di wê rewşa komxebatê da min biryar wergirt ku ez beşdarîya xwe sivik bikim û paşê ez li her du civînên dawî (ya Mêrdîn a duwem û ya Stanbolê) amade nebûm. Hebûna navê min jî li ser Rêberê ne bi dilê min bû, lê weşanxaneya Wardozê ji min ra ragihand ku navê te pêşniyaza dostê te yê herî nêzî te bû, ne me ji ber xwe ve nivîsîye. Dema ku min ji dostê xwe pirsî, çima … Got: hebûna navê te giring bû …”

Ebdulfettah ne tek kes e ku bi hebûn navê xwe li ser bergê nerazî ye. Navê hin kesên din jî li cem me heye.

Rast e ku li ser bergê Rêberê navê nêzîkî 20 kesan hatiye nivîsîn. Lê di pratîkê de ew heman kitêba Mistefa Aydogan e ku berê jî bi navê Rêbera Rastnivîsînê hatibû belavkirin. Tek guherandina berçav veguhastina paşdaçekên ”de, re” bi ”da, ra” ye ku ne çêtirkirinek e lê xirabtirkirinek e û me di nivîsara xwe de bi dûrûdirêjî sebebên wê diyar kirine.

Min di dema xwe de derfeta nirxandina destnivîsa Rêberê nedît ji ber ku ez mijûlî ferhengeke mezin ya fînlandî-kurmancî bûm û wek din jî karê min gelek zêde bû. Bahoz min bi wê yekê tawanbar dike ku min hingê nêrînên xwe negotin.

Lê çendîn kesên ku nêrînên xwe bi dûrûdirêjî jî pêşkêş kiribûn, dûre poşman bûne çunkî armanca komika navîn/serdest ya Komxebatê ew bûye ku Rêbera Rastnivîsînê ya berê hema-hema neguherandî bide qebûlkirin loma nêrînên hatî di pratîkê de bi temamî hatine paşguhkirin. Ne tenê D. Ebdulfettah lê çend endamên din jî ev ji min re gotiye û min bi navberiya hin kesên din jî ji hinek endamên din yên Komxebatê ev bihîstiye.

Tevî ku Bahoz nivîsa xwe de idia dike ku Mîkaîl Bilbil tiştekî wisa ji min re negotiye jî, dubare dikim ku Mîkaîl tam wisa ji min re gotiye ku wan nedixwast rêbera berê biguherînin. Eger qaşo min gotinên wî berovajî kiribin, çima ew rabûye pêşniyaza hevkariyê li min kiriye û paşî çendîn berhemên weqfa xwe bo nirxandinê şandine cem min?

 

Bersivên xav

Bahozî nivîseke dirêj nivîsiye lê dîsa jî tenê kurt û hê jî xavtir bersiva çend rexneyên min daye.

Berî ku behsa bersivên Bahozî bikim, lêborînê ji xwandevanan dixwazim ku min di nivîsara xwe de gotibû ku Rêber pêşgira -bi- li gel pêşlêkeran jî ferz dike. Min di dema amadekirina nivîsara xwe de çend kitêb didan ber hev û ev tişt ji kitêbeke kevntir bi xeletî ket nivîsara min.

Wek din:

Di mijara ”hatin”ê de Bahoz xwe diparêze û dibêje ku qaşo wan rehê ”-hê-” (wek ”ez dihêm”) û ”-ê-” (wek ”ez têm”) herdu dane. Lê kitêb ji serî heta binî bi rehê ”-hê-” hatiye nivîsîn û di ser re jî wan rehê ”-hê-” pêşniyaz kiriye û rehê ”-ê-” tenê ”tehemil” kiriye.

Berovajî piraniya mitleq ya kurmancîaxivan, rastiya bêguman ya dîrokî[1] û yekdengiya klasîkên kurdî[2] jî, nivîskar û serdestê Rêberê Mistefa Aydogan idia dike ku rehê orijînal -hê- ye![3] Tevî ku etîmologên zimanên kurdî/îranî bi salan e haydar in ka eslê lêkera “hatin” û rehê wê yê dema niha ji kû ye.[4] Lê qaşo-zimannasên me ne bi axiftina gel qanih dibin û ne jî xîret dikin lêkolînên heyî bixwînin berî ku fermanan bidin.

Li ser mijara paşdaçekên ”de, re, ve” min bi dirêjahî sebebên tercîhkirina wan diyar kiribûn. Bahoz min bi “jibîrkirina” berhemên Mehmet Emîn Bozarslan, Kemal Burkay, Perwîz Cîhanî tawanbar dike.

Li gel hemû rêzgirtina min bo her sê kesên navborî jî, berhemên wan bi ti awayî nabin 5% ji hemû berhemên kurmanciya bi alfabeya kurdî-latînî. Belkî heta nabin 1% jî.

Bahoz di mijara paşdaçekan de herwiha min bi paşguhkirina berhemên bi alfabeya krîlî nivîsandî tawanbar dike. Lê ma wan bi xwe di Rêbera xwe de guh daye berhemên bi alfabeya krîlî nivîsandî?

Bo nimûne, bi alfabeya kurdî-krîlî:

  • paşdaçek bi peyva berî xwe ve dihatin nivîsîn (lê Rêber wan jê cuda dinivîse)
  • paşgira pirhejmar ya ravekî ”-êd” bû, bo nimûne ”kitêbêd kurdî” (Rêber: -ên)
  • paşgira pirhejmar ya çemandî ”-a” bû, bo nimûne navê romana Erebê Şemo ”Şivanê kurmanca” û Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl “Zargotina kurda” (Rêber: -an)
  • navdêrên nêr di rewşa diyar de bi çemandina nav peyvê (metafonî, umlaut) dibûn, bo nimûne ”mala Serdêr” (Rêber: bi paşgira ”-î”, bn. ”mala Serdarî”)
  • herfa kelijandinê Y bi piranî nedihat bikaranîn (Rêber: bikaranîn zerûrî ye)
  • û bi dehan tiştên din jî

Lê Bahoz dixwaze illeh em di mijara vokala paşdaçekan de li pey alfabeya terkkirî ya kurdî-krîlî biçin ji ber ku ew hêcetek e ku li ajandaya wî ya pêştir diyarkirî tê.

Di mijara -iy- / -îy- de jî ti bersivekê nade ji bilî idiaya ku ”-îy- pedagojîktir e”. Lê qet nabêje ka çawa û çima -îy- ji -iy- pedagojîktir e.

Bahoz qaşo -î- di wan peyvan de diparêze ku -î- bi rastî tê de heye (bo nimûne: xanî > xanîyê me).

Lê di rastiyê de Bahoz -î- hingê jî bi kar tîne li cihê ku -î- nîne.

Bo nimûne, wî di nivîsara xwe de peyvên ”hatin, gotin, kirin” wek ”gotîye, hatîye, kirîye” çemandine. Lê eger mirov li formên din yên heman peyvan binêre, bi hêsanî dibîne ku -î- di wan de nîne lê -i- heye: ”hatine/hatibû, kirine/kiribû, gotine/gotibû”. Loma heta eger mirov -îy- qebûl bike jî, ev peyv divê her wek “gotiye, hatiye, kiriye” bên nivîsîn.

Me di rêzenivîsara xwe de li ser vê mijarê bi zelalî navê Bahozî anîbû û ew ji vê şaşiya wî haydar kiribû.[5]

Anku mesele êdî ne tenê nezanîn e lê tiştekî ji nezanînê jî wêdetir e.

 

________________________________________

TÊBÎNÎ

[1] https://zimannas.wordpress.com/2020/01/30/rebera-rastnivisine-ya-wm-u-derde-giran-ye-hiperkorektiye-u-xweferzkirine-2/

[2] https://zimannas.wordpress.com/2020/02/10/rehe-hatine-di-klasikan-de/

[3] https://krd.riataza.com/2019/04/15/der-bare-rebera-rastnivisine-de/

[4] Binêrin bo nimûne: Johnny Cheung: Etymological Dictionary of the Iranian Verb. Leiden 2007.

[5] https://zimannas.wordpress.com/2020/02/04/rebera-rastnivisine-ya-wm-u-derde-giran-ye-hiperkorektiye-u-xweferzkirine-7/

Review of Michael Chyet’s Kurdish-English dictionary Ferhenga Birûskî

 

Chyet
Volume 1

Michael Chyet has worked for decades on this seminal dictionary that thoroughly records both living and near history of the vocabulary of Kurmanji, a major dialect of the Kurdish language.

The decades-long research and collection of the Kurmanji vocabulary by the author not only provide an extensive list of words with their English equivalents. Rather, the work goes well beyond what is usually expected of a bilingual dictionary. Ferhenga Birûskî provides the main entries in both Latin and Arabic based Kurdish alphabets, followed by information concerning, for instance, part of speech, inflection, alternative forms, synonyms, related words, etymology etc.

For every entry, Chyet provides information on where the entry is taking from. The compiler has made extensive use not only of dozens of existing dictionaries but, maybe to even a greater degree, from recorded oral texts, written literature as well many native informants that the author has interviewed over the past four decades.

The current, second edition of the dictionary has been remarkably improved not only because of numerous new entries, but especially due to providing further essential information and documentation on the already existing entries.

Chyet1
Volume 2

The dictionary pioneers in the representation of Kurdish phonetics by providing necessary information on aspirated/unaspirated and emphatic consonants of each word where present, a figure lacking in almost all other currently available dictionaries, especially those written in the Latin-based Kurdish alphabet.

However, since Kurmanji has a relatively well standardized Latin- and Arabic-based orthographies used in thousands of books, newspapers, news portals, social media groups etc., where no aspiration and emphatic consonants are marked, it would have been useful to provide the entries as they are written in ordinary texts followed by pronunciation notes where necessary.

For instance, words for “airplane, four, seven” are written as “balafir, çar, heft” in ordinary texts. In the present dictionary, however, these forms are not given as main entries. Rather, the words are presented as “balafiř, ç’ar, ḧeft” to indicate that the R in the end of the first word is trilled, the Ç in the second word is aspirated and the H in the third word is the voiceless pharyngeal fricative rather than the voiceless glottal fricative.

The author has made a peculiar choice by splitting entries beginning with H according to pronunciation: first listing those pronounced as the voiceless glottal fricative by presenting them with H, then the voiceless pharyngeal fricative presenting them with Ḧ. However, no such distinctions are made in the standard Latin-based Kurdish orthography and the choice made for this dictionary looks as strange as if English entries beginning with, say, TH were listed in two different sections based on whether they are pronounced as the voiced dental fricative /ð/ like “the, there, this” or as the voiceless dental fricative /θ/ as in “three, thing, through”.

In the future editions, entries will hopefully be given as they are encountered in the ordinary written language, then followed by pronunciation, ideally presented in the International Phonetic Alphabet. Another figure lacking in the current dictionary, as well as all other existing Kurdish dictionaries, is the indication of the word stress. At least some guiding notes on the word stress in Kurmanji would have been useful for the non-Kurmanji speakers of the dictionary.

Regardless of the aforementioned shortcomings, Ferhenga Birûskî dictionary is the most important reference Kurdish-English dictionary and it will remain so for decades to come.

