Husein Muhammed
Di kurmanciya nivîskî de forma çemandî ya pirhejmariyê bi ”-an” bi dawî tê:
- (li) gund-an
- heval-an (dibînim)
- kitêb-an (bixwîne)
Heke eslê peyvê bi vokalekê bi dawî bê, hingê ”y” jî dikeve navbera rehê peyvê û paşpirtika pirhejmariyê anku ”-an”:
- (di) rojname-y-an (de)
Di zimanê devkî de ”-n” ji dawiyê dikeve dikeve:
- (li) gund-a
- heval-a (dibînim)