Kanîzar, hejmar 7

Zinar

Sernivîsar

Bi hemû rengên zimanê me

Kanîzar kovara zimanê kurdî ye. Gava ku em dibêjin ”zimanê kurdî”, mebesta me hemû rengên kurdî ne: kurmancî, soranî, zazakî, hewramî…

Wek hejmarên berê, ev hejmar jî bi vekolînên bi çend zarên kurdî dagirtî ye. Vê carê nivîsar bi kurmancî, soranî û zazakî hene. Ev sinordariya bi sê lehceyan jî ne merema me ye lê vê carê tenê bi van zaravayan berhem bo weşanê gihiştine me.

Di vê hejmarê de Husein Muhammed vekolîna xwe ya li ser cînavan bi 55 rûpelên din jî bi kurmancî didomîne. Ew di nivîsara xwe ya din ya vê hejmarê de bi berfirehî li ser paşgirên kesî yên lêkeran û dîroka wan dinivîse.

Ev hejmar du nivîsarên bi soranî pêşkêş dike. Hesen Qazî vê carê jî nivîsareke profesor Peter Trudgill li soranî wergerandiye û li ser têkiliyên navbera zimanî û çînên cuda-cuda yên civakî de ye. Kanîzar nivîsarê bi alfabeya kurdî-latînî belav dike. Nivîsara din ya bi soranî ji Ednan Ehmed e û derbarê temamker û berkara neyekser e. Em wê bi alfabeya kurdî-erebî diweşînin.

Vekolîna berfireh ya vê carê ya bi zazakî teza masterê ya Özlem Kılıç ya li ser neyînîtî (negatîvî) di zazakî de ye ku em bi temamî wek pêvek bi vê hejmarê ve belav dikin.

Mesûd Serfiraz vekolînek li ser yek ji kovarên pêşîn ên kurdî, Hetawî Kurd kiriye û naveroka wê bi berfirehî dide nasîn. Dr. Amr Taher Ahmed di hevpeyivîneke xwe de li gel Mem Wêranî li ser wê qenaetê ku divê mirov li şûna zimanê kurdî behsa zimanên kurdî bike.

Wek di hejmarên berê de jî, vê carê jî em du kitêbên li ser zimanê kurdî didin nasîn. Kitêba nû ferhenga hiqûqî ya Hüseyin Özdemir e. Kitêba kevn jî rêzimanname û ferhengoka Kurmanciya Behdînan ya R. F. Jardine e.

Di vê hejmarê de jî em cih didin ku vekolînên bi inglîzî yên li ser zimanê kurdî. Songül Gündoğdu

li ser lêkerên pêkhatî yên navdêr-lêker dinivîse. Nivîsara din jî ji Joyce Blau ye û derbarê dîroka vekolînên li ser zimanê kurdî ye.

Li dawiya vê hejmarê Zarname anku ferhengoka zimannasî dîsa hinekî berfirehkirîtir tê belavkirin. Herwiha kurterêbera rastnivîsînê jî di vê hejmarê de jî cihê xwe digire.

Kerem bikin Kanîzara xwe bixwînin û bo binivîsin!

 

NAVEROKA HEJMAR 7

Sernivîsar
Bi hemû rengên zimanê me, r. 2 

Husein Muhammed
Cînavên kurdî (beşa 2) r. 3 – 58

Nasandin
”Ferhenga Hiqûqî” ya Hüseyin Özdemir, r. 59 – 61

Peter Trudgill (w: Hesen Qazî)
Ziman û çînî komelayetî 62 – 77

Nirxandinek li ser rewşa zimanê kurdî
”Kurdistan dibe erebîziman”, r. 78 – 80

Rêzimaneke kurdî ya 90-salî
”Kurmanciya Behdînan” ya R. F. Jardine, r. 81 – 83

Özlem Kılıç
Zazakî de negatîfîye, r. 84 (hemû teza masterê wek pêvek)