 

Husein Muhammed, Senior Specialist, The Institute for the Languages of Finland (www.kotus.fi)

Chyet2
Volume 3

Available for purchase at: https://www.tplondon.com/

Rexneyên 6 kesan li ser “Rêbera Rastnivîsînê”

Reber4

 

Çend gotin ji her rexnegirekî li jor:

Deham Ebdulfettah: 

“Sebaret bi guftûgokirina mijaran di civînên komxebatê da, min berî nuha gotibû ku gelek dengên endaman paşguh dibûn û yê min jî yek ji wan bû. Wê hingê diket gumana min ku lihevkirineke pêşînde li ser erêkirina hin mijarên aloz di navbera hin endaman da heye. Di wê rewşa komxebatê da min biryar wergirt ku ez beşdarîya xwe sivik bikim û paşê ez li her du civînên dawî (ya Mêrdîn a duwem û ya Stanbolê) amade nebûm. Hebûna navê min jî li ser Rêberê ne bi dilê min bû, lê weşanxaneya Wardozê ji min ra ragihand ku navê te pêşniyaza dostê te yê herî nêzî te bû, ne me ji ber xwe ve nivîsîye. Dema ku min ji dostê xwe pirsî, çima … Got: hebûna navê te giring bû …”[1]

 

Ergin Opengin:

”Şêwaza otorîter û qet’î ya nivîskarî li aliyekî, ev raveya zahiren zanistî çendîn tesbîtên bêbingeh dihewîne. Li jorê xuya bû ka çi mêkanîzmeke sade ya dengnasî li pişt guherîna paşgirên veqetandekê ya di meyla duyem de heye, anku, berevajî “ferman”a (prescription) nivîskarî “elaqeyeke” dengnasî ya yekser di navbera morfema nebinavkirinê -(y)ek’ê û veqetandekê de heye, lewre kîteyên cîran in û dengdêra -ek’ê dibe sebebê guherîna ji -a bo -e’eyê û ji -ê bo -î’yê. Herwiha îfadeya nivîskarî ya derheq tevlihevkirina “tewang” û “veqetandek”ê zêde ecêb e ku mirov li ser bisekine, lê jixwe me dît ka çawa heman forma veqetandekê ya -ê ye ji ber sebebên fonolojîk dibe -î. Wisa diyar e ku nivîskar bi xwe kategoriyên rêzimanî tev li hev dike.” (kovara Derwaze, hj. 1)

 

Halil Aktug:

”Ku komxebat îdea bike, zimanzanekî wekî Lescot û Celadet hay ji van devokan û “da, va, ra”yê tine bû, bila li qusurê nenêrin, xweyîyê “Rêberê” Birêz Mustefa Aydoğan û yên di komxebatê de cih digrin heta îro di vî warî de gazindek jî nekirine. Gelo bê îzahat guherandina “de, ve, re”yê çiqa zanyarî ye? Milletê kurd yê çawa ewleyîyê li wan bîne?… Dîsa di kitêba Aydoğan qertafa nekifşîyê “eka” hatîye bikaranîn. Aydoğan û Komxebatê bê îzahat “eka” kirine “eke”. Ew kesên ku di sê salan de li fikrên xwe ne bawer bin, gelo karin çi ji kurdan bixwazin?” (kovara Kanîzar, hj. 14)

 

 

Qasimê Xelîlî:

”Ev formên li jor [bo nimûne “ez dihêm, tu dihêyî, ew dihên…”] weke formên bingehîn hatine pejirandin (Ev tercîhên birêz Aydogan in.) û formên belavtir [“ez têm, ez tê, ew tên…”]  jî weke bîforman (şêwayê duyan/varyant) hatine pênasekirin. Neku awayên bîform ne rast hatine dîtin (Lewra ev form, tercîhên şazdeh camêrên dî yên di komxebatê da cih girtine ye). Li gel vê yekê jî ev form di pirtûkê da nehatine tercîhkirin. Ev yek jî dide xuyakirin bê fikrên rêzdar Aydogan di komxebatê da çi qasî serdest bûne.) û di hemû deqên pirtûkê da jî formên jorîn hatine tercîhkirin.”

 

 

Husein Muhammed:

”Pirgirêka mezin ya Rêberê ew e ku ew hewl dide zimanekî ji zimanê piraniya kurdînivîsan ”rasttir” çêke. Di zimannasiyê de navê vê diyarde û fenomenê ”hîperkorektî” anku zêde-rastî yan ”rastiya ji rastiyê zêdetir” e ku ji guhnedana kûr ya zimanî tê. Derdê Rêberê ew e ku amadekarên wê bi zimanê nivîskî yê piraniyê qanih û razî nebûne lê wan hewl daye ku zimanê heyî li gor tercîh û daxwazên amadekerên Rêberê saz bikin. Di vî warî de mixabin hem amadekarên wê rê li ber xwe winda kiriye û hem jî talûke heye ku rê li ber xwandevanên xwe jî şaş bikin. Kêmasiyên heyî yekcar zêde û zor in.” (malpera Zimannas)

 

_________________

TÊBÎNÎ

[1] http://portal.netewe.com/daxuyaniyek-di-derbare-rebera-rastnivisine-da/?fbclid=IwAR0LpAfo4Caojg9M8bw1nGH82myLR1HNyCt6JId3DXpZuPHkgkKZUKb8sLQ

[2] https://twitter.com/dilawerzeraq/status/1223147934885216256

6 rexne li “Rêbera Rastnivîsînê”

Qasimê Xelîlî

Qasimê Xelîlî

 

  1. MIJARA VEQETANDEKÊN NENASYAR

Pêşî divê veqetandek çi ne em pê bizanibin.

Veqetandek ji paşgirên ravekan saz dikin ra tê gotin. Li gorî zayend (cinsiyet) û mêjerê (yekhejmarî û pirhejmarî) têne guherîn. Ev paşgir weha ne:

yekhejmar:
mê: -a
nêr: -ê

pirhejmar:
nêr û mê: -ên

mînak:
sêva min
nanê min
sêvên min
nanên min

Piştî vê danasîna veqetandekan divê em nenaskirina navdêran fehm bikin heta em mijara veqetandekên nenaskirî fehm bikin.

Di kurdî da navdêrek di yekhijmariyê da bi paşgira -(y)ek’ê û di pirhejmariyê da bi paşgira -in’ê nenasyar dibe.

weke:
nanek
sêvek
nanin
sêvin

Dema veqetandek, nenaskirî bibe qertaf weha lê tên:

yekhejmar:
Nêr: – ekî
Mê: -eke

pirhijmar:
nêr û mê:
-ine

mînak:
nanekî min
sêveke min
nanine min
sêvine min

Û hêjayî gotinê ye ev bi karanînên li jor tercîhên nemir Celadet in (Kesên egerên Celadet ên di vê mijarê da meraq bikin dikarin li pirtûka wî ya gramerê binêrin.). Her weha pirtûkên piştî Hawarê heta weke îro hatine nivîsandin jî ji sedî not û nehên wan jî bi vî awayî ne û bilêvkirinên di nav gel de jî bêhtir bi vî rengî ne. Lê li gorî felsefeya birêz Mustafa Aydogan divê di rêzimanê da rewşên awarte kêm bin, divê sergejî çênebin welew li dijî bikaranînên belav û axaftina rojane jî bin. Li gorî rêzdarî ev paşgir divê weha bin:

yekhejmar:
nêr: -ekÊ (Hevalên di komxebatê da bi rêzdarî -ekÎ jî dane qebûlkirin lê dîsa dev ji ya xwe jî bernedaye û ew jî di Rêberê da hiştiye.)

mê: -ekA

pirhejmar:
-inÊN

mînak:
sêveka min
nanekê min
sêvinên min
naninên min

Sedemê tercîhên Aydogan li vir ev in:

Piştî qertafên nenaskirinê (-ek û -in) qertafên veqetandekê tên (-a, -ê, -ên). Her çi qasî di domîna demê ra hatibine guhertin jî dîsa jî li dijî bikaranîn û bilêvkirinên gel divê em dirûvên wan yên eslî biparêzin. Û birêz Aydogan, ev fikrên xwe bi komxebatê jî dane qebûlkirin.

Vêca bi min jî ev mentiqekî çewt û zexel e. Ti zimannasên dinyayê rewşên awarte yên zimanê xwe piştguh nakin.

 

2) DÊ’YA DEMA BÊ

Di kurdî da qertafa dema bê, li gorî devokan ji hev cuda tê bikaranîn. Di devokan da ev duirûv têne dîtin:

Dê, Yê, Wê, Ewê, Kê, Gê, Ê

Ev qertaf ji bikerê (fail/subject) cuda têne nivîsandin, û bêhtir jî piştî bikerê têne bikaranîn.

Bi cihnavên kesane ve bêhtir ev bikaranîn berbelav in:

Ez ê bixwim.
Tu yê bixwî. (Tê bixwî.)
Ew ê bixwe.
Em ê bixwin.
Hûn ê bixwin.
Ew ê bixwin.

Wekî dî bi navdêrekê ve jî bin, ger ew navdêr bi dengdêrekê biqede, bêhtir ev awa têne bikaranîn:

Qasimê Xelîlî wê bixwe.
Qasimê Xelîlî yê bixwe.
Qasimê Xelîlî dê bixwe.

Heke navdêr bi dengdarekê biqedin, bêhtir ev awa tê bikaranîn:

Qasim ê bixwe.

Lê her weke beriya niha jî me diyar kirî, ji mijarên weha yên bikaranînên cuda di xwe da dihewînin ra felsefeya Rêberê ev e: Yekşêwe. (Her weke, “Tek dil, tek bayrak, tek millet…”). Rêber, van bikaranînên cuda û sivik tevan dide aliyekî û dibêje: Divê bes DÊ were bikaranîn. De ka dê û bavê çendan ji me weha diştexilin?

Ez dê bixwim.
Tu dê bixwî.
Ew dê bixwe.
Em dê bixwin.
Hûn dê bixwin.
Ew dê bixwin.
Qasim dê bixwe.

Ez nabêjim ev bikaranîn çewt in. Lê ez vê dibêjim: Ên dîtir bêhtir berbelav û sivik in û her weha di nivîsandineke standard de jî nabin kêmasî. Bikaranîna wan ji DÊ’yê sed carî siviktir û xweştir e.

Em nikarin hemû dewlemendiyên zimanê xwe bikine qurbanên standardekê. Ger standard wê ev be ango wê qelskirin, şeridandin û kesaxkirina zimên be bila qet nebe çêtir e bi ya min.

 

3) MIJARA TEWANGA HUNDIRÎN

Tewang an jî çemandin (çekim eki almış kelimeler) li ser lêkeran jî çêdibe û li ser navdêr û cihnavan jî çêdibe. Bi qertafên kêşanê çêdibe. Ango qertafên nebêjesaz. Lê bi gelemperî ji qertafên nebêjesaz ên lêkeran ra “qertafên kêşanê” û ji yên nebêjesaz ên navdêran ra “qertafên tewangê û yên veqetandekê” tê gotin.

