Ev aforîzma ji rojnivîskên min yên salên (2003 – 2008) ne:Ev ne felsefe ye. Ev çend belçimên daran in ku difiroşim ji ber ku eger belaş bidim, kes naxwaze.
***
Mirovên mezin bi ramanên xwe hezaran mirovan têr dikin lê bi xwe birsî dimirin.
***
Mirov tek heywan e yê ku bi xwe rekeha (qefesa) xwe çêdike.
***
Xwezî evîna ku bi carekê di du dilan de peyda dibe, di heman demê de ji herdu dilan miribûya jî.
***
Heta ev dinya neruxe, kes qedirê wê nizane.
***
Bi perdeya xweziyan xwe neniximîne daku xwe ji xebatê bidî paş.
***
Ti gel bêyî faşîzmê rizgar nebûye.
***
Xwedê xemgîn e ku em ji Wî ditirsin.
***
Eger du mirov hevfikir bin, yek ji wan zêde ye.
***
Kurd dijûn û xeberan li serokên xelkê dibarînin lê ti rexneyan li yên xwe tehemil nakin.
***
Bi hezaran gerîlayan xwe da kuştin di cenga ku Serokî tê de pêlavên xwe jî pîs nekirin.
***
Eger li sedemên xirabiyê bigerî, dûr neçe. Ji xwe dest pê bike.
***
Çîroka xweş bingehê xwe ji rastiyê digire lê hewceyî derewan e.
***
Eger bawerî çiyayan bilivîne, xaniyê me dê biherife.
***
Dinya wiha ye lê dîsa me nevê ku em jê rizgar bibin.
***
Feqîr bi qirûşên xwe yên mayî jî Biheştê dikirin lê kes garantiyê nadiyê.
***
Bo min bibêje ka rastî çi ye, ez dê bibêjim te: Ehmeq!
***
Rojek dê were ku Bakurê Kurdistanê dê bibe dewletek serbixwe û zimanê wê yê fermî dê tirkî be.
***
Hefsarê Hîtlerê xwe bernede!
***
Berê nivîskarên pirtûkan dibûn navdar, niha tenê pirtûkên navdaran tên xwendin.
***
Hindî ku min gotinên bêhiş digotin, xelkê baş guhdariya min dikir.
***
Serok biryara şerî dide ji ber ku ne ew lê bi sedan hezaran camêrên din dê şerrî bikin.
***
Piştî kuştina rastgoyan, mirov baştir derewan dibîne.
***
Mirov wek hêkan in. Qelpikê wan neşkînin daku bêhna wan ya genî jê neyê.
***
Tenê jiyan dikare mirovî bike nivîskar.
***
Dema ne swerxweş bim, dikarin bi çiyayan ve hilkevim. Lê eger serxweş bim, dikarim çiyayan bilivînim.
***
Mirov hewceyî tenêtiyê ye daku bibe hişmend. Lê mixabin berî ku tenêtî mirovî bike hişmend, pirraniya xelkê teslîmî bêhişiyê dibin.
***
Yar, min bi carekê venexwe û serxweş nebe!
***
Eger li dinyayên din jîndar hebin, ew ne wisa bêaqil in ku xwe bi me bidin nasîn.
***
Dêbab zarokên xwe xwedî dikin, zarok dêbabên xwe biaqil dikin.
***
Tenê dewlemend dikarin bibêjin ku pare ne giring e.
***
Çend melayan ji pirtûkekê zêdetir xwendine?
***
Dema ku ti rêyan nebînî, yekê c_êke.
***
Zilm e ku zanistvan azmûnên xwe li ajelan dikin. Bila li siyasetvanan bikin.
***
Xwedê xweşî û zewq dane. Yê ku wan red bike, Xwedayê xwe jî red dike.
***
Mirov bi pirtûkekê nabe nivîskar lê bi dehan jî ne.
***
Azadî ew e ya ku mirov hest pê dike. Ne ew daxwiyanî ne yên ku tên xwendin. Ew xwendina daxwiyaniyan e.
***
Xewn û xeyal xweşiya jiyana niha li ber mirovî tehl dikin.
***
Ti car ji gundê xwe derneket lê dîsa jî pirr dinyadîtî bû.
