RENGDÊR Û BIKARANÎNA WAN (1)

husein muhammed

Husein Muhammed

 

  1. MIJAR Û PEYVNASIYA WÊ

Di zimannasî û rêzimanê de rengdêr (sifet, hevalnav, bi inglîzî adjective) ew peyv in ku behsa çawaniya kesekî, tiştekî yan rewşekê dikin. Bo nimûne (rengdêr hatiye xwehrkirin):

  • hevalên baş.
  • Îro hewa sar e
  • Birayê biçûk û yê mezin.
  • Ew binamûs e lê ev bênamûs
  • Tu ji wî mezintir î.
  • Gelo dirêjtirîn çemê dinyayê kîjan e?

Wek navê xwe, rengdêr ”rengekî” yan ”rengan” didin kesan, tiştan an rewşan. Li vê derê mebest ji peyva ”reng” berfireh e: rewş, şikil, awa, şêwe…

Rengdêr çawaniya navdêran diyar dikin anku rengdêr navdêran rave dikin. Loma di rêzimanê de rengdêr ravekerên (bi inglîzî modifier) navdêran in û navdêr jî raveberên (modified) rengdêran in anku bi rengdêran tên ravekirin.

Piraniya rengdêran berhevbar anku miqayesebar (bi inglîzî comparable) in yanî bi wan navdêr dikarin bên berhevdan anku miqayesekirin (comparison, comparing). Mebest ji berhevdanê ew e ku mirov dikare bibêje ku çawaniya tiştekî ji ya tiştekî din bihêztir e, xurttir e, mezintir e û hwd. Bo nimûne, ”ev kitêb ji wê kitêbê xweştir e” yan ”ev xweştirîn kitêb e.”

Read More »

Ferhenga Şarezor

Sarezor

 

Vekin û bixwînin!

Şarezor: ferhengeke mezin ya kurdî-inglîzî

Ferhenga Şarezor ya kurdî-inglîzî (The Sharezoor Kurdish-English dictionary) mezintirîn ferhenga soranî-inglîzî ye ku heta niha hatiye amadekirin. Ferheng yekalî ye anku ew peyvên kurdî (soranî) rêz dike û maneya wan bi inglîzî dide lê ew ne ferhengeke inglîzî-kurdî ye anku peyvên inglîzî rêz nake û wan li kurdî wernagerîne.

Şarezor ferhengeke teqrîben bi 600 rûpelên A4 e. Ferheng ji aliyê Şefîq Qezaz ve hatiye nivîsîn ku demekê di hikûmeta Başûrê Kurdistanê de wezîr jî bû.

Di ferhengê de peyvên kurdî li gor alfabeya kurdî-erebî hatine rêzkirin lê li ber serpeyvan herwiha awayê xwandina wan bi alfabeya kurdî-latînî jî hatiye diyarkirin (ji bilî herfa Ş ku wek s hatiye diyarkirin – herwiha L-ya qelew jî wek l hatiye nivîsîn.) Lê peyvên ji peyva serekî çêkirî û herwiha hevokên nimûne tenê bi alfabeya kurdî-erebî hatine nivîsîn.

Li aliyekî din, rêzkirina herfan li pey hev li gor alfabeya kurdî-erebî hinekî berovajî hatiye pêkanîn: Herfa ”elîf” ji aliyê çepê yê kitêbê ve dest pê dike wek alfabeya latînî.

Şarezor bi zelalî baştirîn ferhenga soranî-inglîzî ye ku ti caran hatiye danîn. Ew ne tenê peyvan rêz dike û werdigerîne lê herwiha hevwateyên wan yan peyvên têkilî wan jî gelek caran pêşkêş dike.

Di ferhengê de bi piranî tenê peyvên soranî hatine rêzkirin lê danerê ferhengê cih daye hinek peyvên kurmancî jî yên ku di soranî de peyda nabin û ew bi stêrkekê (*) nîşan kirine.

Kovara Kanîzar û malpera Zimannas bi serbilindî tevahiya vê berhemê dixin ber destê xwandevanên zimanê kurdî:

https://zimannas.files.wordpress.com/2017/05/sarezor.pdf