Ji ber mijara me ne qertafên kêşana lêkeran e ne hewce ye em hûr û kûr li ser rawestin, em bes vê bibêjin bes e: Qertafên kêşanê yên lêkeran qertafên demî û yên kesane ne.

Ji qertafên navdêran ên veqetandekê jî ne mijara me ne lê bes em ê navên wan bidin:

-a, -ê, -ên, -eke, -ekî, -ine

Mijara me tewang e. Qertafên tewangê di kurdî da hem mêjer (yekhejmar û pihejmar) û hem jî zayenda navdêran di hin rewşan da diyar dikin. Qertafên tewangê ev in:

Di naskirinê da yekhejmar:
mê: -ê
nêr: -î

Di naskirinê da pirhejmar:
-an

mînak:
Ka nanî bide min.
Ka sêvê bide min.
Ka nanan û sêvan bide min.

Di nenaskirinê da yekhejmar:

mê: -ekê
nêr: -ekî

Di nenaskirinê da pirhejmar:
-inan

mînak:
Ka nanekî bide min.
Ka sêvekê bide min.
Ka naninan û sêvinan bide min.

Navdêr, di van rewşan da ditewin:

1- Di demên borî da bikerê lêkera gerguhêz.

mînak:
Qasimî sêv xwar.
Eyşanê nan xwar.
Qasiman û Eyşanan nan û sêv xwarin.

2- Di demên niha û bê da bireser.
Ez ê nanî bixwim.
Ez ê sêvê bixwim.
Em ê sêvan bixwin.

3- Navdêrên piştî daçekan.
Ji nanî xwar.
Ji sêvê xwar.
Ji sêvan xwar.

4- Di ravekan da ravekera navdêrîn.
qeta nanî
qeta sêvê
qetên sêvan

5- Di banglêkirinê da tewang.
Qasimo (qertaf li vir ne -î ye, -o ye.)
Eyşanê
Qasimino (qertaf li vir ne -an e, -(i)no ye.)

Texlîtekî tewangê yê teybet jî heye, jê ra tewanga hundirîn tê gotinê. Lê bes ji bo peyvên nêr ên di nava wan da dengdêrên E an jî A’yê hebin e. Ew dengdêr bi Ê’yê têne veguhartin.

mînak:

Xwişîna bê tê. BA bûye BÊ.

Em çûne serê bên. BAN bûye BÊN.

Gezek ji nên da. NAN bûye NÊN.

Ev bikaranîn, ji Ûrmiyê bigire heta bi Efrînê berbelav e. Herêmên vê tewanga hundirîn bi kar tînin tewanga biqertafan (bi -î’yê) ji bo navdêrên nêr zehf bi kar nayênin û navdêrên nêr ên dengdêrên A û E’yê tê da nebin jî bê tewang dihêlin.

mînak:

Ji Qasimî ra got. Ev nayê tercîhkirin.

Lê ev têne tercîhkirin:

Ji Qasim ra got.

Ji Qêsim ra got.

Lê ev herêmên tewanga hundirîn bi kar tînin, dema navdêrekê bi rengdêrên şanîdanê yên tewandî ra bi kar bînin, tewanga biqertaf bi kar tînin:

mînak:

vî Qasimî

wî nanî

Bi van awayan nabe:

vî nên, vî nan

wî Qêsim, wî Qasim

Heta bi vir tiştên hatine vegotin, ji ber fêhmkirina mijara tewangê û tewanga hundirîn bûn. Îcar mijara rexneya me li vir dest pê dike.

Rêbera me dîsa xwestiye xwe ji teşqeleyan û gengeşeyan dûr bigire, dîsa xwe li ya hesanî girtiye. Dîsa ew felsefeya xelet ketiye dewrê da. Rêberê li ser vê mijarê jî biryara xwe weha rave kirine:

Tewang, teybetmendiyeke kurdî ya sereke ye. Bê tewang kurdî nabe. Û herçî tewanga hundirîn e, dibe sedemê devjêberdana vê teybetmendiya girîng û dibe sedemê aloziyan. Ya baş em pehînkê lê bidin, bavêjine serê ting û em xwe jê xilas bikin ji bo xatirê bidestxistina standardekê.

Ê erê standard li ser çavan. Standardek û lihevkirinek ji me ra divê, qebûl lê bavo me got, lêbidin, me negot bikujin heyra! Bi vê felsefeya çewt, standardek jî nayê zimên û ziman wê bê şeridandin jî…

 

4) HEJMARNAVÊN RÊZÎN

Li gorî Rêbera Weqfa Mezopotamyayê (Rêweme) bi sê awayan hejmarên rêzîn di kurdiya kurmanciyê da dikarin werine çêkirin:

1- Bi paşgira -emîn’ê. (Lê ev paşgir bi soranî ye, ne bi kurmancî ye.)

mînak:

yekemîn, duyemîn, sêyemîn û hwd…

2- Bi paşgira -em’ê. (Lê ev paşgir jî bi soranî ye, ne bi kurmancî ye.)

mînak:

yekem, duyem, sêyem û hwd…

3- Bi alîkariya cihnavên xwedîtiyê û tewangê an jî bi alîkariya ravek û tewangê. (Di nav kurmancîaxêvan da forma di jiyana rojane da tê bikaranîn ev bi tenê ye.)

mînak:

ya yekê, yê yekê, yên yekê

pirtûka yekê, nanê yekê, pirtûkên yekê

Ez di tebeqa yekê da rûdinim.

nîşe: Ji bo YEKÊ peyva EWILa erebî û peyva PÊŞÎ jî tê bikaranîn.

ya duyan, yê duyan, yên duyan

pirsa duyan, kevirê duyan, kevirên duyan

ya sêyan, yê sêyan, yên sêyan

bersiva sêyan, zilamê sêyan, kevirên sêyan

Li gorî mentiqa RÊWEMEyê li vir îhtîmala tevlîhevkirinê heye.

ya yekê: Gelo li vir, YEKÊ bi maneya hejmara rêzîn e an bi wateya cihnavekê ye?

Vêca ji bona em xwe ji van gengeşeyan rizgar bikin ya baş bila em jî êdî paşgira -em’a soranî bi kar bînin. (-emîn dirêj û giran hatiye dîtin.)

Li vir dîsa heman mentiqa zexeliyê ketiye dewrê. Mirov hewqasî bi hesanî û bi egerên pûç nikare bi mentiqa zimanekî bileyîze. Ma bi miliyonan kurmancîaxêv bê pirsgirêk dikarin rêya sisêyan bi kar bînin lê çima em bi kêr nayên bi kar bînin?

Ew îhtîmalên tevlîheviyê jî, weke RÊWEME îdîa dike jî nîn in. Di nava hevokê da li cihê bikaranîna wan bi hêsanî diyar dibe.

Dîsa dixwazim heman pirsê bikim. Ka gelo dê û bavên çendan ji me hevokeke bi vî rengî di jiyana rojane da bi kar tîne?

Ez di qata heftem da dirûnim.

Heger em li gorî vê mentiqî herin ji bo tevlîhevî çênebe di vê em bi sedan teybetmendiyên zimên yên hevdeng bikujin

 

5) ÇÊKIRINA LÊKERÊN TEBATÎ (pasîv/edilgen)

Di lêkera lebatî da (aktîv/etken) biker çalakiyê pêk tîne û darîçav e. Lê di lêkera tebatî da biker ne darîçav e, veşartî ye.

Avaniya tebatî, ji lêkerên gerguhêz bi alîkariya lêkera HATINê tê bidestxistin. Di pêşî da lêkera kêşandî ya HATINê û di pey ra lêkereke raderîn tê.

weke:

Dar hat avdan.

Dar hatin avdan.

Lê ya rasttir divê li ser lêkera kêşandî ya HATINê qertafa -E’ya girêder hebe ya bi wateya ber bi tiştekî ve… Ango weke:

Dar hate avdan.

Dar hatine avdan.

Nîşe: Rêberê li vir qet behsa vê -E’ya girêder nekiriye û bi kar jî neaniye.

Formeke avakirina lêkera tebatî ya dî jî heye. Formeke kevn e. Bikaranîna wê kêm bûye. Di wê da lêkera raderîn tê tewandin.

weke:

Dar hate avdanê.

Dar hatine avdanê.

Tişta li vir ez dixwazim li ser bisekinim ne sazkirina lêkerên tebatî ye. Pirsgirêka herî mezin li vir, bikaranîna lêkera HATINê ye. Divê em li ser lêkera HATINê rawestin.

Li gorî Rêberê kêşana lêkera HATINê di dema nih da:

dihêm

dihêyî

dihê

dihên *3

 

Li gorî Rêberê kêşana lêkera HATINê di dema bê da:

bihêm

bihêyî

bihê

bihên *3

Nîşe: Rêberê, mînak bes ji kêşana van her du deman daye. Behsa kêşanên vê lêkerê yên di demên dî da nehatiye kirin û her weha behsa awayên kêşanê yên neyînî jî nehatiye kirin.

Ev formên li jor, weke formên bingehîn hatine pejirandin (Ev tercîhên birêz Aydogan in.) û formên belavtir jî weke bîforman (şêwayê duyan/varyant) hatine pênasekirin. Neku awayên bîform ne rast hatine dîtin (Lewra ev form, tercîhên şazdeh camêrên dî yên di komxebatê da cih girtine ye. Li gel vê yekê jî ev form di pirtûkê da nehatine tercîhkirin. Ev yek jî dide xuyakirin bê fikrên rêzdar Aydogan di komxebatê da çi qasî serdest bûne.) û di hemû deqên pirtûkê da jî formên jorîn hatine tercîhkirin. Feqet evên jêrîn nehatine bikaranîn:

Awayên bîform (şêweyê duyan):

Li gorî Rêberê kêşana lêkera HATINê di dema nih da (bîform):

têm

têyî

tên*3

 

Li gorî Rêberê kêşana lêkera HATINê di dema bê da (bîform):

bêm

bêyî

bên *3

 

Nîşe: Lêkera HATINê di raweya fermanî û dema bê da awayekî wê yê dî jî heye. Ew jî ev e: WERÎN.

mînak:

Were, werin…

 

Ez ê werim.

Tu yê werî.

Ew ê were.

Em / Hûn / Ew ê werin.

Vêca ji bo avakirina lêkerên tebatî ev jî têne bikaranîn lê qey weke birêz Aydogan Rêber jî bikaranîna lêkera WERÎNê çewt dîtiye heta qet behsa vê jî nehatiye kirin.

Yanî divê li gorî Rêberê em hevokeke weha bi kar neyênin:

Heke xezîne were dîtin em ê lev belav bikin.

Divê weha be:

Heke xezîne bê dîtin em ê lev belav bikin.

Ya kin dîsa felsefeya Rêberê, heman felsefe ye (Ew jî ya birêz Aydogan e. Serdestiya camêrî ji serê Rêberê heta bi dawiya wê xuya ye.): Di gel li dijî bikaranînên jiyana rojane jî bin; kêm qaîde, kêm rewşên awarte, kêm pirsgirêk, kêm serêşî… Bi vî mentiqî jî em herin di destê me da wê zimanekî kêm û nîvkuştî bimîne. Hêvîdar im ev komxebeta pîroz wê van rexneyên me bibîne û di çapên bê da wê ji van biryarên xwe yên xelet vegere. Û ez hevîdar im wê dev ji vê felsefeya xwe ya zexel û dûrî zimanê civakê berde.