***
Homo sapiens: mirovê bêhiş.
***
Her îdeolojî ji serê kesek qehirî afiriye.
***
Mirovbûn tê çi wateyê?
***
Keleh û zinar jî diruxin lê nivîsên hezarsalî her dimînin.
***
Tenê dikarî bi wêrankirina xelkê dewlemend bibî.
***
Serokên me çareyên sade hene lê rewş aloz e.
***
Min ti kes bi qasî nivîskaran ji rastiyê dûr û veqetiyayî nedîtiye.
***
Rastiya jiyanê teknefesiyê (astimê) dide min.
***
Yê ku xwe bo xatirê qehbikekê bide kuştin, qehreman e.
***
Pêşî rastgoyiyê biceribîne – paşî rêyên din.
***
Dilopa di deryayê de nizane ku rondikek ji çavê min e.
***
Edebiyat mirovî ji gelek janan rizgar dike lê jana afirandinê dijwartir dike.
***
Naxwazim vê pergalê bi yeke din veguhêzim. Ev têra xwe xirab e.
***
Em naxwazin bizanin ka sûc çi ye, em li sûcdaran digerin daku xwe bi xwîna wan de paqij bikin.
***
Tenê bi xwefiroşiyê dikarî jiyanek xweş bikirrî.
***
Ew di pîşeyê xwe de pirr bilind bû heta ku ji zinarê daket.
***
Bêguman bo her dermanî derd heye.
***
Gelek baş e ku Marks êdî najî. Eger ew bijiya, ew dê dijî marksîzmê biaxiviya.
***
Zarokên xwe ne tenê bo xwedîkirina xwe mezin bike.
***
Desthilatê du erk hene: xelkê biçewisîne û aşt bike.
***
Aforîzma terkehevok û revok in, bi tenê ne.
***
Bîst salan lê fikirîm daku bizanim ka dinya çi ye. Paşî tê gihiştim ku peyvek e.
***
Rast e ku zanist nikare bersiva her pirsa li ser gerdûn û jiyanê bide. Lê ev nayê wê wateyê ku Xwedê heye.
***
Ne sal lê mirov demê diguherrînin.
***
Dîrok mezlûman dike celad.
***
Xwe baş nanasim loma ji xelkê dipirsim.
***
Rojname gelek giring e – mirov pê bûyerên giring ji bîr dike.
***
Bo dinyayê tenê kesek î lê bo kesekê hemû dinya yî.
***
Welatê me dewlemend e loma em feqîr in.
***
Li karî bêqîmet im. Tenê eger rojekê neçim karî, qedirê min tê zanîn.
***
Mirov naxwazin wek ku Xwedê dibêje bikin. Ew gotina Xwedê li gor kirinên xwe şirove dikin.
***
Diktator: mirovên wek min û te normal.
***
Eger dixwazî di şerrî de têk biçî, herre meydana şerrî. Eger dixwazî bi ser bikevî, rabe çekan bifiroşe.
***
Eger rastgir wisa bikin wek ku dibêjin, ew dê bibin çepgir. Eger çepgir wisa bipeyivin wek ku dikin, ew dê bibin rastgir.
***
Du cûn talanker hene: hin bi kêr û demanceyan dixebitin, yên din bi qanûn û navê Xwedê.
***
Demokrasî ew e ku serokê me dibêjin ew demokrat in û gel bawer dike ku serok rast dibêjin.
***
Her tişt bihagirantir dibe. Tenê mirov her roj erzantir tên firotin.
***
Mirin lingua franca ye – em hemû jê fehm dikin.
***
Çima bi xeyala tiştên neyî dijiyî? Tiştên heyî jî pirr ecêb in.
***
Belkî min helwesta xwe guherîbe lê dîsa jî ez rast im.
***
Em hemû hosteyên jiyana xwe ne. Loma gelek ji me bi xwe bo xwe nîr û zincîran çêdikin û xwe pê asê dikin.
***
Li Kurdistanê çend zevî bo min û te mane daku em xwe bo xatirê wan bidin kuştin?
***
Kêm kes diçûn Biheştê loma min jî berê xwe da Dûjehê.
