Dengê B – peydabûn û windabûna wî

Husein Muhammed

HuseinHS

B herfeke konsonant e ku navê wê yê dengnasî ”girteka dulêvî ya bilerz” e. Mebest ji ”girtek” ew e ku di derxistina wê de lêv pêşî bi temamî girtî ne û paşî tên vekirin. Mebest ji ”dulêvî” ew e ku ku cihê derxistina vî dengî bi herdu lêvan e: lêva jorîn û lêva jêrîn di dema peydabûna vî dengî de bi hev dikevin. Merem ji ”bilerz”iyê jî ew e ku di dema peydabûna vî dengî de perdeyên dengî dilerizin.

Ev deng di alfabeya kurdî-latînî de – û di piraniya zimanên bi alfabeya latînî dinivîsin de – bi awayê ”B” (gir) û ”b” (hûr) tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de jî ew wek [b] tê nîşankirin. Di alfabeya kurdî-erebî de ew wek ب tê diyarkirin. Bi alfabeya kurdî-krîlî ew wek Б (gir) û б (hûr) dihat nivîsîn.

Read More »