 

6) KÊMASIYA TEMSÎLKIRINA HERÊMAN

Di vê komxebatê da ji Rojava yek, ji Rojhilat sê, ji Başûr pênc û ji Bakur neh; bi giştî hejdeh zimannas û lêkolîneran cih girtine. Li gorî agahiyên Rêberê dayîn, navê kesên di komxebatê da cih girtin weha ne:

JI ROJAVA:

1- Deham Evdilfetah

JI ROJHILAT:

1- Behrûz Şûcaî

2- Mehdî Caferzade

3- Mihemed Teqewî

JI BAŞÛR:

1- Dr. Bahîz Omer Ehmed: Zanîngeha Dihokê

2- Dr. Dilbirîn Evdila: Zanîngeha Zaxoyê

3- Dr. Evdilwehab Xalid Mûsa: Zanîngeha Zaxoyê

4- Dr. Şoreşvan Adil: Zanîngeha Zaxoyê

5- Newzad Hirorî

JI BAKUR:

1- Bahoz Baran: Ji Amedê – Lice

2- Dr. Zulkuf Ergun: Ji Amedê – Lice

3- Dr. M. Malmîsanij: Ji Amedê – Pîran

4- Dilawer Zeraq: Ji Amedê – Farqîn

5- Zana Farqînî: Ji Amedê – Farqîn

6- Mehmûd Lewendî: Ji Amedê – Qerejdax

7- Mistefa Aydogan: Ji Mêrdînê – Qoser

8- Dr. Mîkaîl Bilbil: Ji Mêrdînê – Qoser

9- Samî Tan: Ji Semsûrê – Kolik

Ev rêbera hatî amedekirin, rêbera rastnivîsînê ya zaraveyê kurmanciyê ye, ne ya zeraveyekî dî ye.

Kurdên kurmancîaxêv, piraniya wan li Bakur e. Vêca dema em bi baldariyê li navên ji Bakur hatine hilbijartin binêrin, em ê bi hesanî temsîlkirineke bêedalet bibînin. Lewra ji neh kesan şeş ji Amedê ne, do jê ji Qoserê ne û yek jê jî ji Semsûrê ye. Û ji wan herêmên dî, yek jê jî nehatiye temsîlkirin.

Mesela; ji wextê Hawarê bigirin heta weke îro bi qasî xizmeta herêmên Torê û Botan ji kurdî ra kirin kêm herêmên dî kirine. Lê pirsgirêk ne Torê û Botan tenê ye jî. Ka temsîlkirina devokên Serhedê? Ka temsîlkirina kurdên Kafkasyayê, Ermenîstanê? Ka temsîlkirina devokên derdora Colemêrgê? Ma hema kurmancî mal û milkê Amedê û Qoserê ye?

Belkî hin kes jê vê bibêjin: “Ya girîng, zimannasiyeke baş e. Ma çi alaqeya vî karê zanistî bi temsîlkirin û devokan ra heye? Ma yekî weke Samî Tan, rêbazên rêzimanê bes li gorî devoka Semsûrê tenê diyar dike? Kesekî zimanzan be, ma qey ne divê li gorî hemû devokan tevbigere?”

Her çi qasî ev pirs rast xuya bikin jî lê ev jî rastiyek e: Zimanzan dema rêbazên zimên derdixe holê, mecbûr e li gorî axêver û devokên wî zimanî tevbigere û ew kes çi kesek be bila be vênevê di pêşî da û bi awayekî bêhtir di bin bandora devoka xwe da dimîne. Vêca di komxebateke weha da temsîlkirineke biedalet a devokan bi kesên pispor zehf girîng e. Û ji bo vî karî jî bi dehan zimanzanên me yên binirx jî hene. Ez hêvîdar im di çapên bê yên pirtûkê da ev kêmasiya temsîlkirinê jî wê were çareserkirin.

 

Qasimê Xelîlî

“Rêbera Rastnivîsînê” (beşa dawiyê: serencam û pêşniyaz)

(Beşên pêştir: beşa 1beşa 2beşa 3beşa 4beşa 5beşa 6, beşa 7)

Reber8

Husein Muhammed

 

8) Navên giran – berhemeke wêran

Çend roj di ser belavkirina beşa pêştir ya rexnekirin û nirxandina Rêberê re borîn. Di dema belavkirina beşên pêştir de gelek kesên nas û hinekên berê ji min re nenas jî têkilî li ser mijarê li gel min daniye. Di nav wan de:

  • hinek jê kesên wisan in ku kitêb li ser navê wan jî hatiye çapkirin
  • yek jê nûnerê Weqfa Mezopotamyayê bû ku kitêb daye çapkirin
  • hinek jê ew kes in ku bi xwe berê rexne li ser Rêberê nivîsîne
  • hinek jî xwandevanên din yên rexneyên min yên heta hingê bûn.

Li jêr ez ê bi kurtî behsa gotinên wan bikim ji ber ku ew bi nêrîna min giring in û bi zelalî diyar dikin ku rexne û nerazîbûneke berfireh li ser Rêberê heye.

Li destpêkê divê were gotin ku ya min bi ti awayî ne yekem rexne ye ku li ser Rêberê hatiye nivîsîn. Gelek rexne berî niha jî li ser hatine nivîsîn. Haya min berê ji hinek ji wan hebû lê hinek jî wisan in ku min berê nexwandibûn.

Em dikarin giringtirîn rexneyên heta niha – yên ku haya me jê heye – wiha rêz bikin:

Gelek xwandevanan – û herwiha du kesên ku navê wan li ser Rêberê heye jî – anî bîra min û got ku Rêbera Rastnivîsînê li gel hebûna nêzîkî 20 navan li ser bergê pêşîn yê kitêbê, di pratîkê de ew heman kitêb e ku berê li ser navê Mistefa Aydogan hatiye belavkirin û ti guhertineke giring di mijara rastnivîsînê de nehatiye kirin.

Herdu kesên ku navê wan li ser kitêbê ye jî ji min re got ku daxwazên wan yên guherandinê nehatiye qebûlkirin. Herwiha Deham Ebdulfettah, ku yek ji endamên komê bûye, jî di daxuyaniyeke xwe de amaje bi wê yekê dike ku hazirî bo guhdarîkirina nêrînên din tine bû.[2] Endamekî din yê komê, Dilawer Zeraq jî, di twîteke xwe de nîşanê bi heman pirsgirêkê dide.[3]

Di têkiliyeke telefonî de li gel nûnerekî Weqfa Mezopotamyayê min jê pirsî gelo çima wan ti guherandin di mijara rastnivîsînê de di Rêberê de nekirine tevî ku rexne hem ji derve û hem jî ji nava komê hatine. Wî bêyî dudilî itiraf kir ku wan nexwastiye ti guherandinan di mijara rastnivîsînê de bikin ”ji ber ku kêfa me pir ji rêbera heyî re hat”.

Yekser piştî vê gotinê ew pê de çû û bi şanazî got ku wezareta perwerdeyê ya Tirkiyê êdî biryar daye ku kitêbên dersê yên kurmancî li gor rêbazên rastnivîsînê yên Rêberê biweşîne. Herwiha wî ji camêriya xwe ez ji xebatên din jî yên ku tên amadekirin yên Weqfa Mezopotamyayê haydar kirim. Bo nimûne, got ku ew niha amadekariyên destpêkirina ferhengeke mezin ya kurdî-kurdî dikin.

Bi min tiştekî gelekî ecêb e ku Rêber di rastiyê de ya kesekî ye lê navê nêzîkî bîst kesan li kitêbê hatiye kirin. Bi vî awayî hatiye xwastin ku otorîteyeke xurt bo kitêbê were peydakirin bi taybetî ji ber ku hinek navên di zimanê kurdî de giran jî li ser hene, bo nimûne:

  • Deham Ebdulfettah ku çend berhemên hêja li ser rêzimana kurdî nivîsîne
  • Zana Farqînî ku ferhengeke kurdî-tirkî û yeke tirkî-kurdî yên mezin amade kirin
  • Samî Tan ku hem berhemên rêzimanî û dersdanê amade kirine û hem jî demeke dirêj sernivîseriya rojnameya Azadiya Welat kiriye
  • Newzad Hirorî ku demeke dirêj li ser zimannasiyê nivîsiye û niha serokê kitêbxaneya kurdî ya Stokholmê ye.

Herçi amadekarê kitêbê bi xwe ye anku Mistefa Aydogan, ew jî bêguman nivîskar û wergêrekî hêja ye. Lê tiştê ecêb ew e ku nayê zanîn ku berî vê berhemê wî zêde tiştek di warê zimannasiyê yan rêzimannasiyê de nivîsîbe.

Ji ber ku navê nêzîkî 20 kesan li ser kitêbê heye, gelek xwandevanan bi xeletî wisa fehm kiriye ku kitêb wek encama şêwirmendî û gotûbêjên berfireh di navbera wan kesan de hatiye amadekirin û wek encama yekdengiya wan hatiye belavkirin.

Mixabin ne wiha bûye.

Tiştê ecêb ew e ku van hemû kesan navê xwe daye daku kitêb li ser navê wan belav bibe tevî ku para wan tê de an qet tine bûye yan jî yekcar kêm bûye. Ji nivîsên li jor behskirî yên D. Ebdulfettah û D. Zeraq diyar dibe ku ew bi rastnivîsîna kitêbê nerazî bûne lê – bi gotinên wan bi xwe – nêrînên wan hatine paşguhkirin.

Bi min pirsgirêkeke exlaqî ye ku evqas kesan qebûl kiriye ku navê wan jî wek nivîserên kitêbê were danîn tevî ku di rastiyê de kitêb dubarekirina kitêba Mistefa Aydogan ya berê ye. Herwiha bi kêmanî xapandin an hîlekirina li xwandevanan e ku ji wan re tê diyarkirin ku hemû ev kesên navgiran li pişt amadekirina vê kitêbê ne tevî ku rastî ne wiha ye.

Nayê zanîn ka ew bîst kesên ku navê wan li ser pirtûkê ye heta çi dereceyê bi naveroka kitêbê re ne. Wek ku ji îşaretpêkirinên D. Ebdulfettah û D. Zeraq diyar dibe, ew ji hinek encamên kitêbê nerazî ne. Herwiha herdu kesên din yên ku navê wan li ser kitêbê ye û bi şexsî têkilî li gel min daniye, diyar kiriye ku ew di gelek mijarên nîqaşbar de ne alîgirên Rêberê ne, bi taybetî:

  • nivîsîna -iy- wek -îy-
  • çemandina lêkera ”hatin”
  • nivîsîna paşdaçekên ”de, re” wek ”da, ra”.

Mixabin li ser navê van kesan û ihtimalen navê hinek kesên din jî yên ne alîgirên rastnivîsîna Rêberê gelek guherandinên bingehîn di rastnivîsîna kurdî de tên ferzkirin û pêşxistin.

