Husein Muhammed
Gelo em çima dibêjin ”dikujin” lê ”kuştin” anku di yekê de J lê di ya din de Ş heye? Yan bo çi ”nelîzin” lê ”nelîstin” yanî di yekê de Z û di ya din de S heye? Ji ber çi em dibêjin ”heft” lê ”hevde” anku di ya yekem de F û di ya duyem de V heye? Em dizanin ku peyva ”pezkûvî” ji peyvên ”pez” û ”kûvî” lê sebeb çi ye ku di axiftina bilez de ew wek ”peskûvî” tê gotin? Di peyivîna bilez de heta ”ez têm” dibe ”es-têm”. Li aliyekî din, ”qesd” ya erebî di kurdî de di devê xelkê de dibe ”qest” yan ”qezd” û ”isbat” dibe ”izbat, îzbat”.
Di dengnasiyê de mebest ji ”lerz”ê lerizîna yan nelerizîna perdeyên dengî ye. Perdeyên dengî[1] hin perde yan beten in ku li serê gewriyê hene û livandina wan alîkariya çêkirina dengan dike. Cih û awayê dengên konsonantan eynî ne, bo nimûne yê dengên ”b, p” yan ”g, k” lê di dema çêbûna ”b” û ”g” de perdeyên dengî dilerizin lê di çêkirina ”p” yan ”k” de perde nayên lerizandin. Konsonantên ku perdeyên dengî dilerizînin bi navê ”bilerz” tên nasîn. Konsonantên ku perdeyên dengî nalerizînin jî, ”bêlerz” in.
Konsonantên bilerz yên kurdî ev in: b, d, g, z, j, ẍ, v, c û varyantên wan, bo nimûne ”ḅ ẓ”. Hevberên wan yên bêlerz di kurdî de ev in: ”p, t, k, s, ş, x, f, ç” û varyantên wan, bo nimûne ” ṕ, ṭ, ḉ”.
Tabloya bêlerz û bilerzên kurdî[2]
bêlerz | p | t | k | s | ş | f | ç | x, q |
bilerz | b | d | g | z | j | v | c | ẍ[3] |