***
Tu paranoîd bî jî ew dîsa li te digerin.
***
Çima sal wisa kurt in, deqe wisa dirêj in?
***
Demokrasî ew e ku em hemû li gor gotina Serokî bikin.
***
Duayan ji hemû xwedayan bike. Belkî yek ji wan hebe.
***
Îro bikene, sibê dê jiyana te hê jî tehltir be.
***
Îslam heye daku mela meaşê xwe wergirin.
***
Ji pêşerojê netirse – ti car li pêşerojê najiyî.
***
Feqîr nayên hesabkirin. Ew nînin.
***
Berê çande û zimanê me gencîneyên me bûn. Lê niha ew ne lazim in ji ber ku me partî û komele hene.
***
Zêde ramanên xwe xerc neke – daku xelkê te nexapîne.
***
Ma kî heye ku naxwaze hevala jina xwe biceribîne?
***
Divê mirov kirina karên negengaz (nemumkin) paş nexe.
***
Dawiya xirab ji xirabiya bêdawî çêtir e.
***
Tenê ji nav tarîtiyê mirov dikare stêran bibîne.
***
Bi pirsgirêkên xwe bikene ji ber ku xelk jî pê dikene.
***
Bes bifikire, rabe bixebite!
***
Xwe bifiroşe daku bikarî bijiyî.
***
Bi awira pêşîn dikarim bibim evîndar lê nizanim evîndarê kê.
***
Ez gihiştim armancê lê ew ne li wê derê bû.
***
Nivîskar dinivîsin ji ber ku nikarin bijîn.
***
Dîroknas xwe ji dîrokê zanatir dihesibînin.
***
Sê pirtûkên ku min wergerandibûn, hatin weşandin. Min diyarî birayê xwe kirin. Got: ma tu bi xwe nizanî binivîsî loma werdigerînî?
***
şîzofrenî ji tenêtiyê çêtir e.
***
Min soza namûsa xwe dayê. Namûsa min bir û soza min li min vegerand.
***
Piştgirê demokrasiyê be eger bizanî ku dê wisa bi ser bikevî.
***
Welatparêz be – hemû kurdên siyasî bikuje!
***
Heta ku mirov şaş nebe, nikare tiştên negengaz bike.
***
Çapemenî ti tiştî nabêje, her tiştî difiroşe.
***
Eger dewlet zilmê neke, ew çi dewlet e?
***
Heta ku pate ji çavê mirovî neyê vekirin, mirov wî nabîne.
***
Çapemeniya azad dikare serokkomarî lome bike lê nikare dikandarî rexne bike.
***
Wek ku min got, ez qet gotina xwe dubare nakim.
***
Ma bi rastî azadî hêjayî hemû vî bihayî ye yê ku em didin?
***
Encamên nekirinê carine ji yên kirinê jî kembaxtir in.
***
Eger paraşota te venebe, destên xwe bihejîne daku hevalên te xemgîn nebin.
***
Mizgînî bo rojnamevanan: trajediyek mezin qewimiye.
***
Eger dêbabên te bêzarok bûn, ihtimal e ku tu jî nikarî zarokan bînî.
***
Em li ber qedera xwe bêçare ne lê em dikarin tesîrê li qedera xelkê bikin.
***
Baweriya bi mirovan min ditirsîne.
***
Xwedê mejî da me û melayan bikaranîna wî heram kir.
***
Rast e ku civaka me zanistî ye lê mirovên wê nezan in.
***
Êdî hew li rastiyê bigere – derew gelek xweştir in.
***
Ceng pirsgirêkên dinyayê çareser nakin ji ber ku di cengê de hin kes sax dimînin.
***
Wan got ku ez dilsaf im û zû ji xelkê bawer dikim – û min ji wan bawer kir.
***
Carekê min bawer kir ku ez xelet im – lê ez şaş bûm.
***
Nivîskarê baş hertim ji başiya nivîskariya xwe biguman e.
***
Nekirîhiştina qenciyê kirina xirabiyê ye.
***
Gelek kes ji me bo wergirtina taca şerefê dixebitin. Lê piştî ku me ew wergirt, em dibînin ku bo hilgirtinê zêde giran e.