Gef û xeterî gelek mezin e çunkî ev bi navê nêzîkî bîst kesan tê kirin û çunkî – wek ku hatime agadarkirin – dezgeheke bihêz wek wezareta perwerdeyê ya Tirkiyê dest pê kiriye kitêbên kurdî li gor van rêbazan amade dike û herwiha Weqfa Mezopotamyayê haziriyên destpêkirina ferhengeke mezin ya kurmancî-kurmancî li ser bingehê vê rastnivîsînê dike.

Anku talûke heye ku şaşiyên mezin yên Rêberê wiha bi berfirehî belav bibin û verastkirina wan êdî bibe karekî gelek dijwar.

Helbet di hemû kitêbên rastnivîsîn û rêzimanê yên din jî yên kurdî de kêmasî hene. Lê kêmasiyên kitêbên din bi piranî ji kêmderfetiyên nivîserên wan, ji ber giraniya li ser devoka xwe û haydarnebûna ji devokên din yan jî ji ber şaşfehmkirina hinek diyardeyên zimannasî hatiye kirin. Bi piranî yan qet ti caran armanca wan rêzimannivîsan ne bi qest guherandina zimanê heyî bûye.

Ti gumana min jê nîne ku Rêber jî bi armanceke baş hatiye nivîsîn. Lê amadekarê(n) wê ji rêzimannivîsên kitêbên pêştir gelek dijwartir bi qest hewl daye ku zimanê heyî yê nivîskî li gor nêrînên xwe biguherînin. Mixabin ev nêrînên wan nikarin xwe li ber awirdanên rexneyî yên zimannasî bigirin û teqrîben hemû ji encamên nêrînên hîperkorekt û şaşfehmkirinê ne.

 

Serencam û pêşniyaz

Wek serencam mirov dikare bibêje ku Rêber di mijarên nîqaşbar de ji çareserkirina pirsgirêkan zêdetir kêşe û arîşeyên dijwartir diafirîne. Bi kurtî:

  • Ferzkirina -îy- li cihê -iy-: Wek ku li pêştir hatiye diyarkirin, ev dibe sebebê gelek pirsgirêkên mezin.
  • Çemandina hîperkorekt: Bo nimûne ”mala Elîyî, li ser rêyê” li cihê ”mala Elî, li ser rê” yên tevahiya kurmancîaxivan.
  • Ferzkirina -êy- li cihê -iy-: Ev dibe sebebê ferzkirina formên neyî (tine) yan gelek marjînal yên wek ”dêya min, pêyê min” li cihê ”diya min, piyê” yên tevahiyê yan piraniya mutleq.
  • Çemandina lêkera ”hatin”: Dijî rastiya dîrokî û bi piraniya mutleq ya kurmancîaxivan, Rêber rehê -hê- li cihê rehê -ê- ferz dike.
  • Ferzkirina paşdaçekên ”da, ra”: Li cihê ”de, re” yên ku heta niha di piraniya mutleq ya nivîsên kurmancî de hatine bikaranîn û herwiha li gel paşdaçeka ”ve” hevaheng in û ji encama wekhevlêhatina dîrokî ya daçekan in ku me li pêştir bi dirêjahî behs kiriye.

Ev hemû pirsgirêk derketine ji ber ku armanca Rêberê bi zelalî ne nasandina zimanê nivîskî yê heyî lê afirandina zimanekî nivîskî yê nû yan jî bi kêmanî guherandina bingehîn ya zimanê nivîskî yê heyî bûye.

Wek ku ji rexneyên derveyî ”Komxebata Kurmancî” û ji nav wê komê bi xwe jî tên, ev hewlên guherandinê nehatine qebûlkirin, nayên qebûlkirin û divê neyên qebûlkirin jî.

Kurmancî bi alfabeya latînî ev demek e ku êdî xwedî zimanekî nivîskî yê standard e. Helbet hê hinek mijar nehatine çareserkirin. Ji xwe di her zimanî de hinek nakokî heta û heta jî dimînin. Lê kurmancî êdî ne di rewşeke wiha bêxwedî de ye ku hinek rabin guherînên bingehîn yên li gor kêfa dilê lê bikin û wan guherandinan bi navê ”rastnivîsîn”ê ferz jî bikin bêyî ku ti kes deng bike. Bi taybetî jî eger ev hewlên guherandinê nikaribin dijî nirxandinên rexneyî yên zimannasî li ber xwe bidin.

Li ser bingehê rexneyên ku heta niha camêrên din kirine û yên ku min jî li pêştir kirine, wek rica du pêşniyazan ji daner û weşînerên Rêberê dikim:

  • Bo rêgirtina li ber wêrankirina rastnivîsîna kurmancî, di zûtirîn demê de çapên heyî yên kitêbê ji bazarê vekişînin û/yan bi daxuyaniyekê ragihînin ku di kitêbê de gelek şaşî û kêmasiyên bingehîn hene û nabe ew wek rêbername bo rastnivîsînê were bikaranîn.
  • Komeke şarezayan gazî bikin (mimkin e ku heman kesên koma berî niha bin jî) ku li ser amadekirina kitêbeke din ya rastnivîsînê dest bi xebatê bikin. Kitêba nû bila bi rastî jî aliyê çend kesan ve were nivîsîn (bo nimûne her kesek beşekê yan du-sê beşan binivîse). Piştî nivîsînê bila hemû kom li ser her beşê raweste û bi hev re bigihin encaman. Navê komeke kesan li ser berhemeke ji aliyê kesekî ve amadekirî nenivîsin û wisa belav nekin.

 

_________________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Nivîsar li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan e ku di pratîkê de heman berhem paşî bi navê ”Komxebata Kurmancî” hatiye belavkirin.

[2] Binêrin: http://portal.netewe.com/daxuyaniyek-di-derbare-rebera-rastnivisine-da/

[3] https://twitter.com/dilawerzeraq/status/1223147934885216256

 

“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (7)

(Beşên pêştir: beşa 1beşa 2beşa 3beşa 4beşa 5, beşa 6)

Reber7

Husein Muhammed

7) Nivîsîna -iy- wek -îy- ti pirsgirêkan çareser nake, tenê pirsgirêkên nû tîne

Ji destpêka nivîsîna kurmancî bi alfabeya latînî ya Hawarê heta nêzîkî sala 2010, teqrîben her berhem wisa dihat nivîsîn ku li her dera peyvan berî Y ji herfên ”i” û ”î” ya ”i” dihat nivîsin. Bo nimûne:

  • çiya, jiyan, siyaset, ziyan… (ne: çîya, jîyan, sîyaset, zîyan)
  • xaniyê me, gundiyên hejar, kuştiyên cengê… (ne: xanîyê me, gundîyên hejar, kuştîyên cengê…)

Di deh salên borî de hinek kesan serî dijî vê yekdengî û lihevkirinê hildaye û gilî û gazin dikin ku çima em î-ya li dawiya peyvên wek ”xanî, gundî, kuştî” berî Y bi ”i” diguherînin û dikin ”xaniyê me, gundiyên hejar…”

Bi nêrîna wan, madem ku di eslê peyvê de -î heye, divê em wê di rewşên çemandî û ravekî de jî biparêzin û wiha binivîsin: ”xanîyê me, gundîyên hejar…”

Ev nêrîn bi ser ve wek dîtineke ”zanistî” û ”rewa” dixuye. Ew di nav gelek kesan ve zû popûler bû.

Rêber jî ketiye pey parastina nivîsîna bi awayê -îy-.

Lê wek ku em ê li jêr baş bibînin, mixabin nivîsîna wek -îy- ti pirsgirêkan çareser nake lê gelek tevliheviyên mezin peyda dike.

 

Em ê çawa bizanin çi peyvan bi -iy- û çi bi -îy- binivîsin?!

Alîgirên -îy- pêşî bi dawa ”parastina” -î ya li dawiya peyvên di halê xwerû de dest pê kirin û wan idia kir ku neheqî ye ku mirov ”xanî” bike ”xaniyê me” û divê wek ”xanîyê me” ”orijînaliya” peyvê biparêze.

Lê wan bi qest an ji bêhemdî xwe bi carekê qutiya Pandorayê vekir.

Di demeke kurt de wan û peyrewên wan ne tenê î-ya dawiya peyvan di rewşên çemandin û ravekî de parast, lê wan dest pê kir êdî li gelek cihên din jî yên peyvê – heta li her dera peyvê jî – li cihê -iy- êdî -îy- binivîsin. Bo nimûne:

  • medenîyet, şexsîyet, zihnîyet…
  • jîyan, dîyar…
  • dîyanet, sîyanet, sîyaset…
  • çîya, dîyarî, gîyan, zîyan…
  • vîyan, şîyan, nîyan…
  • min kirîye (ji ”kirin”), min kirîye/kirrîye (ji ”kirîn, kirrîn), min birîye (ji ”birin”), min birîye/birrîye (ji ”birîn, birrîn”)…

Wek ku mirov dikare bibîne, di van hemû peyvan de -iy- yan -îy- wek hev tên gotin û ne mimkin e ku bi gotinê yan bi bihîstinê mirov ji hev ferq bike ka kengî divê wek -iy- û kengî wek -îy- binivîse eger nivîsîna wek -îy- qet qebûl bike.

Di pratîkê de, alîgirên ”parastina” -î- ya berî Y ne tenê -î li cihê bi rastî heyî parast, lê wan bi temamî – yan teqrîben temamî – dest ji nivîsîna -iy- li her dera her peyvê berda.

Eger em nivîsîna -îy- qebûl bikin, gelo bi rastî di van hemû nimûneyên me de û di peyvên hevşêweyên wan de herdem -îy- heye yan jî carinan -iy- ye û carinan jî -îy-?

Eger em paşgira ”-yet” ji peyvên wek ”medenîyet, şexşîyet, zihnîyet” biavêjin, em ê bibînin ku ew dê wek ”medenî, şexsî, zihnî” bimînin ku di zimanê me de tên bikaranîn û li dawiya wan -î heye.

Loma eger mirov awayê -îy- qebûl bike, divê ku van peyvan wek ”medenîyet, şexsîyet, zihnîyet” binivîse.

Ji peyvên wek ”jîyan, dîyar” jî em dikarin bibînin ku ya yekem têkilî lêkera ”jî-n” e ku î tê de heye. Herwiha peyva duyem jî têkilî ”dî-tin” e ku dîsa î tê de heye.

Anku eger em -îy- qebûl bikin, divê ku em van peyvan wek ”jîyan, dîyar” binivîsin.

Heta vê derê texmînen mesele hêsan bû çunkî kesên ku piçekê jî hay ji etîmolojiya peyvan hebe, dizanin ku ev peyv çawa peyda bûne.

Lê niha em li nimûneyên din binêrin. Gelo divê em van peyvan çawa binivîsin:

  • ”diyanet, siyanet, siyaset” an ”dîyanet, sîyanet, sîyaset”?
  • ”çiya, diyarî, giyan, ziyan” an ”çîya, dîyarî, gîyan, zîyan”?