Mesûd Serfiraz
Kovara Hetawî Kurd, r. 85 – 98

Peyvnasî
Pere/pare yan dirav, meydan an qad, zengîn an dewlemend…?, r. 99 – 100

Hevpeyivîn
Li gel Dr. Amr Tahir Ehmed li ser ”zimanên kurdan”, r. 101 – 115

Rêziman
Paşgirên kesî yên lêkeran û dîroka wan, r. 116 – 134

Ednan Ehmed
Tewawkerî yarîde yaxud berkarî narastewxo? r. 135 – 142

Songül Gündoğdu
Noun-Verb Complex Predicates In Kurmanji Kurdish, p. 143 – 172

Joyce Blau
History of Kurdish Stuedies, p. 173 – 183

Zarname
Ferhengoka zimannasiyê kurdî-inglîzî r. 184 – 203

Kanîzar çawa dinivîse?
Kurterêbera rastnivîsînê, r. 204

 

 

Hevoknasî

Husein Muhammed

Husein

Hevok (riste, cumle, sentence) çend peyv in ku bi hev re ramanekê yan nêrînekê pêşkêş dikin. Bi hevokê mirov dikare, bo nimûne, rastiyekê diyar bike, fermanekê bide yan daxwazekê bike yan jî tiştekî bipirse.

Wek ku ji navê ”hevok”ê jî diyar e, ew çend peyvên hevgirtî ne anku ew komeka peyvan e. Gelo çi cûnên (corên) hevokan hene? Gelo di wê komê de çi endam hene?

Di her koma hevokekê ya mezin de çend komên biçûktir jî dikarin hebin. Em ê navên ”tevok” (clause) û ”komik” (phrase) li wan bikin. Lê gelo ew komên ji hevokê biçûktir çawa bi xwe di koma hevokê de komeka din pêk tînin û çawa ew ji endamên din yên komê vediqetin?

Ev nivîsar hewl dide ku xusûsiyet û taybetmendiyên hevokan diyar bike. Em ê hevokan li gor armancên wan (ragihandin, ferman, pirs, gazî), endamên wan (kirde, berkar, lêker, temamker, pêvek), gera wan (gerguhêz, negerguhêz, rewşî, hevsengî) û avaniya anku struktûra wan (sade, hevgirtî, têkil yan jî hevgirtî-têkil) binasînin.[1]

Read More »

Peyvrêzî

Hevok (riste, cumle, sentence) ji peyvan (kelîmeyan) pêk tên. Di hevokekê de dikare yek, du, sê yan – wek prensîp – bêhejmar peyv hebin:

1)

1a) Çû.

1b) Were malê!

1c) Te kî dît?

1d) Bila ew jî sibê bi te re bên bajarî.

Anku hevok dikare kurt, dirêj yan navînî be. Anku mirov dikare hema-hema bi dûvdilî (keyfî, ixtiyarî, arbitrarily) peyvan li hevokê zêde bike yan jî jê kêm bike. Lê mirov nikare peyvekê li her cihê hevokê zêde bike. Bo nimûne, ev hevokên li jêr li gor kurmanciya giştî xelet in:

– * Malê were!

– * Dît kî te?

– * Te dît kî?

– * Dît te kî?

– * Bajarî sibê bila ew jî bi te re bên.

Gelo çima hevokên wiha di kurmancî de nayên qebûlkirin? Bo çi em dibêjin ku ew xelet in?

Bersiv peyvrêzî ye: hin peyv li cihê xwe yê di hevokê de nehatine danîn lê li cihê hin peyvên din in. Bi gotineka din, di hevokên nimûne de peyv ne di rêz û rista xwe de ne.

Lê gelo ev rêza peyvan di hevokên zimanê me de çi ne? Gelo em ê bikarin wan rêzikan peyda û diyar bikin? Gelo ew rêzik herdem wek hev in yan jî diguherin? Heke biguherin, li gor çi qeyd û bendan diguherin.

Ev nivîsar dê hewl bide bersiva van pirsan bide. Ev vekolîn li ser peyvrêziyê (word order) ye. Anku ev nivîsar li ser rêza peyvan di hevokan de disekine. Berî niha me nivîsarek li ser dengrêziyê nivîsiye ku qeyd û bendên rêzkirina dengan di peyv û kîteyan de vedikole.

Read More »