***
Xwekujî xwerexnekirinek rastgoyane ye.
***
Hûn dikarin min bikirrin lê nikarin bibin xwediyê min.
***
Hemû mirovên hişmend li gel min hevbîr in.
***
Gelo ku pare bi îdeolojiyê tên berhevkirin, gelo hingê îdealîst yan materyalîst qezenc dikin?
***
Mirovan gelek tiştên xeternak çêkirine lê ti ji wan wek mîna pîvana demê mirov kole nekirine.
***
Berê ez agnostîk bûm lê niha nizanim bibêjim ka Xwedê heye yan nîne.
***
Îro ew sibe ye ya ku te duhî xem jê dixwar.
***
Siyasetvan ti karî nakin lê di wî karê xwe de pirr biserketî ne.
***
Nizanim bê xişîmî behsa evînê bikim.
***
Min dê bikariya Xwedê bibînim eger dîn ne perdeya di navbera me de bûya.
***
Qenc be – bila tu neyê xelatkirin jî!
***
Ew ji zindanê derket û azadiya xwe li wê derê hêla.
***
Kes nikare tehemila azadbûna xwe ya temam bike.
***
Yê ku tiştekî dibîne û yê ku di tiştekî de fikrekê dibîne, ne bi heman zimanî dipeyivin.
***
Bêdengbûn jî derewkirin e.
***
Em bi pirranî li derveyî xwe dijîn. Eger ne wisa bûya, em dê pirr xemgîn bûna.
***
Xweş e eger mirov wek hevdemiyên xwe bifikire. Ewle ye eger mirov wek yên berî xwe bihizire. Lê talûke ye eger mirov wek serdemên bên birame.
***
Em ne hêjayî azadiyê ne. Eger em hejî azadiyê bûna, em dê azad bûna.
***
Sazişa hunerî li gel serdemê hişkkirina kaniya hunerê ye.
***
Di nav tarîtiyê de her tiştê gewr pisîk e eger tu mişk bî.
***
Eger evînnameya xwe wek daxwaznameyê binivîsî, ihtimal e ku bêt redkirin.
***
Yê ku bi ti tiştî ecêbgirtî nemîne, belkî bihiş be lê bêdil e.
***
Kurdistan xewnek kûr e.
***
Dostê baş xwe zêde nêzîkî mirovî nake.
***
şivanên miletî gelê xwe dikin keriyên bêmejî.
***
Mirovî xweda ji şiklê xwe afirandin.
***
Baştirîn lampe li tarîstanê tên çêkirin.
***
Zêrr girantirîn zincîr e.
***
Eger li pey şopên xelkê biçî, dê şaş bibî. Ger li pey yên xwe biçî, dê li dor xwe bizivirî.
***
Divê mirov hinda bibe daku bikare xwe bibîne.
***
Mirovên ku wek şûşeyan hatibin şkandin, dikarin mirovî biperritînin.
***
Bi edebiyata kurdî dikarî her tiştî bikî lê nikarî zarokên xwe xwedî bikî.
***
Dema ku du ziman digihin hev, her car terciman ne lazim e.
***
Bi tenê dê xweştir bûya, nivîn dê ne wiha teng bûna.
***
Çîroka xwe ji çavên te bo te dixwînim.
***
Xweştir e ku piştî mirina xwe bibim navdar.
***
Hatina dawiya dinyayê dê tek bela û boblet be ku ti kes pê dewlemend nabe.
***
Mirovên req wek hêkan in, dikarin bi asanî bişkên.
***
Çêtir e ku nîv jiyanê bi tevî bijî, ne tev jiyanê bi nîvî bijî.
***
Gotin wek gulan rastiyê diniximînin.
***
Eger rûyê xwe yê rast nîşanî te bidim, dê ji min bawer nekî.
***
Dikarî li çend qetlên di filman de temaşe bikî heta ku tê bigihî ku qetilkirin çareserî ye?
***
Du kes li hîpermarketekê digerin. Herdu jî bi xwe serbilind in: yek ji ber ku dikare wê hemû marketê bikirre, yê din ji ber ku ne hewceyî ti tiştê li wê derê ye. Tu dixwazî kîjan bî?