Di tirkî de peyvên rêza pêştir wek ”diyanet, siyanet, siyaset” tên nivîsîn. Lê ji ber ku i-ya tirkî li cihên din beramberî î-ya kurdî ye, gelek îy-parêz dilezin û van peyvan wek ”dîyanet, sîyanet, sîyaset” dinivîsin.[1]

Lê eslê van peyvan ne tirkî ye heta ku mirov di wê mijarê de tirkî wek nimûne ji xwe re bigire. Di erebî, farisî û kurdiya bi alfabeya erebî de ti herfên beramberî ”i” ya kurdî-latînî nînin. Lê dîsa jî ev her sê ziman van peyvan wek ”dîyanet, sîyanet, sîyaset” nanivîsin lê wan wek ”dyanet, syanet, syaset” dinivîsin ku zêdetir beramberî ”diyanet, siyanet, siyaset” yên kurdî-latînî ne.

Di mijara peyvên wek ”çiya, giyan, ziyan” de jî ti alîkariyeke wek ya peyvên ”jiyan, diyar” nîne heta ku em bizanin ka di eslê wan de -i- yan -î- heye daku em rast binivîsin. Loma piraniya îy-parêzan dilezin û wan wek ”çîya, dîyarî, gîyan, zîyan” dinivîsin bêyî ku bizanin ka rastiya eslê peyvê çi ye. Sebeb ew e ku di rastiyê de ti cudahiyeke ku mirov bi gotinê yan bi bihîstinê pê bihese di navbera -iy- / -îy- ya dengên ”diyar, jiyan” û ”çiya, giyan, ziyan” de nîne.

Lê gava ku em li zimanên lêzim binêrin, em ê bibînin ku di eslê wan de -î- nîne. Bo nimûne, peyva ”ziyan” di zimanên din yên îranî de wek ”ziyan” an ”zyan” tê nivîsin (bi soranî, farisî, belûçî û zimanên îranî yên erebînivîs زیان anku /zyan, ziyan/ lê qet ne زییان /zîyan/). Di zimanên kevn yên hindûîranî de jî ew wek /zyan, ziyan, cyan/ dihat nivîsîn.[2]

Bi heman awayî peyva ”giyan” di ti zaravayên kurdî yan zimanên din yên îranî de wek ”gîyan” nayê nivîsîn lê wek ”giyan” an wek ”gyan” tê nivîsîn (bi zimanên erebînivîs گیان /gyan, giyan/ lê ne گییان /gîyan/). Di hin zimanan de jî sivik bûye û bûye ”gan” (zazakî) yan ”can” (farisî, kurmancî).[3]

Dîsa îy-parêz peyva ”çiya” bi piranî yan herdem wek ”çîya” dinivîsin. Lê dîsa jî gava ku em berê xwe bidin zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî, em ê baş bibînin ku di eslê wê de di rastiyê de -î- nîne lê -i- heye. Bo nimûne, soranî چیا (çiya, çya – lê ne چییا /çîya/), kurdiya başûrî ”çiga, çixa” (ne ”çîga, çîxa”), farisî چکاد (çikad, çekad, ne چیکاد /çîkad/), pehlewî ”çikad, çekat”.[4]

Di hinek peyvan de jî mirov bi rastî nikare bizane ka di eslê peyvê de -i- yan jî -î- heye. Bo nimûne, di peyva ”diyarî” ya bi wateya ”hediye” de belkî wek di peyva ”diyarî” (diyarbûn, xuyabûn) de bi eslê xwe -î- hebe. Lê ji aliyê etîmolojî ve ”diyarî” ya bi wateya ”hediye” bi zelalî ne ji peyva ”dî-tin” e lê têkilî peyva ”dan, dayîn” e. Lê di peyvên ”dan, dayîn” de ti -i- yan -î- berî Y nînin heta ku mirov bikare biryar bide ka kîjan ji wan di eslê peyva ”diyarî” de heye.

Yan eger em -îy- qebûl bikin, gelo em ê van peyvan wek ”viyan, şiyan, kiyan, niyan” yan jî wek ”vîyan, şîyan, kîyan, nîyan” binivîsin?

Gelek ji amadekarên Rêberê, herwiha di amadekariya Ferhenga kurdî (kurmancî) – tirkî ya nû de ku ”ji bo rastnivîsînê” ye, cih girtiye. Wan ev peyv bi awayên ”vîyan, nîyandin” anku bi -îy- nivîsîne.[5]

Lê wek ku li jortir hatiye diyarkirin, di rehê van peyvan de ne -i- û ne jî -î- lê -ê- heye: di-vê-(n), di-nê-(n), di-şê-(n), di-kê-(n)…

Îcar bi çi heq û hikmetê mirov dikare biryar bide ka divê ew wek ”vîyan, nîyan…” yan wek ”viyan, niyan…” bên nivîsîn eger mirov nivîsîna -îy- jî qebûl bike?

Yan jî kerem bikin li van peyvan binêrin:

  • birin, hatin, kirin, meşîn, vegerîn, xwarin

Gelo eger em bixwazin van peyvan ku di dema borî ya dûdar de bi kar bînin, em ê wan çawa binivîsin?

  • Bi -iy- wek: biriye, hatiye, kiriye, meşiye, vegeriye, xwariye?

Yan jî

  • Bi -îy- wek: birîye, hatîye, kirîye, meşîye, vegerîye, xwarîye?

Berî ku em bersiva pirsê bidin, kerem bikin em li nivîsên du kesan binêrin ku herdu alîgirên bikaranîna -îy- ne:

Bahoz Baran, ku bi xwe jî yek ji danerên Rêberê ye, di nivîsareke xwe de bi awayê ”hatîye, nehatîye” anku bi -îy- dinivîse.[6]

Lê Baran Rizgar, ku ew jî alîgirekî nivîsîna -îy- ye, wan peyvan wek ”hatiye, nehatiye” dinivîse.[7]

Bo ku em bikarin bizanin ka di eslê xwe de kîjan ji wan rast e, em dikarin wan bidin ber hinek formên din yên heman peyvê:

  • birine, hatine, kirine, xwarine
  • biribû, hatibû, kiribû, xwaribû

Niha em dikarin bibînin ku di eslê wê van peyvan de de -i- heye (kir-i-ye, kir-i-bû), ne -î- (*kir-î-ye, *kir-î-bû).

Lê dîsa heke em îy-parêz bin, divê mirov binivîse ”(wî) kirr-î-ye, (ew) veger-î-ye”, ne  ”(wî) kirr-i-ye, (ew) veger-i-ye” ji ber ku di eslê wan de ”î” heye, ne ”i”, wek ku ji dema borî ya dûr diyar e: ”(wî) kirr-î-bû, (ew) veger-î-bû”, ne ”(wî) kirr-i-bû, (ew) veger-i-bû”…

Wiha em dikarin bibêjin ku Baran Rizgarî rast nivîsiye ”hatiye, nehatiye” lê Bahoz Baranî şaş nivîsiye ”hatîye, nehatîye”.[8]

Anku heta ji danerên Rêberê bi xwe, bo nimûne Bahoz Baran di mînaka li jor de, nikarin meseleya -iy- û -îy- ji hev safî bikin eger mirov carinan -îy- binivîse lê li cihê ku -îy- jî tine be wê nenivîse!

Lê ya giring ne ew e ka kê ji îy-parêzan rast û kê jî xelet nivîsiye. Ya giring ew e ku ”parastina” -îy- sergêjiyeke gelek mezin peyda dike.

Kurdînivîsên normal bi taybetî lê heta zimannas jî nikarin herdem bi esehî bizanin ka ”îy” kengî bi rastî di rehê peyvê de heye û divê bê parastin û kengî jî rehê peyvê bi rastî ”iy” e. Û wek ku me di nimûneyên ”viyan, şiyan, kiyan, niyan” de dît, di rastiyê de di rehê wan de ne -iy- û ne jî -îy- heye loma bijartina yekê ji van herduyan hingê dibe tenê biryareke keyfî.

Li aliyekî din jî, herdem nivîsîna -îy- li cihê -iy- jî argumenta serekî ya îy-parêzan bi xwe pûç dike: Ew doza parastina dengan dikin lê heke mirov herdem binivîse -îy-, hingê -iy- ya bi rastî jî di eslê peyvê de heyî nayê parastin.

Ji xwe eger mirov carinan jî doza nivîsîna -îy- bike, wek di peyva ”jîyan” de lê li derên din jî doza nivîsîna ”iy” bike, wek di peyva ”hatiye” de, hingê mirov bi temamî serê kurdînivîs û kurdîxwînên normal gêj dike.

Bi kurtî û kurmancî: Nivîsîna bi awayê -îy- ti pirsgirêkan çareser nake. Ew tenê û tenê pirsgirêkên nû peyda dike.

 

Beşa 8

_______________________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Bo nimûne di ”Ferhenga kurdî (kurmancî)-tirkî ya nû” ya ”ji bo rastnivîsînê”, ku amadekarên wê bi piranî ji danerên Rêberê pêk tên, de peyva ”diyanet” wek ”dîyanet” hatiye nivîsîn. Peyvên “siyaset, siyanet” tê de nînin lê texmînen bi nêrîna amadekarên ferhengê divê ku ew jî wek ”sîyaset, sîyanet” werin nivîsîn.

[2] https://en.wiktionary.org/wiki/%D8%B2%DB%8C%D8%A7%D9%86#Persian

[3] https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/h%E2%82%82enh%E2%82%81-

[4] https://ku.wiktionary.org/wiki/%C3%A7iya

[5] Peyvên ”kiyan, şiyan” di ferhenga wan de cih nagirin lê texmînen ew jî li gor wan divê wek ”kîyan, şîyan” werin nivîsîn.

[6] http://www.amidakurd.org/ku/tekst/kurd%C3%AEya_akadem%C3%AEk (nivîsar li wir di dosyeke pdf de ye û wek belge li cem min qeydkirî ye.)

[7] https://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/netew

[8] Ev hinekî heta trajîkomîk e jî ji ber ku berê Bahoz Baran jî ev paşgir wek -iye (ne -îye) dinivîsî û kurtelêkolînek jî li ser wê paşgirê nivîsiye: http://www.amidakurd.org/ku/tekst/p%C3%AAveka_kes%C3%AA_s%C3%AAyem%C3%AEn_%C3%AA_yekjimar

 

“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (6)

(Beşên pêştir: beşa 1beşa 2beşa 3beşa 4, beşa 5)

Reber6

Husein Muhammed

 

6) ”PARASTINA” HÎPERKOREKT

Rêbera Rastnivîsînê formên wiha yên çemandî yan ravekî ferman dike:

  • dêya min, pêyê te, rêya wan
  • xanîyê we, kuştîyên cengê, kurmancîya standard

Anku tê ferzkirin ku mirov van peyvan wiha nenivîse:

  • diya min, piyê te, riya wan
  • xaniyê we, kuştiyên cengê, kurmanciya standard

Tevî ku ev awayê jêrtir di nivîsîna kurmancî de bi piraniyeke mutleq serdest e jî, amadekarên Rêberê vî awayê jêrtir anku guherandina ”-ê” û ”-î” yên dawiyê bi ”-i” berî ”-y-” şaş dihesibînin û ferz dikin ku mirov wan wek ”-ê-” û ”-î-” bihêle.

Ew vê li ser navê ”parastina orijînaliya peyvan” dikin tevî ku baş haydar in ku piraniya kurmancîaxiv û kurmancînivîsan wek wan nanivîsin.

Mijara guherandina an neguherandina -î- bi -i- berî -y- ev demeke dirêj e ku gur û geş e.

Mijara guherandin an neguherandina -ê- bi -i- berî -y- kêmtir hatiye behskirin. Belkî meseleya -ê- bi -i- ne bi qasî meseleya -î- bi -i- ne giring be jî ji ber ku hejmara peyvên di halê xwerû de bi -ê bi dawî tên beramberî hejmara peyvên ku di rewşa xwerû de bi -î bi dawî tên kêm e. Lê dîsa jî hinek peyvên bingehîn di halê xwerû de bi -ê bi dawî tên (bo nimûne ”pê, rê, dê” – ”dê” bi wateya ”dayik”).

Bi nêrîna me, dîsa di van mijaran de jî amadekarên Rêberê baş kûrahiya kurmancî fehm nekiriye yan nexwastiye fehm bikin û loma bi bersiveke zêde hêsan rabûne û dixwazin ku qaşo ”orijînaliya peyvan” biparêzin.

Li jêr em ê di du beşên cuda de li ser van herdu mijaran rawestin. Ji ber ku meseleya guherîna an neguherîna -ê bi -i- berî -y- ne hewceyî şiroveyên dûrûdirêj e, em ê pêşî li ser wê bisekinin. Dûre em ê biçin ser mijara guherîn an neguherîna -î bi -i- berî -y-.

 

Rêberê bi şaşî ”diya min, piyê min, riya min” red kirine!

Berî ku em bersiva wê yekê bidin ka formên ”dêya min, pêyê min, rêya min” an jî ”diya min, piyê min, riya min” rast in, hêjayî gotinê ye ku di halê xwerû de bi dehan peyv (yên xwemalî yan bi eslê xwe biyanî) yên bi -iy- di kurdî de hene. Bo nimûne:

  • biyanî, çiya, diyanet, fiyet, giya, giyan, jiyan, niyaz, niyet, piyase, siyaset, ziyan…

Lê em ne haydar in ku tenê peyveke wisa di kurmancî de hebe ku di halê xwerû de tê de -êy- anku Ê berî Y hebe.[1]

Wek ku ji piraniya nivîsên kurmancî û herwiha wek ku ji piraniya mutleq ya devokên kurmanciya navendî û kurmanciya rojavayî diyar dibe, formên wiha tên bikaranîn:

  • diya min, piyê min, riya min

Di kurmanciya rojhilatî de li cihê van hinek formên cuda hene:

  • ”Piyê min” di kurmanciya rojhilatî de bi sê awayan tê dîtin: “piyê min, pê min, pêyê min”. Ji van herduyan formên ”piyê min” û ”pê min” berbelav im lê kesekî ji camêriya xwe ez haydar kirime ku forma ”pêyê min” jî li cem wan heye.
  • ”Diya min” di kurmanciya rojhilatî de wek ”diya min” ihtimalen peyda nabe yan pir nadir e. Ew bi çend awayên din heye: ”da min, dayka min, deyka min”
  • ”Riya min” min jî tam wek ”riya min” ihtimalen di kurmanciya rojhilatî de peyda nabe yan gelek nadir e. Kurmanciya rojhilatî peyva ”rê” wek peyveke xwerû jî kêm bi kar tîne û li cihê wê bi piranî forma dîmînutîv ”rêk” dixebitîne. Di pratîkê de mirov dibêje ”rêka min”. Gava ku forma ”rê” tê bikaranîn, hingê mirov dibêje ”rêa” min – di kurmanciya rojhilatî de bi piranî Y-ya kelijandinê nayê bilêvkirin.

Bi gotineke din, di kurmanciya rojhilatî de li cihê ”diya min, piyê min, riya min” ya kurmanciya navendî û rojavayî bi piranî hinek formên din hene.

Lê di nav gel de ev formên ku Rêber pêşniyaz dike anku ”dêya min, pêyê min, rêya” yan qet nînin an eger hebin  jî, gelek nadir in.

Gelo gel şaş û çewt diaxive yan jî danerên Rêberê xwe şaş kiriye?

Bi qenaeta min gel rast diaxive lê amadekarên Rêberê di vê mijarê de jî ji ber hîperkorektiyê ji ser riya rast winda bûne.

Mixabin wan fehm nekiriye ku guherîna -ê bi -i- berî -y- rêbazeke giştî ya kurmancî.

Bo fehmkirina vê rêbazê, kerem bikin em li van nimûneyan binêrin:

  • di-vê ku (pêwîst e ku, hewce ye ku)
  • ew di-şê-n (ew dikarin)
  • ew meşkê di-kê-n (dikilînim, dikeyînin, dikilin…)
  • (bi ruxseta xwandevanan) ew tê di-nê-n[2] (ew digên)

Wek ku tê zanîn, tarîxiyen rehê dema niha (yan rehê demên neborî) eslê peyvê ne û rehê demên borî û herwiha forma ferhengî (rader, infînîtv) ji wan tên çêkirin. Bo nimûne:

  • -zan- > -zanî- > zanîn
  • -gir- > -girt- > girtin

Wek ku tê dîtin, di her çar nimûneyên me yên li jor de (“di-vê, dişê-n, di-kê-n, di-nê-n”) rehên lêkeran “-vê-, şê-, -kê-, -nê-“ ne anku -ê li dawiya her yekê ji wan e.

Gava ku em li rehê demên borî yan formên ferhengî yên van lêkeran binêrin, em ê bibînin ku ew ne wiha ne:

  • *vêya, *vêyan
  • *şêya, *şêyan
  • *kêya, *kêyan
  • *nêya, nêyan

Lê rehên wan yên demê borî û formên wan yên ferhengî (“rader”) wiha ne:

  • viya, viyan
  • şiya, şiyan
  • kiya, kiyan[3]
  • niya, niyan[4]

Wek ku tê dîtin, li vê derê jî -ê- her carê berî -y- bûye -i-.

Bawer dikim ku danerên Rêberê jî qebûl nakin ku em “viyan, kiyan, niyan, şiyan” wek “vêyan, kêyan, nêyan, şêyan” binivîsin.

Guman jê nîne ku danerên Rêberê bi niyeteke baş daxwaz kiriye ku em wek “dêya min, pêyê min, rêya” min binivîsin.

Lê mixabin wan di vê mijarê de jî ne kûraniya mekanîzmên zimanê kurdî fehm kiriye û ne jî guh daye piraniya gel.

Ti eyb û kêmasî tê de nîne ku zimanê me -ê berî -y- dike -i-. Mirov dikare vê qeyd û bendê bi hêsanî formûle bike:

  • -ê + -y- > -iy-

Lê bi israrkirina dijî vê taybetmendiya kurdî û dijî piraniya mitleq yan tevahî ya kurdîaxiv û kurdînivîsan, danerên Rêberê hem şaşiyeke berçav kiriye û hem jî mixabin dikin ku wê şaşiya xwe li ser xelkê ferz bikin.

 

Beşa 7

__________________________

TÊBÎNÎ

[1] Li gor Rêberê divê em nimûneyên rêzkirî wek ”bîyanî, çîya, gîyan…” binivîsin lê ev nayê wê wateyê ku -êy- di van yan ti peyvên din de hebe.

[2] Di hin devokan de ”tê di-ni-n”.

[3] Li gor devokan çendîn awayên lêkera “kiyan” hene, bo nimûne: ”kan, kilandin, keyandin, kilîn…” Lê di ti ji wan de Ê-ya rehê lêkerê nayê parastin gava ku bo çêkirina rehê demên borî yan forma ferhengî Y dikeve pey Ê anku ne bi awayê ”*kêyan” e.

[4] Li gor devokan peyva ”niyan” herwiha bi awayên ”nan, nayîn, niyandin” jî heye lê di ti ji wan de jî Ê- ya rehê lêkerê nayê parastin gava ku bo çêkirina rehê demên borî yan forma ferhengî Y dikeve pey Ê anku ne bi awayê ”*nêyan” e.

 

 

“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (5)

(Beşên pêştir: beşa 1beşa 2beşa 3, beşa 4)

Reber5

Husein Muhammed

 

5) PIRSGIRÊKA “HÎPERTEWANDINÊ”

 

Kerem bikin hinekî li van nimûneyan bifikirin:

  • Komxebata Kurmancî
  • Mem û Zîna Ehmedê Xanî
  • Li ser rê
  • Avê vebixwe!
  • Li Behdînanê, li Botanê

Bi ihtimaleke mezin ev awayê çemandin û tewandinê bi te xerîb e û tu dê bibêjî ku di devoka te de tiştekî wisa nîne. Bi rastî di vê meseleyê de tu ne bi tenê yî.  Bi ihtimaleke mezin zêdeyî 90 % ji kurmancîaxivan – belkî heta 100 % – dê bibêjin ku ev awayê çemandinê di devoka wan de nîne.

Lê dîsa jî ev hemû awayên çemandinê di Rêberê de hatine ferzkirin! Ji amadekarên Rêberê re ne xem û xeyal e ku teqrîben ti kurmancîaxiv di rastiyê de van gotinan wiha naçemînin. Tiştê ku ji wan re giring e ew e ku wan li cem xwe hinek qeyd û bendên sihrewî û efsaneyî dîtine û divê hemû kurmancîaxiv bidin pey rê û rêbazên wan.

Di rastiyê de ev hemû ferzkirin ji kêmasiyên danerên Rêberê bi xwe tê ji ber ku ew ketine ber hîperkorektiyê: Ew bi şaşî yan ji qest hinek qeyd û bendan ji hedê wan zêdetir bi kar tînin û ew bi xwe dibin sebebê xirabbûna zimanî.

Kerem bikin em li her yekê ji van nimûneyên li jor binêrin û bibînin ku çima ew şaş in û çima piraniya kurmancîaxivan, ku van awayan bi kar naînin, ji Rêberê rasttir diaxivin an dinivîsin.

 

Çima ”bixwe” lê ne ”vebixwe”?

Baş tê zanîn ku di raweya fermanî (imperatîv) û raweya subjunktîv (bilanî, şertanî…) û herwiha di raweya pêşkerî (indîkatîv) ya dema bêt de lêker bi piranî pêşgira ”bi-” werdigirin:

  • raweya fermanî: bike, bixwe!
  • raweya subjunktîv: (eger/ku ez) bikim, bixwim,
  • dema bêt ya raweya pêşkerî: hûn ê bikin

Lê ev qeyd û bend ne giştgir e. Bo nimûne, gava ku pêşlêkerek (preverbek anku ba-, ber-, da-, hil-, ra-, ve-, wer-) bi lêkerê ve hebe, hingê pêşgira ”bi-” nayê bikaranîn. Bo nimûne:

  • vexwe (ne *vebixwe yan *bivexwe)
  • hilgirin (ne *hilbigirin an *bihilgirin)
  • ez ê rakim (ne *rabikim an *birakim)
  • ku ew vegere (ne *vebigere yan *bivegere)

Ev rêbazeke kurmanciya giştî ye û mirov dikare bibêje ku nêzîkî 100 % kurmancîaxivan wiha diaxivin û herwiha heta nêzîkî 100 % wiha dinivîsin jî. Tenê 1-2 % belkî ji ber sebebên hîperkorektiyê pêşgira -bi- hevdem li gel pêşlêkeran bi kar tînin.

Tevî vê rastiyê jî, bi texmîna amadekarên Rêberê formên ”rast” wek ”vebixwe, hilbigire, rabikim, vebigere” ne.

Pirsgirêka mezin ne ew e ku ew texmîna wan şaş e lê kêşeya mezin ew e ku dixwazin vê texmîna xwe ya şaş li ser hemû bikarîneran ferz bikin!

 

Çima ”li ser mase” lê ne ”li ser rê”?

Qeyd û bendeke giştî ya kurmancî ye ku di rewşa çemandî/tewandî ya yekhejmar de navdêrên mê paşgira ”-ê” werdigirin:

  • li malê, ji dikanê, di kitêbê de

Gava ku li dawiya navdêrê vokalek hebe, Y dikeve navbera wê û Ê-ya paşgira çemandinê:

  • dinya > li dinya-y-ê
  • pencere > bi pencere-y-ê ve (kurtkirî: bi pencerê ve)

Lê gava ku li dawiya navdêrê bi xwe Ê hebe, êdî Ê-ya paşgira çemandinê lê zêde nabe yan jî herdu Ê bi hev ve dihelin:

  • rê > li ser rê
  • dê (dayik) > ji dê re (ji dayikê re)

Dîsa ev jî qaydekî giştî yê kurmancî ye û di pratîkê de hemû kurmanc wisa herdu Ê-yan bi hev ve dihelînin an yekê ji wan bi kar naînin.

Lê berovajî vê qeyda diyar û yekdengiya di devokên kurmancî de, danerên Rêberê bi vê qeydê nerazî ne loma ew formên wek van ferz dikin ku di kurmancî de di pratîkê de peyda nabin:

  • rê > li ser rêyê
  • dê > ji dêyê re

 

Meseleya çemandina navdêrên nêr

Di kurmancî de navdêrên nêr di rewşa çemandî ya yekhejmar de li gor devokan bi sê-çar awayên ji hev cuda peyda dibin. Bo nimûne:

  • kurmanciya rojhilatî: pezê şivanî (bi zêdekirina paşgira -î li navdêrê nêr)
  • piraniya devokên kurmanciya navendî û rojavayî: pezê şivên (veguhastina A/E ya peyvê bi Ê eger di peyvê de A/E hebe)
  • hinek devokên kurmanciya rojavayî û navendî: pezê şivîn (veguhastina A/E ya peyvê bi Î eger di peyvê de A/E hebe)
  • carinan û bi taybetî di nivîsan de wek kompromîsekê di navbera formên cuda yên devokan de: pezê şivan (neguherandina peyva ”şivan”)

Amadekarên Rêberê biryar daye ku forma devokên kurmanciya rojhilatî (”pezê şivanî”) bi kar bînin tevî ku bi zelalî ew ne forma serdest ya piraniya kurmancîaxivan e. Qisekerên devokên kurmanciya navendî û kurmanciya rojavayî yên ku awayê ”pezê şivên” bi kar tînin bi texmîneke xurt gelek ji qisekerên kurmanciya rojhilatî zêdetir in.

Wek saziş û kompromîseke navbera hemû devokan mirov dikare herwiha forma ”pezê şivan” jî bi kar bîne. Ew di heman demê de nêzîkî forma soranî ye jî ku peyva neçemandî dixebitîne. Lê amadekarên Rêberê biryara xwe daye ku di vê mijarê de li dûv rêbaza kurmanciya rojhilatî biçin.

Lê heta eger mirov biryara wan qebûl bike jî, dîsa ew di hîperkorektiyê de ji hedê vê qeyd û bendê ya kurmanciya rojhilatî jî derketine:

Rast e ku kurmanciya rojhilatî paşgira ”-î” dide pey navdêrên nêr yên yekhejmar:

  • Ehmed > mala Ehmedî

Lê eger ji xwe -î li dawiya navdêrê nêr hebe, kurmanciya rojhilatî jî î-yeke din lê zêde nake:

  • Elî > mala Elî (ne *”mala Elî-yî” yan ”mala Eliyî”)

Lê dîsa jî amadekarên Rêberê formên wek ”mala Elî” û ”Mem û Zîna Ehmedî Xanî” ferz dikin.

 

Çima ”li Kurdistanê” lê ne ”li Behdînanê” û ”li Botanê”?

Wek ku tê zanîn, piraniya navên taybet yên cografî di kurmancî de mê ne:

  • Kurdistan, Swêd, Dihok, Parîs, Çîn…

Ew di rewşa çemandî de paşgira -ê werdigirin. Bo nimûne:

  • li Swêdê, ji Çînê, heta Bidlîsê

Lê hinek herêm û deverên Kurdistanê hene ku paşgira -an li dawiya wan heye:

  • Behdînan, Botan, Mukriyan (derdorên Mihabadê)

Ev navên cografî hem di rewşa xwe ya neçemandî de û hem jî di rewşa çemandî de wek “Behdînan, Botan, Mukriyan” tên bikaranîn. Bo nimûne:

  • Neçemandî: Behdînan/Botan/Mukriyan xweş e (wek: Kurdistan xweş e.)
  • Çemandî: li Behdînan, ji Botan, heta Mukriyan (bidin ber: li/ji/heta Kurdistanê)

Sebeb ew e ku ev navên herêman ji xwe çemandî ne:

  • behdîn (xelkê herêma Behdînan) > Behdînan (warê behdînan – bidin ber ”behdînî = kurmanciya kesên behdîn”)
  • mukrî (xelkê devera Mukriyan) > Mukriyan (warê mukriyan – bidin ber ”mukrî = soraniya kesên mukrî”)

”Bot” wek peyv tine be yan nemabe jî, “botî” bi wateya devoka wan kesan û tiştên din yên aidî wan li kar e. Botan jî dîsa bi eslê xwe ”warê botan” e.

Sebebê neçemandina peyvên wek “Behdînan, Botan” bi awayê ”*Behdînanê, Botanê” ew e ku ew peyv ji xwe çemandî ne.

Wek ku tê zanîn çemandina dubare di kurmancî de ne mimkin e. Bo nimûne:

  • Ez li malê me. > Ev mala min e (Di hevoka duyem de ”ez” bûye ”min” ji ber ku ”ez” neçemandî ye.)
  • Birayê min li malê ye. > Ev mala birayê min e. (Di hevoka duyem de jî ”birayê min” wek hevoka yekem maye ji ber ku ”min” ji xwe çemandî ye û êdî dubare nayê çemandin.)

Lê tevî vê qeyd û benda ron û zelal jî, bi ferz û fermanên Rêberê be, divê em dest ji awayên wek ”ji Behdînan” û ”li Botan” berdin û wan wek ”ji Behdînanê” û ”li Botanê” binivîsin.

 

Hîperkorektî heta ji sernavê Rêberê jî diyar e!

Li ser bergê pêşîn yê ”Rêbera Rastnivîsînê” yekser piştî navê kitêbê ”Komxebata Kurmancî” hatiye nivîsîn.

Zêdeyî sî salan e ku komek bi navê ”Civîna Kurmancî” (ne ”Civîna Kurmancî”) dicive û mijarên zarê kurmancî gotûbêj dike. Lê danerên Rêberê bi forma ”Komxebata Kurmancî” razî nebûye û li ser navê qaşo rasttirbûnê navê xwe kiriye ”Komxebata Kurmancî”.

Ne xem û xeyala amadekarên Rêberê ye ka çima piraniya kurmancîaxivan wiha nabêjin. Ya ji wan re giring ew dixuye ku hindî mirov peyvan zêdetir biçemîne, çêtir e!

Gelo çima bi rastî jî divê wek gel mirov bibêje ”Komxebata Kurmancî” û ne wek amadekarên Rêberê ”Komxebata Kurmancî”.

Danerên Rêberê bikaranîna peyvên ”kurdî” û ”kurmancî” ne tenê di navê koma xwe de lê di rewşên din de jî wiha dinivîsin û nivîsa wan ferz dikin:

  • di kurmancîyê/kurdîyê da
  • ew kurdîyê/kurmancîyê baş dizane
  • rêzimana kurmancîyê

Ew wiha dikin û ferz dikin tevî ku baş haydar in ku piraniya – yan tevahiya – kurmacîaxivan peyvên ”kurdî” û ”kurmancî” wiha naçemînin. Lê li şûna ku danerên Rêberê lê bifikirin ka çima kurd wisa naçemînin, ew bi nêrîna xwe rast in û hemû xelk şaş dike. Loma divê xelk dev ji ya xwe berde û bide dûv gotina wan.

Ev tiştekî gelek ecêb e ji ber ku amadekarên Rêberê hem hay jê heye ku kurmancîaxiv wisa nabêjin û hem zimanên din jî hevwateyên van peyvan naçemînin. Bo nimûne (ji ber ku piraniya amadekarên Rêberê inglîzî, swêdî[1] û tirkî dizanin, em ê bidin ber van zimanan):

  • kurmancî: rêzimana kurdî
  • inglîzî: Kurdish grammar (ne ”*Kurdish’s grammar”)
  • swêdî: Kurdiska grammatik (ne ”*Kurdiskans grammatik”)
  • tirkî: Kürtçe dilbilgisi (ne ”*Kürtçenin dilbilgisi”)

Eger danerên Rêberê hinekî li van fikirîbûna, divê ew pê hesiyabûma ku ”kurdî, Kurdish, kurdiska, Kürtçe” di haletên wiha de di rastiyê de ne navdêr in lê rengdêr in. Loma em dibêjin:

  • rojnameyên kurdî, televizyonên kurdî, siyaseta kurdî, doza kurdî, rêzimana kurdî, bi kurdî…

Di rastiyê de ”rêzimana kurdî” yan ”rêzimana kurmancî” kurtkirina ”rêzimana zimanê kurdî” yan ”rêzimana zarê kurmancî” ye.

Yek ji amadekarên Rêberê, Deham Ebdulfettah, bi xwe jî dizane ku awayê ”Komxebata Kurmancîyê” şaş e û divê ”Komxebata Kurmancî” bûya. Ew dibêje ku wî amadekarên din yên Rêberê ji vê şaşiya wan haydar kiribûn jî lê dîsa jî serdestan guh nedaye gotina wî û ev şaşî heta di navê komê de û li bergê pêşîn yê Rêbera ”rastnivîsîn”ê jî kiriye![2]

 

Beşa 6

____________________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Ji amadekaran Behrûz Şûcaî, Malmisanij, Mehmûd Lewendî, Mistefa Aydogan, Newzad Hirorî û Remzî Kerîm li Swêdê dijîn/jiyane. Piraniya amadekarên kitêbê ji Bakurê Kurdistanê/Tirkiyê ne.

[2] Deham Ebdulfettahê endamê ”komxebat”ê hejmareke rexneyên din jî li Rêberê dike: http://portal.netewe.com/daxuyaniyek-di-derbare-rebera-rastnivisine-da/